Ji pênûsa gerîla
Wêneyek balkêş û reseriye. Her çend mirov nêzî wî bibe mirovan dikişîne û dûr dibe. Bi çavên xwe yên biriqî re mirovan dibe nava rêwîtiyeke bê dawî. Dinava lêgerîna heqîqetê de ewran diçirisîne. Bi rûkeniya zirav, hêvî û baweriyê belav dike. Keyfxweş dike rûyên zarokên bigirî. Dilgeş dike dilê dayîkên bi êş. Bilind dike azweriya tekoşîn û tevgerê. Zindiye wek rastiyê. Mîna kevokên aştiyê bi reseriya mirovan dikişîne. Dike temaşevan û guhdarvaneke ji dil. Mîna rojê di ezmanan de li her deverê belav dike tîrêjên xwe. Bi hilhatina xwe, jiyanê ji xewa qerisî û tarî radike û zindî dihêle. Vedike bask û singê xwe ji hemû mirovahiyê re. Di şungeha bihuştê deye. Mîna çemekê diçirisîne zelaliya xwe. Himbêz dike heqîqeta eşqa azadî û aştiyê.
Belê Rêberê min; dibin siya ronahiya te de meş, tekoşîneke dijwar pêwîst dike. Ji bo pêşxistina pîvan û rêgez û têkiliyên azadiyê, hertim ti bû mêhvanê xewnên min. Di her xewnekê de jî min zelaliya navend wek rojê didît. Min hîs dikir ku ez nêz dibim. Her çend di rastiyê de nebe jî û dinava van mercan de bûyîna wê zehmet be jî, lê di xewnê de jî bedew dikir wan çend deqeyên min. Rastiya zehmetbûna hevdîtinê diruxand û têk dibir. Bi wate dikir her tevger û peyamê. Her çend xewin bû, lê mîna ez di rastiyê de bim, ez têr nedibûm. Baweriya min di hundir de geş dikir ew çend deqe. Mizgîniya nêzbûna min ji azadiyê re di hîsên min de çêdikir. Lewra ti carî min nedixwest ez şiyar bibim. Her min dixwest ez xwe radestî van xewnan bikim. Belê; geh keyfxweş, geh xemgîn, geh bi tirs û geh bi wêrekî. Lê ti carî sertewandî nebû. Li himber hemû bûyer û metirsiyan berxwedêre. Mîna zarokê ku qet rawestînê nizanibe, serhildêre. Wek mamosteyekê hişyar û fêr dikir. Li gor heqîqeta wateyê, têdikoşe. Wek fermandarekî bi wêrek, hildibijêre rêya şerkirinê. Ji dîroknasekê zêdetir digere û dikole bê rawestîn. Radike barê hemû dinê. Di kesayeta xwe de sentez dike hemû zanist û baweriyên pêxemberwarî. Dişkîne hemû qeyd û bendan. Diruxîne hemû pot û tapoyên zingar girtî. Kom dike li derdora xwe hemû ezîz û ezîzeyan.
Belê; çend carbûn û çend deqebûn. Lê dagirtîbûn bi naverokên cûr be cûr. Bi watebûn di heman demê de. Şîn dikir şitlê berxwedana min. Geş dikir rûyê min. Ez dikirim teyr û difirandim di ezmanên welatê min de. Ez dinava cîhana xwe de digerandim. Lewma ez pir xwedî şans bûm di xewnên xwe de. Mîna deryayekê di keliyam û bi rehetî diherikim. Mîna zarokekê birçî ku digere, tevdigeriyan şaneyên mejiyê min. Di perpitî ji qerisandina xwe. Bibû serhildêr û linav nîşana evînê digeriya. Himbêz dikir evîna hevalbendiya pîroz. Lê dîsa jî wek miriyekê nedixwest ji xewna şêrîn şiyar bibe. Qîr dikir û ji min re navnîşana ronahiyê nîşan dida. Li ber çavên min radixist wêneyên bi sirên pêşerojê veşartî. Bang dikir wijdanê min. Da ku tevkar be. Bi hevre têk bibin wan gumanan. Wan rastiyên cile kiribû. Ji bo wê min jî nedixwest ez şiyar bibim. Bi terikînin wan çend deqeyan û wek bîrekê her lê bigerim. Lewma min êşa veqetînê dizanibû. Êşkenceya wê jiya bû. Çawa lanet dike mirinê, min dizanibû. Min dixwest ez jiyana xwe wuha di xewnê de bidomînim. Pêşbiniya xwe zêde bikim. Wek firîşteyekê li bêhna hebûnê di jiyana çend rojan de, bigerim. Wuha geş dibû agirê tolhildana min. Wek kulîlkên berfînê ji bo zayînê li ber xwe dide. Bi rûkenî pêşwazî dikir jiyana nû. Lê dîsa jî min nedixwest ez şiyar bibim ji wê xewna pîroz. Wek çrûska agir min dixwest ez zindî bibim. Mîna reseriya stêrka rijiyayî, pêşwazî bikim mirinê. Di himbêza axa welatê xwe de bêm pêçandin. Di nava germahî û bedewbûna wê de bidomînim van xewnên xwe. Di nava xweşikbûna bê dawî ya evîna zindî de xêz bikim xala jiyana xwe.