Nasnav: Sorxwîn Amed
Nav û Paşnav: Leyla Karsu
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1988/Amed
Navê Dayikê: Saliha
Navê Bav: Ramazan
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 15.8.2011/Amed
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Tîrmeha 2012’an li Çewlig
Ji Bo Bîranîna Rêhevala Sorxwîn Amed (Leyla Karsu)
Ez û hevala Sorxwîn ji heman herêmê ne. Lê belê min ew li çiya nas kir. Min ew li Ferqînê nedîtibû jî lê min navê wê bihîstibû. Ruxmê ew di nava pergalê de bû jî, lê nasnameya xwe ya Kurdewarî heya dawî diparest. Ew welatparêzeke Kurd a bi xaka xwe ve girêdayî bû. Vaye wê dikarî vî aliyê xwe ve bi her awayî bide raberkirin. Wê di nava xebatên siyasî de cihê xwe digirt, ev yek ji xwe re bes nedidît. Ji ber dizanî ku divê tiştekî bike û dihizirî ku tiştên dike kêm in. Hîs dikir ku divê derketinekî bide kirin. Dihizirî ku bi çend çalakiyan û di nava pergalê de têkoşîna bi sînordar kirin wê bersiveke tê xwestin nede. Bi vî awayî di sala 2011’an de tevlî nava refên gerîla dibe.
Hinek taybetmendiyên heval Sorxwîn hebûn ku, ew taybetmendiyên diyarkar bûn. Ev taybetmendî di kesayetiya wê de mayînde bibûn û herdemî bibûn. Min qet nedîtibû ku ken bi evqasî li mirovekê dihat. Rojên ku em li Eyaleta Erzuromê diman, pir derfetên min ên bi wê re sohbet bikim çêbûn. Heta tu bibêjî ew bi çanda xwe ve girêdayî bû. Nirxan ve girêdayî bû, mînak heyrana zimanê Kurdî bû. Wê her tim bi Kurdî diaxivî û qet tawîz jî nedida. Çiqas kesên li hember wê bi Tirkî jî biaxivîbûna, wê her bi Kurdî bersiv dida wan. Wê her hevalên li kêleka xwe fêrî xwendina bi zimanê Kurdî dikir. Min rojekî jêre got, “Tu çima wiha dikî? “Em zêde Kurdî fêm nakin, em di vê mijarê de zorî dikişinin.” Wê jî got; “Em çima derketine çiyayan, çima em li vir in. Diya me û bavê me Kurdin, heft bavên me Kurdin. Em rastî tevkujiyan hatine, zimanê me tê tinekirin û hetiye qedexekirin. Ger ez bi zimanê xwe û bi rêhevalên xwe re bi Kurdî neaxivim, ma çi wateya vê yekê dimîne?” Ez hîn jî li ser van gotinên wê dihizirim. Ez li hember wan gotinên wê bi bandor diponijim.
Car caran mirov di demekî pir kin de hinek tiştan parvedikin. Lê mercên têrbûyîna di wan demên pir kin de li pey xwe dihêlin, ger mirov bi salan jî bijî bîranînên pir bihêz yên cihên wan nayêne dagirtin, li şûna xwe dimînin. Vaye ez û hevala Sorxwîn parvekirinên bihêz ên di mercên wiha yên zor de rastî hev hatibûn. Mînak, di wan rojên sar ên zivistan nêzîk dibûn de ez û hevala Sorxwîn, rexmê ku hevala Ceylan di navbera me de bû, xwest tûlûm bixe bin xwe û xew bike, lê me ji bo sarmayê xew nekiribû. Me herdukan bênavber tûlûm dikişand serxwe, em herdu jî westiyan û ber bi danê sibê ve ketibûn xewê. Dema sibê em hişyar bûn, me lêmeyzand ku ji ber sarmayê me pişta xwe daye hev û me wisa sarma şikandî ye. Dema tûlûm dikişand serxwe dikeniya, me dizanî ku wê ev yek bibe bîranînek. Dema wiha dibû, sarma û westanbûyîn dihat ji bîrkirin. Piştî rêwîtiyê, coş û moral, hîn jî esprî kirin, ji bo kesên mîna me nû pir girîng bû. Em her sê jî nû bûn, em diwestiyan û me zorî dikişand. Min ew moral ji hevala Sorxwîn digirt. Ez coşa wê parvedikim.
Ez di wê ferqê de me ku hîn gelek tişt mirov ji bo hevala Sorxwîn bibêje hene. Ew bi awayekî rûmet şehîd ket. Hîn tiştên din hene ku ez fêr bibim hene. Ez soz didim ku ez ê bi bîranîna wan ve girêdayî bimînim.
Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê