Beşa dawî ya nirxandinên Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat e;
Gelê me di çarçoveya vê têkoşînê de li Rojhilata Navîn şoreş ava kir. Têkoşîna gelê Kurd îro li Rojhilata Navîn bandoreke mezin li ser gelan kiriye. Ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn bingekek pir xurt ava kir. Di vê çarçoveyê de berxwedan didome, li dijî wê êrîş jî berdewam dike. Ji ber ku vê yekê berxwedanê li hemberî xwe weke xeteriyek dibînin. Ji ber vê yekê tecrîdê didomînin. Ji ber ku planên komplogeran encam nade, Rêbertî hemû planên wan deşîfre kir. Gelê me bi berxwedana xwe ev hemû vala derxist. Ji ber vê yekê, hêzên komploger çi kiribin jî komplo negihaşt armanca xwe. Di her pêvajoyê de komplo hate têk birin. Îro paradîgmaya neteweya demokratîk, sîstema konfederal a demokratîk ji bo gelê Kurd, gelên herêmê û hemû gelan bûye alternatîfa jiyana azad.
Di encama têkoşîna Rêber Apo, gelê me û dostên me yê 26 salan li dijî dewleta Tirk de, maskeya hêzên modernîteya kapîtalîst hat xistin, rûyê wan yê rast derket holê. Ji ber vê yekê dîn û har bûne, kîneke wan a mezin çêbûye. Bi vê hêrsê êrîşî Rêbertî dikin, tecrîda mutleq pêk tînin. Dijminatiyê li Rêbertî, li Kurdên azad, li tevgerê û li Kurdistanê dikin. Ji ber vê yekê hêzên komploger destekê didin dewleta Tirk. Lê belê li dijî wê berxwedan didome. Çi dikin bila bikin wê encam negirin. 26 sal in gelê me, dostên me û jinên me li ber xwe dan û komplo têk birin û nehiştin ku ev komplo bigihije armanca xwe. Bandora Rêber Apo ya li ser gelan îro ji her demê zêdetir e.
Rêber Apo êdî di vê rewşê de bûye rêberê gelan û bandora wî li hemû cîhanê belav bûye. Tevgera azadiyê bi hemû hêza xwe li ser piyane, bi can û xwîn têdikoşe, gelê me li ser piyane û têdikoşe. Hêzên komploger winda kirin, hêzên azadîxwaz, gelên berxwedêr bi serketin. Bi israr komployê bidomînin jî, îro berxwedan hîn jî dewam dike, berxwedana Rêbertî dewam dike. Di encamê de ev komplo vala derket. Çiqasî dixwazin binixumînin jî, nikarin. Komplo heta niha encam negirtiye û di siberojê de jî wê encam negire. Gelê me û gelan wê nehêlin komplo bi ser bikeve.
Pêngava ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratî’ pêngaveke gelek girîng bû. Pêngav di 10’ê Cotmeha 2023’yan de destpê kir. Di nava salekê de berxwedaneke pir mezin hate raberkirin. Ev berxwedan bi awayekî serketî hat meşandin û encamên girîng bi xwe re derxistin holê. Ev pêngav bi pêşengiya dostên me pêk hat. Ji ber vê yekê bandoreke xurt li tevahiya cîhanê kir. Parêznameyên Rêber Apo li hemû cîhanê hatin xwendin, ev yek ji bo têgihiştin û naskirina rastî, paradîgma û ramanên Rêber Apo gelekî girîng bû. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin û xwedîderketineke xurt çêbû. Gelek konferans hatin lidarxistin, akademîsyen, hunermend, rewşenbîr li ser paradîgmaya Rêber Apo nîqaş meşandin û nivîs hatin nivîsandin. Ev çalakî gelekî bi bandor bûn. Ev xebatên gelekî girîng in. Dîsa mînak konser hebûn, hunermendan piştgirî dan vê pêngavê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dengê xwe bilind kirin û daxwazên xwe bi awayekî vekirî anîn ziman. 69 xelatgirên Nobelê name ji rayedaran re nivîsandin û ji bo azadiya Rêber Apo dengê xwe bilind kirin.
Dîsa zêdetirî 1500 parêzeran ji bo Rêber Apo name nivîsandin, daxuyanî dan û bang li saziyên rayedar kirin. CPT neçar ma gelek caran daxuyaniyan bide, herî dawî saziyên Konseya Ewropayê li hev civiyan, nîqaş kirin, gelek caran daxuyanî dan. Sedema van hemûyan jî berxwedan û têkoşîna hatiye nîşandan e. Ev yek pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gerdûnî kir. Ev gelekî girîng bû. Em dikarin bêjin ku pêngava ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê kir, ji sînorên Kurdistanê derket û li tevahiya cîhanê xwedîderketinek mezin çêbû. Sendîkayên Brîtanya û Skoçyayê ku bi hezaran endamên wan hene, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daxuyaniyek dan. Li 4 parçeyên Kurdistanê bi taybetî li Bakur, Rojava û li derveyî welat gelê me bênavber li ser piyan bû.
Gelê me jî têkoşîneke gelekî bi bandor meşand. Bi salan e bi vî rengî ye, lê bi taybetî di nava 1 sala dawî de têkoşîn hîn bêhtir mezin bû. Têkoşîna civakî, têkoşîna hiqûqî, têkoşîna îdeolojîk, belavbûna paradîgmayê, têkoşîna siyasî û dîplomatîk encamên xurt derxistine holê. Îro dewleta Tirk a dagirker xitimiye. Vê pêngavê hêzên komploger jî tengav kir, neçar man li ser hev daxuyanî bidin. Lewma pêngav gelekî serketî bû, gelekî girîng bû û encamên ku derdixîne holê gelekî girîng in. Îro, divê em li ser bingeha van encaman tevbigerin bê ka em çawa dikarin vê pêngavê serketîtir bikin. Ji bo pêngav bi ser bikeve di her wateyê de derfet û şert û merc hatine afirandin.
Encama têkoşînê biryara Mafê Hêviyê da eşkere kirin
Min pêşî jî got, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di encama têkoşîna hatiye dayîn de neçar man ku biryara li ser Mafê Hêviyê bistînin, eşkere bikin. Mînak, DMME’yê di sala 2014’an de biryara xwe dabû û nêzîkatiya xwe diyar kir. Gotibû, ‘Li Îmraliyê tecrîd û êşkence heye, ev yek binpêkirina mafên mirovan e, ev yek nayê qebûlkirin, sûc e.’ Ji dewleta Tirk xwest ku dawî li tecrîd û êşkenceyê bîne. Lê belê piştre qet dengê wan derneket. Di navbera sala 2014’an heta 2024’an qet dengê xwe dernexistin. 10 sal derbas bûn, negotin çima hûn vê biryarê pêk naynin, çima ev tecrîd hê jî didome. Dema ku ev pêngav destpê kir, dema têkoşîn mezin bû û li her devera cîhanê belav bû û dema li gelek qadên navneteweyî gelek kesan nerazîbûn nîşanî tecrîdê dan, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê neçar ma li hev bicive û biryarekê werbigire. Ji dewleta Tirk re gotin ku divê hûn tecrîdê bi dawî bikin û di nava 1 salekê de sîstemê sererast bikin. Em vê yekê weke durûtiyeke mezin dinirxînin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê 10 sal in li kur in, 10 sal in çi dikin? Ev 10 sal in li Îmraliyê sîstema tecrîd û êşkenceya mutleq heye, we çima dengê xwe dernexist?
Di navberê de 10 sal derbas bûne, nû li hev dicivin û û biryareke wiha digirin. Bêguman ev gelekî girîng e, ji xwe di encama têkoşîna hatiye meşandin de biryareke bi vî rengî dane. Lê belê têkiliya xwe bi dewleta Tirk re heye. Ev 10 sal in dewleta Tirk li dijî gelê Kurd polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Li hemû qadan êrîşên mezin hene. Hêzên navneteweyî jî şirîkên van êrîşan in û destekê didin dewleta Tirk. Ji Tirkiyeyê re gotin, ‘Hûn dikarin Ocalan bi temamî bêbandor bikin, hûn dikarin tevgera azadiyê tasfiye bikin, hûn dikarin konsepta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd bi encam bikin. Em piştgiriya we dikin, çavê xwe digirin û dengê xwe dernaxin.’ Bi vê yekê re dewleta Tirk ev 10 sal in konsepta qirkirinê li dijî gelê Kurd dide meşandin. Dixwaze li tevahiya cîhanê gelê Kurd bêbandor bike. Mînak li Parîsê li dijî hevrêyan 2 komkujî pêkanîn. Her wiha tecrîda mutleq li ser Rêber Apo dane domandin. Lê encam negirtin. Îro şerê cîhanê yê 3’yemîn ketiye qonaxa herî stratejîk. Pozîsyona dewleta Tirk zerarê dide berjewendiyên Ewropa, Emerîka û NATO’yê jî. Polîtîkayên ku niha dimeşînin, bandoreke neyînî li berjewendiyên wan dike.
Dîtin ku nikarin Rêbertî, tevgera azadiyê û gelê Kurd bêbandor bikin, bêîrade bikin û nikarin konsepta hêzên navneteweyî bigihînin encamê. Ji ber vê yekê di nêzîkatiyên xwe de hin guhertin çêkirin. Ne bi temamî ye, hêj şans didin dewleta Tirk. Ji dewleta Tirk re dibêjin ‘divê ligorî berjewendiya me tevbigerî’. Di rastiyê de ev şantaj e û zext e. Ji dewleta Tirk re dibêjin ku ‘divê hûn eksena xwe ji sedî sed li gorî Ewropa û Emerîkayê sererast bikin, naxwe pozîsyona me wê gav bi gav biguhere.’ Peyameke bi vî rengî didin dewleta Tirk. Di rastiyê de ji ber vê yekê 1 salek din şensê didin dewleta Tirk. Êdî ne Ewropa û ne jî Bloka Rojava di pozîsyoneke bi vî rengî de nikarin destekê bidin dewleta Tirk. Dewleta Tirk êdî ji bo wan barekî mezin e. Ew jî rûreş dibin. Têkoşîna ku ji aliyê gel û dostên me ve tê meşandin, rastiya wan deşîfre kir û wan rûreş kir. Ji ber ku ew tev hevkarên dewleta Tirk in. Her kes dibîne ku qanûn û demokrasiyên wan sexte ne.
Divê Ewropa êdî nebe hevkarê sûcên dewleta Tirk
Qaşo ji xwe re dibêjin em navenda mafê mirovan, hiqûqa demokratîk, demokratîk in. Gelê Kurd jî, gelên herêmê û gelê Ewropayê jî tev rûyê wan yê rast nas kir, fêm kir ku ev sexte ne, amûrên siyasî ne û ji bo berjewendiyên desthilatdariyê yên qirêj tevdigerin. Rûyê wan yê rast derdikev holê. Dewleta Tirk jî ev 10 sal in li hemberî Ewropayê şantajê dike. DAÎŞ’ê weke şantajê bi kar anîn. Dîsa tevahiya gelê Sûriyeyê kişandin Tirkiyeyê û îro jî dibêjin ku zêdetirî 4 mîlyon Sûriyeyî li Tirkiyeyê ne. Bi rêya penaberên Sûriyeyî pere ji Yekîtiya Ewropayê stendin. Ji bo penaberan li Tirkiyeyê bihêlin û neşînin Ewropayê peyman çêkirin. Hem bi vê yekê re Ewropa dîl girt, hem jî pere ji wan stand. Wan ev pere xwarin û ji bo penaberan ti tiştek nekirin. Êdî ev polîtîkaya wan jî îflas kir. Ewropa jî hewl dide ji vê pozîsyona dîlgirtîbûnê derkeve.
Ji ber vê yekê, ev biryara ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê girtiye, bêguman biryareke kêm û derengmanê ye. Xaleke ku mirov rexne bike, lê weke ku dibêjin, mirov ji ku derê kêmasiya xwe paşve vegere jî, baş e. Gelek şaşitî kirin, siyaseteke gelekî qirêj meşandin, destek dan konsepta qirkirinê ya dewleta Tirk, bûn hevkarê sûcê. Niha jî dixwazin di polîtîkayên xwe de guhertinan çêbikin, dereng be jî, kêm be jî, ev tiştekî erênî ye. Divê Ewropa êdî nebe hevkarê vî sûcî. Divê ev zilma li ser gelê Kurd tê meşandin, rawestînin. Di şexsê Rêber Apo de zilmê li gelê Kurd dikin, şer dimeşînin. Ji ber vê yekê divê dewleta Tirk tişta ku hiqûqa navneteweyî ferz dike, bi cih bîne. Tecrîd û êşkence divê bi dawî bibe. Rêber Apo xwedî mafê hêviyê ye û divê ji nû ve were darizandin. Divê şert û mercên li Îmraliyê bên guhertin, ev girîng e.
Li ser hemleyê salek bihurî. Ji bo me gelek girîng e ku ev pêngav sala bê serketîtir be. Ji ber ku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ya niha li herêmê pêk tê, êdî gihîştiye qonaxeke stratejîk. Şer roj bi roj belav dibe û îhtimal heye ku li Îran û Tirkiyeyê belav bibe. Em nikarin şerê ku niha Îsraîl li Lubnan û Xezayê dimeşîne, tenê bi wir ve bigirin dest. Di rastiyê de ev şer şerekî herêmî ye û navenda wê jî Kurdistan e. Ev şer bi dehan salan e li Kurdistanê didome. Weke min got, niha şer di qonaxeke stratejîk de tê meşandin. Qonaxa duyemîn a pêngavê jî wê di qonaxeke bi vî rengî de bidome. Ji ber vê jî pir girîng e. Çarenûsa gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn wê bi serketina vê pêngavê diyar bibe. Dewleta Tirk di vê qonaxa şer de dixwaze êdî planên xwe yên qirkirinê temam bike.
Ji bo vê jî dewleta Tirk wê di şerê qirkirinê de israr bike û şer kûrtir bike. Şerê Îsraîlê îro veguheriye şerê di navbera Îran, Îsraîl û Tirkiyeyê de. Dewleta Tirk jî dixwaze ji vî şerî sûdê werbigire û polîtîkaya xwe ya qirkirinê bigihîne encamê. Ji ber vê yekê divê qonaxa duyemîn a pêngavê, bi berxwedaneke topyekûn li her qadê bê meşandin. Rast e ev pêngav par bi rengekî serketî hate meşandin û encamên girîng bi dest xist, lê têrê nake. Ev rêbaz ji ber şerê ku îro li cîhanê tê meşandin, têrê nake. Li ser gelê me û gelê Rojhilata Navîn xeteriyên mezin hene. Eger li her qadê berxwedaneke xurt neyê meşandin, têkoşîneke xurt neyê meşandin, rîskeke bi vî rengî heye.
Gelê me û gelên herêmê jî wê di qirkirineke mezin re derbas bibe. Divê kes nebêje ku xeteriyeke bi vî rengî nîne. Ji ber vê yekê divê gelê me gelekî baldar be. Li her qadê divê gelê me gelekî rêxistinbûyî be, hêza xweparastinê ava bike û di nava berxwedaneke topyekûn de be. Ev gelekî girîng e. Di vê berxwedana topyekûn de divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hebe. Bi vê pêngavê re divê em azadiya Rêber Apo, gelê xwe û gelên herêmê esas bigirin. Divê em serketina vê têkoşînê esas bigirin. Li ser gelê me yê Bakurê Kurdistanê êrîşên qirkirinê hene. Di her qadê de şerekî topyekûn a leşkerî, aborî, çandî û siyasî tê meşandin. Navenda vî şerî Îmralî ye. Gelê me heta roja îro her li ser piyan bû, berxwedaneke mezin raber kir, lê têrê nake.
Şerê Cîhanê ya 3’yemîn her ku kûr dibe, êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê me jî wê dijwartir bibe. Ji ber vê yekê divê gelê me yên li Bakurê Kurdistanê bi awayekî topyekûn rabin ser piyan. Niha mitîng tên lidar xistin, ev girîng in. Di 13’ê Cotmehê de wê li Amedê mitîng bê lidar xistin, li Stenbolê wê miting bê lidar xistin, ev yek gelek bi nirx in. Her kesên li dijî faşîzm, qirkirin û sîstemê ne, divê cihê xwe di nava mîtîngan de bigirin. Divê bi sed hezaran, bi mîlyonan mirov tevlî mîtîngan bibin. Lê her tişt bi van mîtîngan re bi dawî nabe. Divê berxwedan bidome, domdar be. Divê hemû qad û kolan bibin deryaya gelan. Divê gelê me li dijî hemû êrîşên li ser gerîla, ziman, çand, ekolojî û erdnîgariyê rabe ser piyan. Divê di pozîsyona xweparastinê de, di pozisyona şerê gel ê şoreşgerî û berxwedanê de be. Ev yek gelek girîng e. Mînak divê qada siyasî, siyaset û dîplomasiyeke hîn bi bandor bimeşîne. Divê têkoşîna îdeolojîk bê meşandin.
