Rêheval û fermandara min ya hêja û delal, bi rastî jî ez nizanim çawa hestên xwe li beramberî rêhevaltiya we ya mezin û giranbiha pênase bikim û bînim ser ziman. Ji ber ku rêhevaltiya we weke çiyayên Cîlo asî û bedew, weke çiyayên Çarçella xweşik û bi wate bû.
Fermandara min, evîndara çiyayên azad û azadiyê rêheval Armanc Goçkar, ez dizanim ku tu stran û helbest yê nikaribin rastiya evîna azadiyê pênase bike, tarîf bike.
Ji ber ku tû weke gerdûn mezin û weke xwezayê pir rengîn bûyî, weke ava çeman zelal bûyî. Fermandara min, evîna welatê min, bi şehadeta te dilê min wekî volqanekî tijî agir dikele.
Çiqas dijwar bû ew dema ku gotin evîna rojê û xwedavenda mezopotamya, jina berxwedêr û wêrek, ya ku tû caran li beramberî ehrîmanan û li hemberî zilmê serî netewand, her daîm li berxwe da gihêşte şehadetê. Gotin rêheval Armanc, stara çiyayên zagrosan jî kete nava karwanê şehîdên pakrewanan.
Evîna welatê Rojê,
Êdî Dengê Çûkan Nayê
Bilbil li ser Gûlan naxwînin
Gûl çilmisîne
Avên Çeman naherikin…
Ew dem qêrînek rabû ji çiyayên Zagros, Ararat û Qendîl’an. Erd û ezman hêjiyan ji ber xişma xwedayên zalim û hovîtiya neyaran.
Evîna welatê min û evîna azadiyê gemiya fikir û xeyalên dilê min weke gemiya Hz. Nûh li hemberî zor û zehmetiyan, li hemberî ba û bahozan biserket. Lê dema ku min şehadeta te bihîst êş û janekî mezin xist nava dilê min. Lê êşa ku bi şehadete we re kete dilê min buye soza tolhildanê.
Fermandara min, evîna welatê min, ew hêza ku min ji rêhevaltiya te ya pîroz girtî, ezê hertim di dil û mejiyê xwe de bidim jiyan kirin. ji ber ku min di çavên we de heskirina jiyana azad dît, di çavên we de min pêlên azadiya welat û hêviya serkeftinê dît, min di sekna we de jina azad ya ku bi fikir û ramanên Rêber Apo xwe gihandiye heqîqetê û azadiyê dît.
Ey xwedavenda xweşikbunê
Ey xwedavenda azadiyê
Xwedavenda evîn, şer û zanebunê
Tu buyî sembola berxwedanê
Tu bûyî stargeha çiyayên zagrosan…
Ez her roj ji xwe dipirsim ku ezê çawa bikaribim bedewbûn û heqîqeta te pênase bikim rêheval û fermandara min.
Ez şopdarê fermandarên dilwêrek û dil paq yên Zagrosa’nim. Ez şopdarê rêhevalên doza azadiyê me. Bîranîna rêhevalên me tekoşîn û berxwedaniya me ber bi serkeftinê ve diherikîne.
Kajîn Zagros