Ji Pirtûka “Ülkemin HaritasıdırYüzümüzün Çizgileri”
Hevoka ‘Şerê Gel ê Şoreşgerî’ rastiyek îfade dikir ku xîtabî ruhê me hemûyan dikir û em ber bi rojên xweş ve ku me xeyal dikirin dibir. Me encex wiha dikarî hebûna xwe biparêzin, azadiya xwe pêk bînin. Ji me re ti hilbijartekên din nehatibû hiştin û dijmin ji zimaneke din fêm nedikir. Lewma bi heyecan, moral, kêfxweşî û rûmetê re me dixwest em tevlî pêvajoyeke wiha ya têkoşînê bibin. Ji ber ku ti rêyeke me ya din nebû.
Gelê me li jêr pencika qirkirinê de bû. Welatê me li jêr dorpêçiyê de bû. Di kolanan de li dayîkên me dixistin û dikişkişandin. Zîndan tejî kiribûn ji rewşenbîr ûzarokên me ku kevir diavêtin. Li ser gelê me qanûnên xweser derdixistin û pêk dianîn. Zimanê me qedexe, ramana me qedexe, zikra me qedexe, ji serî heya lingan em qedexe bûn. Em ji serî heyan nînikan îsyan bûn. Ruxmî bi sedan pêşniyarên çareseriyê, projeyên jiyanê û pêşniyazên sazîbûnên civakî jî, ya ji me re rewa dihate dîtin xwîn û qirkirin, tevkujî û esaret bû.
Lê êdî Kurdîtî keriyê pez nebû. Ti şivanekî nedikarî Wê bajo. Em behsa rastiyeke dîrokî ya ku mîna dînan sewdaserê azadiyê ye dikin. Em behsa destana gel a berxwedanê ya bi hezar salan dikin. Em bênasname bûn, lê bê kesayet, bê vîn û bê îdrak nebûn. Em bê dewlet bûn, lê bê netew, bêdîrok û bê şaristanî nebûn. Em bê yekdest bûn, lê bê civak, bê exlaq û bê polîtîka nebûn.
Her roj li semayên welata me balafirên êrîşê digeriyan û li çiyayên me bombe direşandin. Rêhevalên me qetil dikirin. Li ser gelê me êrîş pêk dinaîn. Li beramberî vê rewşê, em di nav amadekariya çalekiyê de bûn. Di vê navberê de rêhevalên me bi êrîşên balafiran parçe parçe dibûn. Destpêkê li Heftanînê 5 heval, paşê li Cîlo 5 heval, herî dawî jî li Xakûrkê 11 heval şehîd bûn. Ev bûyer hemû li ber çavên cîhanê diqewime, lê em behsa serdemekê dikin ku heqîqet û edaleta xwe wenda kiriye û xwedayên wê sexte ne. Lewma em bi azweriyê li her tişta derbarê heqîqetê digerin. Ji ber vê sedemê ye ku zarokên lêgervan ên di rêya heqîqetê de ne, esaretê heq nakin. Ji ber vê sedemê ye Rêberê ku di kulma xwe de azadiyê pêşkêş dike, esaretê heq nake. Lê mixabin esaret giranbûyî dewam dikir. Ji milîtanên ku evîndarên jiyanê ne, her cure mirin rewa dihate dîtin. Hereketa Şoreşgerî ya gel di vê wateyê de nepejirandina mirin û esareta ku li ser me dihate ferzkirin bû. Hertişt bi eşkeretî li pêşberî me bû û lewma zêde ji gotinê re cih û pêdivî nemabû. Yên dixwazin wehşeta li Kurdistanê pêk tê bibînin, bila serê xwe bi tenê carekê bilind bikin û li Çelê binêrin, ev bes e.
Çelê wek maketeke piçûk a Kurdistanê ye. 7 hezar Kurdên ku bi 20 hezar leşkeran re bi mecbûrî dijîn… Her roj bi dengê tirsenok ên top, tank û guleyan zarok dirazên û ji xewê şiyar dibin. Herkesê/a ji jiyanê hez dike her kêlî li wir vediciniqe, dilerize. Çelê kela tirsê ye. Çelê zûrîna (ulumak) tirsa dijmin e.
