Ew Gula Botanê Bû
Nasnav: Axîn Hebûn
Nav û Paşnav: Gulperî Bîlen
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1985/Wan
Navê Dayikê: Halime
Navê Bav: Zübeyit
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 19.4.2003/Wan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 3’ê Tebaxa 2012’an li Gabar
Ji Bo Bîranîna Rêhevala Axîn Hebûn (Gulperî Bîlen)
Ez piranî li çiyayên Botan’ê geriyam; Çiyayê Cûdî, Gabar, Herekol, Kato û li gelek çiyanên din. Min di xwezaya Botanê de gelek çiyayên azad, xweşik û binirx dîtin. Her tiştên ku li van çiyayan de heyî, di xwezaya xwe de jiyanekî ya azad û biesil lêhene. Di latên xwe yên pir bilind de gelek gulên bi rengên xwe yên xweşik ve rayên xwe berdayîne, di nava wê jiyanê de balê dikişinin ser xweşikbûyîna xwe. Belê, tişta herî zêdetir balê dikişine serxwe, gulên bi awayekî azad di himêza çiyayan de terhbûyîne ku destê ti kesan lêneketî bixwe ne. Dema ku dixwazin bejin û bala xwe dihejînin, dema ku dixwazin bi awayekî xweşik li derdorê bêhn didin belavkirin, dema ku dixwazin jî bi rengên xwe yên xweşik ve cîhanê dixemilînin. Ji ber ku ew azad in.
Ew gul û kulîlk qet ticaran destûr nadin ku destên mirovan dirêjî wan bibin. Di pîvana azadiya wan de qet ticaran cih ji sistbûn û lewaziya wan re tine ye. Ji ber ku ew, gul û kulîlkên azad ên welatê xwe bi xwe ne. Têgîn û hizrên wan li ser azadî û serxwebûyîna wan hatine damezrandin. Ew, ji bo paqijî û xweşikbûyînên xwe ve hêviya azadî û serxwebûyîna welatê xwe bi xwe ne. Bi bêhn û bi rengên xwe yên xweşik ve dibin çavkaniya coşa welatê xwe bi xwe. Ew bi sekin û rengên xwe ve dibin hêza şoreşa Kurdistanê.
Heval Axîn jî ji yek wan rûbiken, gul û kulîlkên azad bixwe bû. Ew, keçeke ya Botî bû û di nava têkoşîna şoreşa welatê xwe de bi evînî cihê xwe digirt. Bi sekin xwe ya azad û îsyankar ve ew ji eşîreta Goyî ya ku di dilê Botanê de cihekî xwe ya pir bi kûr û bi watedar girtî bû. Wê rêya Rêber Apo û PKK’ê ji xwe re esas girtibû û dibe gerîlayeke azad a Kurdistanê. Ji bo ku mirov asta hêviya azadî û serxwebûna wê fêm bike, tenê wêneyên li çiyayên Kurdistanê dayîne girtin û li rûyê wê yê bikenîn bimeyzîne bes e. Jixwe ew di vê jiyanê de, her tim hebûna xwe mîna kulîlkeke xweşik dabû diyarkirin.
Min cara destpêkê rêhevala Axîn di sala 2007’an de li qada Xinêrê ya girêdayî herêma Başûr di Ocaxa PKK’ê de dîtibû. Ew di dewreya zivistanê de bû. Ez di meha gulanê de çûm gel wan û bi qasî mehekî li gel wan mam. Bihar hatibû. Her alî hêşîn bûbû, gul û kulîlkên rengarenk li çiyayan vebûbûn. Di bingeha parazmanyên Rêbertiyê de û li ser peywirên pêvajoyê nîqaş dihatin meşandin. Di Dibistana Ocaxa PKK’ê de ya/ê herî zindî û çalak rêhevala axîn bû. Ez dikarim bibêjim ku bi qasî ku ez li wir mam, min gelek hêz ji hevala Axîn girt. Rêhevaltiya wê hêz dida û hêviyên azadiyê bilindtirîn dikir.
Hevala Axîn piştî perwerdeyê çû Hêzên Taybet. Rêhevalên ku di vê saziyê de cih digirin fedayîne û her tim ji bo çalakiyên fedayî amade disekinin. Tevayî jiyana hevala Axîn jî di tarza fedayî de bû. Heval Axîn di sala 2009’an de derbasî qada Botanê bû û derbasî qada Gabarê dibe. Ew bi wê temena xwe ya ciwan ve tam jî di nava şerê germ de bû û dixwast rista xwe bilîze.
Dema ku ez di payîza sala 2010’an de ji Amedê vegeriyam, min ew li Gabarê dît. Eynî mîna rojên berê destpêkê rûyê wê yê bikenîn û diranên wê yên mîna berfê ketibû li ber çavên min. Di rêveberiya yekîneyekî de cih digirt û peywira xwe bi şayanî bi cih pêkdianî. Di coşa wê de qet ti tiştek kêm nebûbû. Hatina wê ya li Garê li wê hatibû û coşa wê dubere û sêbare kiribû. Niha bi awayekî din dikeniya…
Rêhevala Axîn dewleta Tirk di encama êrîşa hewayî ya di 3’ê Tebaxa sala 2012’an de li ser qada Çiravê dayî kirin de şehîd dikeve. Bi tonan bomba li ser van şervanên ciwan ên azadiyê dan barandin, hovîtiya dewlata Tirk û nasîbê xwe ji mirovahiyê negirtî dida diyarkirin. Belê, ev keça ciwan bi qasî kulîlkeke xweşik, bi tonan bombayan ve dan qetilkirin. Lê bila tevayî dost û dijmin bizanibin ku, wê ev hovîtî bi wan re nemîne! Wê tola wan bê rakirin, armancên wan rastîn bibe. Ev yek, dibe soz û biryara rêhevalên wê bixwe.
Wê rêhevala Axîn bibe tîrêja rêya min ronahî dike û bibe stêrka dilê min a herî diçirisîne. Ez ê bibim layiqî vê rêhevala xweşik a pak û rasterast rêhevaltiyê esas digire. Ew kulîlka xweşik wê di dilê me de û di mejiyê me de bi rewşa xwe ya herî xweşik ve heta hetayî bijî…
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê