Nasnav: Diljîn Cîlo
Nav û Paşnav: Meyaser Orbay
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1981/Colemêrg
Navê Dayikê: Saadet
Navê Bav: Şükrü
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 15.8.1997/Colemêrg
Dîrok û Cihê Şahadetê: 24’ê Adara 2012’an li Hîzan-Xerzan
Ji Bo Bîranîna Rêhevala Diljîn Cîlo
Min Hevala Diljîn di sala 2005’an de nas kir, ez alîkara wê bûm. Ji Geverê bû. Di sala 1997’an de tevlî nava refên partiyê bûbû. Li qadên mîna Botan û Zagrosê lê mabû. Min ji wê re digot; “fermandara şer” bi rastî jî ew her wisa bû. Dema digotin keşîf û plansazî hema wê xwe pêşniyar dikir. Wê di xeta Bêrîtan bûyînê de zelal bûyîn, di kûrbûyîna hûnera şer de hewldan dikir. Ew weke jinekê ji bona berdewamkirina xeta Bêrîtanê, parastina xeta me ya leşkerî da ku em bigihîjin astekî hîn bilindtir û tola xwe ya pênc hezar salî rabikin, di nava hewldaneke balkêş de bû. Ew ji vê asta bîrdozî jî ne qut bû. Ew di ferqa ger asta zanistiya bîrdozî tine be, weke leşkerî jî nikarin xwe biparêzin de bû. Di wê demê de jimara tabûran pir zêde bû. Em weke jimar nêzîkî dused hevalî bûn. Em di asta taximan de diman. Hevala Diljîn bi yek kêliyê jî taxima xwe tenê nedihişt. Dixwest hem di warê bîrdozî de, hem jî di warê pratîkî de taxima xwe bide bihêzkirin. Taxim dida meşandin. Ji derveyî bernameyên perwerdeyên giştî, bernameyeke hevala Diljîn a ji bo taximê jî hebû. Digot, bi qasî ku hevalan bidî perwerdekirin, xwe jî ewqasî didî bihêzkirin. Wê xwe weke hem mamosta, hem jî weke xwendekar didît. Ew weke jineke li ser artêşbûyîna jinê jî lêhûrbûniyên wê hebûn. Li ser van mijaran pir bi biryardar û cidî bû.
Weke fermandarekê wê qet xwe ji şervanên xwe cuda û qud nedigirt dest. Dema ku kar dikir xwezayî û pir rihet bû. Bi wî awayî hevalên xwe jî dikir di nava kar û xebatan de. Li gorî wê quralê kirina pêşengtiyê, divê beriya her tiştî fermandar bikin. Dema taxima wê dibû nanpêj, wê hemû taxim dixist di nava seferberiyê de. Ji kar û xebatên bi hev re kirinê pir hez dikir. Di mijarên herî bingehîn ên jiyanê bixwe de jî perwerdekirina hevalên xwe û wê çawa xwe bidin terbiyekirin, ji van aliyan ve fêrkirina hevalan bingeh digirt. Her kêliya wê bi rêxistinkirî, plansazkirî bû û bi amadekar bû. Ji bona vê yekê jî danaheva felsefî û bîrdozî pêwîst dikir. Asteke wê ya wiha û girêdayîneke wê ya wiha bilind hebû.
Hewldan û enerjiya hevala Diljîn di asta herî jor de bû. Mirov wê qet bêmoral nedidît. Bi ti kesan re jî aciz nedibû, digot ger kêmaniyeke hebe, divê mirov di xwe de bigire. Dema bûyerek derdiket holê, wê di kesayetiya yek hevalê/î tenê de mahkûm nedikir. Wê dikarî her bûyerê bide çareserkirin. Tiştekî ku hêza wê bide derbaskirin tine bû. Ew gelek caran birîndar bûbû. Dîsa jî di çûyîna pratîkê de bi israr bû. Di saziyên cuda de kar nekir. Heta Rêbertî azad nebe, daxwaza xwe ya ji çiya derneketinê her tim bi israrî dida raberkirin. Dizanî xebatên din jî xebatên rêxistinê ne, lê vê yekê pir baş dizanî ku ya rêxistinê li ser lingan digire, gerîla bixwe ye. Bi taybetî jî ger artêşbûyîna jinê pêşnekeve, digot ku em ê ji bona Rêbertiyê kêm bimînin. Wê xwe li hember Rêbertiyê sûçdar didît. Vê rewşa Rêbertiyê ya heyî, digot ji ber encama kêmbûyîna rêhevaltiya me derketiye holê. Digot, ger em çiqasî bikin jî wê kêm bimîne. Pir girîngî dida perwerdeyê. Sekin û lêhûrbûyîna wê di vê astê de bû.
Ger di demên herî zor de li qadên pratîkê mayî be jî, di dema dawî de ji bona ku derbasî Bakur bibe, pêşniyarên wê pir çêbûn. Jixwe derbasî Bakur bû û li wir jî şehîd ket. Hîn beriya wê herdu destên wê şikestibûn. Dîsa jî bi vîn, biryardarî û zelalbûyîneke pir bihêz ve çûbû. Vîna wê pir bihêz bû. Wê zorî weke astengî nedidît. Dida diyarkirin ger mirov bixwazibe tiştên ku nikaribe bike tine ne. Wê mirov mîna çemekî diherike dida pênasekirin, tiştên dikevin li pêşiyê dide berxwe û dibe. Hevala Diljîn ji bona tevgera jinê windahiyeke mezin bû. Ger em wan bibîrneynin, ev yek tê wê wateyê ku em xwedî li wan dernakevin. Divê hevalên nû van hevalan nas bikin!
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê