Naskirina min a rêxistinê hîn dema ku ez biçûk bûm, pêkhat. Wê demê li Botanê PKK’ê weke telebe dihat binavkirin. Çalakiya heval Egîd hatibû bîhistin. Dîsa bi taybet sekna heval Bêrîvan, li Cizîrê tevlîbûna wê pir dihat behskirin. Weke jinekê navê heval Bêrîvan di nav gel de pir dihat nîqaşkirin. Weke jinekê bi tena xwe di nav gel de propaganda dikir û ev yek bi taybet li ser jinên Botanê bandorekê mezin çêkir. Ev di aliyê min de jî tesîrekê mezin çêkir.
Wê guman wê demê, ol û feodalbûna heyî bandora xwe li ser jinê dikir. Lê bi tevlîbûna heval Bêrîvan a li Botanê, xebatên rexistinî yên wê dida meşandin cesaret û hêzek mezin bi jin û keçên Botanê re da avakirin. Wê demê pir baş tê bîra min ez hîna biçûk bûm lê lêgerînên me çêdibûn. Naskirinekê li ser esasê hêstan bû, meraqekî bû. Bi vê rastiyê re em derbasî Ewropa bûn.
Sala 1992’an bû min biryar da ku ez tevlî rêxistinê bibim. Wan pêvajoyan min di nav xebatên ciwana de cih girt. Ya rastî ev erkê me yê welatparêziyê bû. Bi destpêkirina 1993’an ez beşdar bûm. Piştî vê derbasbûna min a saha Rêber APO çêbû. Qet ji mêjiyê min derbas nedibû ku wisa di demekê kin de wê rêxistin şansekê wisa bide min ku ez biçim Rêbertî bibînim. An jî min hîna xwe ji vê re amade nekiribû, min digot ‘hîna min heq nekiriye ku ez Rêbertî bibînim, divê pratîkekî min a pir serkeftî çêbibe’. Min digot ‘divê ez serkeftinekê pir mezin çêbikim da ku dîtina Rêber APO heq bikim’.
Nêzîkbûna malbat û derdorê li ser esasê hêstan e, li ser esasê hestên malbatî ye. Lê te weke hebûnekê ku fikarê wê heye, ew jî dikare jiyana xwe bixuliqinîne, weke jinekê li gor rastiya hebûna xwe tu bi xwe jî azad bifikrî, bi fikrê xwe tevlîbûna xwe ya rastiya jiyanê pêk bînî; tu caran kesekî şansekî wisa ku di rastiya malbatê de vêya nedîtiye, malbat tiştekê bi vê rengê nade. Ger bide jî li ser esasê sînorên malbatê vêya dide. Li ser esasê ehlaqê malbatê an jî çanda malbatê pêşiya mirov vedike. Lê di rastiya PKK’ê de naskirin bê sînor e. Bi taybetî min di rastiya Rêber APO de vê yekê dît, her tim bi mirov dide hîskirin ku tu nirxekê pir mezin î.
Heta gelek caran dema ku xebat birêxistin dikir, dihat nêrînê me digirt ‘ka em çawa dikarin vê karê bikin, mirov çawa dikare vê karê bide meşandin’. Wê demê te xwe weke însanekê pir bi rûmet û mezin didît. Ev tarzê wî bi te dide hîskirin ku tu di rastiya jiyanekî aîdê xwe de yî. Kes êdî di derbarê te de biryar nade, tu di derbara xwe de biryar didî. Li dijî hebûn û tûnebûnê ango jiyana klasîk tê bi xwe biryara xwe bidî. Ji bo vê ez dikarim bêjim jiyana PKK’ê jiyanekê wisaye ku mirov bi xwe xwe bixuliqîne, xwe ava bike û xwe bi xwe rêve bibe. Pergal tu caran vê rastiyê nîşanî me nedabû. PKK’ê û çanda PKK bi giştî birdozî û felsefeya jiyana nû ye. Di felsefeya Rêbertî de ev heqîqet her tim li pêş e: Tu caran elimandinên berê yên civakê, di felsefeya Rêber APO de nayê qebûlkirin. Felsefeya Rêber APO wisaye ku tiştê her kes dibêje nabe, Rêber APO dibêje ‘dibe’. Tiştê ku her kes dibêje em nikarin, di rastiya felsefeya Rêber APO de ji te rê gotin ‘tu dikarî bikî, tu dikarî biser bixî, tu dikarî bibî xwediyê hemu nirxên însanetiyê. Bes hêza xwe ya di hundirê te de hatiye veşartin tu bi xwe nas bikî’. Ji bo vê ez dibêjim çanda Rêber APO, felsefeya Rêber APO jiyanekê nû ye. Hevaltiya Rêber APO çandekê nû ye, nirxekê nû ye. Ya rastî felsefeya jiyana Rêber APO ‘aîdê xwebûn’ e.
Ji bo vê jî tê gotin ku li çiya jiyan çi ye, mirov çawa dikare li çiya jiyan bike? Dibe ku pir kes nikare, dibe ku tu kes nikare mehekî jî li çiya jiyan bike. Dibe ku pir kes li çiya jiyankirinê weke dûrketina ji mirovahiyê an jî weke hovbûnê, weke ji modern nebûnê difikre. Gelek kes jî jiyana çiya wisa difikre. Lê dema mirov li rastiya jiyana çiya ku em jiyan dikin mêyze dike an jî dema ez bi xwe jiyan dikim, ya rastî bingehê jiyana sosyalîzmê li çiya tê avêtin. Ji ber ku tu ji hemu rastiya modernîteya kapîtalîzmê dûr î. Tu jiyanekê xwezayî dijî. Adeta tu û xweza bi hev re jiyan dikin. Dibe ku dema em di rastiya civakê de bûn, çiya wisa ji me re bi tirs dihat. An jî wisa tiştekê pir cûda û bi nepen dihat. Me digot mirov çawa dikare li çiya jiyan bike. Lê dema ku tu têy li hindurê jiyana çiya de jiyan dikî, berovajî ew daristan, xwezaya çiya, an jî em bêjin rastiya bilindahiya çiya dema jiyan dikî; wê demê dibînî ku jiyana nêzî heqîqetê kîjan e û hîn bedewtir jiyan dikî, wateya wê hîn xweşiktir e. Ji ber ku her tişt bi rastiya kedê re tu dikarî bijî.
Di rastiya jiyana çiya de, ez ferq nakim ku dem çawa li çiya derbas dibe. Mirov encax rastiya çiya jiyan bike û bibîne wateya wê. Li çiya eşqekê wisa her tim dikeve dilê mirov. Tu her dixwazî tevahî çiya û xweşikbûnên Kurdistanê bibînî, tam bikî, nas bikî. Ji ber vê jî dibe ku min kêm be jî çar aliyên Kurdistanê dît, lê ez dixwazim hemu çiyayên Kurdistanê nas bikim, dixwazim li her heremekê Kurdistanê jiyan bikim.
Di nav PKK’ê me rastiya dîroka Kurdistanê dît û nas kir. Dema Dersîm dihat binavkirin, behsa Besê û Zarîfe dihat kirin. Ev her tim di rastiya jiyana min a şoreşgerî de bandorek li ser min çêdikir. Pir hevalên ku min di rastiya şoreşê de nas dikir, ez pir bi wan re girêdayî bûm li rêya Dersîm’ê de an jî li çiyayên Dersîm’ê pir bi qehremanî gihane şahadetê. Yek ji wan heval Sorxwîn bû. Ew ji Dersîmê bû, ez ji Botanê bûm. Jiyana min a şoreşgertî û ya wê bi hev re destpêkir. Çend car ceriband ku xwe bigehîne Dersîmê. Hevaltiya min û heval Sorxwîn jî ez her tim ji xwe re weke emrekî dibînîm û ez xeyalên wê yên di nîvî de hiştine dixwzim weke hevala wê wan xeyalên wê bigehînim serkeftinê.
Ji bo vê jî gelê Kurd ji her kesê zêdetir heq kiriye ku azad jiyan bike, êdî bi rûmeta xwe re bi serbilindî jiyan bikî. Çi wextê ku gelê Kurd xwe dereng bihêle nemaye. Hedefa me ya esasî ya ku ez jî ser de diçim ev armanca xwe gihandina azadiyê ye. Azadiya Rêber APO, azadiya gelê Kurd ji her demê nêztir e. Ji lewra ez niha xwe pir bi şans dibînim ku ew pêşniyara min a çûyîna Bakûr hat qebûlkirin.
Şehîd Zîn Sorxwîn-Pakîze Ozdemîr