Rêhevalê Brûsk digot “Li wir mêzîne heval (Çelê), hejmareke pir zêde leşker li wir hene. Mirov ku ji vir temaşe dike an dibe tirsenok, an jî şerkirinê wek mijara rûmetê bidest digre û dibe leheng. Heval, Çelê eynik e…” birastî jî, di wê eynikê de herkesê/î dikarî rûyê xwe yê rast, rûyê welatê xwe û dijminê xwe bibîne. Kesek ji vê nereviya. Di destên hemû çalekvanan de heman eynik hebû. Nêzîk 400 heval ji bo heman çalekiyê tevlî harekatê bibûn. Heta yek kêliya vala ya kesekê/î nedibû. Bi şev di nav tarîtiyê de disefilîn (süzülmek), bi roj jî nîqaş û civîn dihate meşandin. Fermandara me ya rûken Rêhevala Rûken digot “Heval, divê em bersiva vê keda xwe bistînin. Lewma divê em ji xetayeke herî piçûk jî birevin.” Dema me amadekariyên çalekiyê dimeşand, dijmin jî qet nedisekinî. Operasyonên piçûk û mezin pêşdixist, pozîsyona xwe diguhert. Bi dehan milîtanên wêrek ku dikarîn dijmin felç bikin, li benda wê kêliyê bûn û ji bo ku tevlî bibin her kes di nav pêşbirkê de bû. Berfirehiya çalekiyê bibû çavkaniya coşa her kesekî/ê. Dê di çalekiyê de çekên giran (fuze, doçqe, qatuşa, hewan, çekên Zagros-1 û Zagros-2) bihata bikaranîn.
Erazî bi awayê ku Çelê dorpêçbike hatibû girtin. Dagirker bêxeber bû ku ketiye çemberê. Di nav hedefên me de tugay, asayîş, qereqol, bînayên polîs û bi dehan girên sabît hebû. Çelekî dê di 18’ê Cotmehê, saet 12:55’an destpêbikira û her kesê bi yekcar lêbixista. Çavên her kesê ewçend dibiriqîn ku, çavên hemû hevalan dişibîn hevdu. Herkesê/î ruhê xwe li heman lehiya şadiyê herikandibû. Gotina “Şer beriya şer tê qezenckirin” bibû rastî. Bi hev re xwîdan rijandin, bi hev re meşiyan û ji keşfê hatin çûn cebilxaneyê, ji cebilxaneyê hatin çûn avê, ji avê hatin çûn erzaq, ji erzaqê hatin çûn çêkirina çemberê. Her carê ji çiyayên ku serê wan digihîşt erşê hilkişiyan. Rê derbas kirin, li bin baranê terûşil bûn. Guh nedan lingên xwe yên ku xwîn li ser kom bibû. Xwe bi kedê distiran û birastî jî li gor rêgeza “Hezkirin ked divê” xweşik dibûn. Ji ber eniya heman armancê maç dikirin. Hertişt bi qasî ku bi gotinê nayê ravekirin dijwar bû. Tiştên ji hev re bibêjin, tiştên ji dijmin re jî bibêjinpeyv û gotin derbas dikir. Lewma qet pêdivî bi axafinê nebû. Hemûyan tenê yek tişt dizanîn û dixwestin; ÇALEKÎ.
Bi dehan însanên xweşik dema bixwazin û bizanin, ma çi heye ku nikaribin bikin? Di şahiya me de hevala Nazlican bi rûgeşî li me dimêzand û bi dengê flûta xwe, em mest dikirin. Şehîd Rustem wêneya welatê me xêz dikir û nexşe nîşanî me dikir wiha jî dîrok ber bi îro ve vediguhest. Şehîd Elîşêr rûmeta şoreşgerbûnê dixist bîra me. Şehîd Newal bi roniya di çavên xwe de li rêya me hêvî û ronahî direşand. Şehîd Kurtuluş di sîmayên me de rûkeniya serketineke bêdeng bû. Şehîd Çîçek qêrînek bû ku li zinaran lîlan vedida û di xêva me de tolhildan kom dibû.
Ku hemû hazirtî bidawî bû, heyecan, kêfxweşî, hêvî û baweriya me di bedenên cuda de, lê werdiguherî yek ruhê. Fermandarên me yên bi xwe bawer rêheval Brûsk û Rûken bawerî bi hevalan re jî parve dikirin û cihbicihiya hevalan xwendin. Êdî her ku saet nêz dibû wateya di çavên her hevalekê de diguherî. Her kesê/ê hev şiyar dikir û şîret diha hev. Gotinên “Heval li xwe muqate bibe, mêzîne saxlem vegere, qet birîndar nebe, li hev dîqet bikin, soz bide tu yê vegerî!” dengvedida. Ev gotin di xwezayê de parçe dibû û dibû zereyên hestan. Rêhevalên fermandar hewl didan ku cebilxane, çek û bêtêla her hevalekê kontrol bikin, tiştên kêm temam bikin. Bi caran pêdiviyên hevalan dipirsîn. Bi hemû hevalan re bi caran wêne girtin û dixwestin van kêliyan nemir û mayînde bikin. Rêwiyên heman rêyê, xwe ewçend sivik hîs dikirin ku, ji gihîştina armancê re remeqek mabû.
Rêhevalê Çekdar ku hemû îfadeyên zarokîniyê di rûyê wî de mabû, dîsa kameraya xwe hembêz kiribû û li pey bû ku wan kêliyan nemir bike. Rêhevalê Brûsk bi wî dengê xwe yê sergevez (vakur) û bibiryar hişyariyên dawî dikir, şîret dida hevalan. Bi awirên ku qet nedixwest veqete li rûyê şervanên xwe dinihêrî. Bi heman zerdexendeya jixwe bawer…
Li Çelê ku digotin yek kes jî nikare têkevê, 20 şervan ber bi wê ve ketin rê. Ji bin siya bi hezar paswanan xirikîn û derbas bûn. Siya dijmin mezin dihate dîtin, lê ne ya esil bû. Jixwe esila siyan jî tine ye. Tirsê pasewan piçûk kiribûn. Her ku şervanên azadiyê dadiketin çiya jî bilind dibû.
Girên dijmin ketibûn, çember bi erdê re bibûn yek. Agir bi qereqolan ketibû. Dijmin şoke bibû, wer dizanî ku dorpêç bûye xwe li sîperan veşartibû. Tê zanîn ku gerîla bi şêwazê ‘lêxe, bireve’ çalekî dike. Lê vê carê wiha nebû. Baskên êrîşê vekişîn qadên xwe, lê grûbên parastinê heya roja din nîvro hedef li jêr êrîşan de girtin. Erebeyên dihatin mudaxeleyê jî di xefikê de dihatin teqandin. Bi balafirşikên li kobra û helîkopterandihate xistin. Kobra ku di nav dûkelê de mabû, bê ku li pişt xwe bizivire reviya, leşkerên ku daxistin jî tine bû. Li kêleka vê di sêgoşeya Tiyarê, di rêya di navbera Tiyarê û Şantiyê de peyderpey teqîn rû didan û dafik diteqiyan. Dewleta Tirkiyê encex roja din karî bûyerên qewimîbûn, îdrak bike. Di radyoyê de feryat û fîxan dikirin. Serokê artêşê Necdet Ozelê kîmyewî bi bazdan hatibû Çelê. Encamên harekatê hêdî hêdî zelal dibû, ji ber ku grûb gihîştibûn kordîneyên xwe. Di encama van çalekiyan de 24 çek, bêtêl û alavên leşkerî ketibûn dest. Bi dehan alavên leşkerî jî ji ber ku hevalan nedikarîn rakin, hatibûn îmhe kirin. Artêşê hejmara kuştiyên xwe bi qasî çekên ku hatibûn bidestxistin ango 24 heb dan, lê belê di rastî de pir zêde bû. Hejmara kuştiyan herî kêm 100 leşker bû. Bi dehan leşker jî dinalîn û birîndar bûn. Gêrîla dîsa gihîştibûn çiyayên xwe, hêlîna xwe. Li jêr êrîşên kobra, obus, tank û hewanan, cebilxaneyên xwe tejî dikirin. Kêfxweşiya wan, ji ber rêhevalên xwe yên ku di vê çalekiyê de ji dest dabûn nîvco mabû. Wan bi çalekiyên xwe dîrok nivîsîbûn, lê belê li gor serkeftina xwe kêfxweş nebûn, wek ku dizanîbûn dê çi biqewime. Çavên wan di rê de mabû, bi her cure bendewariyê dihatin ceribandin. Di vê navberê de di derbarê çalekiyê de agahiyên nû jî dihatin. Di êrîşa girê Bîlîcanê de 4 rêheval, di dema paşvekişînê jî 2 heval şehîd bibûn. Di tevahiya çalekiyê de 7 leheng canê xwe dabûn.
Rêhevalê Serdar û Rûhat bi caran bi hev re çûbûn çalekiyan, bi hev re birîndar bibûn, bi hev re çekên dijmin kom kiribûn û tine kiribûn û careke din bi hev re bûn. Bi hev re şehîd bûn. Di guhên rêhevalan de wek bilûrekê dengê Serdarê dengbêj dinaliya.Û Zinar şervanê bêdeng ku dilê Wî warê nepeniyan bû. Gêrîlayê herî xweşik ê cîhanê. Însanê ku bi gotin û çalekiya xwe sade bû.
Li gor berfirehî û asta çalekiyê ku were mêzandin, pir xwezayî bû ku hin pirsgirêk û girnazî (pürüz) derkevin. Lê belê ji ber herkesê/î ji hêla xwe ve lêhûrbûn dikir, pir pirsgirêkekî astengkar derneket. Me asteke wiha ya serketinê hêvî dikir û dixwest, lê belê me zêde texmîn nedikir encameke evqas mezin derkeve. Kesek amade nebû ku naveke din li ser navê şehîdan zêde bibe. Diviya sî nekeve ser çalekiyan. Heke berdêleke wiha were xwestin jî her heval hazir bû ku bi dewsa rêhevalên xwe şehîd bibe. Ji ber di kêliyên wiha de şehadeta hevalekê/î dibe mirina mirov. Rêhevalên ku di vê çalekiyê de şehîd bibûn, me ew bi xurûr û serbilindî pêşwazî kirin, ji ber ku di çarçoveya çalekiyê de bûn. Li rûbirûyê me 7 rêheval hebûn ku bi armanc û baweriya xwe xweşik bibûn.
Em bi rûyeke sipî û serfirazî ji pêşbaziyeke dîrokî derketin. Têkoşîn dewam dikir. Daxwaziya me ya azadiya bi navê hemû mirovahiyê, di çalekiya me de bibû cisîm…
Li benda hevalan bûn. 36 heval ji bo derbasbûna hemû grûbên êrîşê di pozîsyona parastinê de mabûn. Dijmin pêşwazî kiribûn û bersiv dabûn. Niha jî hewce dikir paşvegerin.
Heval li benda vegera wan bûn. Li benda hembêzkirina wan. Li benda pîrozkirina serketinê. Meger, naveke din ê jiyanê bendewarî ye. Meger carna sebirkirin dixapîne. Nehatin…
36 rêheval di wê şevê di heman rê de, li beramberî girên ku dijmin girtibû bi awayeke ji bo deşîfrasyonê eşkere, gûrb bi gûrb bi mesafeyên kin hatibûn û li cihekê ku wer dizanîn ji kontrola dijmin derketine, kom bibûn. Dijmin ku ew xet ji bejahî û hewayî ve xistibû jêr kontrola xwe, li dola teng a Pîrê li benda wexta wê bû ku emelên xwe yên hovane pêk bîne. Qetlîameke hovane ku bi tevahî li dijî rêgezên mirovahiyê ye û bi tevahî pîvanên şer binpê dike pêk anî. Hemû namerdiya xwe nîşan da û kîmyasal bikar anî. Ev tabloya ku li rûyê Pîrê hate xîzkirin, îmajeke ku ticar ji xêva mirovahiyê dernakeve. Şervanên azadiyê dê wan bedenên şewitî û rûyên xwînî ticar jibîr nekin.
