Emê bi Ruhê Heqî, Ferhad û Mizgînan Ronesansa Rojhilata Navîn Pêk bînin
Sozdar Avesta
Newroza 2013’an di dîroka Rojhilata Navîn û Kurdistanê de wek mîladekê dikare binav bibe. Girîngiya vê Newrozê di serî de bi nameya ku ji hêla Rêber APO ve hate dayîn ve girêdayî ye. Bi hefteyan beriya Newrozê gelê Kurd û raya giştî li benda peyama Rêbertiyê bûn.Di vê nameyê de gelek xalên girîng hebûn.Jixwe ji hêla pir aliyan ve jî hate gotin ku naveroka nameyê pir dagirtî ye.
Li ser coxrafya Rojhilata Navîn gelan her bi yekîtî jiyane, nirxên xwe bi hevre avakirine. Parastina nirxên bi hezar salan û çanda hevbeş, di vê nameyê de pir berçav bû. Yekgirtina çiyayê Cûdî û Agirî, Kaçkar û Sakarya, delîlo û guvend, horon û zeybek nîşaneya hevgirtin û jiyana hevpar a gelên herêmê ye. Rêbertî bi mînakdayîna herikîna çemên Dîcle,Firat û Merîç îşare bi çarenûsa hevbeş dike. Di vê nameyê de Rêbertî bal kişand ser jiyana hevbeş û hevpar a van gelan li ser vê axê. Di her hevoka vê nameyê de mirov dikare bêje hemû beşên civakî tişta hewce dîtin. Di Newroza 2013’an gelê Kurd û gelê herêmê gaveke din nêzî azadiyê bû. Hîn zêdetir gelê Kurdistanê nirx û çanda xwe ya pîroz derxiste holê. Reng, deng, zanist û têgeha xwe bi awayeke rêxistinkirî nîşan da. Peyama xwe ya siyasî, rêxistinî, çandî û jiyanî di Newrozê de danî holê.Sembola vê belku Amed bû.Lê belê ji 10’ê Adarê pêve destpêkir heya 22’ê Adarê li hemû parçeyên Kurdistanê daxwaza xwe ya jiyana demokratîk û aştiyane danî holê.Li çar aliyên cîhanê her Kurdekê ev peyam dubare kir. Bêguman ev pir girîng bû. Peyama Rêbertî mohra xwe li pêşketinên heyî xist.
Di vê qonaxê de hêviya jiyana azad, demokratîk, jiyana wekhev û aştiyane hîna geş û xurtir bûye.Me wek Tevgera Azadiyê ji nameya Rêbertî peyama xwe girt.Bi taybet wek tevgera jinê, me peyam fêmkir. Jixwe di nameyê de ji bo jinê jî pir xalên girîng hatibû destnîşankirin.
Wek Tevgera Azadiyê jinê, ev pêvajoya ku wek mîladê hatiye destpêkirin, emê roleke çawa bileyîzin, li ser vê xalê em bi berfirehî sekinîn, me civîn çêkirin. Herî dawî di destpêka meha Nîsanê de civîna Meclîsa PAJK’ê hate lidarxisin.Di vir de li ser pêşketinên di rojevê de, çawaniya beşdarbûna tevgera jinê, bendewariyên ji me çine, em di vê pêvajoya girîng de çawa dikarin rola pêşengtiyê bileyîzin, em çawa dikarin di dem û merheleyê de tişta hewce pêk bînin, di rojeva siyasî û rêxistinî de li ser sekinîn.Asteke pir bi biryar derkete holê.Li ser esasê peyama Newrozê, tevgera jinê jî rewşa xwe nirxand û wiha ber bi sazîbûnê ve xwe ji nû ve plansazî kir. Di belavoka civînê de jî pir aliyên hevbeş ên civînê bi raya giştî û hemû kadroyan re hate parvekirin.
Di vê pêvajoyê de xalên girîng ku derketin pêş hene ku dikare xulaseya wê were vegotin; pêvajoya şer û pevçûnê were rawestandin û pêvajoyeke nû destpê bike. Dema wê ye ku hêzên me derkevin derveyî sînorê bakurê Kurdistanê. Bi vî rengî du peyamên girîng hebûn. Pêvajoya Rizgariya Demokratîk û Înşakirina Jiyana Azad destpêkiriye.Ya duyem jî hêzên me yên çekdar paşve vekişin.
Di raya giştî de ji Newrozê heya niha nîqaşên berfireh li ser çawaniya paşvekişînê têne kirin. Di tevahiya qad û saziyên tevgerê de li ser vê mijarê nîqaşên curbecur hatin meşandin û encamên vê ji Rêber APO re jî hatin şandin. Di dema 1999’an de Rêber APO nû hatibû girtin. Komploya 15’ê Sibatê pêkhatibû. Hêzên navnetewî dixwestin bi vê komployê re Tirkiyê bixin nav şerekî ku bi sed salan dewam bike. Ne ku bi niyeteke baş,an jî ne bi mebesta ku alîkariya Tirkiyê bikin.Rêbertî dîl girtin û radestî Tirkiyê kirin. Ji bo ku di Rojhilata Navîn de şereke dijwar pêk bê. Ev destpêka pêngava şerê cîhanê yê sêyemîn bû. Dixwestin wiha hêrêmê bixin nav alozî û tevliheviyeke mezin.Herêmê li gor xwe dizayn bikin. Armancên wan wiha bû. Hin Kurdên hevkar ji ber Tevgera Azadiyê li pêşiya xwe wek asteng didîtin. Dixwestin wê bisînor bikin, statukuparêziya xwe berdewam bikin.Wiha jî nehêlin guhertinên erênî yên demokratîk pêk bên.Didîtin ku ji hêla tevgerê ve hêzeke dînamîk a guhertinî ku ronesansa Rojhilata Navîn pêk tîne, pêş dikeve. Dizanîbûn ku ev tevger bi dem-dirêjî ji bo wan jî xeterî ye. Lewma di komployê de cih girtin. Dipayîn ku bi Tirkiyê re şereke mezin û demdirêj çêbibe. Şert û mercên wê demê yên Tirkiyê jî ji vê re vekirî bû.Ji ber bi salan raya giştî ya Tirkiyê ji yek-alî ve hatibû agahdarkirin.Medya Tirk bi yekdengî tenê berdevkiya dewletê dikir.Bi şerê taybet Tevgera Azadiyê wek rêxistineke terorîst lanse dikirin. Her gava hate avêtin ji hêla tevgerê, wiha nîşan dan.
Bi salan kuştinên kiryarên wan nediyar, şewitandina gundan, qirkirin û komkujiyên ji hêla dewlet, JÎTEM û Hîzbûlahê pêk hatin jî wek kiryarên ji hêla tevgerê pêkhatine nîşan dan. Ev jî encama vî şerê qirêj bû.Lewma di nava raya giştî ya Tirkiyê de li dijî me reflekseke neyînî derkete pêş.Li ser çapemeniya Kurd jî zext û tundî her bi berdewamî pêk hat. Pir caran rojnameyên Kurdan dihatin girtin û komkirin. Di sala 1999’an de hemû şertûmerc li dijî me, li gor berjewendiya dewletê bû. Lê belê ne bi demdirêjî. Dijmin ev pêvajo bi taybet jî girtina Rêber APO ji bo xwe wek serkeftinê girte dest. Hukûmeta wê demê bixwe jî nedizanî ku çima Rêbertî radestî wan hatiye kirin, lê ji bo xwe wek serkeftinekê didît. Hemû rêxistinên Tirkiyê, çi çepgir, çi Îslamî çi jî rastgir faşîzm birin asta herî jorê.Li beramberî tevger û Rêber APO êrîş pêşxistin.Lê gelê Kurd û gêrîla di nav berxwedaneke mezin de bû.Ji hêla gêrîlla ve pir çalekiyên pîroz ên fedayî pêşketin.Li her derê Rûsya, Ewrûpa û Kurdistanê berxwedan pêşketin.Tevgera Azadiyê jî paşve gav neavêt.Di demeke wiha de Rêber APO ferq kir wê şereke navxweyî pêşbikeve ku bi sed salan dewam bike. Rêber APO bi berpirsyariyeke dîrokî, di wan şertûmercên zehmet de careke din xwest pêvajoyê biguherîne. Ji dijmin re da diyarkirin ku radestkirina wî bi armanceke pir xirab hatiye kirin. Di wê demê de serokwezîr Bulent Ecevît jî hin hevdîtin çêkirin, hin soz jî hatin dayîn.Hat xwestin ku hêza çekdar ji bakur vekişe û paşê pêvajo destpê bike.Tevgera Azadiyê li ser bingeha pêşketina pêvajoyê gavên pir girîng avêt.Du grubên aştiyê hatin şandin ku hin ji endamên wê hîna di girtîgehê de ne. Herwiha hêz hate paşvekişîn. Şehadetên giran çêbûn.
Dijmin pêngavên tevgera me, ne wek hewldana aştiyê, wek tinebûna tevgerê pênase kir.Îdea dikirin ku pişta PKK’ê şikandine.PKK bidawî kirine. Digotin; me Rêberê wan girt, nema dikarin şer bikin. Di nav xwe de yekîtiya wan tine ye.Birastî jî hinekê baweriya xwe bi kesayetên ku paşê tesfiye pêş xistin, dianîn.Dixwestin di her warî de li ser tevgerê operasyon pêş bixin.Dewleta Tirkiyê pêvajoya 1999’an ji bo tesfiyekirina tevgerê girte dest, wiha nêzîk bû. Jixwe pir bixwe bawer bû.Texmîn nedikir careke din vegera Bakur çê bibe, şer destpê bike.Digot ku “Wê tevger belav bibe. Hêza ku tevgerê li ba hev digire Ocalan e, ew jî girtî ye. Ji axa Tirkiyê derkevin wê her yek bi cihekê ve biçe!”
Di nav tevgerê bixwe de jî nediyarî hebû.Herkesê ji xwe dipirsî; wê çi bibe? Rêbertî dîl ketiye dest. Hêzên me ji bakur vekişe, wê tevger pozîsyoneke çawa bigre? Di pir xalên esasî de zelalî tinebû. Rêber APO bi qasî ku Rêberê stratejîk e, ewçend jî Rêberê taktîkê ye jî. Heya sala 1999’an hemû kar û xebat yekser ji hêla Rêbertî ve hate birêvebirin. Şer, perspektîf, avakirina kesayet, xebatên diplomatîk, heya qada îdeolojîk, rêxistinî, siyasî hemû ji hêla Rêbertî hate meşandin. Lewma jî hîna mêjiyê pir hevalan nezelal bû.Wê çawa bibe?Lê ji ber pêngav ji hêla Rêber APO ve hatibû destpêkirin, hemû milîtanên rêxistinê ji bilî hin kesan, bi yek-dengî piştgiriya xwe nîşan dan.Xwestin ku pêvajoyê fêm bikin. Li ser vê bingehê jî paşvekişîn çêbû. Lê di hewaya wê demê de pir zêde bawerî bi serkeftina vê pêvajoyê tinebû. Ji ber ku şertûmercên wê ava nebibû. Jixwe ji ber vê sedemê jî pêşneket.Ji sala 1999’an heya 2004’an ango 5 salan hêz li derveyî sînor ma. Tişta ku kete ser milê Tevgera Azadiyê pêk anî.Lê ji hêla dewleta Tirkiyê ve gav nehate avêtin. Operasyonên leşkerî û siyasî pir zêde kirin. Di nav tevgerê de xwestin bi rêya tesfiyekaran rêxistinê tine bikin. Pişta xwe bi wan germ kirin. Tesfiyekaran hewl dan rêxistinê parçe bikin, lê nekarîn û ber bi jiyaneke ketî ve çun.Di wê demê de atmosfera her du aliyan wiha bû. Di aliyê bitevgerkirina civakê, tevlîkirina wê, avakirina raya giştî, agahdarkirina cîhanê ji bo pêvajoyê em kêm man. Dewleta Tirkiyê pir nerast nêzîk pêvajoyê bû.Bi zanebûn pêvajo sabote kir, ji ber projeyeke wan a çareseriyê tine bû.
Dema ku mirov pêvajoya borî û roja îro dide ber hev û qiyas dike, cudabûnê berçav hene. 14 sal derbas bû.Di Rojhilata Navîn de guherinên pir cidî hene.Di cîhanê de jî guhertinên cidî qewimîn.Şoreşa teknolojîk û zanistî pêşketinan pir leztir dike. Di van 14 salan de careke din Rojhilata Navîn bû zemînê mûdaxeleya hêzên emperyal. Bi taybet di 3 salên dawî de Tûnûs, Misir, Lîbya û niha jî di rojevê de Sûriye heye, rastî mûdaxeleyan hatin. Bi vê re derketiye holê ku wê hêzên statukuparêz ên herêmê têk biçin. Lê belê yên bi şuna wan bên jî ji hêla hêzên derve diyar dibin, ango ne li gor maf û berjewandiya galên wir in. Rejîmên serdest yên heyî li gor berjewendiya sîstema kapîtalîst nameşin, an jî dema xwe bidawî kirine, lewma jî hêzên kapîtalîst dixwazin rejîmên li gor xwe ava bikin. Di vê navberê de Emerîka-Îsraîl û Ewrûpa piranî di yek blokê de cih digrin, Rûsya û Çîn jî di blokeke din de cih digrin.Li ser Rojhilata Navîn hesaban pêş dixin.Lê yên ku ji vê rewşê zerer dibîne gelên Rojhilata Navîn in.
Rêber APO ev rewş bi berfirehî nirxand û danî holê. Gelê Rojhilata Navîn ji evqas êş, kuştin û qirkirinan re derbas dibe, têkçûna wê ji nezantiyê tê.Wek kartekê di destê hêzên derve de ye.Lewma Rêber APO xwest vê pêvajoyê careke din biqulipîne, ji rewşa heyî re bibe asteng.Jixwe di peyama xwe ya Newrozê de jî dide diyarkirin ku “Min ev pêvajo destpê kir, min name şandin û careke din xwest bi Tirkiyê re çareseriyê pêş bixînim.”
Pêgava 1999’an ji ya 2013’an pir cuda ye. Di Rojhilata Navîn de guhertinên pir cuda hene.Herwiha li Kurdistanê û Tirkiyê de rewş ne wek berê ye.Di Tevgera Azadiyê de guhertinên muazzam hene.Xwe kiriye pergal, zane û hîna têgihîştî bûye. Ji Newroza sala 2005’an pêve Koma Civakên Kurdistanê KCK wek pergaleke nû xwe li hemû Kurdistanê birêxistin kiriye. Tevgera Azadiya Jinên di bin sîwana KJB’ê de çar hevbirên wê li tevahiya Kurdistanê xwe birêxêstin kiriye.Rêxistina Ciwanan jî xwedî rêxistinbûneke berfireh e. Herwiha Hêza Parastina Gel ji 1’ê Hezîranê heya niha bi awayeke çalak di rewşa parastina cewherî û rewa de ye. Di van 9 salên dawî de li dijberî dijmin şereke dijwar meşand.Berxwedanek mezin pêşxist.Di vê wateyê de Tevgera Azadiyê di Rojhilata Navîn de hêzeke sereke ye.Dikare bi vê hêza xwe li Kurdistanê şoreşeke mezin pêş bixîne.Li Rojavayê welat şoreşeke demokratîk a mezin pêk tê. Di Rojhilatê Kurdistanê di sala 2011 li dijî êrîşên dewleta Îranê berxwedaneke mezin a bêmînak pêşket û heya radeyeke bilind li gelê me bandor kir.Niha jî agirbest berdewam dike.Li başûrê Kurdistanê pêngavên demokratîzekirina civakê têne xurtkirin.Xebata hemwelatiyên azad û demokratîk pêş dikeve.Li bakurê Kurdistanê jî êdî çareseriya pirsgirêkê xwe ferz dike.Amadekariya vê têne meşandin.Lê tişta ku dişibe sala 1999’an nediyarbûna semîmiyeta dewletê ye. Pirsa herî sereke jî ev e. Nexşeya rê ku di sala 2009’an de hate îlankirin û îro jî bi rêya nameyan wek protokol têne pêşkêşkirin, wê çiqas dewlet li ser vê eksenê rast bimeşe? Ev pirs divê bi baldarî were pirsîn û şopandin. Eksena nexşe rêya me diyar e; gelê Tirk, Kurd, Ereb, Çerkez, Laz, Tirkmen, Ermenî, Fars û hemû cure bawerî, kêmnetew û mezheb bikaribin bi awayeke aştiyane û demokratîk li ser vê axê bijîn. Ev maf di destûrnameya bingehîn de bigihîjin ewlehiyê. Bi taybet jî gelê Kurd ji ber bi sed salan bi qirkirina û înkarê re rûbirû maye, dixwaze bigihîje ewlehiya hebûnê. Wê çawa bikaribe bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibîne, çawa bikaribe çand û hebûna xwe biparêze?Ev mijaran hemû bi vê pêvajoyê ve girêdayî ne.
Tevgera me di serî de li ser van xalan kûr dibe, bi ti awayî dest ji mafê gelê Kurd û gelên din ango demokrasiyê nehatiye berdan.Rêbertiya me dide diyarkirin ku agirbest îlan bibe, hêza leşkerî xwe paşvekişe, lê bi şertê ku ev daxwazî pêk bên. Li ser van xalan jî nîqaş û muzakere berdewam in. Nîqaşên heya vê demê jî erênî û biencam in. Piştgiriyeke pir mezin a raya giştî jî ji bo pêvajoyê heye. Lê daxuyanî û nirxandinên hukûmetê qet bawerî nadin mirov. Heya niha ti daxuyaniyên ku bawerî bide çênebûne. Wek mînak heya niha hîna jî di derbarê formul an jî projeya çareseriya pirsgirêka Kurd tiştek negotine. Bi tenê hevdîtinên li gel Rêber APO wek tinekirina terorê binav dikin. Ji hêla hukûmetê ve komîsyon avakirin, serokwezîrê Tirkiyê bixwe bi wan re civîn lidar xist. Ji wan re projeyên xwe got. Di esas de ji komîsyonê dixwazin ku tiştên hukûmet dibêje li raya giştî û gel were belavkirin. Komîsyonê ne wek komeke çavdêriyê ku heke aliyek şaşitî kir, xwedî înîsiyatîf be ku qebûl neke û bi qirka wan bigre, hesab bixwaze nabînin.Tenê wek berdevkê xwe dane diyarkirin. Lê komîsyon hewce dike xwedî erk be heke aliyek şaşitî bike li dijî wê bisekine, qebûl neke. Ji raya giştî re vê vebêje, rexneker be. Lê komîsyon hîna ne di vê astê de ye, dibe di demên pêş de wiha bibe.Rewşa hukûmet û dewleta Tirkiyê dişibe sala 1999’an.Wê demê wer dizanî ku wê tevgerê tine bike, lewma gav nediavêt.Niha jî dixwaze tevgerê entegre bike.Ji tasfiyeyê ber bi entegreyê ve qulipîn ku di encam de qet ferqa xwe ji hev tine ye. Entegrekirin jî bi çek û şîdetê nabe. Encex bi yasa, nermbûn, wiha jî têkelî nav xwe kirin û helandinê dibe.
