Heta ku mirov hevalê Egîd nasbike, wê mirov nikaribe pênaseya 15’ê Tebaxê jî rast na bikin û emê nikaribin bigihîjin heqîqeta 15’ê Tebaxê. Egîd kî ye, li cihekî çawa hatiye dinê, civaknasiyekê çawa hebû? Bi kûrtasî hevalê Egîd di sala 1956’an li navçeya Farqîn’ê tê dinê. Farqîn xwedî kevneşopiyekê welatparêzî, şoreşgerî, serhildêrî û xwebûnê ye. Bê guman hevalê Egîd rihê xwe yê welatparêzî, ê serhildêrî û lêgerîna xwe ya nasnameya Kûrdînî ji çîroka Farqîn’ê digre. Ji ber ku Farqîn di dem û wextê xwe de ji gelek Kurdên qehreman û egîdan re malvaniyê kir. Ji ber ku Farqîn peytaxta Merwaniya bû, cihê rewşenbîr, xwendewan, Egîd û mêrandiya Kurdan e. Hevalê Egîd di xwîna xwe de vê kevneşopiyê dihewîne û bi vê rastiya Farqîn’ê şîrê dayîka xwe ya xwedawend dimije û dibe şîrhelalekî mêrxas û Egîdekî Kurd.
Ji ber vê mêrxasî û Egîdiya Kurd ê Farqîn’ê bi polîtîqayên koçberkirin û birçîbûnê re rû bi rû tê û di encama vê de penaberî Elihê dibe. Dijmin her tim li Kurdistanê birçîkirin û bi birçîkirinê terbiyekirina Kurdan da bikar anîn. Lê çawa ku di şexê rêheval Egîd de şîrhelaliya ku di bedena wî de bû lêgerîna Kurdîtiya azad û xwebûnê, di kesayeta wî de serhildêrî, wêrekî her tim li pêş bû. Ji ber vê jî li bajarê Elihê wextê hereketa Apoyî ya ku bi fikr û ramanê Apoyî dest bi meşa Derwêşiyê kirin û tovê felsefeya Apoyî di lêgerê Kurd ê azad de dane reşandin. Yek ji van Derwêşan jî yê ku dil û mêjiyê xwe kiribû tûrikê felsefe û ramanên Rêber APO û li dil û mêjiyên beyar ên li benda cotyarekî bû digeriyan û keşif dikirin. Yek ji van beyarê ku li cotyarekî digeriya, yê ku bi hesreta bihara azad jiyan dikin Rêheval Egîd bû.
Hevalê Egîd dema ku bi hevalê Mazlûm re hevdîtin didin çêkirin, weke aşik û maşûk girêdanekî ku nayê qûtkirin di navbera wan de tê avakirin. Tovê azadî û xwebûnê û tolhildana civak û dîroka wendayî yê ku ji Mazlum dewir girt û di dil û mêjiyê xwe malvaniyê jê re kir û bû parçeyek ji rêwitiya heqîqetê. Hevalê Egîd mîrateya berxwedan, serhildan, tolhildan û xwebûnê yê ku ji Mazlum dewir girt di nav ciwanên Elihê de kêlî bi kêlî belav kir, mezin kir, jiyan kir û da jiyankirin. Lê êdî ew eşqa ku her diçû di dilê Egîd de mezin dibû û şax dida, weke tîlilyê dayîkek serhildêr di guhê hemu guhdaran de deng vedida. Dibû pirs û li pêy pirsên xwe ket lêgerînên azadiyê.
Hevalê Egîd berê xwe da Lubnanê û bû şopdarê baweriya xwe û ket pêy dewsê hereketa Apoyî. Li Lubnanê bi Rêber APO re hevdîtin da çêkirin û her mêyzandinekê Rêbertî çavên wî weke çirûsên ezmanan şewq da û xurttir bû. Lêdana dilê wî di hinarkê rûyê wî de diqulubî gulê mihemedî û bêhn dide tevahî derdorê xwe. Bi mêjiyê xwe yê herikbar hîn bêhtir ji kaniya felsefeya Rêber APO dizane jê vexwû û dil û mêjiyê xwe neqiş bike. Ji ber ku êdî Egîd û egîdî bi navê gerîlayê Kurdistanê şêwe digirt û dibû hebûn. Li Kurdistanê de gerîlatî pêyvekê nû, jiyanekê nû, felsefeyekê nû, pîvan, red û qebûlekê nû bû û berî her tiştî kûştina Kurd ê nîjadperest bû. Ango zayîna Kurdê azad bû.
Zayîn ne rehet bû. Dil û mêjiyê Egîd di felsefeya Rêber APO de bi lêdana birûskê dil û mêjiyê xwe hemû şaneyên bedena xwe radikir serhildanê. Weke ku Rêber APO dibêje ‘xwe naskirin bingehê hemu naskirina bû’. Rêheval Egîd jî ketibû meşa lêgerîna xwe naskirinê. Ji ber ku Egîd di şaneyên bedena xwe de şahidê zilma Osmaniyan û qêrînê dewleta Mervaniyan bû. Şahidê serhildana Şêx Seîd û zilma komara faşîst a Tirk bû. Êdî dilê Egîd bi tolhildanê tijî dibû. Her pêyvekê Rêber APO ya xwe naskirin, xwe avakirin, li xwe xwedî derketin di rêya şoreşê de derbas dibû. Ji ber ku şoreş û şoreşgerî di tevgera APOyî de ji nû de bi wate dibû. Rêber APO dibêje ‘şoreş ne dema çûyî ne jî demê pêş e, kêliya em di nav de dijîn şoreş bi xwe ye. Bersiva kêliyê di xwe de avakirin jî şoreşgeriya kêliyê ye. Ma azadî bi xwe jî ne ev ?’.
Hevalê Egîd hemu lêgerînên xwe û hemû ked û xebatên xwe ji bo bersiva şoreşgeriya demê di xwe de avakirin bû. Li ser taktîkên demê yê gerîla bi komek hevalan re lêhûrbûn dike û amadekarî dike. Dema ku di 81’an de ji bo nûjenkirina gerîlatiya Kurdistanê dixwaze were welat li ser ava mezin ji aliyê Kurd ê hevkar ê Başûrê Kurdistanê dikeve kêmînê, dû heval şehîd dikevin heval Egîd birîndar dibe û careke din vedigerin qada Serokatî, Lubnanê. Beşdarbûna hevalê Egîd li konferansê tê çêkirin, di konferansê de zilma ku li zindana Amedê tê meşandin, tê nîqaşkirin. Ji bo ji vê re bibe bersiv dixwaze bi awayekî lez û bez baş bibe û carekê din berê xwe bide welat. Hevalê Egîd hemu enerjiya xwe û taqata xwe ji bo zû başbûnê dide şixulandin û pêşniyara xwe ya amadekariyê ji Rêbertî re tîne ser ziman. Di 82’an de heval Egîd carekê din bi komekî re berê xwe dide welat û derbasî Behdînanê dibe. Fikr û ramanê Rêber APO, hêvî û silavên Rêber APO ji şervanên Kurdistanê re dibêje û ji bo bibin bersiva xeyalên Rêber APO dikeve nav lêgerînên nû de. Bi komek hevalan re, di çarçoveya plansaziya 15’ê Tebax’ê de bi erk û berpirsiyarî derbasî Botan’ê dibe. Li Botan’ê hevaê Egîd bi mîrateya ku ji Farqîn, Elih di xwe de komkiriye û li saha Serokatî di xwe de daye hûnandin li Botanê bi plansaziya çalakiya ser Erûhê re lêgerîna şênberkirinê ye. Ji ber heval Egîd dixwaze bi çalakiya xwe bibe bersiva qêrîna Mazlûm Doxan, Kemal Pîr, Heqî Kareran û dengvedana zindana Amed’ê li çiyayên Kurdistanê, li Botanê şênber dike. Helwesta ‘êdî bes e’ li dijî cûntayê dide nîşandan.
Ji ber çalakiya Eruh mîzginiya Kurdê azad, fermana li xwe xwedî derketinê ye. Berpirsiyariya avakirina parastina cewherî ye. Sekinandina zilmê û dengê gelê Mazlûm bilindkirinê ye. Ji ber çalakiya heval Egîd ê li Eruhê ne tenê çalakiyek e, efsaneyek e. Di şexsê çalakiya hevalê Egîd de Botan bû cihê zayîna gerîlatiya Kurdistanê. Bû cesaret, moral, bawerî ji bo gelê Kurd. Bû bersiva ku ‘Kurd êdî ne bê xwed3i ne’ di şexsê Egîd de hereketa azadiya gelê Kurd û Kurdistanê ne xeyal e, rastî ye’. Çalakiya hevalê Egîd çalakiya hilweşandina mêjî û şerê taybet ku li agirî gorek çêkiribûn û li ser nivîsandibûn ‘Kurdistana xeyalî li vê derê veşartiye’. Çalakiya Egîd got ‘Kurdistan ne xeyalî ye rastî ye, Kurbûn jî ne wenda ye şoreş navnîşan e’.
Weke ku Rêber APO jî dibêje bi Mazlum em bûn partî, bi Egîd em bû artêş, bi Zîlanan ber bi azadiyê ve diçin. Yanî şoreşgerê kêliyê, şehidê bersiva kêliyê ne şexs in, xet in, feraset in, felsefe ne, pîvan in û emrê demê ne. Çawa Mazlum bi bedena xwe kelha zilmê ya zindana Amedê hilweşand û bi sirûda berxwedan jiyan e, teslîmiyet îxanet e kir felsefeya jiyanê; hevalê Egîd jî bi şoreşgeriya rast, fermandeya rast û pêşengtiya rast xwe kir xeta parastina cewherî û parastina rawa. Bû fermandar û pêşengê artêşa fedaî ya Apoyî û Kurdê azad. Hevala Zîlan bedena xwe, bi xweşikbûna mêjî û rihê xwe xemiland û bi çalakiya canbaxşane ya li hemberî polîtîqayê îmha, înkar û asîmilasyonê elwesta xwe raber kir û bû nfermandara demê. Ango welatparêziya rast, şoreşgeriya rast, fermandartiya rast, bersiva demê bi xwe re avakirin, xeyalên dayîk û zarokên me yên azadiyê di kesayeta xwe de bilindkirin û bê mirinkirinê ye.