Ti kes nîne ku bûyerên li wir bi hemû aliyên wê ve ji me re vebêje. Wan, çîroka xwe bi xwe re birin. Ji şopa ku paşmayiya wan bû, ne ku yek çîrok bi dehan çîrok vedijiya. Hin hevalên ku ji cihê bûyerê saetekê zêdetir dûr ketibûn, çanteyên xwe li wir hiştibûn, paşvegeriyabûn û xwe avêtibûn cihê ku agirê balafirê jê dibariya. Pir heval bi saxî xilas bibûn, cihê bûyerê bernedabûn, li dijî panzêr û kobrayên ku roja din saet 10’an hatibûn şerkiribûn. Kovanên vala yên ji wan mabûn, dewsa xwînê û pîmên bombê yên teqiyayî vê nîşan dide. Li wir berxwedaneke destanwarî hatibû pêşkêşkirin.
Pir rêhevalên ku şehîd bûn hîna nebibûn 20 salî jî. Kin jiyan, lê belê pir tişt li jiyanê barkirin. Zêdehiya wan nû bûn, lê li dijî hovîtiya kevn şer kirin. Hîna destên wan hûrik bû, lê dilên wan mezin.
Belê em di cendereya serdemekê ku ji evîn hatiye îzolekirin dijîn. Ji ber vê sedemê jî hemû tewan pir xoyrat in. Tevahiya deng di xewna korekê, di qêrîna lalekê de lîlan vedida. Pîrê te çima nebihîst? Çima tu qîr û hewar nakî? Ma tu dibêjî 36 dilopên ku ji çavên te barîn pevgihan (vuslat) şil nekirin? Bizanibe Pîrê, ji wê demê pêve hemû cudahiyên me, hemû bêrîkirin û xeyalên me şil in. Pîrê deryayek ji xwîna gilêbûyî (pıhtı).
Di paşvekişîna çalekiya Herekata Şoreşgerî ya Şehîd Çîçek, di 21’ê Cotmeha sala 2011’an 36 milîtanên xweşik li geliyê Tiyarê şehîd bûn. Kîjan dil dikare navê wan li pey hev rêz bike? Hukmê kaxez û qelemê çiye? Ma dikare ji tofana di hundirê me de îfadeyek were dîtin?
Şert e ku ji bûyerên bi vî awayî bêsiûd ezmûn were girtin û pênaseyek rast li wan rêhevalên xweşik were kirin. Ku were pirsîn qehreman kê/kî ye, divê ew werin bîra me. Ji ber pênaseya qehreman li van çiyayan hertim eynî ye. Leheng ew kes e ku êşên gelê xwe hîs dike û ji bo ku wan êşan biqulipîne ser kêfxweşiyan, hazire ku canê xwe feda bike. Wan dizanîn ku biherikin ku derê. Wan ji bo kokên ku ber bi zuhabûnê ve diçûn av kêşan. Ew li derguşa mirovahiya kevn mezin bûn û di civakîbûna PKK’ê de hatin meyandin.
Belê, ew wek takekesên sadiq ên çîroka vê jiyanê, çarenûsa ku li ser wan ferz dikirin nepejirandin. Bi bihayê canê wan jî bibe, ji bo strana jiyanê bûne awaz. Li eniya netewa xwe ew deqa reş bi nênîkên xwe renîn û bi dewsê jî îşareta serketinê neqişandin. Ji bo ku mirovahî bikene, dilê wan bi xwînê giriya.
Medya DOZ