PKK ne PKK’a Bakur e, PKK, PKK’ya Kurdistanê ye. Bi sedan ciwan, keç jî di nav de, nêzî me dibin. Li Başûr beriya xortan keç hatin. Xort jî hebûn. Lê hinek xortên weke eşîrtî nêz dibûn reviyan. Jiyana taybet dixwestin. Jiyaneke pir teng didan berçav. Hinek baş jî derketin. Di nava refên me de gelek şehîdên Başurî jî hene.
PKK dizane mirovan biafirîne.
Di nava me de yekî ji bo min gotibû, “ji neyînê heyînê pêk tîne.” Tam jî di vê xalê de emê dîsa bikin. Lê weke min gotî, dem taqtîkên cuda bi cuda dixwaze. Şêwazê xebata partiyê dixwaze. Divê her tişt bê hesapkirin. Lê hevalên li Başûr vêna nedikirin. Wê yê Kurdayetiya Başûr jî hin tiştan bike. Ji bo Kurdayetiyê hinek tişt kirin mûmkûn e. Divê li ser bisekinin û bi israrbin. Divê neyê gotin ‘teng bûme, ka zewqê min, eşîreta min, kanî jin, li kuderê ma’.
Kurdayetî çiye?
Kurdayetiya serkeftî çiye?
Yekî biqasî min lez û bez dibeze nîne. Kes nikare min seatekê li cihekê de bigre. Lê ji bo şoreş vêna dixwaze evqasî sale ez li vir bi hezar carî dubare û dubare li ser Kurdayetiyê sekinîme. Berê ji bo min digotin, “weke ciwa ye. Yek deqîqe tenê nikare li cihekê bisekine.” Lê niha ji bo Kurdayetiyê disekinim. Heya ku tiştek neafirînim pêşiya wê bernadim. Ev şêwazê min e.
Yekî min bibîne, çend waneyên min guhdar bike nemûmkûne weke berê bijî. Bi misogerî wê bê guhertin, nikare weke berê bibe. Heta xwedî dewletê jî be wê bê guhartin.
Ji niha şûnde jî nemûmkûne ku Kurdek ji me xilas bibe; başê wê jî, nebaşê wê jî, welatparêzê wê jî, xayînê wê jî, mezin û biçûkê wê jî… Kêm-zêde cihê wan diyar dibe. Divê qîmeta tiştên ji bo civakê têne kirin bêne zanîn.
Dibe ku ji bo dewleteke din bixebitin yan jî gelek ked jî bidin; wê yan mûçeyekê bidin, yan jî nedin wan. Lê di xeta PKK’ê de divê herî baş û dijwar bixebitin; emê jî ji yên dewletek bide hezar qad zêdetir bidin.
Ji her kesî re şerteke min heye; ji yê herî serkeftî re, em ji çaran yekî welat bidinê. Tenê bila giştî xilas bike. Wê qet xilas neke yan jî tiştek sernexe, lê wê xwe mezin bihesibîne. Ev tiştek îfade nake. Lê heke mezin xilas kiriye, wiha bila mezin be. Heke Barzanî xilas kiriba, bila bibe qiralê Kurdistanê. Em nikarin vê xirab bikin. Lê parçe kir, yekîtî ava nekir, siyaset weke hunereke bi wate pêk ne anî ye.
Wî parçebûna eşîrtiyê kûrtir kir, ber bi xwînrijandineke bê wate ve bir. Rexneyên me ev bûn. Heke na Barzanî li ser bingeha qraltiyê mezin bûba jî, wê nerazîbûneke me çênebûya. Bi misogerî tiştên wî jî dabûna Kurdistanê hebûn. Lê heke yek derbikeve kar-bar, li ser navê hevaltiyê, li ser navê sosyalîstiyê ji derveyî mezinbûnê hewil dide ji bo hemû ketîbûnan navend ava dike, ew çavê min jî be ezê derxim bavêjim. Lê dema xizmet kir binirx e.
Di dîroka me de yên li ser navê Kurdbûnê dikevin rê hûnê nas bikin. Wan jî digotin “azadî, serxwebûn.” Lê hemû di gotinê de man. Tevlîbûneke wan bi dil û can çênebû. Ew girêdan nedan raberkirin. Barzanî bi xwe jî vê zêde nedizanî. Di Barzanî de welatparêzî lewaze, malbata wî beriya her tiştî tê, ji her tiştî girîngtir û mezintire jêre. Ev yek pir eşkere ye.
Ya girîng rihê berê famkirin e. Çiqas mezin, çiqas baş bibe jî dîsa her tişt Barzaniye û ji bo eşîreta Barzanî ye. Netewîbûn piştre tê. Heta netewbûn ji bo mezinbûna eşîretê amûrek e. Mezinbûn, netewîbûn cuda, eşîret tişteke cudatir e. Yên ku vê nezanin nikarin xebateke netewbûnê û xebateke gel bikin.