Hêviya me û ya gelê me bi serkeftina pêvajoyê li gor sala 1999’an deh qat zêdetir e. Tevger û gel bi giştî di vî warî de birêxistinkirî ye. Dikare pêvajoyê bide meşandin. Xwedî wê astê ye ku pêvajoyê rast şîrove bike.Hêviyên xwe mezin bike.Em bawerî bi Rêber APO û biryarên wî tînin. Rêber APO di peyama 4’ê Nîsanê de jî dibêje ku “Erkên ketine ser milên min, min pêk anîne. Êdî erk yên we ne. Pêwîst e hûn pêk bînin û herkes bikaribe rola xwe pêk bîne.” em di pêvajoyeke wiha de ne. Tecrûbeyên me yên mezin hene. Di demên borî de bi hezaran şehadet qewimîn.Bedelên giran hatin dayîn.Ji her du aliyan jî wendayî çêbûn.Bi taybet Tevgera Azadiyê bi serkeftî têkoşîn heya vê rojê anî.
Rêber APO muxatebê sereke û aktorê sereke ye.Qonaxên vê pêvajoyê jî hene. Di serî de azadiya Rêber APO hedefa me ya bingehîn e. Heya Rêber APO azad nebe, wê aştiyeke mayînde jî nebe. Heya mafê gelê Kurd neyê dayîn wê aştî bisernekeve.
Pêngava ku destpêkiriye ji Newroz’a 2013’an vir ve, di meha Gulanê de gihîşte asteke hîna cudatir. Meha Gulanê ji bo tevgera me meheke taybet û pîroz e, tejî nirx e. Bizava me xwe bi vê ruhî bitevger kiriye. Gulan meha şehadeta rêhevalên Heqî Karer, Ferhat Kurtay û rêhevalên pê re ye. 31 sal beriya niha di sala 1982’an li Amedê li ser tevgerê hovîtî û wehşeteke mezin pêk dihat. Çar rêhevalên leheng li dijî wê rewşê rûmet û nirxê mirovahiyê parastin.Vîna mirovahiyê danîn holê.Her çaran dest dan hev, agir li bedena xwe xistin bi durûşmeya “Agir gur bikin, avê lê nekin. Berxwedan jiyan e!” di 18’ê Gulanê de bedena xwe kirin meşale. Herwiha di 18’ê Gulanê di sala 77’an beriya avakirina PKK’ê rêhevalê Heqî Karer li Dîlokê hate qetilkirin. PKK bi ruhê Heqî Karer’an hate damezirandin. Li ser biratiya gelan hate damezirandin. Yê ku ruh da PKK’ê jî ev rêheval bûn. Di 14’ê Tîrmehê de jî Kemal û Xeyriyan ev ruh zindîtir kirin. 31’emîn salvegera şehadeta Ferhat Kurtay û rêhevalên pê re ji pêvajoyeke nû re avis e. Rêber APO di peyama xwe de da diyarkirin ku vê pêngavê li ser bîranîna Qizildereyê jî pêş dixîne.Meha Gulanê meha şehîdan e. Nirxên pîroz di xwe de dihewîne.Di vê mehê de hîna zêdetir li tevahiya Kurdistanê pêwîst dike gelê me û jinên Kurd xwedî li şehîdên xwe, bîranîna wan, nirxên têkoşînê derkeve.Li ser bîranîna Mahîr, Ferhat, Kemal, Xeyrî, Elî, Mehmud, Mizgîn, Leyla Qasim, Amara, tişta dikeve ser milê tevgera jinê û jinên Kurd pêwîste pêş bixîne. Hîna zêdetir ji bo serkeftina pêvajoyê erkên xwe pêk bîne.
Jinên Kurd ku bi salan e têdikoşin û bi taybet ji 15’ê Sibata 1999’an heya niha rojekê jî dora Rêbertî vala nehiştin, her helqe li dora Rêbertî qahîm kirin, ji bo hevdîtineke azad bi Rêber APO re, hewce dike ji her demê bêtir xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkevin. Ev pêngav wê bibe pêngava serkeftin û azadiyê.