Çi li devre çi li hundir, çi di zikê dayikê de çi di dem û mekanekî li ezman de, jiyana mirov bi tenê bi azadî, wekhevî (bi cihêrengiyan) û demokrasiyê dibe. Li derveyî vê şêweyên jiyanê jirêderketî ne, ango bi nexweşî ne.
Ji bo bikeve ser riyeke rast û têkûz bibe, şoreş jî di navê de divê bi gotin û çalakiyên cihêrengên civakî têkoşîn bê kirin. Ji bo vê jî îrade û zêhniyeta etîk, estetîk, felsefî û zanistî bê pêkanîn.
Bêguman, serokatiyek bixwaze gelê xwe bibe rizgariyê û welatê xwe azad bike, wê di şûna armancên civakeke teng û ferdî de neçar ji bo armancên mezin û azad dikin jiyana endamên xwe û canê wan li ser hîmekî rast bi kar bîne. Wekî din rêxistin û serokatî nabe.
Ez hem di nava atmosfera tevgerên ciwananên şoreşger ên Kurdan de û hem jî di nava yên Tirkan de bûm. Eşkere ye ku tesîra van tevgeran li min bûye. Di salên DDKO û Dev-Gençê de sempatîzaniya van pêkhatinan wisa bûyereke kêmtesîr nîne. Min navên rêxistinên THKP-C, THKO, TKP/ML-TIKKO bihîstibû û min şehadeta bi egîdî ya pêşengên wan dîtibû. Lîderê THKP-C’ê Mahîr Çayan pêşî bi Huseyîn Cevahîr re li Maltepeyê li ber xwe da, paşê reva wî ji girtîgehê û tevî neh hevriyên xwe li Kizildereyê şehadeta wan gelekî bandor li min kir. Ewqasî bandor li min kiribû, min ji çalakiya pêşî ya boykotkirinê ya protestokirina vê komkujiyê re pêşengî kir. Dema ku lîderê THKO’yê Denîz Gezmîş û du hevriyên wî birin bi dar ve bikin, min ew dîtin. Dîsa di heman wextî de şehadeta lîderê TIKKO’yê Îbrahîm Kaypakkaya li zindana Amedê yê ku li dijî êşkencê li ber xwe da bi tesîr bû. Min dît ka hersê lîderan çawa di berdêla giyana xwe de rastiya gel û neteweya Kurd anîn ziman. Tevî ku bi rêzeke hêmanên di dereceya duyemîn de ev lîder ji nava ciwanan derketibûn jî şehadeta wan a ji bo heqîqetê, sedema bingehîn bû ku kir ez biwêrim bi ser rastiya xwe de bimeşim.
Rastiya serokatiya PKKê li ser hîmê xeta rêxistinî, polîtîk û helwesta exlaqî ya îdeolojîk, ji qanûn û pîvanên civakîbûyînê yên nû pêk tên wêdetir, girêdaneke bi arzû û xwestek îfade dike.
Di şêwazê serokatiya min de xweferzkirin nîne.Bi bawerî û zanyariyeke mezin xwe xwedî dike.
Ev serokatiya li ser vê xetê, hemû gerdûnê, hebûna însanî, rastiya me ya civakî û azadiya demokratîk a gel di hinavê xwe de dihewîne.Ne tenê netewî, di heman demê de gerdûnî ye. Eger qusûr û çewtiyên wê hebin, divê di nav van kategoriyên bingehîn de werin dîtin.Naxwe li ber siya serokatiyê jiyan, yan avakirina dunyayên egoîst, yan jî kolewarî hay ji xwe nebûn e û heta ji rê derketin e. Parêznameya min hemû taybetiyên serokatiy apêkhatiye nîşan dide.Yên eleqeya wan jê re hebin divê beriya her tiştî di fêmkirina wê de bi ser bikevin. Eger xusûsên şaş û kêm hebin, divê werin nîşandan, an jî temamkirin, ji ber ku ev yek ji erkê hevaltiyê ye.
Me di gelek beşên parêznameyê de bal kişand ser hêzên bingehîn ên teoriya me (theoria = tê maneya dîtina xwedayî. Ji quncika li dunyayê tê nertin an jî wek paradigma tê binavkirin) ku di ji nû ve avakirina PKKê de wê li zêhniyeta me hukum bikin. Em derbarêg erdûnê, xweza, fizîk, kîmya, biyolojî, mirov û civaka wî de gihîştin fikrên sîstematîk ku ev teoriya me pêk tîne. Me tim û tim jî bal kişand ser taybetiyên wê. Ji Kozmosê ta kûantûmê, ji pêkhatina destpêkê ya gerdûnê ta pêkhatina ramana mirov, herî hindik me di asta tarîfê de helwestên xwe yên teorîk zelal kirin.Di şûna dubarekirinê de eger hewce be emê di mijarên pêwendîdar de bînin ziman. Yanî em timî bi awayekî teorîk tevdigerin. Yên teorîk nebin wer bi hêsayî nikarin ji Tevgera Partiyê re pêşengiyê bikin. Em teoriyê çiqas bihêz bikin, emê di warê pratîk de jî çareseriyê pêş de bibin. Emê di avakirinê de bi ser bikevin.
Eger ji me re eleqe û hurmet heye û birastî ji bo meşeke hevpar a îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî îdîa heye û eger dixwazin bi biryar û çalakî bibin, ne ez divê ew tevlî min bibin. Ji aliyê bedenî ve mirin û zindîbûna min diyarker nîne. Mane, îrade û exlaqê me xwe gîhandiyê diyarker e. Ev tenê ez nînim, di min de hemû gerdûn, mirovatiya heyî û rastiya me ya civakî ye, tê ziman. Li gorî vê,gelê me li ser hîmê wekhevî, azadî û demokrasiyê ava dibe.
Hingê di rewşeke gengaz a derketinê de ez li ku dibim bila bibim, di kîjan dem û dewranê de dibim bila bibim, ez ê ji bo civakbûyîna dixwazim bibim endamekî wê, ji bo Kurdan ku ev rastiya trajîk herî zêde biserê wan de tê, ji bo netewebûyîna demokratîk a riya rizgarî û çareseriya wan e, ji bo Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a riya rizgarî û çareseriya di serî de gelên cîranên ku ew jî parçeyekî wan in, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn, ji bo Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a ku riya rizgarî û çareseriya gelên cîhanê ye ku ew jî beşekî wan in, pir rasayî ye ku ez ê heta dawiyê bi şêwazê xwe yê gotin û çalakiyê di nava têkoşînê de bim. Bi hêza zanistî, felsefî, etîk û estetîk a ku ev yek pêwîst dike kesayeta min a heqîqetê parake mezin bi dest xistiye, ez ê bi vê kesayeta xwe ya heqîqetê bimeşim, ez ê di jiyanê de bi ser bikevim û ez ê wê bi her kesî re parve bikim.