Em Hemû Azadbûne, Ka Were Em Herin

0Shares

Rêhevala Cîhan, gulek ji gulên di meha nîsanê de ye. Hevaleke ji Wanê û li gundê Geliyê Zîlan, di sala 1979’an de hatiye dinê. Navê wê yê jidayikbûnê, Hatîce Erbak e û di sala 1999’an de tevlî refên gerîla bû.

Di malbatê de, hevalake pir bi hêrs û çavên wê ji lêgerînê re vekirîbû. Jixwe ji xwezaya xwe ne qutbû û di zarokatiya xwe de pir zindî bû. Di malbatê de gelek dihate hezkirin, rixmê ku di malbatê de, her dem serî hildida, lê hevala Cîhan xwedî sekneke rûnîştîbû. Bi taybetî di malbatê de, li hemberî bavê xwe, gelekî serhildêr bû.

Traktora malbata wan hebû. Hevala Cîhan rojekê lê siwar dibe û li mala cîranan diqelibîne. Piştre direve û tê malê, xwe vedişêre. Dema bavê wê ji bûyerê agahdar dibe, gelek pêre dixeyîde, lê li hemberî bavê xwe qet sekn û zindîbûna xwe ji dest bernade.

Bi hevala Cîhan re, ez di dibistanekê de bûn. Ew di pola pêncan de, ez jî di ya yekê de bûm. Wê demê di nava hevalên xwe de gelek dihate hezkirin û rêzgirtin. Wê gelek ji xwendinê hez dikir û tu carî li dibistanê dema xwe vala derbas nedikir û hevalên xwe jî teşwîqî xwendinê dikir.

Wê her dem bahsa gerîla dikir û bi xeyala ku çek hilbigire û kincên gerîla li xwe bike dijiya. Jiyana gerîla jê re gelek balkêş dihat. Bes wê li xeyalên xwe îxanet nekir û beşdarî gerîla bû. Bi beşdariya xwe re destpêkê li qada Serhedê ma. Digel ku şert û mercên li wir zehmet in jî, ew bawerî û hezkirina wê ya dozê dike ku, di demeke kin de hînî zirûfê çiyê bibe. Piştî demekê derbasî qada Qendîlê bû. Lê di daxwaz û xeyalên wê de çûyîna Dersîmê hebû û vê yekê jî her tim dianî ziman.

Her çiqas li welat pêre nemam jî, lê min ji hevalan pirsa wê dikir. Ew di nava jiyanê de zaf dihate hezkirin û bi sekna xwe gelek radîkal bûye. Di warê rêgez û tiştê rêxistinî de tu carî tavîzan nedida.

Lê mixabin, min ew xeyala wê bi çavên xwe bibînim, bi dest nexist. Xeyal û daxwaza min a ew bû ku, ez wê bi çek û kincên gerîla hemêz bikim û hestên xwe pêre parve bikim. Min xwest biqîrim, da ku hezkirina min a li hemberî wê, li taht û keviran bikeve û olan bide û hemû xweza hîn bibe. Di nava hezaran stêrkan de, çar stêrk xuricîn. Ji wan stêrkan yek Rûken Yılmaz û hevala Cîhan bû. Ez qet ji xebereke wisa re ne amade bûm. Hîsê min li hemberî wê ew qas xurtbûn ku, rojek berî şehadeta wê min ew di xewna xwe de dît. Cilekî spî li xwe kiribû. Min jê pirsî, tu yê çi bikî û bi destê min girt û got; “Em hemû azad bûne, ka were em biçin” Wê demê, ez ji xew şiyar bûm û min ji hevalan re got; “Min hevala Cîhan di xewna xwe de dit. Hîsê min ji min re hinek tiştan dibêje.”

Belê, dîtina hevala Cîhan ji min re xewn û xeyalek ma. Wekî hevaleke pir nêzî min, pêwîst bû, ez wê zindîbûna wê û evîna wê ye lêgerînê bi hemû hevalan parve bikim. Layiqbûna me ji bo te ew e ku, hemû mehan wekî meha nîsanê bixemilînin û hêviyên te yê pêşerojê mezin bikin.

Silav û Rêzên Şoreşgerî
Cihan Demhat

Attachment