Rêber APO
Em ji ku derê dinêrin bila binêrin, em ji ku derê dinirxînin bila binirxînin, bi gelemperî di şexsê hemû rastiya şehîdên me de, bi taybetî jî ew rastiya şehadeta Zîlan mutlaka divê em bigihîjinê, di şexsiyeta xwe de neqş bikin û bi taybetî jî girêdayîbûna wê a berpirsiyariya rêxistinî bidin jiyankirin. Ev terzê girêdayîbûnê a heta dawî berpirsiyar, şexsiyeta rêxistinî, li ser berpirsiyariya xwe bi serkeftinî meşandin û di vê de jî beyî ku xwe bisipêre bahane û zoriyekî, bi duristî û ya di dest de bi awayeke herî baş nirxandin, hewldayîna meşê, hewldayîna şerkirinê, ji serkeftinê re xebat kirin divêtiya girêdayîbûna bingeha herî esasî ye.
Em di rojên wisa de nikarin weke din tevbigerin.
Ew tenê bûn, pir di rewşên zehmet de bûn, bi zehmetiyên pir giran re rû bi rû bûn lê bi biryar bûn, ji dil bûn, li hemberî berpirsiyarê bi xwînsar û heta dawî dizanîbûn bimeşin jî. Mezinbûniya wan bi layiqî mezinê hatinê ve tê pêkanîn. Yên ku bi nirxên wan yê mezin dilîzin, yên ku nikarin wan bidin jiyankirin, yên ku di rêya wan ku pir vekirî dane nîşandan de divêtiyan nikarin bînin cih, nikarin ji rêhevaltiyên durûtî, sexte xelas bibin. Ev xeterî heye. Lê belê pîşkara(obeya) herî mezin weke rêhevalên rast ya van şehîdan hêza meşê nîşandan e. Dema em pir hêz digerin, wê hêzê di kesayeta wan ya pir alî de dibînin. Yanî di PKK’ê de şehîd yeksane herî çavkaniya hêz yanî cesaret û fedakarî, fedakariyeke bê sînor e. Ne armanca cinsek, çînek, netewek heye. Îfadeya însaniyetiya herî bi soy a pêşketî, gihîştina wê zehmete, ku ji van hemûyan derbas dibe ye. Ya ku PKK û çîna netewê birêve dibe rastiya şehîdan e. Divê ez pir vekirî bibêjim, sedema yekemîn ku em evqas bi hêz dimeşin jî ev e.