Em Dı Xeta Bêrîtan De Partıyî Bın; Em Dırûşma ‘Dı Şer De Serkeftın, Dı Jıyanê De Azadı’yê Pratîkî Bıkın!

0Shares

Em meheke din a Cotmehê ku hem ji bo gelê Kurd destpêka komploya navneteweyî ye û hem jî meheke ku şehîdên me yên berxwedêr li dijî teslîmkariyê bi xwîna xwe berxwedaneke mezin dane û mohra xwe li mehê dane pêşwazî dikin. Em komploya 9ê Cotmehê bi hestên mezin ên hêrs û tolê pêşwazî dikin, em carek din soza xwe ya ji hêzên komploger hesap pirsînê dubare didin. Heman demî, meha Cotmehê di şexsê şehîdan de meha berxwedanê ye. Em hem bi wesileya salvegera bîstemîn re fermandara manewî ya artêşa me ya jin Heval Bêrîtan Hêvî (Gûlnaz Karataş) bi rêz û hûrmet bi bîr tînin û hem jî damezrandina artêşbûna me ya jinê ji hemû hevalan re pîroz dikin. Pêvajoya artêşbûna jinê ya bi Heval Bêrîtan re dest pê kiriye heta îro ji merhaleyên mezin re derbas bûye û ji bo têkoşîna hemû jinên cîhanê bûye çavkaniya îlhamê. Her wiha gelek fermandarên me yên jin ên pêşeng jî di vê mehê de şehîd ketine. Ev kesayetên mezin ên fermande ku hêjmara wan dehan derbas kiriye di pêvajoyên pir girîng ên tevgera me ya jinê de cihê xwe girtine û mohra xwe li dîrokê dane. Ji ber vê, meha Cotmehê di partiya me de wekî meha şehîdên jin jî tê bîranîn. Azîme (Mihrîban Saran), Zeynep (Gurbeteli Ersöz), Meryem (Meryem Hazar Çolak), Ronahî (Andrea Wolf), Bermal (Güler Otaç), Rewşen (Leyla Kaplan), Sarya (Nursel İnce), Saadet Silopî, Canda (Sanem Sertap Gölge), Hêlîn Çerkez (Nermin Akkuş), Nergîs Qamişlo, Mizgîn Türk (Hüsne Akgül), Rotînda (Aynur Artan), Kurdê (Selamet Menteş), Dîlan Dilsoz (Taybet Dayan), Tanya (Ebru Güneş), Rûken Bingöl, Rojîn Gewda, Arîn Mîrkan, Rêwan ji pêşengên şehîdên me yên meha Cotmehê ne. Afirînêrên têkoşîna me ya azadiya jinê, mîrateya berxwedanê ya şehîdên me yên mezin îro ji hêla hevalên me yên li Avaşîn, Zap, Metîna li ber xwe didin ve dewir hatiye girtin û di rêya şehîdên me ronî kirine de nîşanî herkesî dane ku divê xwedî meşeke çawa bibin. Li dijî her cure êrîşên dijmin ên qirêj û xayînanê bedenên xwe xistine mertal û destûr nedane faşîzm û mêtingeriyê. Em şehîdên me yên hemleyên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê ku pênc mehê xwe tijî kirine, di şexsê fermandarên berxwedana mezin, Ş. Serhat, Ş. Diyana, Ş. Bawer, Ş. Delal de carek din bi bîr tînin û em dubare soz didin emê têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin.

Meha Cotmehê heman demî ji bo Gelê Kurd meha komployê ye. Bi komploya 9ê Cotmeha 1998 a li ser Rêber Apo hat pêkanîn re hat xwestin ku polîtîkayên qirkirinê li ser gelê Kurd bê kûrkirin. Xwestin Rêbertiyê me dîl bigrin û ji gel û tevgerê qût bikin. Bi vê re jî xwestin tevgera me tesfiye bikin û her cure polîtîkayên îmhayê li ser gelê Kurd bisepînin. Bi ketina sala 23’emîn a komployê re jî bi sepanên tecrîda giran a li ser Rêbertî, wekî teslîmiyet û qirkirin li ser gelê me û jinan tê ferzkirin. Lê berxwedana bêhempa ya Rêbertiyê me di pergala rehîne ya di Îmraliyê de nîşan dide hemû daxwazên dijmin vala derxistiye. Gerîla û gelê di derdora Rêbertî de xwe kîlît kiriye bi şîara ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ re derbên giran li dijmin dane û xeta berxwedanê bilind kirine. Ji ber Rêbertî berxwedanê tercîh kir dijmin jî polîtîkayên tecrîd kûrtir kiriye û teslîmiyetê ferz dike. Lê Rêbertî li Îmraliyê berxwedanê êdî daye destpêkirin. Tişta bi komployê re dihat armanckirin tevger û Rêbertî tevahî tesfiyekirin bû lê tevgera me bêhtir gerdûnî bû û êdî bûye malê tevahî gelên cîhanê. Paradîgmaya em temsîl dikin ji bo gelên li ber xwe didin re dibe çavkaniya îlhamê. Jin fikrên Rêber Apo yên li ser azadîxwaziya jinê bi eleqeyeke mezin dişopînin. Ji her aliyê cîhanê ve sendîkayên karkeran, rêxistinên sosyalîst û gelên li ber xwe didin ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî hemleyan pêş dixin. Dewleta Tirk a faşîst ku bi komployan hebûna xwe didomîne bi helwestên berxwedanê yên gelan û jinan re êdî ber bib tinebûnê ve ye. Hêzên komploger ên navneteweyî jî gotin di cih de be li hemberî vê berwedanê ji xwe re heyirî mane. Fikirîn ku heke Rêbertî tecrîd bikin ewê bikarin hesabên xwe yên li ser Rojhilata Navîn têxin dewrê lê paradîgmaya tevgera me û Rêbertiyê me û modelên jiyana alternatîf a bi taybetî di şexsê Rojava de pêş ketiye li dijî hêzên kapîtalîst bûye alternatîf. Yanî, xeyalên hêzên emperyalîst jî bi binketinê bi encam bûye. Lê şerê di navbera me û hêzên komplogeran de hê jî berdewam dike. Kê têkoşîneke bi hêz bike serkeftin wê ji bo wê gengaz be. Ji ber vê yekê, wekî tevger û jinan em mecbûr in ku li dijî sepanên komploger helwesta berxwedanê ya Rêbertî ji xwe re esas bigirin û têkoşîneke hê mezintir bidin meşandin.

