Enqere bi vê şêweyê hetanî salên 1979’an mijul kirin taktîkeke mezin bû. Him jî kom hemû bi spartina derfetên wan ve. Kîna vê, tengezariya vê û hêrsa vê ma tune ye? Heye. Heke ku hindek hevalên me yên din bûna misoger li ber xwe nedidan û wê çalakî li dar xistibana. Kemal Pîr bi xwe rica dikir û digot, “Apo destûr bide, em bi Pîlot re vê çalakiyê pêk bînin.” Çavên min nedigirt û min digot, “ne dema wê ye.”
Jin min ezmûne dike. Li gor pîvana nêzîkatiya xwe, dixwaze asta min a hestyarî bipîve. Dibêje, “yekî ku ji aliyê hestyarî ve wisa girêdayî jî, divê wisa nêzîk bibe.” Lê tam ji xwe bawer nîne. radestiya misoger disepîne. Ez jî dibêjim radestiya misoger ne, “bila ji sedî deh vekirî bimîne.” Sedî nod pîvaneke xirab nîne, lê bes nake û dibêje, “bila ji sedî nod û neh be hetanî bila girêdayîneke misoger be.” Dikare wisa tevbigere? Pir zor e… Hevalên me pir xwedî gumanin û diteqin, lê ez li ber xwe didim. Ev taktîkeke wisa yê sebrê ye. Ez hîna bi ew taktîkê sebrê ve kar dikim.
Li dijberî min dixwaze di nava 24 demjimêran de biqedîne.
Dibêje, “tu parçayekî gundiyan î, tu nikarî wisa rawestî. Tu hestyarî, dê encamên hestên te wisa bin, heke tu milîtanî divê wisa çalakiyê li dar bixî, biryar bidî.” Jixwe wê demê tekoşîniyan, kawayiyan û hindek rêxistinên dîtirê ez bi pasîfbûnê tawanbar dikirim. Ez wisa îlan dikirim û dixwastin dîmeneke wisa biafirînin. Lê ew jî xwedî guman bûn. Hindekan ji kêmaniyên wisa, hindekan jî behsa kêmaniyên dîtirê dikirin. Niha ev di nava sepandina yekgirtî de îfadeyên xwe dibînin. Dîsa sebir û israra di şêwaza xwe de heye. Esas niha tê fêmkirin ku, me dewlet teqandiye. Di dîtinê de ew min diteqînin, hetanî qirika min tê, lê niha tê fêmkirin ku, me dewlet daye teqandin.
Ev taybetmendî pir girîng e. Kesekî ku vê taybetmendiyê bi dest bixe, tê wê wateyê ku wî hindek giyana serkeftinê bidest xistiye. Bêguman encamên ku min ji vê derê derxistine hene. Ji beriya her tiştî bi vê şêwaza damezrandina PKK ê, dahûrînên kesayetî (ku ev dahûrînên PKK ê û Kurdistanê ne) û bi kûrahî bi dest girtina sosyalîzmê tê zanîn. Her wiha kûr bi dest girtina hevkariyê, xiyanetê û di dest girtina jinê de min waneyên erjeng derxistin holê.
Bihizirin, şêwaza têkîliya ku min bi kesêkê re pêş xistiye, dihêle ku ez waneyên dîrokî derbixim. Hîna jî şêwaza min ew e, ez didomînim. Him jî min xwast ez bi devokeke cuda ev têkîliya civakî eşkere bikim. Bêguman heke ez xwe danehûrînim, hevalên me nayên fêmkirina tiştekî. Civakê hindek qalibên diyar amade kirine, dibêje, “divê mêr wisa be, divê jin wisa be.” Ez nabêjim ku ev van piştçav dikim, lê li gor min xefikên mezin mijara gotinê ne. Min di vê derê de jî azadî bingeh girt.
Gotina diya min hate bîra min. Esas ew tiştê hatiye gotin, wisa bi teşeyê henek kirinê nebû, cewaziya min dibîne. Heke ez wisa cewaz nebûma, tê gotin, “vaye li gor kurê min keç, vaye li gor keça min kur” û bi vê teşeyê her tişt diqediya. Feraseta malbatê ya klasîk, heta feraseta hest, a evîndariyê hîna di nava partiya me de dibe pirsgirêka mezin. Misoger ne ji ber guman û bêbaweriya min e, lê ev têkîliya jin-zilam de ez zehmetiyên herî mezin dijîm û didin jiyîn.
Sedemên vê yekê hene.
Li gor min têkîliya Kurdan ma hatiye fetisîn, rizîn an jî girêdayîn? Di vê têkîliyê de qedîn heye, rizîn heye, girêdanî heye û yek jî rewşa ji nav nederketinê heye. Derketina ji tengezariya mêtingêriyê çiqas zehmet e, rizgarkirina hevalên me yên ji tengazariyê jî, bi kêmanî ji vê yekê zortir e û ji bo vê bi teşeyên cewaz ez tekoşînê didim meşandin. Vî şerî di destpêkê de ez li ser xwe pêk tînim û misoger di destpêkê de di hundirê xwe de dadihûrînim.
Ma ev yek pêwîst bû? Ma mirov evqas xwe dike textê cerîbîn û ezmûnê?
Erê! Ji ber heke ku neke wê wenda bike. Ew ezmûneyên mezin û xeternak bûn û heke me nekiriba, dê partî derneketiba holê.
Rêber Apo
Dahurandina “Ziman û Çalakiya Rastiyê”
Ê Berdewambike