Nasnav: Sîdar Sîpan
Nav û Paşnav: Amîra Muhammed
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1982/Rojava-Derîk
Navê Dayikê: Hamide
Navê Bav: Muhammed
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 1998/Rojava-Derîk
Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’ê Tebaxa 2012’an li Şemzînan
Ji Bo Bîranîna Rêhevala Sîdar Sîpan (Amira Muhammed);
Vegotina van parazvanên azadiyê yên li pey çirûskên agirê azadiyê baz didin, wana nivîsîn, vegotina wan û zahmetiya wan a di nava peyvan de dayîna bi cihkirinê dide îfadekirin. Ji ber ku nivîsîna wan û şîrovekirina wan di hîskirina wan de derbas dibe û ti kes bi qasî Rêbertiyê wana hîsnekiriye. Ji ber ku Rêbertiyê ew bêtirs, bê hesab, bi heskirin û baweriyek bêhempa wana daye nivîsandin, vegotin û herdaîm xwedî lê derketiye. Rêbertî ti demî şert ü mercan re girêneda, ti astengî nasnekir, bi taybet di vê mijarê de tawîz nedaye û wateya kişandina sanciyên azadiyê ji mere vekiriye, ji mere behsa rêwiyên vê rêyê kiriye û nivîsandiye.
Ji wan yek rêwiyan jî rêhevala Sîdar bixwe bû. Dema ew hîn biçûk bû çavên wê her tim li derdorê xwe li tiştekê digeriya. Lê belê li çi digeriya pir piştre ferq dike. Her gava ku diavêt, dema bihuştbûyîna xakê didît, girêdayîna wê ya ji jinê re jî hîn kûrtir dibû. Bi her sûlava didît re çavên wê diberiqîn û li ser xwe ve diçû, jê mest dibû. Mînak ku bibêje ez dixwazim weke te bibim, bê ku ti astengiyekê nas bike, di xwezayîbûna xwe de û di zelalbûyîna xwe de bi xakê re dibû yek, ji her alî ve bereketbûyîna wê dida nîşandin. Ji ber ku ew cihê lêbiherike, cihe ku here dizanî. Ew bi jinên bedenên xwe didan ber agir ve mezin bûbû. Ew agir û îsyan bixwe bû. Wê jinek çawa bedena xwe di nava pêtên agir de dihêle bi çavên xwe dîtibû. Êdî dema bêgotin bes e hatibû. Ya qalibên dijmin dayîne komkirin tu yê lêbijî, yan jî tu yê bibêjî; “ez agir im, kesên destê xwe li min bidin, ez ê wan bişewitîn” ew bi vî awayî bi du xwîşkên xwe re, bi hevre xwe rêxistin dike û tê tevlî dibin. Dest bi rêwîtiya azadiyê dikin. Lê belê îsyana wê ji bo tevayî jina ne. Wê kesên ku bedena xwe dabûn ber agir qet jibîrnekiri bû.
Hevala Sîdar cihê ku roj lêxwedê dide, zayîbû û ketibû li pey heqîqetê, mîna ku her roj xwedê dida. Wê di her gavê de bêhna azadiyê digirt û bi rengê wê vedibû. Mîna ku bibêje, “her dema ku ez vê mijarê digrim, ez ferq dikim ku bi aram û dilnizm im” bi qasî vê yekê ew pak û hişyar bû. Wê kesên di vê rêgê de şaş dihizirin nedipejirand û asî bû. Êdî xeyalên wê, divê hemû jin bi awayeke asê xwe bi çiyayan ve bidin girêdan bû. Ji ber ku wê xwe bi çiyayan ve dabû girêdan, ev cara yekê bû ku tişta pêve hatibû girêdan xeterî nedida kesayetiya wê. Mîna bibêje, di rahma dayikê de, mîna emaneta ji zanyara xwedawendê ve mayî be. Ji ber ku zelalî, paqî û xweşikbûyîna ji wê mayî di çiyayan de dîtibû. Ew zelal bû û wê digot, divê ez kesayetiya xwe bînim asta ku Rêbertî bikaribe ji min hez bike. Û rûyê xwe da zivirandin. Êdî ew hêviyek bû, hêviya pêşerojê. Ew miriya zimanê dayikê bû, wê ji bo zimanê dayikê digot ev parçeyekî azadiyê bixwe ye û dema ku bi zimanê dayikê nedihat axaftin, wê her tim hêrsekî mezin dida raberkirin. Wê jî mîna gelek rêhevalan nexwendibû. Wê her roja xwe mîna dibistanê digirt dest û wisa pêve dihat girêdan. Dema wê kar dikir, jinên kedkar ên Rojhilata Navîn dianî bîra mirov. Wê ji stranan hez dikir û jidil pêve girêdayîbû. Vaye wiha dibe ji hezkirina jiyanê, tu bombayê himêz bikî herî li ser mirinê…
Hûn hêviya pêşerojê ne, emê bibin şopdarên we, ez soza vê yekê didim. Êdî kêlî; kêliya hevdîtinê bixwe ye.
Hevreyên Wê Yên Têkoşînê