Dema komploya li ser Rêbertî vala hat derxistin vêcarê jî dijminê faşîst di 9ê Cotmeha 2019 de qadên Serêkanî û GirêSpî xiste hedef û xwest şoreşa Rojava tesfiye bike. Baweriya xwe bi teknîka xwe anî û her cure êrîş li ser van qadan de bir. He çiqas berxwedaneke bi hêz hatibe raberkirin jî di encam de dijmin van qadan dagir kir. Her wiha, di 9ê Cotmeha 2020’an de bi hevkariya KT-Iraq-PDK planekî komployê li ser Şengalê kete dewrê, destkeftiyên ku bi berxwedana gerîla hatibûn qezenckirin hatin hedefkirin, xwestin gelê Êzidî ku bi sedan qirkirinan re rû bi rû mane carek din bi qirkirinekî dîtir re teslîm bigrin. Her çiqas di encama berxwedana gel de gav paş de avêtibin jî bi êrîşên hewayî û bi rêkên cûda re her tim qada Şengalê di bin gefê de hiştin. Dewleta Tirk ji çandeke komploger tê. Lê ji bo Gelê Kurd, Tevgera Azadî û Rêbertî ev sepanên komplo hîn bêhtir tê kûrkirin tên pêkanîn. Hêzên hevkar ên wekî PDK digrin gel xwe pişta xwe jî dispêrin NATOyê û her cure sepanên bêexlaqî dixine meriyetê. Lê gelê Kurd jîxwe dispêre çandeke berwedêr. Tu carî li hemberî tu cure sepanên qirêj serî netewandiye, her tim bi berxwedana xwe bersiv daye serdestan û hebûna xwe jî bi vî awayî parastiye. Va, şehîdên me yên Meha Cotmehê jî îfadeya şênber a vê berxwadanê ne. Şehîdên me yên Cotmehê ku li dijî komployê berxwedana Rêbertî ji xwe re esas girtine ji me re jî mîrateyeke bi hêz a berxwedanê hiştine. Vê mîrateyê anîna cih jî encax bi mezinkirina berxwedanê, dijminê faşîst û dagirker ji axa xwe avêtinê û jiyana azad avakirinê re gengaz e.

Xeta berxwedan û qirkirinê îro jî li beramberî hev pêş dikevin. Ji ber vê yekê erka hemû kadroyên partiyê ye ku şehîdên meha Cotmehê nas bikin, kesayeta wan ji xwe re esas bigirin, mîrateya ji me re hiştine pêk bînin û fermana wan a berxwedanê bînin cih. Her hevaleke me de dema xwe de riyên nû vekirine, bi helwestên xwe bûne sembol û pêvajoyeke nû ji gel û tevgera me re vekirine. Lewma, em van rojan deyndarê sekna van hevalan in. Divê em vê giraniyê hîs bikin û xwedî erkên xwe yên demê derbikevin. Ev dem ji me re fermana şerê gelê şoreşgerî dide, bi Rêbertî re jiyaneke azad ferz dike. Heke em li gorî vê beşdar nebin emê nikaribin hesap bidin dîroka berxwedanê, emê nikaribin ji keda şehîdên me û Rêbertiyê me re bibin bersiv. Divê em bi awayekî bibiryar û serkeftî di riya van hevalên me yên ku bûne sembola xeta azadiya jinê de bimeşin. Ji xwe ji xeynî vê ti riyekî me dîtir nîne.

Yek ji wan kevirên bingehîn a artêşbûna jinê, Heval Bêrîtan; di pêvajoya zaningehê de ji têkoşînê bandor dibe û lêgerînên xwe bi îdealên PKK re dike yek. Hê di van salan de jî ew sekna xweser di xwe de daye rûnişkandin. Di sala 1991’an de li ser qada Botanê tevlî refan dibe û piştî demekî kurt derbasî qada Xakûrke dibe. Pir pratîkên binirx di wê dema kurt a gerîlatiyê xwe de jiyan dike. Ji ber ku hêza wê ya dahûrandinê pir kûr û xurt bû têkoşîneke bihêz a çînîtî (sinifî) û zayendî dide meşandin. Di serî de li hemberî xwe û li hemberî jina klasîk û zilamê serdest şerekî dijwar dide destpêkirin. Li hemberî dijmin jî şerkereke pir bi îdîa û bibiryar e. Her tim di hewildana ku rêya rast nîşan pêkhate bike; tiştên ji Rêbertî û Partiyê fêr bûye bê ku bi xwe sînordar bike bi herkesî re parve bike de bû. Rihê parvekirina jinê di şexsê Heval Bêrîtan de bi awayekî mezin derdiket holê. Hevalên xwe naskirin ji wan hezkirin taybetmendiya bingehîn a kesayeta wê bû. Li beramberî zehmetiyên mezin xwedî rihekî mezin a berxwedêr bû û her tim zorê dida xwe û hewil dida tevlî pratîkê bibe. Her wiha, taybetmendiya fermande ya xwezayî pir diyar bû. Di pêvajoyên giran de hem pêşengî dikir hem taktîkên şer pêş dixist û hem jî pêkhateyê li gorî şertên şer bi mewzî dikir û bi vî awayî roleke mezin lîst. Di çalakiya Rubarok de tevî birîndar jî bû ji bo ku hemû hêzên tevlî çalakiyê bûye bikaribin paş de bikişin hewildaneke mezin da. Em girêdanbûna wê ya şer di rojnivîs û helbestên wê de jî dibînin. Bi gotina ‘Şer bike gula min, şerekî dijwar bike, em bi qasî şer dikin hene, bi qasî şer dikin bedew dibin, zêde dibin; bi qasî şer dikin em hez dikin’ xwesteka xwe û şer çawa mirov pêş dixe xulase dike. Di şerê mezin a başûr ku ji hêla hêzên PDK-YNK ve pêş ketibû de li dijî xeta teslîmkar û xwe dispêrê xeta rastger bi berxwedaniya xwe ya mezin re bû bersiv. Tevî ku ji bo teslîm bibe pêşmerge lava kirine (yalvarmak) jî Heval Bêrîtan bi tilîliyên ku pir hez dikir û bi qêrîna navê Rêbertî ku girêdana wê pir kûr hebû, xwe ji kendalên Xakûrke avêt û bû pêkhênera dirûşmeya ‘teslîmkarî ber bi îxanetê ve; berxwedan ber bi serkeftinê ve dibe’.

Rêbertî di her dahûrandînên xwe de diyar dike ku divê kesayetên Bêrîtan û Kemal Pîr baş bên lêkolînkirin, di tevgera azadiyê de wekî xetekî bên pêjirandin. Her tim wekî bingeha pîvanên kadroyên PKK Heval Kemal Pîr û Heval Bêrîtan mînak dide. Xeta Bêrîtan wekî xeta artêşbûna jinê û li dijî teslîmkarî û îxanetê wekî xeta berxwedanê daniye pêşiya me. Di şexsê Heval Bêrîtan ku çalakiya wê wekî vegerîna cewhera xwe pênase dike de ev dahûrandin pêş xist û danî holê ku divê em şopdarên çawa bin: “Hevala Gûlnaz Karataş (Bêrîtan) ku di şerê Başûr de şehîd ket, di rêka azadiyê de xwedî hewildaneke mezin e. Heval raporek ji min re şandibû. Min hê nebihîstibû şehîd ketiye û ev heval her di bîra min de bû. Digot, ‘ez dixwazim ji dahûrandinên Rêbertî sûd werbigrim û ceribandina romaneke bikim’. Di nav me de heta niha ti kes gotineke wisa neşixûlandibû. Hevaleke pir bi eleqe bû. Min digot ez vê hevalê bibînim nîqaş bikim wê baş be. Lê piştre agahiya şahadeta wê hat. Çi keçikeke qehreman e! Di çalakiya Rubarokê de di asta fermandara taximê de beşdar bûye û di vê çalakiyê de birîndar bûye. Tevî birîndariya xwe di eniya şerê Başûr de li herî pêş cihê xwe girtiye. Li wir jî heta fîşekên wê diqedin di mewziyê de dimîne. Piştre, hêzên hevkar û xayîn derdora wê dorpêç dikin dibêjin ‘teslîm bibe, em tiştekî ji te nakin.’ Lê helwesta Heval wisa bûye, ‘we bi dijmin re hevkarî kir, hûn ji milê Başûr ve êrîşî şoreşa Bakur dikin. Hûn xayîn in ez teslîmî we nabim.’ Navê Rêbertiya Partiyê jî di asta dirûşmê de diqîre û xwe ji kendalê diavêje. Çalakiyeke bi wate û pir bi wêrek e! Berî her tiştî divê em diyar bikin ku xwe ji kesayeta di bin bandora modernîteya kapîtalîst de qût dike û kesayeta bi kok û radîkal a Kurdbûna rast temsîl dike. Tevî di bajarê herî xweş a pergalê de jiyan dike bi wê jiyanê re hemû girêdanbûna xwe qût dike. Di qada têkoşînê de jî li dijî feraseta jirêderketî ku xwe teslîm dikin û xayîn dibin ti carî ji xeta PKK û ji kesayeta sosyalîst tawîz nade. Ya rastî wekî teorîk bihêz e; tenê ne welatparêz û berxwedêr e. Heman demî hewil dide dahûrandinan jî ji kûr de fêm bike. Ji ber ku dixwaze wana bihêztir bike. Ev tê vê wateyê dibê ku ji vê hevala me dahûrînêreke xurt derketiba. Kesayetên ku di fêmkirinê de bibiryar in û ji bo vê jî bi qehremanî li ber xwe didin jî derdikevin. Divê em nirx bidin vî tiştî. Wê pêwîst bike em ji bîranîna wê re bersiveke baş bidin. Ev ne kesayet û helwestên ku ji rêzê bigrin dest in. Ev hevala me ya ku di pêşketinê de bibiryar bû heman demî bi gelek zehmetiyan re jî rû bi rû maye. Dibê şaşîtiyan jî kiribe, lê her diçe di xeta rast de kûr dibe û hema bêje xwe digihîne encameke pir bibandor. Tişta dixwazim bêjim; heke em rê vekirî bihêlin dibê ku kesên yeman heta qehreman jî derkevin.”

