Li gelek deverên dinyayê, gel ji bo azadî, demokrasî û edaletê li qadan e. Gelên Bakurê Sûriyeyê jî ji sala 2011’an ve ji bo daxwazên xwe li kolanan bûn. Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de hêrsa gelan a li dijî desthilatdariyê, daxwaza azadî û demokrasiyê ji veguherîneke civakî re şahidî kir. Veguherî şoreşekê ku 19’ê Tîrmeha 2012’an ji Kobanê dest pê kir, li hemû bajarên Rojava belav bû û bandor li gelek deverên Bakurê Sûriyeyê kir. Şoreşa Rojava hem di demokratîkkirina herêmê hem jî ya Sûriyeyê de pêngaveke mezin bû. Di şexsê Arîn Mîrkan, Lêgerîn, Zîn Kobanê, Hevrîn Xelef, Anna Campbell, Yadê Aqîda, Zehra Berkel de ku di Şoreşa Rojava de rola wan mezin e, şehîdên Şoreşa Rojava hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Gelên herêmê hemûyan bi rêzdarî silav dikin ku di pêkanîna Şoreşa Rojava de û ji bo parastina vê şoreşê bedena xwe kirin sîper. Şoreşa Rojava li wan pîroz dikin.
Hêzên modernîst kapîtalîst, xaka Rojhilata Navîn ku dergûşa mirovahiyê ye, her tim weke cihekî koledariya jinê, antî-demokratîk, navenda bêedaletiyê û hêlîna nezantiyê nîşan dan. Hemû nirxên têkildarî azadiya jinê, edaletê, aboriya ekolojîk ser û bin kirin û talan kirin. Di encama vê diziyê de ku bi daxwaza desthilatdarîperestiya mêr kirin yek, herêm ji tevahiya nirxên xwe hate valakirin û bi hilweşîneke mezin a mirovahiyê re rû bi rû hate hiştin. Li dijî vê yekê, Rêberê me hewl da têkoşîna azadiyê ya Kurd û têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd ji nû ve li vê xakê şîn bike. Rojava bû yek ji navendên girîng ên vê veguherîne. Bi keda 20 salan a Rêberê me, azadiya jinê, hişmendiya ekolojîk û rêxistinbûna demokratîk li Rojava bi nêzîkatiyeke çandî hatin birêxistinkirin. Şoreşa Rojava ku 19’ê Tîrmehê li Kobanê ava bû li ser vê mîrateyê afirî. Yek ji sedemên bingehîn ê ku ji şoreşa Rojava re şoreşa jinê tê gotin, ew e ku xwe spartiye paradîgmaya Rêberê me û li her qada jiyanê temsîliyeta wekhev pêk aniye.
Yek ji sedemên bingehîn ên êrişên hegemonya navendî û çeteyên dewleta Tirk ên li ser Şoreşa Rojava, mîsyona jinê ya li nava şoreşê ye, afirandina mîsyona jinê bi destê jinê ye. Ji ber ku aborî gihand ekolojiyê, ji ber ku hewl da ji endustralîzmê vegire, kir ku edalet ji aliyê gel bi xwe ve bê pêkanîn, perwerde ji aliyê civakê ve bê afirandin û parastina xwe radestî hêzeke din nekir, vê yekê bala hegemonya navendî kişand. Ev hemû bûn hinceta bingehîn a El Nûsa, DAÎŞ’ê, dewleta Tirk an jî hêzeke din a hegemonya navendî ji bo êriş bikin. Li dijî vê dijberiyê, li gelek deverên dinyayê jin û ciwanan berê xwe dan Şoreşa Rojava û tevlî bûn. Hinceta wan a tevlîbûnê jî ev bûn. Ji bo parastina Şoreşa Rojava jin û ciwanan bedena xwe kirin sîper û parastin. Yên ku nekarîn tevlî bibin jî ji dil û can serketina vê şoreşê xwestin.
Kobanê ku cihê destpêkirina Şoreşa Rojava ye, bû yek ji hedefên sereke yên dewleta Tİrk. Dewleta Tirk xwest şoreşê li devera ku dest pê kiriye bêhnê lê biçikîne. Erdogan bi gotina ‘Kobanê wê bikeve’ bi xwe mikur hat ku çiqasî bi DAÎŞ’ê re hevkariyê dike. Tevî vê nêzîkatiya Erdogan jî ji Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi hezaran kesî sînor ji holê rakirin û ber bi şoreşê ve beziyan. Ji Ewropa, Emerîka, Awûstralya, Asyayê bi dehan ciwan û jin ber bi xaka Rojava ku xewn û xeyalên wan ên azadiyê lê şîn dibû, herikîn. Di encama berxwedaneke mezin de Kobanê hate rizgarkirin û Şoreşa Rojava nîşanî dost û dijminan hemûyan da ku bi îradeya xwe dikare li ser piyan bimîne.
Şoreşa Jinê ya Rojava ji bo welatên Rojhilata Navîn dibe modeleke girîng. Karê jinan ên li qadên parastin, hiqûq, perwerde, tenduristî, siyaset û gelek qadên din ên li Rojava ji bo gelek welatan bûye çavkaniya sûdwergirtinê. Ji bo demokratîkbûna herêmê hewl dane xwe bigihînin van pîvanan. Civaka rêxistinbûyî weke asta jinên rêxistinbûyî tê nirxandin.
Şoreşa Rojava ku bi şiyara ‘jin a azad civaka azad e’ dest pê kir, di rêxistinkirina sîstema konfederal a demokratîk de hem ji bo Rojhilata Navîn hem jî ji bo dinyayê bûye modeleke girîng. Lê belê hîn jî rojane dibe hedefa êrişên dewleta Tirk a faşîst. Dewleta Tirk ku hebûna Kurdan, jinan û gelên herêmê li dijî desthilatdariya xwe ya faşîst weke metirsiyê dibîne, ji bo vê şoreşê têk bibe êrişên xwe zêde dike û dixwaze serketineke mezin bi dest bixe. Gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê, bi helwesta xwe ya heta niha nîşan dan û bi piştgiriya gelên cîhanê xeteke mezin a parastinê ava kirin. Tê dîtin ku Şoreşa Rojava li aliyê gelan, jinan, xwezayê, aboriya ekolojîk, edalet, mafên jiyana azad e, dewleta Tirk jî li aliyê nebaşî, koletiya jinê, talankirina xwezayê, aboriya talankirinê, bêedaletî û desteserkirina mafên jiyana azad e. Bi vê nêzîkatiyê li dijî Şoreşa Rojava şer dike.
Jinên ku li her devera cîhanê têkoşîna azadiya jinê dimeşînin, pişgiriyê didin têkoşîna azadiyê ya li Rojava. Em di wê baweriyê de ne ku ev şoreşa mezin di têkoşîna jinan de ya li cîhanê derbasî qonaxeke nû kiriye. Bi navê Partiya Jinan a Azad em şoreşa jinê ya Rojava careke din pîroz dikin.
KOORDINASYONA PAJK’Ê