Ew Xwediya Seknekî Ya Bêrîtanî Bû

0Shares

Nasnav: Sema Pasur
Nav û Paşnav: Fatma Yavuz
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1979/Amed
Navê Dayikê: Melihe
Navê Bav: Aziz
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 19.6.2010/Amed
Dîrok û Cihê Şehadetê: 8’ê Gulana 2012’an li Bedlîs

Ji Bo Bîranîna Rêhevala Sema Pasur (Fatma Yavuz)

“Hevala Sema di sala 1979’an de li Pasûra girêdayî Amedê tê cîhanê. Ew di nava malbatekî feqîr de mezin dibe. Rêhevala Sema tevgera me ji nêz ve dinase û di vê oxirê de têkoşînekî diyar dide meşandin, hêviyên di dilê xwe de dide mezinkirin, piştî salan dide pêkanîn. Ew sabir ji her tiştî re dide raberkirin, encax dema ku di salên dawî de êrîşên li hemberî nirxên azadiyê pêşdikevin û digihîjin asta herî jor, bi zanistiya divê mirov xwedîlêderbikeve weke mîlîtaneke jin tevger dike û di sala 2010’an de beşdarbûyîna xwe ji nava refên me re dide pêkanîn.

Hevala Sema li Bakurê Kurdistanê beşdar dibe, li Xerzanê dest bi têkoşîna gerîlatî dike, di têkoşîna azadiya jinê de xwe bi awayekî lezgîn di qada pratîkê de dide pêşxistin. Gihabûna di kesayetiya xwe de dide afirandin, bi helwestên wê yên gihayî li hember bûyer û diyardeyan, hezkirina hevalan bi awayekî lezgîn qazanc dike. Rêhevala Sema xwe weke bîrdozî perwerdekirin û pêşxistinê esas digire, dixwaze tevayî rêhevalên li derdora wê jî beşdarî ji wê pêşketinê re bike. Bi seknekî şayanî ji kevneşopiya berxwedêriya Ş. Bêrîtanan re tevlî kerwanê şehîdên azadiyê dibe.”

Hevala Sema qadên ku lêdimîne giraniya wê ji kûr ve hîs dikir û hevalek wê ya têkoşînê li ser wê wiha vedibêje: “Bi taybetî jî ev rewş di xwesertiya jinê de bi awayekî hîn vekerî xwe dida der. Di pêvajoya fêrbûyîna yên nû tevlî dibin de bi awayekî giştî hinek pirsgirêkên ku dijîn hene. Heta mirov van xwesertiyan bide têgihandin hinekî dem dixwaze. Hevala Sema di van mijaran de gihayî bû. Wê dizanî ku divê mirov li gel hevalên xort çawa nêzîk bibe. Divê mirov li gel rêhevalên jin jî çawa xwezayî û rihet be, di ferqa wê de bû jî. Di bingeha pêşketinê de divê parvekirin çawa be ew jî fêmkiribû. Sekne wê mîna sekna yeke bi salan gerîlatî kiri bû. Otorîte û giraniyeke wê di nava hevalan de hebû, ew ji aliyê rêhevalan ve bi baldarî dihat destgirtin. Ew di biryarên xwe de zelal bû. Tişta divê bike bi mutlaqa pêkdianî. Minak wê xwest ez wê fêrî xwendin û nivîsê bikim. Min jî amadekariya ketina ser rê dikir. Ez ê bi qasî mehekê li cihekî bimana, piştre ez ê derbasî cihekî din bûbûma.

Min ji wê re got di nava vê mehê de tişta ji destê min tê ez ê bikim û piştî wê bila hinek hevalên din bidin temamkirin. Qet xwendin û nivîsa wê tine bû. Dixwast xwendin û nivîsa bi Kurmancî be. Ew di nava mehekê de fêr bû. Wê ji vê yekê heyecan û zewq hîs dikir.” Em ê bîranîna wê di têkoşîna xwe de bidin jiyankirin.

Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê

Attachment