Wekî Rêbertî jî diyar dike xeta Bêrîtan xeta berxwedan û azadiyê ye. Sekna Heval Bêrîtan ji bo me fermaneke lazim e em bînin cih e. Ev sekin navê sekna li dijî teslîmkarî û her cure sepanên teslîmkarî sekinandin e. Îro jî, dewleta Tirk a dagirker hevkarê xwe PDK xistiye dewrê. Li ser hêzên gerîla teslîmbûnê ferz dike, wekî li Xelîfanê kir bi rêkên xayînane rêhevalên me dike hedef. Di vî şerî de jî hevalên me yên ku sekna Bêrîtan ji xwe re esas girtine çêbûn. Nimûne di şerê Heftanînê de Heval Rûstem ku xwe teslîm nekir û xwe feda kir yek ji van hevala ye. PDK yê hevkar ajanan dişîne qadên me û dixwaze derb li gerîlayan bide. Dixwaze bi hewildanên provakatîf hemleyên gerîla vala derxîne û ji ber wan bikşîne xeta teslîmkar dest diavêje kadroyan. Mamosteyê wî yê aqil jî dewleta Tirk a faşîst e. Hikûmeta AKP-MHP ya ku li dijî tevgera me di sepanên şerê taybet de kûr bûne li dijî kadroyan polîtîkayên teslimbûnê bi rêbazên pir zirav pêk tînin. Heke em hem wekî gel hem jî jin bikarin li dijî xeta teslîmkar sekna Bêrîtan esas bigirin emê bikarin polîtîkayên şerê taybet ên dijmin vala derbixin.

Yek ji sembola şehîdên Meha Cotmehê jî Heval Zeynep (Gurbetelî Ersoz) e. 11’ê Tîrmeha 1965’an de li Çewlîgê ji dayik dibe. Dema li zanîngeha Çukurovayê de wekî erkdarê hînkariyê ye têkoşînê nas dike. Ji ber xebatên dimeşîne tê binçavkirin, tê girtin, ji îşkenceyan derbas dibe lê li hemberî dijmin ti carî ji sekna xwe ya berxwedêr tawîz nade. Di sala 1993’an de dibe rêvebera giştî ya weşanê ya rojnameya Ozgûr Gundemê û bi vî şiklî li Tirkiyê cara yekem jinek dibe rêvebera giştî ya weşanê. Bi dijwarbûna şer re Heval Gurbetelî derbasî sehaya Rêbertî dibe, piştî perwerdeya xwe temam dike xwe ji bo vegera welat amade dike. Heval Gurbetelî pirsgirêkên wekî birdoziya azadiyê fêmkirin û kûrbûyînê jiyan nake û ji bo lez û bez vegere welat bêsebirtî jiyan dike. Heval Gurbetelî bi awayekî aktîf di asta rêveber de tevlî xebatên YAJKê dibe. Bi beşdarbûna xwe, bi kûrbûna birdozî û bi nêzîkatiyên ku her tim hevalan fêr dike re di çavê hemû hevalên xwe de rêzdariyeke mezin qezenc dike. Bê ku ji rêgezên azadiya jinê tawîzan bide li dijî her cûre nêzîkatiyên paşverû û serdest têkoşîn dike û dibe îfadeya şênber a kesayeta jina azad. Di meha cotmeha 1997’an de dema derbasî Garê dibe li Sergelê di kemîna tankê de şehîd dikeve.

Heval Zeynep hem bi sekna bîrdozîya kûr hem jî bi lêhûrbûn û berpirsiyariyên xwe yên di xeta jinê de dibe xwedî kesayeta mînak. Di xebatên bîrdozî yên bi salan dimeşîne de rengê jinê bi awayekî herî xurt nîşan dide. Wekî pêkhênera şênber a bîrdoziya rizgariya jinê ye. bi lêhûrbûnên xwe yên li ser jina bi hêz re pêşaniyên (oncelik) xwe diyar dike. Di mijara parastina nasnameya jin û li gorî vê têkoşîneke rast a zayendî meşandinê de ji me re jî rê nîşan daye. Bersiva pirsên divê sekneke rast a jinê çawa be û divê çawa xwedî li rêxistinbûna jinê bê derketin ji terzê beşdarbûna Heval Zeynep tê fêmkirin. Li welat jî, ji xebatên jinê berpirsiyar bûye û di rêxistinbûna vê xebatê de bûye xwedî kedeke mezin. Nîşanî me daye ku jin dikare xwe bigihîne nasnameya xwe û rêxistinbûneke rast pêş bixe. Heval Zeynep rêxistinbûna jinê ewqas girîng dît û di vê çerçovê de nêz bû. Îro jî di mijarên hişmendiya jin, hezkirina jin, têkoşîna azadiya jin de kêmasiyên em dijîn hene. Em di meşandina têkoşîneke li gorî bîrdoziya rizgariya jinê de pirsgirêkan dijîn. Me wekî tevgera azadiya jin di têkoşîneke birêxistinî a xwe dispêre vîna cewherî de pêşketinên bihêz çêkir. Lê hinek nebesiyên ku xwe di têkoşîna birêxistinî ya jinê de xwe dide der jî hene. Rêxistina jinê nebe wê her cure êrîş re rû bi rû bimîne. Partîbûna jinê xweparastina bingehîn a jinê ye. Ji ber vê yekê, bi têkoşîneke birêxistinî û birêbaz a zayendî re em dikarin sekna jina azad ava bikin. Em dikarin xwedî li nasnameya jinê derkevin, ji pêşketina rêxistinbûna jinê xwe berpirs bibînin, erkên ku xeta jinê daniye pêşiya me bînin cih, pîvanên jina azad bi hêz temsîl bikin û bi vî şiklî hem têkoşîneke rast a zayend bimeşînin hem jî guhertina zilam pêş bixin û veguhertina civakê ava bikin.

Gelek hevalên me yên fermande ên di pêşketin û mezinbûna artêşbûna jinê de kedên mezin dane di meha cotmehê de gihiştine şahadetê. Bêguman jiyana her yek ji wan mijara romanê ne, sekna wan a têkoşînê ji bo me manîfesto ne. Fermandara me ya yekem a jin Heval Azîme Varto (Mîhrîban Saran- Azîmeya Mezin) dema mamostetî dike PKK nas dike û di sala 1981’an de tevlî refên têkoşînê dibe. Li Libnanê diçe sehaya Rêbertî. Piştî perwerde di refên gerîla de bi awayekî aktîf cih digire. Di sala 1992’an de di şerê Başûrê Kurdistanê de wekî fermandara eniyê li herî pêş cih digre û koordîneya şer dike. Heval Azîme yekser ji aliyê Rêbertî ve ji bo pêşxistina gerîlatiya jinê ve tê erkdarkirin û ji welat re tê şandin. Vê erka xwe jî bi awayekî şayan tîne cih. Di sala 1994’an de ji ber êrîşên hewanan şehîd dikeve. Endama Meclîsa YAJKê Heval Meryem (Meryem Hazar Çolak) heman demî dayikek e, yek ji wekîlê parlamentoya Kurd a di sirgûnê de ye. Ji Ewrûpa beşdar dibe, hestiyariya wê ya jin pêş ketiye, di terzê rêveberina jinê de mînak e. Li dijî ferasetên ku jinê piçûk dibîne û dibêje jin nikare şer bike sekneke wêrek nîşan dide. Di sala 1997’an de di navbera Heftanîn-Metîna de ji ber kemînê şehîd dikeve. Heval Sarya (Nûrsel Ince) jî di xebatên çand-hunerê de pir ked dide û 1997’an de digihîje şahadetê. Heval Nergîs Qamişlo ji sehaya Rêbertî nû derbasî Garê dibe û bi neh hevalên xwe re ji ber serdegirtina PDK di 1997’an de li Garê şehîd dikeve. Heval Dîlan Dilsoz bi 22 hevalan re di 10’ê Cotmeha 1995’an de, Heval Tanya di sala 2000’an de li Qeredaxê, Heval Rûken Bîngol jî bi 36 heval re di sala 2011’an de li Geliyê Tiyarê şehîd dikevin. Heval Rojîn Gewda fermandara hemleya şoreşgerî ya Şemzînanê bû û di sala 2012’an de li Çarçela şehîd ket. Heval Rojîn jî kedkara mezin a artêşbûna jinê ye. Her tim hêz û moral dida derdora xwe. Her tim di pozîsyona ku enerjî belav dikir de bû. Her hevalake me ku bi seknên xwe yên leşkerî, terzê jiyanên xwe yên bi disiplîn û kedên xwe yên bêdawî yên ji bo şerê gel ê şoreşgerî dane re wekî fermandarên pêşeng ên jin navê xwe li dîrokê nivîsandine.

Ev heval bi beşdarbûna xwe nîşan dan ku emê di xeta şerê gel ê şoreşgerî de ber bi serkeftina misoger ve bimeşîn. Emê di şopa van hevalên qehreman de bimeşîn û ji xwe ji xeynî vê ti rêkekî dîtir jî nîne. Îro dewleta Tirk a faşîst li her qadî li dijî gelê me û tevgera me şerekî daye destpêkirin. Dewleta Tirk a dagirker her roj li cihekî Rojava dide, qadên Şengal û Mexmûrê bi êrîşên hewayî re rû bi rû dimîne, li Başûr li dijî hevalên me sûîkastên namerdane dike, hewil dide qadên parastina medya dagir bike, li Bakur jî herkesî dixe zîndanan. Ji gelê me bi dehan kes tên qetilkirin, hevalên me bi çekên kîmyewî tên hedefkirin. Hemleya herî mezin a van êrîşa dijmin vala derxîne pêşxistina şerê gelê şoreşgerî ye. Derveyî vê rêkeke me nîne. Heke em gel li gorî şoreşê rêxistin bikin û jiyanê li gorî vê bidin meşandin emê bikaribin serkeftî bibin. Naxwe, sepanên îmhayê yên li ser gelê Kurd wê leztir bidome. Lê em nikarin bêjin wekî jin li gorî şerê gel ê şoreşgerî me lêhûrbûn û terzekî xebatê tam qezenc kiriye. Niha, hêza li dijî faşîzmê li ber xwe dide tenê gerîla ye. Bêguman bertek û çalakiyên xwedî derketinê yên gelê me jî car caran çêbûne. Lê gelê me bi van rêbazên çalakiyan re aniye ziman ku li pişt gerîla ne. Lê, li gorî şerê gel ê şoreşgerî pêwîst e yekbûna gerîla-gel bê qezenckirin. Divê gel li gel gerîla li gorî şertên şer bê amadekirin û jiyaneke li gorî vê bê rêxistinkirin. Yek ji qadên me yên ku lazim e şerê gel ê şoreşgerî herî zêde bê rêxistinkirin jî Rojava ye. Ji ber ku şoreşeke ku me hûnandiye û divê em biparêzin heye. Di vê qadê de Heval Arîn Mîrkan di têkoşîna li dijî hêza lêder a kapîtalîzmê DAÎŞê de, di parastina Kobanê de û li dijî hêzên çêtevan çalakiya fedaî kir û 5ê Cotmeha 2014’an de şehîd ket. Heval Arîn bû yek ji sembola têkoşîna me ya şerê gel ê şoreşgerî. Heval Rêwan jî di vê çalakiyê de cihê xwe digire. Li Kobanê ew bombeya ku bi bedena xwe ve girêdabû di mêjiyê zilamtiya faşîst de teqand û bû îfadeya welatparêzî û girêdanbûna axê. Heman demî nîşanî me da ku em dikarin Rojava encax bi rastiya gelê ku li derdora rêgeza welatparêzî kom bûye re biparêzin.

Ji hinek hevalên sembol ên ji netewên din beşdarî têkoşîna me ya azadiya jinê bûne di meha cotmehê de şehîd ketine. Heval Ronahî Alman; bi rêxistinên çepgir re eleqeder bûye, cewhera têkoşîna me ya ku hê ji destpêkê de sosyalîzmê û xwişk û biratiya gelan esas digire Heval Ronahî pir bandor dike. Demekî dirêj di xebatên Ewrûpa de maye. Her dema partiyê baştir nas dike û dibihîse emperyalîzm li ser gelê Kurdistanê wehşetî dike ji wê şûn de dixwaze were Kurdistanê, bibe gerîla, nêvenga şerê germ bijî û xwe bigihîne lêgerînên xwe. Hişmendî û baweriya sosyalîzmê wê ber bi çiyayên Kurdistanê ve biriye. Di sala 1996’an de derbasî sehaya Rêbertî dibe. Di sala 1997’an de bi xwestek û heweseke mezin derbasî sehaya gerîla bûye. Piştî ku saleke li Biryargeha Navendî ya YJA STARê dimîne, di behara 1998’an de derbasî sehaya Botanê dibe û di operasyonekî de sax dikeve destê dijmin. Leşker ji wê dipirse kê ye û li wir çi dike. Heval Ronahî bi xurûreke mezin qîr dike rûyê dijmin ku ji Elmanyayê hatiye, beşdarî têkoşînê bûye û sosyalîsteke. Li hemberî vê sekna Heval Ronahî ya serbilindî di 23’ê Cotmeha 1998’an de li Bêşebapê bi îşkenceyê tê qetilkirin. Di henaseya xwe ya dawî de dirûşmên “Ez sosyalîstek im, Bijî Serok Apo, Bijî PKK û Bijî Biratiya Gelan” qîr dike û nemir dibe. Heval Hêlîn Çerkez di sala 1994’an de beşdar dibe û diçe sehaya Rêbertî. Li wir du sal di perwerde û lêhûrbûnê de dimîne û piştre derbasî welat dibe. 13’ê Cotmeha 1998’an de li qada Behdînan bi PDK re dikevin pevçûnekî û bi neh hevalên xwe re şehîd dikeve. Heval Mizgîn Türk (Çiğdem) di sala 1969’an de li Tokatê ji dayik dibe. Di sala 1991’an de li ser Cûdî beşdarî refên gerîla dibe, diçe sehaya Rêbertî, li akademiyê perwerde dibîne û taybetmendiyên kesayeta milîtan pêş dixe. Ji bo şoreşa Tirkiye xwe amade dike û di sala 1992’an de derbasî welat dibe. Dema di amadekariyên derbasî Tirkiyê de ye li çiyayên Metîna tevlî şer dibe. Di 10’ê Cotmeha 1995 de bi bîst û du heval re şehîd dikeve.

Di dîroka me ya tevgera azadiyê de rihê enternasyonal ji damezrandina partiyê heta niha her tim hebû ye. Îro jî tevgera me ya jin gerdûnî bûye, ji hemû jinên cîhanê re bûye hêvî. Li derdora têkoşîna me ya jin jinên Ereb, Sûryanî, Tirk hatine gel hev; jinên ji welatên dîtir ên cîhanê jî di vê meşa bi rûmet de cihê xwe girtine. Bi şoreşa Rojava re jin kom kom ji netewên din tevlî têkoşîna me bûne. Di enstîtûya ku li ser navê Heval Andrea Wolf hatiye vekirin de perwerde dibînin û ji bo şoreşa jinê tên amadekirin. Hevalên jin ên ji Tirkiye jî hem bi awayekî çalak tevlî têkoşînê bûne hem jî bi derdorên çepgir û rêxistinî re di rêxistina TŞJY-KBDH de cihê xwe girtine. Îro zilamtî li hemû cîhanê rêbazên cuda pêk bîne jî di cewher de bi heman stratejî nêzî jinan dibe. Li dijî jinan polîtîkayeke qirkirina jinan di dewrê de ye. Li hemberî jinan her cure sepanên dij-mirovahî rewa tê dîtin. Ji bo pêşiya rêxistinbûnên jinan bigirin jî her cure astengî an jî sepanên marjînalkirin di dewrê de ye. Ji ber vê yekê girîng e ku hemû jinên cîhanê li dijî van sepanan bi rêxistinbûneke xurt bikeve tevgerê. Ji bo pêşxistina hişmendiya xweparastin û rêxistinbûna jinê jinan kişandina ber bi xeta têkoşîneke hevpar girîng e. Di roja me ya îro de pêşengiya vê tevgerbûnê em dikin. Ji ber vê ji bo jinên ji neterwên din beşdarî têkoşîna me bibin divê em di nav xebateke hîn çalaktir de bin. Her wiha, divê em wisa bikin ku bi jinên Kurdistanî re bikaribin yekîtiya netewî pêş bixin û di nav jinên Rojhilata Navîn de vebûnekî çêbikin. Ev erkên me yên sereke ne. Bi hemû rêxistinên jin ên sosyalîst û demokratîk re îtîfaqên xurt çêbikin û li dijî eniya zilam a paşverû wana bikşînin têkoşînê. Em dikarin bi vî awayî bîranîna şehîdên me yên enternasyonal bidin jiyîn.

Meha cotmehê heman demî meha xwedî derketina Rêbertî ye. Li dijî komploya 6’ê Gulanê ya li ser Rêbertî Heval Bermal (Güler Otaç) û Heval Rewşen (Leyla Kaplan) çalakiyên fedaî kirin û Heval Rotînda (Aynur Artan) û Heval Kurdê (Selamet Menteş) jî li dijî komploya 9’ê Cotmehê bedenên xwe ji agir kirin sîper û bûn şehîdên meha cotmehê. Heval Rewşen di sala 1995’an de tevlî gerîla bûye. Li Dêrsimê Heval Zeynep Kinaci nas dike û ji vê çalakiyê pir bandor dibe. Biryar dide ku bi heman şêwazî çalakiyekî bike. Bi biryardarî û baweriyeke mezin di 25’ê Cotmeha 1996’an de li Edeneyê li dijî polîsan çalakiyekî dike û dibe îfadeya şênber a ast, bawerî, vîn û hestên ku Rêbertî di jinê de avakiriye. Heval Bermal di 1998’an de bi çalak tevlî têkoşînê dibe. Kedkariya wê, zîrekbûna wê, enerjiya ku nikarîbû di cihê xwe de bisekine, sekna wê ya wêrek û hişk heman demî qerektera wê ya ji dil, bi hestî, fedakâr hem li ser malbat hem li ser derdor bandoreke mezin ava kiriye. Çalakiya Heval Zîlan pêk aniye ji bo wê bûye manîfestoya jiyanê. Di roja 29’ê Cotmeha 1996’an de di Cejna Komariyê ango roja îmha û înkarê de li Sîwasê li dijî hêza polîs çalakiya xwe li dar xistiye. Heval Rotînda û Kurdê jî di zîndana Mîdyadê de di 23’ê Cotmeha 1998’an de li dijî komployê xwe dişewitînin.

