Ez Digihijim Kokê Xwe

0Shares

Pirsa ‘ez kî me’ ji zarokatî ve bi min re mijûlbûnek bi êş dabû avakirin. Di navenda kapîtalîzmê de mezinbûn, bi xwe re bê kokbûn û beyanîbûnek kûr dabû ferzkirin. Jiyana kapîtalist heta demekê her ji min re balkeştir dihat, ji bo ve yeke ji canda xwe rev û durketin hebû.  Di sala 2013 edî ev  nakokî û pirs di min de gihiştin astek erjeng ku edi ne dihat tehmulkirin. Ser vê esasê min biryar da rêwitî ya kokê xwe xwe bidim destpêkirin. Lê belê ev rêwiti ya min yê bi encamêk ku ez lê di le digerim peş bikevê ev ne diyar bû, lê pewist bu ez li cihekî legerinên xwe bidim detspêkirin. Ev cih ji bi teqez Kurdistan bû, kokê dara jiyana min li ser vê axê bûn ser vê esasê xwe naskirina min ji ancak li vir misoger bû. Kurdistan wek nav her di min de heycanek û kelecanek mezin dida avakirin, ruxmê ku politikayên asimilasyonê li ser min hakimbûn, yekparebûnek bi Kurdistan her hebû.  Ji bo ve yeke inkarkirina nasnamê ya xwe dibe ku peş neketibû, lê kurdistanbûn ki ye, ci û cawa ye min ev nizanibû. Min hewl dida di şaxsê daik û bavê xwe de ev bê cand û bênasmê bûn bi şewazekî dagrim, lê di min de têrbûnek ne dida avakirin. Ser ve esasê min bi hênceta ku ez bicim İstanbulê bixwinim malbata xwe da iknakirin û bi tena serê xwe di şopên legerîna heqiqetê ber bi kokê xwe meşiyam. Bi cuyina İstanbul min recifandinek cidî jiyankir, hin min rastî ya kurdetî nas û fem nekirbû, hevnasî na min bi rastî ya dijminê kurd re bi tirsnakî ce bû. Hovitî û faşiştbûna dewleta tirk lêgerinên min hin kurtir kirin. Cima kîna dewlet û civaka tirk ewqas hemberî gelê kurd heye, di hemû beşên jiyanê tên picuk xistin û heta wek insan nayên ditin, ev rastî  di min de hejandinek jidil da avakirin. Disa zayendperestî ya civakê ya ku li ewrupa ji dihat jiyankirin, bi hemû tazîbuna xwe dida peş. Di şopên legerîna kokê xwe de ez ketim ferqê ku heqiqeta ez lêdigeriyam jîyanek e Azad bu.

Girêdayi zaningehê pişti demek kin ez tevlî calakî ya femînîstan bum, lê ji ber ku min istanbul baş nas nedikir û zimanê tirki ji ne haqim bûm, ez ê bi hevalên xwe ye zaningehê derbasî calakî bu bama. Lê di daqa dawi de wan hatina xwe iptalkirin, ser vê esasê ez bi tena xwe cum. Ji dur ve min komek jin ku di destê wan de alên simbola Jînan hebûn dit, ji bo vê yeke, bê ku ez bipirsim min ew taqipkirin, ji bo ku ez di wê bawerî ye de bum ku ev dicin heman cihî. Pîşti demek meş min ji durve alên zer ditin û li ser wan alan wêne ye xorteki dit. Dema ez nez bûm min ev kes naskir, ev kes Rêbertî bu. Di mala me de heman al hebû. Bî sedhazaran însan kom bubun, ez bawer dikim gori hijmara insan ewqas al hebun, herder kesk, sor û zer bu. Lî vê calakî cara yekem naskirina min ya rêxistine peş dikeve. Heta vê deme min tene nave Serok û gerîlla bihist bu. Lê min nizanî bu ku ev calakî ye bibe noqeteyek giring ya guhertina jiyana min. Girêdayinbuna wî gelê bi Rêberti re çiqas mezine te adeta hizdikir. Ez ji vî dîmenî heyran ma bum û hisiyatek di min hat avkirin ku ev calakî ye bibe gava yekem ya legerina azadî ya min. Bi teqez ez di vê bawerî ye de bum ku ev ne tesadufek bu ev encama lêgera xwebûna min bu. Min di wê calakî de bihist ku xwendekar cend roj şunre ye biçin Amed e. Wisa cuyina min ya kurdistanê misoger bu.

