Feraseta Cewherî Ya Civakê
Di civaka xwezayî de mirov, tu caran bi civaka ku pê re jiyaye nakokiyan jiyan nekirike û di nav civakê de bi awayekî ahengdar jiyankirinê bingeh girtiye. Sedema vê ew e ku di xwezaya mirov de civakbûn heye. Di civaka xwezayî de însan bi avakirina hebûna hev û temamkirina hev jiyan kirin. Ji be vê civak, rastiyên ku bi destê însan hatine pêkanîn e û tê ser ziman ku civakbûn şertê hebûna mirov e. Bêyî ku civak hebe mirov nikare jiyan bike û nikare jiyana xwe berdewam bike. Taybetmendiya herî bingehîn a mirov dike mirov, civakbûna wê û ew rastiya ku mirov nikare bêyî civak jiyan bike ye. Însan weke civakan jiyan dikin, lê ajel weke koman jiyan dikin. Vayê li vê derê pirsa herî girîng ku derdikeve holê ew e ku mirov çi pênase dike? Sedemên bingehîn a bi vê awayê cûdabûna gelek zindiyên ku li xwezayê dijî çi ne? Xal ango ferqa bingehîn a însan ji ajel, nebat û zindiyên din cûda dike çi ye?
Piştî jidayîkbûnê bi demekî kin ajel dikarin bi tena serê xwe jiyankirinê fêr bibin û bigehin asta ku bikaribin pêdiviyên xwe pêk bînin. Lê ji bo mirov heman tiştê gotin, dê ne rast be. Rûxmê ku zindiya herî nûwaze mirov e, mezinbûna însan û gehiştina wê ya astekî çêbûyî 18 salan digre. Ji ber ku însan piştî jidayîkbûnê bi demekê dirêj dikare bi tena xwe jiyan bike û jiyana xwe diyar bike. Însan bi zayîna xwe pêdîvî bi kesên li derdora xwe dibîne û nikare bi tena serê xwe jiyan bike. Civakbûn him ji bo însan û him jî jiyana xwe birêxistinkirina însan pir girîng e û civakbûn diyardeyek a girêdayî însan e. Ev bûyer di ajelan de bi vê awayê pêşnakeve. Mînak pepûle piştî ku ji gozikê derdikeve bi demekî kin dikare bifire, hespekî piştî çavên xwe li dinê vekir bi demekî kin dikare li ser lingên xwe bisekine û bibeze, xezalekê piştî zayîna xwe pênç deqe şûnde dikare bibeze. Ev bi qasî ku ji bo ahenga ajelekî ya bi xwezayê re û ji bo li hemberî xwezayê meşandina jiyana xwe girîng e, ji bo jiyana xwe bi xwe meşandinê jî girîng e.
Ji bo vê dibe ku bingehê cûdabûna însan, asta wê/wî ya fikrandina bilind be.
“Taybetmendiya herî diyarker a xwezaya civakê, nermbûn, bilindbûna asta zihnî û hêza wê ya înşaaya xwe ye. Di Xwezaya Yekemîn de jî bê gûman, zihin, nermbûn û hêza xwe înşakirinê heye.” Aqilê însan li heqîqetê digere û xwedî hêza qada ku lê dijî vegerandina qada jiyanê ye û li ser vê bingehê jî xwedî hêza avakirinê ye. Dîsa dîrok di warê civakan de şîrovekirina pêvajoyên hatine jiyîn û rastiyên ku derketine holê ye. Li gerdûnê çiqas avabûnên cûda hebe bi pêşketina van avabûnan re ewqas jî dîrok derdikeve holê. Di pêşketina dîrokî de, dema yekîtiya di navbera zindiyan de çênebe cûdahî tu wate pênase nake. Di xwezayê de zindî bi cûdahiyên xwe yekbûnê ava dikin. Li vê derê tişta ku derdikeve holê û ya girîng ew e ku, dê ev yekîtiya di navbera zindiyan de nûnertiya çi bike? “Dema însan dibe mijara gotinê, bê guman jîrbûn û qabîliyeta şixulandina amûran jî mirvo dikare di nav yekbûnê de bigre dest.”
Taybetmendiya bingehî a însan ji ajelan cûda dike jî, bûyîna zanist a keda ku derdixe holê ye. Ked û zanist aaliyên bingehîn ên mirov ava dike ye. Ajel bi aliyên xwe yên xwedî zekaya hestiyar, hîskirin û dîtinê ve ji xwezayê sûdwergirtine. Însan jî tenê ji xwezayê sûd ne girtiye, heman demê ji bo meşandina jiyana xwe derfetên xwezayê birêxistin kiriye. Amuran çêkiriye û jiyana xwe birêxistin kiriye. Tişta ku însan heyî dike û di nav xwezaya ku lê dijî derfeta jiyanê dide, civakbûna wê ye. Ji ber vê, civakbûn şertê hebûna însan e. Ne gengaz e ku bêyî civakbûnê mirov jiyan bike. Ango em dikarin mirov weke kombûna têkiliyên civakî bigrin dest û binirxînin.
