Ey Dayîka Mîn Rojhîlata Navîn
Dayika min Rojhilata Navîn
Dayê her kes li ser te şer dike
Tuyî li ber xwe didî da ku evîna te winda nebe
Li te zilm kirin, li te dan
Porê te kaş kirin
Zarokên te kuştin, malên te şewitandin
Û te her li ber xwe da dayika min
Her kes li hember te derket û nirxên te birin
Û zarokên te li te kirin dijmin
Û derdorên te vala kirin
Belê dayika min te her li ber xwe da
Her çiqasî te zilm, zor û zehmetî dît
Lê belê te canê xwe da ji bona
Xweşikbûna welatê xwe û te serî netewand
Dayika min her çeqasî îxanet çêbûbê
Lê belê ew berxwedaniya te bi serket
Û cardin evîna dayika min ya Rojhilata Navîn
Bi ronahiya rojê û keç û xortên xweşik û bedew
Û berxwedaniya mirovatî
Cardin welatê dayika min hatin xemilandin…
Viyan LEZGÎN