
Ew Qirenêk Ji Azadiye Bû
Nasnav: Rojda Erdal
Nav û Paşnav: Yıldız Cumo
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1982/Heleb
Navê Dayikê: Medine
Navê Bav: Halil
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2000/Efrîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Adara 2012’an li Hîzan-Xerzan
Ji bo bîranîna rêhevala Rojda Erdal (Yıldız Cumo)
Dibe ku li cîhanê karê herî zor, dema mirov di nava heman têkoşînê de be, bi heman hîsan, bi heman hestan, zorî û xweşiyan bi hev re parve bike û piştî veqatandike ya mirov êdî hew hev bibîne, vegotina wê yekê pir bi zor e. Mirov nikare gotinan di lênûsê de bi cih bike. Hest jî, dil teng dike. Dema ez pênûsê digirim destê xwe dilê min diguvuşe. Dema bîranînên te li ber çevên min zindî dibin, mirov hîn zêdetir dixwaze bi we re bimîne.
Ez bi hevala Rojda re li dewreya perwerdê bi hev re bûn. Giyan zarokiya wê, pakbûniya wê, sadebûniya wê, jidilbûyîna wê û kenîna wê ya bi taybet masum û şirîn a girêdayî karaktera Kurdan, her tim bala min kişandibû. Ma gelo mirovek evqasî pak û sade dibû? Car caran min ji wê re digot; “Te di kîjan cîhanê de jiyan kiriye, tu di kîjan sedsaliyê de mayî?” Bi rastî jî hevala Rojda wisa bû. Ew ji rûyê qirêj ên pergala kapîtalîzmê pir bandor nebûbû. Wê hîn di temenê xwe yê biçûk de PKK naskiribû û bi felsefeya jiyana Apoyî mezin bûbû. Wê pir ji rêhevalên xwe hez dikir, nedixwest wan biêşîne. Li ser rêhevala Zîlan pir diponijî. Wê her tim digot, ez dixwazim mîna hevala Zîlan çalakiyekê lidarbixînim. Digot, barê vê şoreşê peywira mîlîtanên jin e. Mîna rêhevalên Bêrîtan û Zîlan heta dawiyê bi pêvajoyê ve, bi Rêbertiyê ve û bi gel ve girêdayî bû. Her tim bi xwe re di nava têkoşîneke ya wiha de bû.
Dema rastî bi paşvemayînên xwe ve dihat, digot; “Ger em van taybetmendiyên xwe nikarin bidin derbaskirin, wî demî em di hindurê xwe de îxanetekê jiyan dikin.” Ji ber van sedeman têkoşîna wê ya li hemberî wê, ne têkoşîneke ji rêzê bû. Dema ku mirov xwe ji ariya xwe bide afirandin, ger ev yek rastiya jinê ya hatiye ber bi rexa tinebûne be, helbet wê ev têkoşîn hîn bi zortirîn bibe. Lê dema vê yekê biserbixîne jî, dibe rastiya herî watedar a cîhanê. Vaye hevala Rojda dijwariya rastiya vê yekê bi awayeke herî kûr hîs kiribû. Rêga serkeftinê encax xwe bi afirandinê re dibe.
Ji bona ku hîn zêdetir ji pêvajoyê re bibe bersiv weke jinekê berê xwe da qadên çiyayên Bakurê Kurdistanê, ji bona kîn û hêrsa xwe ya pênc hezar salan vereşîne, wê her tim xwe ferz kir. Dema ku pêşniyara wê hat pejirandin, heçku tevayî cîhan bûbû ya wê. Çawên wê dibiriqîn, li cihê xwe nedisekinî. Ger baskên wê hebûna, dibe ku bifirîbûna. Wê li Eyaleta Xerzanê pratîka xwe ya şer a destpêkê da pêkanîn. Ji ber coşa wê ya mezin û daxwaziya wê pir bi zû adepte dibe û pir bi zû berpirsiyartiyê digire. Dema min agahiya wê cara herî dawiyê girt, gotibû; “Ez xwe aîdî vêderê dibînim. Heçku ez li vir hatime cîhanê û lêmezin bûme, zorî gelek tiştan bi mirovan dide fêrkirin û mirov hîn baştir xwe dinase.” Tiştên jiyan kiribûn, êdî zarokatiya wê gihayîbû. Êdî her tişt ne ji toz pembeyê hatiye avakirin û ji bona mirov siberojan bide afirandin, divê kesayetiyeke mîlîtan a afrankar û giştîbûyînî pêwîst dike, hîs kiribû. Tiştên wê jiyan kiribûn, ew dabû mezinkirin ku çalakiya wê jî her tim dixwest bigihîje mîna rêhevalên Bêrîtan û Zîlan çêbû. Ya ku jiyana wan mezin bibe, wê çalakiya wan jî mezin bibe. Zanyara me ya mezin ji me re wisa dabû fêmkirin ku hevala Rojda jî bi çarde rêhevalên xwe yên jin re heta fîşeke xwe ya dawiyê şer dike. Wan bi vê çalakiya xwe ve gotin; “We bi salan heta niha jin mîna ku we dixwest ji xwe re kirin kole, we mîna amûra sûs û pûs bikaranî. Mîlîtanên jin ên bi ruhê fedayîbûna Apoyî xwe dayîne xemilandin ve, wê vê hestê qet ticaran ji pergalên desthilatdar re nedin tahmkirin” qêrîna azadiyê bilind kirin. Hûn ê teslîmbûyînê ji rûmeta xwe ya jinbûyînê re û ji keçên fedayî yên Apoyî re layîq nebînin. Wê têkoşîna wê li pêşiya me bibe ronahî. Em ê we qet jibîrnekin!
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê