Evîn Nejdet
Jiyan çendî xweş e dema ji bo armanceke pîroz be û çendî cihê şanazî ye ku mirov heta kêliya dawî ya jiyana xwe di rêyên baş û çê de bihorîne û ji bo hedefên xwe bijî. Çendî serbilindî ye ku di rêya nirxên pîroz de mirov ber bi asoyan ve biçe û dema navê mirov tê gotin di hişê her kesî/ê de deryayek ji hurmet û baweriyê deng vede. Yên wiha ji hêla pirtûka dîroka mirovahiyê bi xweşî û başî nemir dibin. Di xêva qahîm a civakî de heya îellebed niştecih dibin.
Belê têkoşîna azadiya gelê Kurd bi nimûne û mînakên wiha re tejî ye. Ji Heqî Karer ku hîna di destpêka qonaxa grûba birdozî ve bi bawerî û girêdanê berê xwe da Dîlokê heya Mezlûmê ku bedena xwe bi sê bitikan ronî kir, wiha dersa jiyanê xwendin û em wiha fêr kirin. Paşê jî ev çanda berxwedanê Kemal, Xeyrî û Mezlûm, Cûma û Harûnan, Bêrîtan û Zîlanan, Berwar, Leyla û Viyanan, Bêrîtan û Nûdayan her bê rawest dewam kirin.
Ku êrîş û hedefa tinekirinê tund û dijwar be, berxwedana jiyanê jî ewçend pêdivî bi zehmetiyan dibîne. Heke bixwe jî li cihek mîna Kurdistanê daxwaziya tişteke piçûk jî were kirin, li wir heya bedela wê bi deh qat neyê girtin, ew nayê bidestxistin.
Ma hêsan e ku mirov ji devê ejdehayan giyana xwe xilas bike? Ma erzane bedela jiyana birûmet! Rêhevalên Rêbertî jî ev yek baş dizanîn ku dema dilopek ji tîrêjên roniyê di vê tarîtiya Rojhilata Navîn a kevnar de vexwen, dema ku bi eşq û evîna azadiyê şa bibin, ewçend jî xençer li dilên dagirkeran didin. Wan har û dîn dikin û divê bi vê zanebûnê nêzîk bibin. Lewma jî xwe ji bo her cure êrîş û zoriyan amade kirin. Wiha jî bû ku dîroka me evçend xwedî egîd û lehengan e. Her yek ji wan bi derûniya xwe ya xweşik,
pak û zelal ji pêşeroja vî gelê êşkişandî re xweşikî afirandin… Waneya wan heqîqet û azadî bû. Heqîqeta ku êdî nema tê qirêjkirin û nixumandin. Rûyê vê heqîqetê bi rengê xwîna sor hate şuştin, nayê dizîn û veşartin. Rastiya bi hezaran şehîdan wê diparêze.
Me di sala 2011’an di êrîşên hewayî li dijî Herêma Parastina Medya de hevalên xwe yên herî birûmet û giranqedr jî oxir kirin, hîna jî êşa dûriya wan dilê me dikizirîne û em bi hesreteke mezin wan bi bîr tînin.
Rêhevalê Rustem Cûdî bi jiyana xwe ya şoreşgerî ya demdirêj, wek pêşengê têkoşîna azadiya Kurd ji Başûrê Rojavayê Kurdistanê, bi perwerdeya ku ji Rêbertî girtibû her tim bû xwedî tevlîbûnek milîtanî û fedayî. Di têkoşîna azadiyê de hertim di refa pêşî de cih girt û bi jiyana xwe ya li ser bingeha felsefe û xeta azadiyê ji bo hevalên xwe bû mînaka kadroyekî pêşeng. Rêhevalê Rustem Cûdî bi zanêbûn û giraniya têkoşîna bîrdozî, ji bo parastina xeta Rêbertî xwedî tevlîbûnek bêmînak û hestyar bû. Herwiha bi dilnizmî, hezkirina ji rêhevaltiyê bû îfadeya herî şênber a milîtantiya Apoyî. Nemaze her hevalek di nav rêxistinê de ji jiyana şoreşgerî ya Rêhevalê Cûdî waneyên pir girîng wergirtiye û di jiyana xwe de vê yekê jî dide diyarkirin. Pir şoreşgerên azadiyê ji perwerdeyên hevalê Rustem derbas bûn û vê rênîşandariyê jî dişopînin. Elbet dil dixwaze niha dîsa di yek ji dibistanên Akademiya Mezlûm Dogan de ji rêhevalan re behsa dîroka Rojhilata Navîn bikira û yek caran jî bal bikişanda ser şoreşa ku îro li axên ji dayîk bûyî, Rojavayê Kurdistanê pêl bi pêl belav dibe.
Rêhevala Çiçek Kiçê (Botan) ku di hewldana temsîla xeta azadiya jinê de bêrawest tevdigeriya, ji dema tevlîbûna xwe ango sala 89’an heya roja şehadetê bi pir şehîdên qehreman û leheng re rêhevltî kir û di her kêliya jiyana xwe de dilsozî û pêwîstiya bersivbûn ji doza wan re diteyîsand. Lewma kêliyên jiyana wê tejî têkoşîn bû. Wê, her kêliyê şer û têkoşîna bilindkirina ala azadiyê dimeşand. Rêhevala Çiçek Kiçê hem wek kadroyeke pêşeng a PKK’ê hem jî wek têkoşereke azadiya jinê bi zanebûn û têgihîştina erkên xwe, deftera jiyana xwe bi serketin û militantiya rast nivîsand.
Rêhevalê Elîşêr bi kesayeta xwe ya mîna çiyayên berz û bilind, serbilind û berxwedêr ên Koçgiriyê hem wek fermandar, hem jî wek şervanê azadiyê destana jiyana xwezayî, azad û cangorî nîşanî hemû rêhevalên xwe kir.
Her wiha hevala Amara, Roj Amara, Eşref, Xebat, Erdal, Dîcle, Nazlican û hemû hevalên ku di qonaxa şerê tinekirinê de giyana xwe ji bo armanc û azadiyê pêşkêş kirin, hem bi jiyana xwe û hem jî bi şehadeta xwe re asta biryardarî û rika me ji bo berdewamiya têkoşîna azadiyê bilind kirin.
Di sala 2011’an rejîma faşîst a Tirkiyê li beramberî destkeftiyên me li her çar perçeyên Kurdistanê, bi taybet şiyarbûn û rêxistinbûna gelê me li başûrê Kurdistanê, nirxên pîroz ku li Rojavayê welat derdiketin holê û biryardariya gelê me di avakirina pergala Xweseriya Demokartîk li Bakurê Kurdistanê ketibû nava hêrs û tirseke mezin. Lê belê bi berxwedana bêmînak a Şerê Gel ê Şoreşgerî ku di sala 2012’an de berdewam kir, pişta wî şikest û nema karî polîtîkayên xwe yên tesfiye û tinekirinê bidomîne.
Îro jî rejîma faşist a AKP’ê destek dide çeteyên El Nûsrayê ku li beramberî gelê me li Rojavayê Kurdistanê qirkirinê pêk bînin. Di konsepta dijmirovahî de cih digire, da ku herî kêm bikaribe binkeftin û lewaziyên xwe li beramberî têkoşîna azadiya Kurd binixumîne. Di serî de rewşa Rêbertiya me ku hîna jî li jêr tecrîdê de ye, hemû êrîşên ku li ser Kurdistanê û nirxên gelê Kurd dide meşandin, hemû trafîka dîplomasiya bi rejîmên paşverû û komploger nîşana bêzarî û tengezariya ji serketina gelê me ye. Lewma jî divê ku têkoşîna me herî zêde di vê qonaxê de bi giyana Şoreşa azadiyê ku şervanên leheng ên YPG’ê li beramberî hêzên dagirker û çete raber dikin, hem ji bo bersivdayîn ji polîtîkayên tinekirinê, hem jî ji bo silavkirina jiyana şoreşgerî ya Rêhevalên Rustem Cûdî, Çîçek Kiçê û hemû hevalên ku şehîd bûne, pêvajoya serhildanên azadiyê xurt bikin.
Em ê tola Rêhevalên xwe yên nemir bi azadiya Rêbertî û avakirina pergala Xweseriya Demokratîk, afirandina jiyanek ekolojik, demokratîk û azadiya jinê, bi pêkanîna biratiyek rast û aştiyek mayînde di nav gelê Kurd û gelên herêmê, bistînin. Tola me bêtir xebat û bêtir israr di insanbûyînê de ye. Girêdan û soza me ji bo hemû şehîdên me li ser vê bingehê ye.