Nasnav: Aysel Dijwar
Nav û Paşnav: Aysel Bartu
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1988/Wan
Navê Dayikê: Kıymet
Navê Bav: Yusuf
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2003/Wan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 15’ê Sibata 2012’an Besta
Di rastiya welatek dîlgirtî de jiyankirin zehmet e. Wê demê du rê derdikevin pêşberî mirov. An wê mirov di nav wê jiyanê de bibe dîlê dijminê xwe, an jî wê li hemberî tunebûna ku ew ferz dike serî hilde û bibe tekoşerê hebûna gelê xwe. Gelek qehremanên welatê me yên bedew û bi qasî bedewiyên xwe jî xwedî êşên mezin in, rêka xwe ya bûyîna tekoşer û şoreşgerê şerê hebûna xwe hilbijartin. Yek ji wan jî qehremanên welatê bedew jî Rêheval Aysel e.
Rêheval Aysel weke gelek zarokên Kurd ew jî perwerdeya ji aliye pergala dagirker ve tê dayîn napejirîne. Ji ber ku perwerde ne bi zimanê dayîkê ye. Lewra dev ji dibistanê berdide. Lê bi folklora Kurdî re xerîk dibe. bala wê li ser têkoşîna PKK’ê jî heye. Dibe gerîlayeke azadiya welatê xwe.
Hevala Aysel bi kûrahîyeke mezin bi bîrdozîya Rêbertî ve girêdayî ye. Mîna xudawendan bi xemla çîyayên Zagrosêre dibe yek. Gelek çiyayên Kurdistanê yên asê gerîlatiyê dike, herî dawiyê li Bestayê dimîne û lê kar dike. Rêxistinbûyîna hevala Aysel, bi taybetî nûnertiya xeta azadiya jinê dikir û ev yek jî di her qada jiyanê de dida pêkanîn. Kesayeteke rûbiken, xweşik û dilnizm bû. Dengeke wê yê pir xweş hebû ku bi stranên xwe ji rêhevalên xwe re dibû çavkaniya moralê.
Di vê rêya şerê hebûnê de mirov ji her tiştî re amade ye. Bi qasî jiyanek bi wate, ji şahadetê re jî amade ye. Ji xwe kî nizane ku di oxira hebûn, azadiya gelê xwe û azadiya welatê xwe de şerkirin û gihiştina şahadetê bêmiriniya herî bi wate ye? Kî an jî kê dikare bêje ku şehîd dimirin? Ew nemirên azadiyê ne…
15 Sibata 2012’an de li qada Besta’yê dijmin bi hêzeke mezin êriş dike. Hevala Aysel di nav berfeke dijwar de 2 rojan li ber xwe dide. Îradeyek ji polayê pêre hebu. Bi vê bîr û bawerîyê heta fîşeka xweya dawîyê şer dike û digihêje şehadetê. Bîranîna wê dibe rastiya serkeftina têkoşîna azadîyê. Ewê her tim bibin ronahiya rêya me…