Îro tecrîdeke giran li ser Rêber Apo tê berdewam kirin. Nêzîkatiyên ku li ti derê cîhanê nehatiye dîtin li dijî Rêber Apo tê nîşandan. Di vê mijarê de ti maf û hikûk naye nasîn. Ji bo tecrîd bê şikandin di pêşengiya zindanan de çalakiyên grevên birçîbûnê hatine meşandin, gelên me yên li qampên Mexmûr û Lavrîo dijîn jî bi çalakiyên piştgirî tevlî vê pêvajoyê bûne. Em berpirs in ku azadiya fizîkî ya Rêbertî pêk bînin. Li dijî her cure komployên li ser Rêbertî hatine kirin hevalên me bi bedenên xwe çembereke parastinê ava kirin. Tişta ev heval ji me re ferman didin azadiya fizîkî ya Rêbertî ye. Di vê mijarê de hemleya tevgera me ya giştî ya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ û hemleya tevgera me ya jin rêxistin kiriye ‘Dem Dema Parastina Jinê ye’ azadiya fizîkî ya Rêber Apo xistiye rojeva sereke. Hemleyên me saleke xwe li pey xwe hiştin û her çiqas li qadan livdariyek (hareketlilik) ava kiribin jî hê negihiştine hedefa xwe. Ji ber vê yekê, divê em li ser bingeha azadiya fizikî ya Rêbertî çalakiyên hîn xurttir rêxistin bikin. Heta pergala Îmrali ya Rêbertî tê de rehîne tê girtin neyê perçekirin, polîtîkayên komplo yên li ser gelê me û welatê me jî nikare vala bên derxistin. Em 24 saet Rêbertî di pratîka xwe de bisepînin û paradîgmaya wî rêxistin bikin dikarin van polîtîkayan vala derbixin. Armanca tecrîd ji xwe girêdana Rêbertî û Tevgerê ji hev qûtkirin e. Rêbertî diyar kiriye ku her tiştî di parêzname û dahûrandinan de daniye holê. Dahûrandin û parêzname divê bibe kilawûza jiyana me hemûyan. Heke em di vê çarçoveyê de lêhûrbûn bikin û derbasî pratîkê bibin em dikarin pergala rehîne ya Îmraliyê jî perçe bikin, lîstikên komployê jî vala derbixin.

Meha Cotmehê meha şehîdên me yên jin in. Her yek ji wan di dîroka me ya azadiyê de bi jiyana xwe mîrateyên xurt hiştine. Bêguman bi dehan şehîdên me yên me navê wan negotine jî hene. Lê jiyan û sekna hevalên bûne sembol lêkolîn kirin jî nîşan dide bi xwîna xwe çawa dîroka azadiyê rêxistin kirine. Şehîdên me fermana pêşxistina azadiyê û serkeftinê didin me. Ferman didin ku em li derdora bîrdoziya rizgariya jinê kom bibin û têkoşînê bilind bikin. Ferman didin ku em azadiya fizîkî ya Rêbertî bi dest bixin û sepanên komplo vala derbixin. Yanî erk û berpirsiyariyên me yên mezin li bîra me dixin. Cuda ti rêkekî me yê din nîne ku divê em bi vê hişmendiyê erkên xwe hembêz bikin û serkeftinê bidest bixin. Li ser bingeha ku ji Serhedê heta Efrînê bersivê bidin berxwadana gerîla bi biryardariyeke mezin dimeşe. Îro di pêşengiya hevalên li Metîna, Zap û Avaşînê li ber xwe didin de ev rihê qehreman tê temsîlkirin. Xeta berxwedêr a Heval Bêrîtan temsîl dikir bûye xeta hemû hêzên gerîla û di pratîka îro de jî bi awayekî pir xurt tê pêkanîn. Hevalên me yên ku heta niha 157 car bi êrîşên çekên kîmyewî re rû bi rû mane, tenê bi çekên ferdî derbe li faşîzmê dane; li dijî her cure teknîka dijmin di tûnelên şer de bedenên xwe kirine mertal pêkhênerên şênber ên girêdaniya şehîdên me yên qehreman in. Yanî gerîla berxwedana xwe mezin dike û berdewam dike, heta henaseya xwe ya dawî berxwedaneke mezin nîşan dide. Di peyamên xwe yên dawî yên ku ji gel û hevalan re dihêlin de diyar dikin ku wê heta dawî li ber xwe bidin û me jî dawet dikin ku em jî di vê riyê de bimeşin. Hevalên me yên ji Mamreşo, Werxelê û Zendûra ji me re peyam şandin û wekî wesyetên xwe fermana berxwedanê dan. Divê em tenê guh nedin vî dengî, divê em vê berxwedana dimeşe bixin malê herkesî û bi vê wîcdanê ji hevalên me yên li ber xwe didin re bibin bersiv. Dem dema berxwedanê ye. Divê ti carî vê demê û banga hevalên xwe ji rêzê negirin dest. Divê hemû jin jî li dora vê berxwedanê kom bibe; bibe xwediyê têkoşîneke mayînde. Heke wisa bibe emê bikarin derba dawî li dewleta faşîst a zeyîf bûyî û ji hêz ketî bidin û biavêjin çopa dîrokê.

Ti têkoşîna şoreşê bêberdêl negihiştiye serkeftinê. Em jî di nav vê pêvajoya zehmet de şehîdan didin. Ev berdêl divê di me de atmosfereke dilşewat û paş de dikşîne ava neke. Heke azadî hêsan ba ewqas berdêl nedihat dayîn. Bêguman nabe ev berdêl sivik bê girtin lê heta berxwedan hebe wê şahadet jî çêbibe. Em mecbûr in wate bidin û li gorî wê bersiv bidin van şahadetan. Em têkoşîneke mafdar dimeşînin û em ê teqez serbikevin. Em hemû jinên di vê têkoşînê de cihê xwe digirin silav dikin!

Bijî Serok APO!

Bijî şehîdên me yên nemir ên şoreşê!

‘Bijî jina şer dike, bi qasî şer dike bedew dibe, bi qasî bedew dibe tê hezkirin!’

Bimire dewleta zilam, faşîst û dagirker!

Teslimiyet ber bi îxanetê, berxwedan ber bi serkeftinê ve dibe!

Silav û Rêzên Şoreşgerî

Koordînasyona PAJK’ê

Attachment