Divê mirov xwe nas bike. Gelek rewşenbîrên me xwe dixapînin. Pêwîste pirsa neteweyî di çi astê de ye bê pirsîn. Serokatiya Barzanî serokatiyeke her tişt ji bo eşîreta xwe dike ye. Ger serokatiyek ne demokratîk be, azadî nebe wê xizmetê ji çi re bike?
Di giştî Kurdan de eşîretbûn heye. Lê ger bê gotin “eşîra min, malbata min û heta kesayeta min beriya her tiştî tê” li wir netewbûn xilas dibe. Heta netewbûn çênebe, serxwebûna welat jî çênabe. Wiha di vir de hewceye mirov rastiya xwe bibîne.
Min Osman Sabri dît. Gelek baş bû, miroveke temen mezin û gelek aqilmend bû. Min bi wî re hinek civîn lidarxistin û digot; “tişta Barzanî dike eşîrtî ye, ne netewbûn e. Netewbûn çênebûye, her tişt di bin xizmeta eşîr û malbata wî de ye.” Ev tiştek ji hemû kesên malbatî, eşîrtî, qebîletî û takekesîtî dixin navenda karê xwe de re derbas dar e. Raste, ew hinek derdor li ser xwîna pêşmergeyan bûye xwedî zêr. Rihê bazirganiyê weke penceşêrê, gelê Kurdên Başûr jî dikemirîne. Pêwîste rihê pere bê kuştin.
Li Başurê welêt weke ku şoreş nemaye, xwe firotina qurûşan heye. Ev tiştek pir xirab e. Di vir de berpirsyariya pêşengên wir heye. Çi ji xwe dikin bila bikin, divê kesayet ji şoreşê qut nebin. Û nekin ku Kurdbûn bi quruşan bê firotin.
Ger ku armanca kes mezin be, ji xwe di Başûr de welatparêzî heye. Bila xwîna evqas şehîdan vale neçe. Heke pêşengên civakê li ser vê nesekinin, wê ji bo kesên pêşeng jî tiştek qet nebaş bibe. Çi dibe bila bibe pêwîste xwedî li xwîna şehîdan bê derketin. Bêguman xwedî li gelê Başûr jî derbikevin, ji gel dûr nekevin, wêrek bin, alîkariya PKK’ê jî ne hindik e.
Em destê xwe ji Başûr nakişînin. Wê şoreş li wir jî bidome. Gelek bi rihê şoreşê tê lîstin û gelek hesap li ser tê kirin. Nemaze emê bi israr ser de biçin.
Cudahiya îsyanên li Başûr-Bakur û cudahiya PKK’ê çî ye? Ferqa kesayeta di nava PKK’ê de pêş dikeve, ferqa Kurdayetiya pêş dikeve û li ser navê Kurdbûnê tiştên li Başûr pêş dikeve çî ye? Ev pirsên pir girîng in. Nivîskar û zanyarên gel divê li ser van baş bisekinin û hewce dike ku van mijaran bînin asta weşandina pirtûkan jî. Başe, bila Soranî binivîsin.
A rastî gelê Bakûr dixwaze pêş bikeve, lê firsend nadinê. Mehrûmiyeta ji bîrdozî û siyasetê gelê Kurd têhnî kiriye. Dixwazin nêzî PKK’ê bibin, lê di sabir û înatê de lewazin. Jiyana nû nizanin, nagihin sebra me. Di taybetmendiyên PKK’ê de sabir, tehamûl, usûl û tempo çî ye? Divê ev xal hinekê bêne vekirin. Heke derfetên pêşengên gel hebe divê vekin û bikin pirtûk. Beriya hemûyan pêwîste ev ji gelê me yê Soran re bê ragihandin. Soranî-Behdînî ferq nake, lê bi misogerî divê ji Kurdan re bê ragihandin.
Ji niha şûnde dikare ji PKK’ê encamên mezin bêne girtin. Tişteke ku min di Kurdan de dîtî heye; di Kurdan de çavdêrî û nêrîna li berfirehiya wê nayê zanîn. Nêrîneke dîrokî, pêwîste bibe nêrîneke ku esasên bingehîn pîvan bigire. Divê nirx ji tiştên vale, bê encam, bê nirx û nebingehîn re neyê dayîn. Divê li gorî guncaviya usûla wê mirov xwe ji nû ve ava bike. Gelek kes van dinivîsin, lê kêmaniyan dikin.
Mesela, pirsekê dipirsin dibêjin; “Hêstir çî ye” lê hewl didin bi mûyeke hêstirê ve, hêstirê bidin nasîn. Ji bo naskirina hêstirê divê tu li pişta wê, lingên wê temaşe bikî û tu dikarî wisa nasbikî. Ev esasên hêstirê ne. Lê nivîskarên me hêstirê bi muyên wê ve didin nasîn. Wisa nayê naskirin. Usûl gelek girîng e. Ger li ser navê Kurdbûnê tê xwestin ku xalên esas bêne girtin, divê li vir xalên esasî bêne dîtin. Ev yek xizmeteke, dikare encamên baş jê bêne girtin.
Rêber Apo
(Ji nirxandinên sala 1993 hatiye girtin)