Heman tişt ji bo Rojava jî derbasdar e. Mînak xeteriya li ser Rojava her roj zêdetir dibe. Dewleta Tirk ji bo êrîşên dagirkerî û qirkirinê li Rojava bide destpêkirin, li benda avabûna konjonkturek baş e. Ji bo dagirkirina tevahiya Rojava li benda firsendekê ye. Li ser vê bingehê li her qadê xebatên dîplomasiyê dimeşîne. Dewleta Tirk dixwaze ji şerê Îsraîlê yê li dijî Hîzbûllah, Fîlîstîn, Lubnan û Îranê sûdê werbigire. Yek ji hedefên wê yên sereke jî Rojava ye. Divê gelê Rojava jî di her wateyê de xwe ji bo şerê gel ê şoreşgerî, amade bike. Divê hêzên parastinê ava bike, tenê meş û berzkirina dirûşman têrê nake. Divê tevahiya gelê me xwe bi rêxistin bike û hêza xwe ya xweparastinê ava bike. Divê her kes, extiyar, jin û ciwan li ser bingeha xweparastinê xwe bi rêxistin bike. Divê her kes bibe endamên QSD, YPG û YPJ’ê û li ser vê bingehê welat, nirx, azadî û hebûna xwe biparêze. Metirsiyên mezin ji bo Beşûrê Kurdistanê jî hene. Planên dewleta Tirk ên Mîsaki-Millî hene. Divê hemû gelê me yên li Başûrê Kurdistanê di nav berxwedanê de bin.
Li dijî Rêber Apo şer tê meşandin. Rêbertî tê wateya tevahiya Kurdistan û gelê Kurdistanê. Gava ku plan û polîtîkayên li dijî Rêber Apo baş bên dîtin û fêhmkirin, wê demê li dijî Kurdistanê polîtîkayek çawa tê meşandin, dê baştir bê fêhmkirin. Ji ber vê yekê, em nikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê ji hev qut bigirin dest. Em nikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji parastina hebûna xwe, parastina welatê xwe, parastina axa xwe, parastina azadiya xwe, parastina nirxên xwe yên mirovahiyê qut bigirin dest. Ji ber vê yekê divê gelê me li tevahiya cîhanê di nava berxwedanê de be. Divê berxwedan û têkoşînek domdar bê meşandin. Ji ber vê pêwîste gelê me sala 2’yemîn a pêngavê bi vî rengî pêşwazî bike. Bêguman têkoşîna hiqûqî jî gelekî girîng e û encamên erênî bi xwe re anî. Aliyekî berxwedana civakî temam dike. Divê di sala pêşiya me de em girîngî bidin vê. Ji ber vê yekê pêwîste em têkoşîna hiqûqî gelekî bi bandor bimeşînin.
Ji bo fikrên Rêber Apo bên belavkirin, divê girîngî zêdetir bê dayîn. Divê xwendina parêznameyan berdewam bike, li ser vê bingehê konferans bên lidar xistin, komxebat bên pêkanîn û nîqaş bên meşandin. Ev jî gelekî girîng e. Divê derbarê neteweya demokratîk de gelek bername bên amadekirin. Di vê qadê de pêwîstî bi têkoşînek îdeolojîk a pir bi bandor heye. Dîsa di sala pêş de divê di qadên dîplomatîk û siyasî de têkoşînek hê bi bandortir bê meşandin. Ez di wê baweriyê de me ku sala pêş wê bibe sala ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û gelê Kurd û Kurdistanê azad bibe. Li ser vê bingehê divê li her qadê têkoşîneke topyekûn bê meşandin.