Beriya her tiştî şehîdên têkoşîna me ya azadiyê hemûyan bi hurmet û hezkirin bi bîr tînim, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Belê, 4 sal in agahî ji Rêberê me nayê wergirtin. Lê belê 26 sal in Rêberê me tecrîdkirî, dîlgirtî ye. Hewil tê dayin ku tecrîd û dîlgirtin di asteke hîn bilind de bê dewamkirin.
Di nava têkoşîna me de di vê çarçoveyê de timî pêngav, çalakî û kampanya hatin birêxistinkirin. Weke jinan me pêngav, kampanya û çalakiyên xweser lidar xistin. Bêguman têkildarî polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê me, rêveberiyên rêxistina me timî nirxandinan dikin. Weke Tevgera Jinê PAJK’ê jî Rêbertî rojeva me ya bingehîn e. Em Tevgereke Rêbertî ne û Rêbertî ji bo me hinceta hebûnê ye. Azadiya fizîkî ya Rêberê me azadiya jinên Kurd û hemû jinên cîhanê ye. Ji ber ku jinan li ser bingeha Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêberê me xwe nas kirin, hebûna xwe misoger kirin û xwe bi rêxistin kirin.
Lewma em tecrîdê ne tenê şermezar dikin, di heman demê de li hemberî vê yekê têkoşîneke mezin dimeşînin. Şermezarkirin têrê nake. Li hemberî siyasetên qirêj ên hêzên hegemon ên navneteweyî berpiryarî û wezîfeyên me yên mezin hene. Ji ber vê jî dostên girîng, hêzên enternasyonalîst, gelên alîgirê azadiyê, jinên alîgirê azadiya jinê li dora vê felsefeyê civiyan. Ev yek qadeke girîng a têkoşînê ye; lê belê em dibînin ku bi asta heyî têrê nake. Li hemberî êrîşên dijmin divê em asta têkoşînê hîn bilind bikin. Em weke Tevgera Jinê PAJK, weke milîtan û kadroyên jin, weke her endamên PAJK û PKK’ê divê felsefeya Rêbertî bixin meriyetê, nêrînên Rêbertî belav bikin û çalakiyên ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêbertî bigihînin asta herî bilind.
Polîtîkayên dijmin ji bo îmha, tinekirin û bêbandorkirinê ye. Ji bo karibe Rêberê me bi temamî ji gel û tevgerê dûr bixîne tecrîdê giran dike. Me wiha biryar dan: Heta ku azadiya fizîkî ya Rêberê xwe û statuya siyasî ya Kurdistanê misoger nekin, emê asta xwe ya têkoşînê danexînin; berovajî em ê hîn bilindtir bikin. Hemû polîtîkayên li dijî Rêberê me têne meşandin, di rastiyê de li dijî jinan hemûyan e. Em zanin ku jin bêyî têkoşînê nikarin azad bibin. Weke jin em di fikir de azad bibin, her ku di fikir de azad bûn vê yekê veguherînin rêxistiniyê û her ku xwe bi rêxistin kir vê yekê veguherînin çalakiyê. Eger em karibin vê baş bi rêxistin bikin û xwe bigihînin her derê, em ê karibin azadiya fizîkî ya Rêberê xwe misoger bikin. Di vê mijarê de em ji hêza xwe ya têkoşînê piştrast in.
Rêbertî hebûna me hemû jina ye
Me jinan bi Rêbertî hebûna xwe misoger kir. Rêbertî bi Bîrdoziya Rizgariya Jinê destnîşan kir ku jin neteweyek e, jin mirovek e, jin di nava civakê de xwedî temsîliyeta wekhev e û hemû arguman, îdeolojî, amûrên rêxistinî û sîstema vê yekê afirand. Lewma em Rêbertî weke hebûna xwe pênase dikin. Ji ber vê jî têkoşîna jinên Kurd ji bo jinên li tevahiya cîhanê bû çavkaniya sûdwergirtinê. Ji ber ku azadî nikare bê tinekirin. Azadî dikare bê tepisandin, înkarkirin, lê belê nikare bê tinekirin. Çirûskekê agirê azadiyê yê li nava jinan dada. Hebûna me di nava Şoreşa Rojava de hîn şênber bû; ji ber vê yekê jî Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye ku bi felsefeya Rêbertî ava bû.
Azadî gerdûnî ye. Ji ber vê yekê Rêbertî ji aliyê hemû jinan ve tê pejirandin û qebûlkirin. Jinên cîhanê êdî Rêbertî weke Rêberê xwe dibînin û di oxira azadiya wî de têdikoşin.
Li dijî pêşengên ku bi rêxistin, zane, serhildêr in û li dijî pergala serweriyê hewil didin sîstema xwe ya alternatîf biafirînin, dijmin her tim xwedî kîn û hêrseke taybet e. Kevneşopiya dewletê ev e. Dewlet tê wateya desthilatdariyê, desthilatdarî jî çanda destavêtinê ye. Ji ber vê yekê em jin dewlet û desthilatdariyê napejirînin. Em ji bo civakeke azad, exlaqî û polîtîk têkoşîna sîstemeke xweser, konfederal û demokratîk dimeşînin ku karibe xwe bi rê ve bibe, biryarên xwe bi xwe bide û hebûna xwe dewam bike.
Mijara hebûnê jiyanî ye. Modernîteya kapîtalîst û sîstema bi serweriya desthilatdariyê, bi destwerdana li hebûna civakê dixwaze wê tine bike. Bi tinekirina nirxên polîtîk û exlaqî yên wê civakê destpê dike û hewl dide mirovahiyê û civakan birizîne, tine bike. Ji roja ku dewlet ava bûye û vir ve tişta bingehîn a ku dixwaze di kesayeta jinê de tine bike, xweparastina jinê ye. Ti civak bêyî xweparastinê nikare bijî. Mirov dema bi hebûna xwe hesiya dest bi parastina xwe kir. Xweparastin sîstema ewlekariya hebûna mirov e; pîvana bingehîn a hebûnê, pîvana bingehîn a jiyanê ye. Jin heta ku li ser bingeha pîvanên xweparastinê xwe bi rêxistin nekir û bi feraseta xweparastin nebe nabe tevnegere, nikare jiyana xwe ewle bike. Xweparastin li hemberî her tiştên ji hundir û derve tên, parastina xwe bi xwe ye. Li hemberî her cûre înkar, tundî û tinekirinê hêz, refleks û hişmendiya têkoşînê ye. Têkoşîna zayendî divê bi xweparastina jinê bê meşandin.
Em hemû jî dizanin ku kevneşopiya dewletê xwe li ser civaka bêrêxistin ava dike û dewam dike. Ji ber vê jî Rêbertî ewqasî qala rêxistin û rêxistiniyê dike. Kesayetên birêxistin kesayetên zane ne. Kesayetên birêxistin li pêşberî civakîbûnê xwe berpirsyar dibînin; birêxistinbûn ji aliyê têgihiştina xwe bi xwe, têgihiştina civakê ve gelekî girîng e. Ji bo jinê em dibêjin ‘Xwebûn’, ev yek pîvana zanebûna xwe bi xwe ye.
Me rêxistinîbûn û rêxistinkirinê hertim ji xwere kir esas
Weke tevgera jinê stratejiya me ewe ku pergala bi serweriya mêr ji holê rake, ti ji amûrên desthilatdariyê li holê nehêlin, sîstema konfederal, wekhev, demokratîk û jinê li gorî rêveberî û hişmendiya xwe ya cewherî ava bike û xweparastinê misoger bike. Her rêxistinî xweparastinek e. Her têgihiştinek afirandina hişmendiya xweparastinê ye. Weke Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd me rêxistinî timî ji xwe re kir esas. Rêxistiniya me hişmendî û hêza me ya xweparastinê ye.