Wextê em dibêjin gerîla berî her tiştî Egîd tê bîra me. Wextê em dibêjin Egîd gerîlatiya rast ya Kurdistanê tê bîra me. Ango gerîla û Egîd êdî bûne mîna goşt û nêynok û ji hev nayê qutkirin, bê hev nayê pênasekirin. Îro jî wextê em behsa Egîd û Egidiyê dikin, em neçar in ku berê xwe bidin kesayeta rêheval Egîd. Welatparêzekî xurt, camêrtiyekê bingehîn, dilnizmiyekê xwezayî, wêrektî û fedakartiyekê bê sînor. Ya ku di kesayeta xwe de rê nade neheqî, zilm û zexeliyê. Mînak rojek şervanekê nû tevlî dibe û tê gel heval Egîd. Şerm dike ku jê re bêje ez bÊ biryar im, lê zor û zehmetiyên jiyan3e dibîne û bê dûdiliyê jiyan dike. Hevalê Egîd jê re nabêje tu dûdil î, lê ji çavên wî dixwîne. Wextê ku heval Egîd diçe cihê nobetê dinêre ew şervanê nû li bendê ye ku heval xew ve biçin û ew jî biçe îxanetê. Hevalê Egîd dema vê dîmenê dibîne fêm dike, radike parkeyê ser xwe derdixe davêje ser şervanê nû û wisa diçe cihê nobetê. Piştre dema hevalê Egîd ji cihê nobetê tê li kêleka wî hevalê, pişta xwe dide wî û bi hev re xew dikin. Ew şervan siharê ji heval egîd re dibêje ez dixwazim tiştek ji te re bêjim. Heval Egîd dibêje ‘keremke’. Ew şervan dibêje ‘heval Egîd, ez tevlî bûm. Min dûdilî jiyan dikir û dixwest ez vegerim. Lê her carê min mêyze dikir ku tû bi min re eleqedar dibî, bi taybet jî dema tu çûy nobetê te parke avêt ser min min ji dil de lanetê li îxanetê kir û biryara xwe ji dil da. Ji ber vê jî ez dixwazim vê rewşa xwe bi te re parvebikim ku haya te ji vê rewşa min hebe’. Hevalê Egîd jê re dibêje ‘haya min ji te hebû, hevaltiya rast li ber hev de ked dayîn e’.
Dîsa rojekî hevalê Egîd diçe nobetê û Şemo lîstecî ye. Her roj ji bo were cihê heval Egîd razê. Heval Egîd her tim rexne dike lê Şemo li ser nasekine. Ev her wisa berdewam dike. Lê piştra rojekî dema heval Egîd diçe cihê nobetê cihê xwe jî bi xwe re dibe û jê re dibêje ‘tû îro cihê hevalê xwe dagir dikî, sibê tê keda gel dagir bikî. Ji ber vê jî fêr bibe ked bide. Ger ti niha wisa bikî tê sibê li ser keda gel xwe bide jiyankirin û ez destûra vê nadim’. Em bala xwe bidinê kesayetek mîna rêheval Egît ku ewqas parastina kedê dike qehremanekî mezin ê gelê Kurd û Kurdistanê ye. Kesayetek ketî yê mîna Şemo ku dixwaze xwe li ser keda heyî bide rûniştandin jî îro diyar e di çi rewşê de ye.
Ji ber vê dema em behsa 15’ê Tebaxê dikin beriya her tiştî kesayeta rêheval Egîd ya şoreşger, pêngavger û pêşeng tê bîra mirov. 15’ê Tebaxê pengava şoreşgerî ya li ser dagirkeriya Kurdistanê ye. 15’ê Tebaxê nasnameya Kurdê azad, jiyana azad, civaka ehlaqî û polîtîk e. Bîranîna 15’ê Tebax’ê biryardariya şoreşgeriya bilind a li dijî dagirkeriyê ye. Îro jî bi rihê 15’ê Tebaxê Garê, Heftanîn, Metîna, Zap, Avaşîn berxwe dide û dersên dîrokî dide kedxwariya hêzên dagirkerên Kurdistan. Îro li her çar aliyê Kurdistan, li Ewropa, Asya û li gelek parzemînên dinê bi rihê Egîd pengavên şoreşgerî yên li dijî dagirkeriyê tê kirin. Fişeka yekemîn ya 15’ê Tebax’ê ku ji çeka Egîd derketiye li Zap, Metîna, Garê, Heftanîn, Avaşîn li dijî dagirkeriyê bi tîpên zêrîn dîrokê dineqişîne.
Kurdistan Heftanîn