Nasnav: Şerda Gever
Nav û Paşnav: Ferdane Kına
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1990/Colemêrg
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 21’ê Îlona 2010’an Colemêrg
Dîrok û Cihê Şehadetê:15’ê Sibata 2012’an li Besta
Lehengtî, fedakarî… Her pêyvek di kesayetiya wan de wateyekê nû dibîne. Gelo ew ji destpêka rêwitiya xwe ve, ji bo bibin “leheng” gav avêtin wan patîkayên dirêj? Wan di nava qirecira bajaran ên dengên mirovan de, li dengên xwe digeriyan? Ma gelo ji bo wan, wateya rastiya jiyanê çi bû? Wan li rastiya wateyê digeriyan û ji bo vê yekê ewqasî mezin jiyan kirin. Ew di dilê mirovên hev nabînin, hev nabihîsin û hev hîs nakin de; hezkirin û wate jî nedidîtin. Ew di her kêliya jiyanê de bîranînek li ser kaniya bîranînên xwe zêde dikirin û dijiyan. Ew di mekanekî bê ser û ber ên çiyayan de ketin pêy jiyanekî nû.
Hevala Şerda mîna pora xwe ya dirêj kete nava rêvîtîyeke dur û dirêj ya heqîqetê. Lêgerîna heqîqetê û di oxira vê yekê de tekoşîndayîn weke felsefeya jîyana xwe hildibijêre. Mîna Edûla por dirêj û ya evîndara xaka xwe, ew jî xemla xwe bi çiyayên welatê xwe yên bi heybet ve girêdabû. Di çavên xwe yên xweşik û dibiriqîn de eşqa azadîyê vedigot.
Erê, yên şer dikirin xweşik dibûn û dihatin heskirin. Di her henesa xwe ya jîyanê de bi sekneke militan, bi zanebûna kesayeta jina azad tevlîbûna xwe dida çêkirin. Di temenek ciwan de pêşengtî ji gerîllatiyeke bi heybet re kiribû. Hevala Şerda wateya jîyanekê herî xweşik heta dawiyê di sekna xwe, rûkenîya xwe û di çavên xwe de vedigot. Mil bi mil bi tekoşînekê pir bi heybet bi hevalên xwe re li hember neyarên gelê Kurd şer dikin û tevlî karwanên nemiran dibin. Li ser milê bi milyonan welatperweran hat oxirkirin.
Rêhevala Wê Ya Têkoşînê