Rêber APO
Ji tiştên mezin re aleqa nîşan bidin, çavê we bila li tiştên bilind be. Hûn dikarin bi şerekî mezin bilind bibin û li qatê melekan rûnin. Çavê we bila li gavavêtinê be. Me ji bo rih û fikrê serbixwe derfet dane we. Me we bi serê xwe hiştiye. Vînê bi fikir pêşbixin. Ji vê newestin û li xwediyan negerin. Hin taybetmendiyan ji xwe re bingeh bigirin û di her temenî, di hemû jiyana xwe de bi îrade bin. Zêde giringî dayîna qilafetê jî şaş e. Divê hiş, mêjî, rih û îrade jî hebe.
diya we, bavê we û ji mêrê we zêdetir xizmetê dikim. Eger hûn taybetmendiyên kesayeta têkneçûyî bi dest bixin, dikarin bi vê kesayetê serketinê bi dest bixin.
Sema Yuce çawa xwes bibe hevaleka mezin?
Paşdemayîn dilpakî û marîfet nîne. Ez nexwestina tiştên mezin bê wate dibînim. Ma we qet ji xwe pirs nekir ku bê hûn çi dixwazin? Eger hûn ne xwedî wê hêzê bin ku hûn mafê xwe yê jiyanê bikarbînin, zêde israrkirin ne baş e. Divê xalên bingehîn were çareserkirin. Eger cewher qewîm bê, wê dirûv biserkeve. Eger hûn weke zarokan bên çewisandin, tawanbarê wê ne ez im. Maske ketin, hûn nikarin ji nû ve xwe bispêrin taybetmendiyên xwe yên paşverû. Me ev dermankir, şaneyên we yên paşdemayî bi wê hate şewitandin. Bi îdîa bin. Ev tecrûbe eger bi îdayeke mezin a jiyanê re bibe yek, ev hemû wê ne encam, destpêkek be. Hûn ji nû ve dest bi jiyanê dikin. Eger hûn şûm bibin û fêm nekin, hûnê di bin kulmên jiyanê û şoreşê de bikevin erdê. Di dewsa ku hûn bi kompleks û hêviyên vala bin, bi şensê ku hûn dikarin pêş de gav biavêjin tevbigerin. Di dewsa ku hûn zêde bixwazin, divê hûn ji xwe hîn tiştan biafirînin. Rêbazên xwe yên jiyanê kûr bikin. Ne li ser bingeha girî an lavakirinê, li ser bingeha hilberînê bi dest bixin.
Bi tenêmayîna mezin, bi pratîka mezin kêm dibe. Welat çiqas çol be, hûndirê mirov jî ewqas çol bibe. Hinek rihê xwe perwerde bikin. Xwe bi xwe terbiye bikin. Yên ku xwe pêş nexe, dijminê min e. Ev hesta ku ez li ser keçan ferz dikim xeteke bê hempa ye ne wisa? Her xeta ku ez li ser we ferz dikim girêka kor a civakê ye. Ez tiştê ku destê xwe bidime, bernadim. Hûn bûn keçên weke guran. Ti mêr nikare we bixapîne. Hûn dikarin mêran li ser tiliya xwe bidin leystandin. An jî ji bo ku hûn xwe biparêzin hûn dizanin ku divê mêr çawa rêvebibin. Ez li ber kesên ku gotinên me bi cîh nayenin dikevim. Divê kesek nebe êvîndarê kêmasiyên xwe. Divê herkes aleqayeke mezin nîşanî rastiyan bide. Dema pêwîst bike pêwiste taybetmendiyê xwe tine bike, wateyê bide rastiyan û tevlî bibe.
Yên ku wateya rêxistinbûna jinê nizanibin wê darbeyê bixwin. Divê hûn bizanibin ku ev wazîfeyeke çawa û kesayeteke çawa dixwaze. Ez van hewldanan, danûstandinan bi giştî, ji bo ku ez jinê hinek din bidim karkirin û pêş bixim dikim. Utopya xwe pêş bixin. Îradeya xwe bixin disîplînê. Em mirovan ne ji bo ku werin jibîrkirin û xwe bidin jiyankirin birêxistin dikin. Divê hûn heta dawiyê dilsozê xetê serokatiyê û pêşketina bê sînor bin.
Ji bo şoreşgeriyekê pir alî divê hêza jinê bê bikaranîn. Merêkî ku hûn herî zêde jê hez bikin jî tenê dikarî ji we re bibe mêrekî klasîk. Di dewsa ku mirov ji kesekî re serjiniktiyê bike, hezar caran bimire baştir e. Di vê de qebûlkirina teslîmiyetê heye. Em dikarin bêjin ku ew kes bi vê re her tiştê xwe winda dike. Wer xûya dike ku jin bi serjiniktiyê her tiştê xwe winda kir. Gelekî bextewarim ku ji heft saliya xwe heta heftiyê saliya xwe ez nêzî serjiniktiyê nebûm. Hîn berî deh saliya xwe, hemû liv û tevgera xwe li gorî mêrê xwe eyar dike. Di vê mijarê de pisporiyeke min a gelekî xûrt heye. Heta ku hûn van ji hev dernexin, hûn nikarin fêm bikin ka Serokatî çima bi we re mijûl dibe. Ez bi kedeke mezin, di azadîyê de bi îdîa me. Di vê mijarê de min mesafe wergirtiye. Yê ku pêwendiya wî hebe, bêyî ku bikeve nava bendewariyeke maddî dikare tevlî vê yekê bibe. Eger armancên piçûk hebe ev bi kêrî tiştekî nayê.
Zîlan û Sema hatin ziman lê belê emê zêdetir bi awayekî berbi çav deynin holê. Emê we bikin weke nasnameyên ku we didin jiyandin. Di dewsa ku hûnê xwe radestî şert û mercan bikin, îradeya xwe pêşbixin. Tijî aqil bin û xwe bi rêxistin bikin. Lê belê perwerdeyeke şidiyayî divê. Perwerdeya îrade û hestan. Wezîfeya we ye ku hûn di nav partiyê de gelek mêran bînin rêzê. Ne ji bo ku illim li gorî serjiniktiya hin kesan bin, lê belê ji bo ku hûn li gorî siyaseta netewekî bin, armancên we yên piçûk hatin kuştin. Eger têkîlî li gorî qaîdeyên bingehîn be, hûn dikarin silavê bidin, eger xweşiya we neçe hûnê silava xwe jê qût bikin û ew neçare bibe şoreşger. Ji bo rizgarkirina şoreşekê û neteweyekî emê jinan bikarbînin. Alternatîfa vê yekê, li cîhanê her roj di bin bêhna devê mêrekî de dinale. Lewma beriya ku hûn tiştekî bikin baş bifikirin. Cînsê we hatiye xistin, hatiye firotin, heqaret lê hatiye kirin. Ji bo hilanîna tola vê em we pêşdixin. Ji bo vê yekê jî ez mêr rave dikim. Ji bo armancê hûnê çil salan bi disîplînê bijîn, hûnê nîşan bidin ku hûn kesayetiyeke pîroz in.