Ajel xwedî qabîliyeta birêxistinkirina jiyana xwe nîn in. Ew encax bi awayekî demîngirtî dikarin jiyana xwe bi rê ve bibin. Ajelan li gor derfetên demsalê cihên xwe diguherin, diçin cihên ku bikaribin lê jiyan bikin. Ji derveyî vê derfêtê wan a jiyankirinê nîne. Mînak meymûn li hemberî sermayê bi mûyên xwe xwe diparêze û li gor demsala bi guhartina biyolojiya xwe dikare jiyan bike. Lê însan bi jêkirina çermê ajelan davêje ser pişta xwe û di derfetên xwezaya sar de dikare wisa jiyana xwe bimeşîne. Her zindî ji bo xwe, xwedî derfetên xwezayî ya bikaribe jiyan bike ye. Her zindî nikare him li erdê, him li hewayê, him li germê û him jî li sermayê bijî. Mînak ajelên behrê li behrê, ajelên li cihên germ dikarin bijîn li germê, ajelên li cihên sar dikarin bijîn li sermayê jiyan dikin. Lê ji ber ku însan li gor şertên xwezayê dikare xwe vesaz bike li her cihê cîhanê, di her şert û mercan de dikare bijî.
“Feraseta cewherî ya civakê, weke têgîn baş hatina fêmkirinê hewce dike. Mirovahî dîn dema kevir û dar digre destê bi fikrandina vê kiriye. Ne xweajo, tovên destpêkê yên fikrandina analîtîk mijara gotinê ye. Her ku ceribandin kom dibe pêşketina civakê, di cewhera xwe de lêhûrbûna vê fikrê ye.”
Milê herî girîng a mirov dike mirov vesazbûna ziman û fikr e. Mirovbûna mirov bi van dû diyarokên bingehîn ve pêk hatiye. Di mirov de rastiyekê girîng a derdikeve holê avabûna diyalektîka ziman û fikr e. Zindiya destpêkê ku dikare bifikre û dikare biaxife mirov e. Ziman û fikr bi bandorkirina hev pêşketine. Bi awayekî rast meşa însan û piştî vê mezinbûna mêjî û bi pêşketina zekayê ve destên însan serbest maye. Bi pêşketina zekayê ve dest bi şixulandin û bikaranîna amûran dike. Însan dikare di xwezayê de azad bijî sedema vê jî ew e ku mêjiyê însan û destên wê yên dikare bişxulîne wê di xwezayê de azad dike. Hêzekî bi vê rengê, bi ti zindiyên din re nîne. Rûxmê ku ajel bêyî amûran dikarin jiyan bikin, însan bêyî amûran nikarin bijîn. Fikrên ku dibêjin ‘însan ajelekî xwedî zekaya pêşketî ye’ derketine holê. Ji bo însan destpêkê kar û bi wê re ziman pêşketiye. Ev jî aliyekî girîng a pêşketina mêjî bandor dike ye. Bêyî civaka însan, mêjî, zanist û fikra însan jî nikaribû pêş bikeve. Însan weke zanebûn û kesayeta xwe civakî ye. Ajel paşeroja xwe nizanin, lê însan sê libiya duho, îro û sibê dizane û hêza çareserkirinê bi xwe re pêşdixe. Ji ber vê Rêber APO dibêje “ajel tenê demên xwe jiyan dikin, lê însan hemu deman jiyan dikin”. Ajel nikarin pêşerojên xwe xeyal bikin. Lê di însan de bi pêşketina fikr û ziman hêza tesewîrkirinê jî pêş dikeve. Karê ku însan dike însan ango çalakî, şixulandina wê ya mêjiyê xwe û pêş ketina ziman e.
