Di hindirê her mirovekî de cîhaneke taybet heye. Cîhaneke ku binepeniyan tije ye. Lewra ew mirov cîhana xwe bi hestê pir paqij û pîroz têr dike. Ji ber ku ew cîhan dibe pira aşîtî û aramî di navbera wî/wê mirov û nefsa wê de. Ango tê wateya welatekî azad û jiyaneke bi xwe re. Xweşikbûna mirovahiyê ku nayê guhdarkirin, daxwazên ku nayên bidestxistin, lêgerînên ku tên perçiqandin, armanc û xeyalên nîvco û qedexe, ne wekhevî û bêedaletî divê cîhana ku şer û dagirkerî tê de hakim bûye, mirova dibe ber avakirina cîhanên hindirîn de.
Yek jî ji bo ku mirov ji hestê biyanîbûyînê divê jiyanê de nejî, xeyala ji rastiya ku heye nêztirî xwe dibînin. Ango mirov di nava helwesta ku ji xeyalê xwe rastiyê biafirînin de ye.
Bêguman gava ku em navê cîhana taybet bilêv dikin, ev nayê wê watê ku ev cîhan bi xwediyê xwe re bisînor dimîne. Ji xwe mirovê ku bikaribe bibe xwediyê cîhaneke taybet bi vê cîhana ku heyetê nabin. Ew in yê ku pêwîstiyê vê cîhanê biherî tiştê xweşikî ku bi jiyan dikevin dibînin. Û bi riya wê cîhana xwe ya taybet jiyanê bi hin rêbazê cuda digirine dest. Pir mirovhatin û derbasbûndivêjiyanê de û wan mirovabi riya xweyal û lêgerînê xwe birêbazên cûda, cûdadivêjiyanê de rola xwe lîstin û heya roja me ya îro dilîzin. Lê li gorî min herî tiştê ku cewherê jiyanê parastiye huner e. Bi huner ti tarîtiyê nikariye li hemberî ronahiya huner ragire. Ger em bêjin bi huner mirovahiyê cewherê xwe parastiye û aniye roja me ya îro, wê ne şaş be. Ma kîjan mirov hunerê nasnama xwe ya jiyanê nabîne? Ne ku mirovekî xwe di yê xeyal û niyetê tarî be. Ji ber ku mirov bi xwe jî encama hunera vê gerdûn û xwezayê ye. Ev mirov her roj vî hunerî bi çav dibînin.
Ka werin em bi hev re xwe newqî nava deriya huner bikin û em rûpelê dîrokê vekin û ji hunerên herî kevnare ku dayiktî ji hemû huneran re kirî behs bikin.
Ez bawerim ku hûnê pê derxin bê ka ez behsa kîjan hunerî dikim.
Erê helbest e, helbest ya ku bi zimanê xwe her kesî mest dike û dilê her kesî dixwîne.
Kî ji we gotinê dayik û heskiriyên ji we re mîna helbesta neyê. Kî ji we li xweşikbûna welatê xwe bi çavekî helbestevarî temaşe nekiriye û kî ji we êşê xwe bi helbesta netepandiye û nelorandiye. Ma em ne ew gelê ku dîroka xwe bi helbesta zindî hiştiye û me nehiştiye destanê evînê me wenda bibin. Ma di lênûsa kîjan Gêrilayî gotinên wêjeyî yan jî helbestek ji wê cîhana xwe ya pîroz xêz nekiriye, ji xwe ku neke sosrete, ji ber em zarok û neviyê wêjekar û helbestvanê birûmet in.
Belê ji xwe mijara babeta me jî yek ji wan jinên Gêrilayî ku jiyan mîna helbestekê jiyaye. Lewra hevalên wê biryar dane da ku roja rûmetbûna wê, mîna roja helbesta pîroz û bibîranîn. Ji wê rojê û heya îro hemû gêrila dişibe 25 meha cotmehê de helbesta xêz dikin di lênûsê xwe de û diyarî wê rojê dikin.
Jin helbesta mîna zimanê xwe yê jiyanî herî kevnare dibînin û bi zimanê helbesta dîroka mirovahiyê xemilandiye û aniye roja me ya îro. Jinên ku bi narînbûna xwe tê nasîn û bi zimanê şêrîn peyvandin fêrbûyin taybetmendî di kesayeta wê de bicîh bûye û bingeha xwe ji dîroka jinên despêkê digire. Lewra heya roja me ya îro jin bi wan wargehên xwe ku bi navê Edûbabû bibîr tê. Ew wargehê ku bûne mal û navendê jinê yê wêjeyî.
Erê ji bo vê yekê jin bi giyanê xwe yê hunerî tên nasîn.
Mixabin; her çiqas ku ev dîroka jinê hatibe binpêkirin û dizîn, her çiqas ku henekê xwe bi rûmetê wê kirin û îro di bin lingê xwe de diperçiqînin, di nava çar dîwaran de dorpêç kiribin, nalet dikin recim dikin. Lê ew jina ku xwe bi hêviyê wêjeyî û hunerî ve girêdaye û xwe ji gotinê her helbestekê afirandiye hîna jî bi jiyanê re digirnije.
Erê me bi hêsirên çavên xwe ax bi xwezayê neqişandiye, stêrk kirine xeyalê şevê tarî
Em jinin ku evînê li şaxê jiyanê dipişkivînin. Mîna helbestê jiyanê dijîn, mana xwe em çima ewqasî em şêtê azadiyê ne.
Bêrîtan yek ji wan jinên ku rengê helbestê li jiyana xwe kiribû, li gotî tiştê heyî ku tê ferzkirin qîma xwe ne tanî, di cîhana xwe ya hindirîn de, ji bo xwe hin xeyal û lêgerîn ava kiribû û ji dev bernedida. Lewra ji qezencê şerê xwe yê jiyanê çi bi dest bixista, ew yek jî pêk tanî. Hestê wê, têgîn û lêgerînê wê ew her û her dibir berbikirineke bêsînor.
Li hemberî jiyanê bi berpirsiyartî û bi hişiyarî tevgerîn qezencê mirovê hunermend e li hemberî jiyanê xweşiya helbestvaniya Bêrîtan ne dinivîsandinê helbesta de ye, lê li bi horî rêbaza helbestvan kê jiyan kirin hunerê helbestvaniyê ye. Gava çalakiya Bêrîtan em bibîr tînin hestekî helbestî dilê me tijî dike û ji xwe berê gotinên bijare ji lêvê me dinuqutin ser rûpela wê qehremaniyê wê. Bi hest û kirinê xwe yê hunerî cîhana xwe ya teybet bi hezara zarokê gelê xwe kişande jiyaneke bi rûmet. Ji bo avakirina modêleke xweşik ya jiyanê rêgezê her ê bi wate parvekirin.
Lewra mirov ger bixwaze divê jiyanê de navbera biyanîbûna xwe û jiyanê bigre, gereke cîhaneke xwe ya xweşik di hindirê xwe ava bike. Da ku karibe hêza wê cîhana di hindirê xwe de jî biteyisîne vê gerdûnê. Huner û bi taybetî helbest rêbaza herî hêja ya ku bi cîhana we û jiyanê dikeve û lê tê. Jiyanê ji hestê xwe yê xweşik mehrûm nehêlin.
Ji Pênûsa Gêrîla