Bi cuyina min ya Amed e naskirina min ya Kadro ce bu, tabi min vê deme nizani bu ku kadro ci û ki ye, min herhalde zani bana ez ewqas rehet û bê hesap nezi wan ne dibum. Lê mixabin rastî ya xwe inkarkirin tiştek wiha ye, ji hemû rastî ya civaka te qut dike û bê lêger dihelê. Ruxmê ku min kadrobûn nizanî bu, cudabûna wan ji ciwanên din pir berbicav bu, taybetmendî ya herî zede bala min kişand gizem bûna wan bu. Min ruxme ku beşa piskolojî xwendi bu, lê tahlilkirina kesayet yan ji piskolojî ya wan ji min re ne mumkun dihat. Disa di kesayetên wan de ahengiyek hebu, sankî pirsgirêka wan ya xwe naskirine nin bu, ji bo ku giştine rastî ya xwe. Min ji bi taybet dixwest fer bibin vê xwebûnê cawa dana afirandin. Ser vê esasê her min dixwest li ortamên wan biminim, tesîra wan li ser min pir zede bu bu, bê ku ez vê ferq bikim. Dî sekna wan hevalan de min heqiqeta xwe di dit, meraqbûn û hizkirina min ji bo wan her diçu zede dibu. Rojek hevalêk covera ciwana da destê min, ji bo kurdi ya min ji pir baş nin bu, min tenê ser nivis xwendin. Gotinek e Serokatî di min de hejandinek dijwar da avakirin ku heta roja iro li ser tekoşîna min bi tesîra ‘ye ku paşeroja xwe nizani bê, roja iro nikarê fem bike û peşeroja xwe ji nikarê rizgar bike’. Ez vê pevajo ye pir li ser wan gotinên Rêbertî fikirim. Min ciqas paşeroja xwe zanîbû, min ciqas roja xwe iro femkiribû, heta peşeroj min ye cawa bibe bi ti awayi zanebûnek di wan milan de nin bu. Ewqas cahilitî, xwe durketin û xwe ne naskirin cawa dibe? Bi sedan pirs di serê min de cun û dihatin, ez hatibum bersivê pirsê xwe bibinim, lê bi sedan pirs li ser zede bubûn, ez ê cawa ji bin derbikevim ev ne diyar bu.

Rêvîti ya min ya Amed e beşek din ya watedar ya jiyana min e. Amed paytexta Kurdistanê û cihê berxwedan û serhildan ê ye. Ser vê esasê Amed di dîroka Kurdan de xwedî rolek watedar û giringe. Ev ji bo min ji derbasdar bu. Hatina min ya Amedê hesrêt û bîrekirine ku min bi salan jiyan dikir bi carêke mijand. Hîsyatek wisa di min de avabu ku, tîştek min bi salan windakiri bu min yekcar dit. Min bi kelecanî femkir ku tîşta ku ez lê digerim li ser vê axê ye. Serok dibejê her çiçek li ser axa xwe şîn û xweşîk dîbe, ser vê esasê wejîna min ji li vir destpê kir. Cawa dibe, ku welatek ewqas xweşik, saf û paqij mabê, sebeba destnîşankirina erdnegarîya Kurdistanê wek cennet bi teqez ji vir te. Piştî hatina me li Amede em evarî derbasî malbatekê bun. Ez cara yekem bê ku ez wî kesi nas nekim cum malbatek ê. Ji min re hinek xerib dihat, lê min ne dixwest ku heval vê ferq bikin, ji bo ku ji bo wan ev tişti pir normal bû. Naskirina min ya daîka kurd ya xwudawend wisa çe bu. Malbata ku em cun tenê zarokek û daikek bun. Daik nezî 40 salî bu, bî dîtina yekem de min di vê daikê de cudabunek dit, ku heta roja iro ez nikarim binim ser ziman. Dî sekn û cavê vê de min jina şerker û tekoşer di dit. Pişti ku me xwarin xwar daik behsa jiyana xwe ji me re kir. Rastî ya Jina kurd ya serhilder min vê de me naskir. Kurê daikê ye herî mezin di salên 90 de tevlî refên gerilla dibê. Pişti salêke agahi ya şehadeta vî hevalî te, tîşta ku ji daik re dimine, gorên wî dema şehid dikeve ne. Disa hevjin û kurê wê ye picuk bi salan di zindanê de ne, ji bo ku xwedi kurdîti ya xwe derketine, ji aliye dijmin ve hatina îşkençe û cezakirin. Ruxmê vê rastî ye daika kurd li ser lingan bu, hata dim dik diskinî. Min heta wê demê bî ti awayi pirsa, peki te ji bo kurditî ya xwe cikir?? Te ci bedel dane?? Ez vê demê ketim ferqa erkê xwe, rastê ez hatîm xwe bibinim, lê di nav wê legerinê de min jina Kurd û rastî ya civaka xwe dit. Min femkir ku edî ez wek berê nikarim bijim. Ez vekirî bejim felsefe ya tirsnokî di min de hatibû avakirin, tişten ku ez nas nekim yan ji xeterî ji elimandinên xwe re re bibinim, min zu dest ne tavejt wan, lê edî ev ne giring, ne ji watedar bu. Ya giring parastina welat û axa xwe ye. Min cara yekem di jiyana xwe de hiz û femkir ku ez bi xwe karim tercîhê jiyana xwe bikim, ev ji bingeha JIYAN û JINA AZAD E.

Solîn Torî

17.04.2021

 

 

 

 

Attachment