“Bi qasî însanan hemu zindî bi rêgezên aqil ên şaş nabe dişuxilin. Ev aqilê ku em dikarin jê re bêjin xwezayî ango hestiyarî jî, nêzî navajoyî ye. Bandorbûn bi bertekên pir lez dayînê ve, tê karakterîzekirin. Bertek û bandor a di ajel û nebatan di vê mijarê de pir fêrker e. Jiyana xwe ya tenê ji zêdebûn, têrbûn û parastinê pêk tê; bi aqilê navajoyî bi tarzekî hatiye fêrkirin ve dimeşînin. Para şaşitiyan bi qasî ku nîn be, kêm e. Ez di wê aliyê de me ku mijarê hilgirin qada hebûnên bêcan jî. Mînak ger em rêkêşa dinê weke aqilekî navajo bifikrin (ez fikrekê wisa hildigrim), her tiştê wê, ango parçên wê bi qasî hêza bandorbûna wê ya kişandin û dehfdanê jiyan dike. Reva ji bandorê pir bi sînor e. Lê bi qasî hêza ronahiyê rev dibe ku gengaz be. Felsefeyên ku gerdûnê bê rêgez, serberdayî dihesibînin, di vê wateyê de pir min têr nakin. Nêrîna ku dibêje gerdûn bi zekayek diyar tevdigere li ser wê sekinandinê hewce dike.”
Însan yekane zindiya ku bi taybetmendiyên xwe yên giştî lêkolîn dike ku ew kî ye û hewil dide vêya bibîne. Ya rastî pirsa ‘ez kî mê’ lêgerînek wateyê ye. Bi qasî ku bersiva vê pirsê dît û derxist zanistiyê, tu tiştekî ku însan nikaribe bike nîne. Rastiya ku digihîje zanebûnê bi naskirina xwe, bi pênasekirina xweza û civaka ku di nav de dijî dikare bigihîje encamekî. Di vê warê de însan zindiya herî tekûz a xwezayê ye. Gehiştina zanebûnê ya hemu taybetmendiyên di însan de heyî û vêya xistina jiyanê ango çalakiyê dide nîşandan ku hemu zindî kêliyên xwe jiyan dikin. Ajel di beşa demê ku di nav de dijîn de dimînin û pêşdetirê wê nabînin û nikarin jiyan bikin. Mînak pepule ji kozikê derdikeve û piştî demekê kin dikare jiyana xwe berdewam bike. Kêliyê hîs dike û ger bikaribe bifikre dikare pênase bike. Lê însan difikre û çê dike. Hişê însan heye, bîranîn ku jiyan kiriye û paşeroja xwe lêkolîn dike û vêya derdixe zanebûnê. Fikrandin di cewhera însan de hey. Ji bilî însan zindiyên din difikre ango nikare bi fikre însan vêya nizane. Dibe ku ew jî difikre lê hîna em vêya nizanin. Însan dikare bifikre, bişayesîne û çê bike. Fikrandin hebûn e û gehiştina zanebûna hebûna xwe ye. Fikrandinê weke agahî û bûyerên ku tê jiyîn û dê were jiyankirin lêkolînkirin, muqayesekirin û avakirina fikrên nû em dikarin fêm bikin. Mirova ku difikre lêpirsîn dike ku dê çawa jiyan bike, jiyana xwe bi rê ve bibe û li gor wê jiyana xwe bi rê ve dibe. Di civaka xwezayî de însan li dijî derfetên xwezayê bi rêxistinkirina jiyana xwe weke civakbûnê jiyankirine. Însanên destpêkê bi şayesandinê jiyana xwe, wê bi hereketên destan bilev kiriye û di navbera van de têkiliyan çêkiriye. Em dikarin ji vê re bêjin pêşketina aqil. Însanên destpêkê gelek tiştan hîs dikin, ji hîssên xwe bawer dikin û li gor vê tevdigerin. Mirov dikare vê weke hîskirina tiştên tên jiyîn û dê were jiyîn, dîtin û li hemberî xeteriyan xwe parastinê fêm bike. Mînak civakekî mirovan dikare xeteriya êrişê ajelekî hîs vike û li gor vê xwe bi cih dike. Dibe ku çûkekî li xemberî xeteriyekê xwe biparêze lê nikare vê tasarim bike, çareserî pêş bixe û carna jî ji rewşa qûrbanbûnê derbas nake. Tê wateya ku ajel ger ferq bike jî heyanî cihekî dikare xwe biparêze.
Mêjiyê her zindiyekê heye. Lê çiqasa dikare wê bişxûlîne ev mijara nîqaşê ye. Masî dema xarinên wê tê dayîn xeteriya heyî hîs dikin lê ji ber ku mêjiyê wan baş naşixûle jibîr dikin û dikevin xefkê. Tê gotin ku çûk jî bi giştî nikarin mêjiyê xwe bişxûlînin. Gotina ‘kesê bi mêjiyê çûkê’ bi wateya nikare bifikre, nikare berhem bide tê şixulandin. Însan jî ji ber civakbûna xwe bi derdora xwe re têkîlî ava dike û ji cihê ku lê jiyan dike bandor dibe.
Rojda Sîverek