Rêxistinî forma polîtîkayê ye; biryar jî ruhê wê ye. Weke tevgera jinê me hem xwe bi rêxistin kir hem jî di polîtîkayê de hebûna xwe misoger kir. Li dora deklerasyona me daxuyanî û tevnên rêxistinî pêk hatin. Nîqaş li ser wê yekê hate kirin ku weke jinê em çawa dikarin parastina xwe pêk bînin. Divê em xweparastinê jî bi zanebûn pêk bînin. Rojhilata Navîn qadeke şer e; tê xwestin, çand û kevneşopiya Rojhilata Navîn, ruhê azadiyê di sedsala 21’ê de bê tinekirin. Rêberê me jî sedsala 21’ê weke sedsala şoreşa azadiyê ya jinê nirxand. Em jî li gorî vê felsefeyê, feraseta azadiyê, sîstema rêxistinî têkoşîna xwe mezin dikin û bi pêş ve dibin. Mezinkirin jî bi berfirehkirina tevnên rêxistinî dibe. Em ji vê re jî sîstema konfederal dibêjin. Hemû antî kapîtalîst, antî faşîst, dijberên emperyalîst, alîgirên îdeolojiya rizgariya jinê, yên ku dixwazin bi rengê jinê bijîn hemûyan di nava xwe de vedihewîne.
Garantiya sîstema konfederal a jinê jî bicihanîna hişmendiya xweparastinê û rêxistinî ye. Li erdnîgariyeke bi vî rengê avêtina gaveke bi tenê ya bêparastin, avakirina rêxistineke bêparastin xwedî gelek zor û zehmetiyan e. Ji ber ku şerekî qirkirina civakê li ser mirovahiyê tê ferzkirin. Dewlet ji bo îradeya mirovahiyê bişkînin û îradeya azad a jinê ji holê rakin, çekên herî pêşketî, bombe û çekên nuklerî bi rengekî hovane bi kar tînin. Wijdan, exlaq û hest bi wan re nîne. Di serdemeke bi vî rengî de xarantiya me rêxistiniya me ye. Hemû sîstemên bi serweriya mêr dijminê têkoşîna jinê ne. Her rêxistiniyek jî derbek li dijî aqlê mêr e. Her zanebûnek derbek li dijî aqlê mêr e. Afirandina hişmendiya jinê û zayendî tê wateya kuştina aqlê mêr.
Dema Rêbertî tevgera jinên Kurd ava kir, avakirina sîstema xweser ya jinê ji xwe re kir pîvan. Ji ber ku jin bi hezaran salan di nava kevneşopiya dewletê de hate cudakirin. Heta ku jin nebe xweser wê çawa karibe hebûna xwe misoger bike? Ez ê Xwebûn bim lê belê di nava giştî de jî xweser bim. Em hebûna civakî ne û di vir de pîvanên me hene. Ev pîvan di avakirina me ya civakî de jî hene. Bîrdozî û felsefeya me felsefeyeke gerdûnî, civakî ye.
Di nava sîstema konfederal a demokratîk de jin xwedî komunên xweser û komunên taxan e. Li wê taxê jin hemû xwe bi rêxistin, perwerde dikin, hişmendiya jinê diafirînin, hezkirina zayendî diafirînin, pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dikin. Bi têkoşîna me ya 50 salî re jin bûn xwedî wê hêz û hişmendiyê ku bi îradeya xwe biryara xwe bi xwe bide û xwe bi rê ve bibe. Temsîliyeta wekhev êdî li her derê bûye pîvana jiyanê. Di nava civakekê de jin û mêr di asta wekhev de divê îrade û fikrê hev nas bikin.
Mînaka herî şênber a vê sîstemê di nava Şoreşa Rojava de ye. Rêbertî têgihiştin û zanebûna jinê her tim gelekî girîng dîtiye. Jineke zane dikare bi cîhanê. Ya ku karibe vê cîhanê hişmendiya jinê bi xwe ye.
Ayten Dersîm
Endama Koordînasyona PAJK’ê