
‘Ger Ez Şehîd Bikevim, Dê Bi Sedan Jin Çeka Min Hildin’
Rêheval Besê Anuş di sala 1960’an de li Mereş, Pazarcik’ê jidayîk bû. Di sala 1978’an de piştî qetlîama Mereşê tevlî nav refên PKK’ê dibe. Di salên xwe yê di nav têkoşînê de derbas kiriye bi awayekî çalak di nav xebatan de cih digre. Di 17’ê Adara 1981’an de di oxira xeta azadiya jin û tevahî gelan de bû şehîda yekemîn a jin a partiya azadiyê.
Fêrbûna dîrokê ji bo jinekî hîn bêhtir girîng e. Ji ber ku jin hebûnekî ku bê dîrok hatiye hiştin e. Bê dîrokbûn, bê hişbûn û bê nasnamebûn e. Bi vê rengê koletiyeke kûr jiyankirina jinê, bi wendakirina hişê dîrokê ve girêdayî ye. Azweriya Rêber APO ya avakirina jina azad û hewildanên mezin ên ji vê azweriyê têr dibin, tevgera azadiyê bi gav ava kiriye. Di nav PKK’ê de bi avakirina jinê nivîsandina dîroka jinê gav bi gav pêş ketiye. Û bi vê awayê jin ji nû ve dikeve nav lêgerînên di dîrokê de xwe dîtin û bi xwe re dîrokê dîtinê. Di PKK’ê de jin, bi îdiaya dîroka xwe ya azadiyê piştî pênç hezar salan ji nû de nivîsandinê derdikeve holê.
Di salên destpêkê de tevlîbûna jinan a PKK’ê bi xweşbîniyê nedihat pêşwazîkirin. Feraseta ku jinê weke namus digirt dest li Kurdistanê pir serwer bû. Di encama têkoşînekê bê hempa de hîn pêşketin çêbûn. Bê guman pêşketin pir bi jan çêdibin. Ji xwe pir zanebûna cinsî ya pir cidî ji hêla jinê ve nînbû. Tevlîbûn li ser esasê hestên welatparêzî û nêzîkatiyên çepger-sosyalîst pêş diketin.
Tevlîbûnên destpêkê hîn bêhtir ji kesîmên rewşenbîr pêk dihat. Beşên xwendewan, ciwan pir zêde bûn. Heval Sara, Heval Sakîne Karakoçan, Turkan Derîn, Besê Anuş, Azîme Demîrtaş, Sultan Yavuz, Rahîme Kahraman, Hanım Yaverkaya, Sakîne Kırmızıtoprak, Saîme Aşkin û tevlîbûna gelek jinan pêk tê. Di salên 1980’an de gelek jin di qadên cûda yê têkoşînê de tevlî xebatan bû. Yên ku hati girtin çêbû.
Her çiqas rêheval Besê piştî tevlîbûna xwe di demekê kin de şehîd bûbe jî, ew sekin û tevlîba wê ya di vê demê kin de raber kir di astekî girîng de pêşketina tevgera jinê bandor kir. Em mêyzekirina pir klasîk ya li hemberî jinê bigrin, heyanî bandora gerîlayên jin a li ger gel daye avakirin û di warê leşkerî de îdiaya ku jin datanî holê di nav PKK’ê de li hemberî jinê hezkirinek pêşxistiye. Ger tevlîbûn û sekna hevalên jin ên wê demê bi hijmarekê kêm bûn wê demê ewqas mezin nebûya, baweriya şerkirin û di nav şoreşê de ewqas bi bandorbûna jinê jî pêşnediket.
Ji ber vê tevlîbûnên destpêkê pir girîng e. Van rêhevalan naskirin, fêrbûn û zanîn ji bo me pir girîng e. Dîrok ne tiştekê hatiye nivîsîn e tenê, heman demê de diyarokeke hatiye jiyîn e jî. Ji ber ku em encamê van ceribandinên hatine jiyîn û kombûye ne, mijarên ‘jinên azad ên civaka Kurd çawa çê bû, çawa avabû û heyanî roja me çawa hat’ fêmkirin ji bo her mîlîtanekê di nav PKK’ê de û heman demê ji bo tevahî jinên Kurd pir girîng e.
Rêheval Besê ya ku bi tevlîbûna xwe bûye mînak anîna ser ziman, ji bo naskirin û di vê warê de xwe avakirinê wê bibe mînakekî pir girîng. Rêheval Besê piştî qetlîama Mereşê bi awayekî heremî tevlî xebatên PKK’ê dibe. Wetlîama Mereşê li ser heval Besê bandorekî kûr dike û lêgerînan ava dike. Piştî qetlîama Mereşê biryara hîn bi çalak tevlîbûna têkoşînê digre. Li ser vê bingehê bi çûyîna gelek gûndên Pazarcixê bi taybet ji jinan re, bi gel re li ser mijarên ‘dê gel li hemberî faşîzma Tirk xwe çawa biparêze û gûndê xwe çawa bixe bin ewlehiyê’ gelek civînan lidardixe. Li gel vê li gûndan perwerdeya çek dide jinan. Li ser mijarên dê di êrişekî de çawa bikaribin xwe û gûndên xwe biparêzin, dê çawa bi çekdarî û rêxistinî tevbigerin perwerdeyan dide. Ya rastî dema em niha li pişt xwe mêyze dikin di van salan de tiştê ku heval Besê dikir jinê de pêşxistina zanista parastina cewherî û heman demê bi şixûlandina çekê wan fêrkirina parastina xwe ye.
Rêheval Besê him ji ber ku yekemîn şehîda jin a tevgerê ye ji bo têkoşîna me kevirê goşeyê bingehîn ava dike. Nêzî sê mehan di qadê de ez bi wê re mam. Di nav vê pêvajoyê de kesayeta wê min pir bandor dikir. Bi taybet jî tecrubeyên wê yên jiyanî, asta civakbûna kesayeta wê û avahiya wê ya civakî, bi baldarbûyîna wê aliyên wê yên ku min bandor dikir bû. Di asta têkiliyê xwe yê rêhevaltiyê de bi hêz û avakerbûna wê, di warê leşkerî de her tim bi tedbîr û baldarbûna wê taybetmendiyên wê yên herî li pêş bû. Fermandarê me ye taximê hevalekî xort bû, lê her tim ya ku her tim fikr ava dikir, rê nîşan dida, di gelek mijaran de pêşengtiyê dikir rêheval Besê bû. Gelek girîngî dida bi zanebûna gel. Yek taybetmendiya din a heval Besê jî ruxmê ku berê tu perwerdeya leşkerî nedîtibû û bi me re zanebûna gerîla nînbû; bi tanixbûna xwe ya qetlîama Mereşê, meylên faşîzma 12’ê Îlonê û êrişên wî yê li hemberî gel, di rêheval Besê de lêgerînên pir xurt avakiribû.
Rojekî em li kêleka agir rûniştibûn û di kêliyê axiftinê de fermandarê komê got: ‘Ger rojekî ez şehîd bikevim kûrekî min heye ku çeka min rabike. Lê ger tû şehîd bikevî zarokekî te yê çeka te hilde nîne.’ Rêheval Besê jî bi rûkenî got: ‘Kurekî te heye, lê ger ez şehîd bikevim ez bawer dikim ku bi sedan jin dê çeka min hildin û dê bi hezaran jin li çiyayên Kurdistanê şer bikin’.
Ev gotinên wê, wê demê weke xeyalekê bû ji bo me. Lê pêşdîtineke pir xurt a dîrokî bi heval re hebû. Jina Kurd îro ne bi sedan bi hezaran tevlîbûnan li çar aliyên Kurdistanê bi avakirina artêşa xwe li hemberî serdestî û faşîzmê têkoşîn dimeşîne û bi vê awayê gehişt asta hêza bingehîn û pêşeng a xwe parastinê. Wê demê pêşdîtinekê bi vê rengê ya heval Besê hebû.
Wan deman li Rojhilata Başur komên gerîla çêbûbû. Di nav koma ku ji pênç kesan ava dibû de em dû hevalên jin hebûn, her sê hevalên din jî hevalên xort bûn. Rêheval Besê şevekî not rêkiribû ‘ez êdî namînim, werin min bibin’. Wê şevê ez û hevalekî xort çûn cihê hevdîtinê lê heval nehatibû. Ji ber ku dijmin mala ku lê dima xistinbû bin venêrînê, nikaribû ji mal derkeve. Li gûndan ji 7’ê heyanî 70’an her kes kom dibû û rêheval Besê civînan lidardixist. Wê demê dewleta Tirk zagonekî nû derxistibû, li mala kî çek hebiya divê di nav sê mehan de teslîm kiriba. Ger di mala yekî de çek hatiba girtin dê ew kes hatiban girtin û ketiban zindanê. Gel jî anîn ser ziman ku ew naxwazin çeka xwe bidin dewletê, dixwestin bidin me û çekên xwe dan me.
Wê şevê me çekên ku gel dabû me girtin û li cihê ku hatibû diyarkirin de veşart. Piştî veşartina çekan em çûn cihê xwe. Di 17’ê mehê de ber bi siharê dijmin operasyonek pêkanî û em keti dorpêçê. Ber bi siharê seat 5-6’an de heval Besê nobedar bû. Dibîne ku li derdora me dar tevdigerin. Piştî ku nêzî me dibin ew zelal dibe ku ew dijmin e. Di wê kêliyê de me hişyar kir. Rabûn û bazdana me bû ye. Piştî ku em demekî bazdan dengê guleyan qût bû û me dengê lingên dijmin bihîst. Ji me re digotin ‘teslîm bibin’. Lê em ne teslîm dibûn û ne jî me derfeta çepergirtinê didît. Tenê me hewil dida ku em ji dorpêçê xwe xilas bikin.
Di vê operasyonê de heval Besê şehîd bû. Wê demê ji gûndên navend û derdorê, nêzî 3 hezar kes tevlî torena heval Besê bûn. Ji Pazarcixê heyanî gûndê heval Besê gel bi rakirina cenazeyê meşek lidardixe. Rûxê ku dijmin wan dixe dorpêçê ji ber kombûna hijmarekî zêde ya gel, astengiyên leşkeran tê rakirin. Cara yekemîn li Pazarcixê bi vê hijmarê pêkanîna torena cenaze ji bo demê pir girîng bû.
Ji bo bîranîna bûyîna şehîda yekemîn a heval Besê, artêşbûna jinê hat avakirin, KJ hat avakirin, Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê hat pêşxistin. Ev hemu ji wesyeta yekemîn şehîdên jin re bersiv e. Ez jî dixwazim diyar bikim ku rûmet û serbilindahiya naskirina rêheval Besê û pê re jiyankirinê dijîm. Yek aliyê din a pêkanîna wesyeta rêheval Besê jî înşakirina netewa demokratîk, ne tenê li Kurdistanê li tevahî Rojhilata Navîn gihandina asta gerdûnîbûnê pêşxistina azadiya jin û parastina cewherî ya jinê ji bo me erkekî herî bingehîn e. Divê were zanîn ku di astekî diyar de me vêya pêkaniye, lê ji bo gihandina asta gerdûnîbûnê hîn li pêşiya me rêyekî dirêj û erkekî berfireh heye.
Elîf Ronahî