Fînansa Kapîtal, Ji Bo Jinê Têxe Bin Kontrolê Zayendîtiya We Bi Kar Tîne

0Shares

Rêber Apo

Zewicandina di civaka me de ji sedî not-not û pênç çanda êrîş a (tecavûz) rojaneye. Marks dibêje ‘ol efyone’ ez  jî  dibêjim ‘zayendîtî efyon.’ Min bi keçan re ev mijarê pir niqaşkir, heta min wan hilda gel xwe, bi mehan min bi wan re ew mijarê niqaş kir. Heta azadbûn nebe ti tiştek çênabe. Ji wê re evîn  jî dibêjin. Bila şaş neye femkirin, evînê biçûk nekim. Her wiha evin tişteke mezine, ewqas ne hêsane.

Di serdema Navinde çîrokên evînê yen mîna Kerem û Asli, Ferhat û  Şîrîn li holêne. Ferhat çil sal çiya kûn dike  disa jî nagêje evînê. Evin tişteke hêsan bûya di Serdema Navînde wê serkeftîbûya. Her wiha, evin niha hîn dijwartire. Çapemenîyê, evîn hîn girantir kir. Ez ji keçan re vê dibêjim; hûn azadi tercih dikin, an çanda tecawizê? Ez ji keçan ra, dibêjim ku  mejiye xwe bi dayina zilamekî re hûn azad nabin. Heman tiştî ji bo zilaman jî dibêjim. Hûn xwe ji jinekî  rizgar  nekin  hûn azad nabin, ti tiştekî hûn bi dest naxin, hûnê sernekevin. Mejûyen we heta ku bi azadiyê gerû nebe hûnê nikaribin wê pêk binin.

Bi rastî pirsgirikê jinê pirsgirika desthilatdariyê ye. Finansa kapîtal mirovan dixapine. tekel wisa cîhane birêvedibe. Di cihanêde ti hêz xwe ji tekelan nikarê rizgar bikê. Ji vir bi derketina rê va qala pirskirikê  jinê ji bikim. Wê xebat bikin ku we bi pere pûl, bi jina  bixapînin.Her wisa bi wî rengi dixwazin ku xeta xwe bidin rûniştandin. Fînansa kapîtal, di we watede jinê bi erjeng bi kar tine. Hemû reklam bi tevahî li ser jinê hatine avakirin.Mantiqa desthilatdariya fînansa kapîtal li ser ya hûne girêdayî wê desthilatdariyê bin yan jî hûnê bimrin hatiye avakirin.bijartinekedin nasnake. Zayendîtîya jine wekî amûra wê desthilatdariyê bi kar tînîn.

Faşîzma heri kevin,herî êrîşkar, nêzikatiya zilam a li himber  jinê ye.  Ji ber wê dibêjim, lewre divê  min rast têbigihêjin. Nêzikatiya min  ji  jin re bi tevahî di bingehê  azadixwazîdaye. Qasê  ji bo vî gelîye, ji bo jin jî wihaye, heta ji bo zilam jî wihaye. Xwe baş naskirin û salixdan pêwîste.Ku azadi tunebe nabe tişteke naye nikaşkirine, lê azadî,rewşeke mejî û giyaniye. Mirov bi hestê xwe xwe naskirin, ramanê  xwe re serwer bûyîn û tiştê dixwaze  jiyan bike divê nasbike. Azadî eve. Min ji keçan re  tim ew digotin. Ji bo wê  heke dibêjin azadiya  jinê  di vê bingehê ve bila nêzî min bibin. Ku wê hezbikin bila wiha hezkin, an na bila vala xwe newestînin. Ku wê werin bila vî bingehîde werin.

Ji ber nezîkatiyên min têkildarî jinê de pir erîşî min kirin.Ez  bi jinêre di bingehê azadîyêde  jiyan  kir,ez ê  jiyankim. Wa ye mînaka Osman hûn dibînin. Ji wan re gotin‘ emê pere,jina bidine we’ dolara xistin kurkê wan, hinî pere kirin. Ev, birastî ev peyameke bîrdoziye. Vêna vala nakin. Eve ji tera ciyek ku  ti  jiyan bikî. Falan dibêjin. Ev, bi rastî  xêzeke.Wekî hûn  dibinin wan a hevkar  hildane gel xwe,ew bi me jî kirin. Lê çi dibe bila bibe  li Şamê  ji keçan re jî  min ew digot. Her tim di bingehê azadiyê de  jiyan bikin. Min digot  di vî bingehê de  nêzî  zilam bibin.Di vê mijarêde ez rexne dikirim, ez jî zilamekîm, xwe ji min jî biparêzin. Min digot Xwe ji va  eleqetan, ji va zilaman biparêzinMin di rojnamêde xwend  jinek ku bijîşk bu  ji bo  zilamê  xweyê  leşker  dixwaze veqete bi duwazde fişenga hatiye kûştin. Waye finansa kapîtal,  ji jinê re vê dibêje. ‘An ji desthilatdariya min re sedî sed tê girêdayîbe an jî sedî sed tê bimrî’. Zewicandinê di rojê meda ji sedî not û pênc tecawize,Jin her roj rastî tecawizê ten.Di nava çandek tecawizkar ya wisa dene ne giyanê jinl, ne mejûyê wê  zexm dimine, ne feraseta xweşik bûna wê dimîne, ne jî evîna hezkirina wê û evîna wê.

Finansa  kapîtal,  redkirina mirovatiyê ye. Finansa kapîtal, li ser zayenda jinê ve li ser civakê serdest bûye. Pirsgirêkek pênc hezar  sale û li himber vî bihişmet (görkemli) berxwedaniya jinê  heye. Lêbelê wê çawa bê jiyankirin divê baş be tegihiştin,  di vê bingehê de dibe xwe baş be naskirin.Di bingeheke azadîxwaz de bila nêzikî min bibin. Ez bi jinê re bi tevahî dibingeha azadiyê têkildarbûm.Qasê ji bo jinê be, ji bo gel û  zilam jî xeta azadîxwaz divê esas be. Kapîtalizim  bi vana  serdestiya xwe  pêk tîne. Bi vê  li ser jinê, li ser civakê dibe serdest. Min gotibû sê S; seks, huner, werzîş. Her kes  bûye futbolkar,  bi futbolê radizin  radibin. Bi navê  hunermendiyê  her roj  keriyek  mirov derdixinin. Kî  bi  kêreye  ne  diyare, bi wan tiştên digotin mankên, magazîn vê  dikin, ji vê re jî dibêjin  huner. Ev ne hunera  rasteqîne. Her roj keriyek tiştên neguncan dikin,  ji navê wê re jî dibêjin hezkirin, evîn. Di wan de mirovahî, giyan nemaye. Wa roja evînê,  roja  hezkirinê îlan kirine. Bi finansa kapîtal mirovan tînin  vê  rewşê. Fînansa  kapîtal, ji bo jinê têxe bin kontirolê zayendîtiya wê bi kar tîne. Wê çawa evîndar bibe, wê çawa jiyan bike heta wê çawa bi hev şabûnekê  bike hemûya yekawa dike. li ser jinê re desthilatdariya civakê ji xwe re armanc digire. Reseniya te  cûdahiya te nasnake. Ez çawa  destnîşan bikim tu yê  wisa  be, dibêje ku ji sedî sed tê di  destê min de be. Li hember  Finans kapîtal bi feraseteke dijî pawan dikare bê birêxistinkirin. Jin jî dikarin  di nava vê  rêxistinê de cih bigirin, divê  bigirin. Azadiya  jin pir giringe, heta  jin azad nebe civak  azad nabe. Di bingeha  azadiyê de divê karê xwe berdewam bikin.

Ji bo jinan wê  dibêjim;  jin  pênç  hezar sale  hatiye  kolekirin. Di dema derbasbûna pergala  hiyerarşiya  xwecîh  jin  anin  rewşeke  koletiye. Berê di dema Sûmeran de  jina fahîşetî dikirin. Fahîşetî jî  di wê  demê de pîşeyek gîrîng  dihat dîtin. Ji  pênc hezar  sal  berê de jin  bi temamî  hatin kolekirin, azadiya wan  ji  destê wan  hate  girtin. Hûn dizanin  di  Sûmeriyan de  perestgehên  jina hebûn. Ew perestgeh jina bi xwe ava  kiribûn û cihê wan yê  pîroz bû. Qezenceke  wan yê  giring bû. di van perestgehan de jina perwerda xwe berdewam dikirin, bi  her cureyî perwerda xwe didîtin. Heta zilam dihatin ew temaşe  dikirin. Piştî  wan zilama ev cih veguhertin kerxana. Piştî wê dîrokê şûnde jin wek  xwedawenda diketin  perestgehan, wek  fahîşa derdiketin. Hemû  hêjahiye  jin ji destê wê girtin. Musa, tiştek neda jinê. Di Îsa de rewşa dayika Meryem hûn dizanin. Di Hz Muhemed de rewşa Eyşe li holêye. Hz. Eyşe, piştî ku desthilatdariya  zilam bi kûranî  femkir wisa dibêje: “şûna ez weke jinekê hatibama cîhanê xwezî ez wek kevirekî hatibûma cîhanê.”

Kapîtalizmê jî  tiştekî nû  nedaye  jinê. Jin  di hemû  alîya de hîn behtir dorpêç kiriye. Kapîtalizmê  jin  kole  kiriye. Keda  wê dixwe, ramanê wê, bedena wê,hemû tiştên wê jê dixwe   jin vana zêde fem nakin,  li himber vana dernakeve. Ji bo fehm kirina wê nerîna li rojnameyên rojana bes e. Rojnama rojekî binehêrî gelek tecawiz, gelek kedxwarî, bi qasî cîhanê tê pirsgirêkan bibine. Dema ez di rojnama de jina dibinim tenê dikenim û derbasdibim. kapîtalizim jin jî dorpêç kiriye. Ev dorpêçkirin  hîn ji pênc hezar  sal berê dema Sûmeran de wek  kevneşopiyek  biveguhrtina  berdewam dike. Di destana li ser Sûmeriyan de ev pir vekiriye. Pevçûna jin û zilam tîne ziman.

Zewicandin bûyereke erjenge! Pênc hezar sale jin bi çanda tecawizê jiyan dikin, bi şev û  roj li rastî tecawizê tên. Min jî demekê  ezmûna zewicandinê  jiyan kir. Herî zêde min deh sala li berxweda. Berî  niha di heqê çanda  jin  û tecawizê de tiştê  min gotibûn bûka  aştiyê Pîppa bûyera wê jî rastkir ne wisa?  Kirasê bûkaniyê ê spî  li xwe kiribû ne wisa? Di rastiyê de ne kirasê bûkaniyê  kefen li xwe kiribû. Ev bûyera ku hat jiyan kirin  weke nîşane ez rastderxistim. Ew tenê  bûyerekiye,  her roj  du qatî  wê  bûyer  tên  jiyan kirin û  her roj du qat tecawiz tên jiyankirin. Bi wê sedemê ez Pîppa yê jî  bîr tînim. Wê axaftina xwe ez diyarî wê dikim. Ji vir bang li hemû jina dikim. Baweriyê bi zilam bawer neynin, bi xwe sepandina hêza xwe ya cewherî bi rêxistin bibin û xwe bi parêzin, an jî hûnê bibin xwarin. Hebûna xwe yî bedenî û giyanî bi parêzin. Azadî di hebûna fîzîkî û giyanî de derbas dibe.

 

Nivîskarê  pirtûka netewa mêtîngeh jin tiştên nêzî ramanên min dibêje, ji bo  jinan mêtingeha  netewî   dibêje. Ez  tam wiha nabêjim,ez dibêjim  jinên netewa dagirker ya yekê û ya dawiyê. Jin, li gor min  nîjad, netewa herî dawiyê ya hatiye mêtîngeh kirin. Vê mijarê di paraznamê  xwe  de  pir  vedikim. Têgîna  min ya netew ne di wateya têgîna netewa ku hûn dizanin de ye, têgîneke hîn firehtire. Ez jinan jî,  hawirdorparêza jî wekî netew dinirxînim.