Em Bi Terzê Zîlan Zaferê Mîsoger Bikin
Şehîdên me çirayên ku her tim riya me ronî dikin e. Tişta ku dihêle em her tim li hemberî rastiya dijmin berxwedêr bin, hêza berxwedanê dide me; girêdana me ya bi şehîdên me re û hewildana me ya layiqbûnê ye. Armanca pîroz ya ku şehîdên me ji bo wê xwe feda kirin pûsûleya bingehîn ya meşa tekoşîna me ye. Li pey şopa wan meşîn, armancên wan yên ku nîvco mane gihandina zaferê, biryar û baweriya wê nîşandan sedema me ya jiyan û tekoşînê ye.
Em ji bo ku welatê me ji dagirkeriya pergala qirker û mêtinger xilas bibe û şoreşa azadiya jinê bi dest bixin bi armancên mezin derketine rê. Em tekoşerên xeta Zîlan û xeta Rêbertî de di armancên xwe de pir zelalin. Ev zelalbûna me, ji meşa me ya ser şopa şehîdên me tê. Girêdana me ya bi Zîlan, Sema, Gulan û bi şehîdên me yên qehreman yên ku şopdarên wan bûn asta me ya azadiyê diyar dike. Tişta ku sekna me ya jiyanê û beşdarbûna me ya tekoşînê diyar dike asta me ya temsîlkirina van şehîdên me yên qehraman e.
Wek ku dîrok her tim nişanî me daye kesayetên xurt û pêşeng her tim dibin afirînerên çalakiyên dîrokî û temsîlvanên jiyana nû. Di roja me de jî kesayetên xurt û pêşeng rihê fedaî û berxwedêr yên Zîlan, Sema û Gulanan di sekna xwe de didin jiyîn û dîroka azadiyê dinivîsin. Di serî de jî artêşa me ya jin ya fedaî-hêzên me yên YJA STAR bi hemû pêkhate û fermandeya xwe re di xeta Zîlan, Sema û Gulan de li ber xwe didin û ji bo ku fikir û felsefeya Rêber APO jiyanî bibe tekoşîna xwe her roj mezintir dikin.
Ji bo ku bi wesîleya rojeke wiha em derketina bi Zîlanî fêm bikin divê em biryardariya Zîlan, şert û mercên wê demê bibînin. Ji ber ku lêhûrbûneke pir kûr û hûndirîn hebû ku Heval Zîlan ber bi çalakiyeke wiha fedaî ve bir.
Pêvajoyeke pir dijwar ya îmha û qirkirinê heye ku Kurdistan tê re derbas dibe. Rastiyeke Rêber APO û artêşa gerîla ya ku bûye yekane hêviya gele Kurd heye. Rastiyeke gel ya ku Rêber APO û artêşa gerîla hembêz dike û radibe serhildanan heye. Ji bo em derketina dîrokî ya Heval Zîlan fêm bikin û derxînin zanabûnê divê em wê demê bînin bîra xwe û hinek vekin.
Wek tê zanîn, hin taybetmendiyên ku tekoşîna me ya azadiyê ji îsyanên klasik yên Kurdan diveqetîne û wê têkneçûyî dike hene. Di serî de jî tekoşîna gerîla ya profesyonel tê. Dema em li kûrahiya pirsgirêkên siyasî û civakî yên ku pergala qirker û mêtinger ya dewleta Tirk ya dagirker li Kurdistanê derxistiye dinêrin; dibinîn ku bê tekoşîneke profesyonel ya gerîla îro pêşketinên siyasî, civakî û çandî pêşxistin ne pêkan bû. Ji bo ji pirsgirêkên kûr yên siyasî, neteweyî, civakî, çandî û dîrokî re çareserî bibînin diviyabû tekoşîna gerîla bidin destpêkirin. Di encam de îro pêşketinên nû yên azadiyê di saya pêşketina tekoşîna gerîla û her tim nû kirina wê de derkete holê. Heke tekoşîna me ya azadiyê xwe mayinde û bi pergalî nekiribana, xwe her tim mezin û nû nekiribana wê zêde ne pêkan ba ku pêşketinên îro li Kurdistanê tên jiyîn derketibana holê.
Tekoşîna me ya gerîla ya ku ji sala 1984’an ve di rêbertiya partiya me PKK de ketiye dewrê hem rewşa Kurd û Kurdistanê hem jî ew çarenûsa xedar ji kok ve guhert. Ew rewşa “Ji hebûnê derxistin” ya ku piştî demên dawî yên Osmaniyan rejîma qirker û dagirker li ser Kurdan ferz kir ji binî ve guhart. Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi salên 90’î re xwe gihand hêza serhildana girseyî ya gel û bû hêzeke mezin û îradî ya ku ji yekgirtina gel-gerîla ava bûye. Her ku çû li Kurdistan û herêmê bû hêzeke nû ya îradî û bû aktoreke cidî.
Gelê Kurd di gerîla de hebûna xwe dît
Gerîlaya azadiyê ya ku hêza me ya herî bingehîn ya Partiyê ye her roj mezintir bû, kûr bû, gihişt roja me û destkeftiyên aktûel bi dest xist. Di vê de tekoşîna di navbera 90-95 de xwedî girîngiyeke mezine. Ev serdem serdemeke ku wek hêza gerîla bi gel re bûn yek û bi hêza gel mezin bûye. Di vê serdemê de bi gel re hatina gel hev, ezmûn û danehevên şer û rêxistinbûnê da qezenc kirin û bo vesileya em kok berdin erdnîgeriya Kurdistanê.
Di van salan de me xwe spart tekoşîna gerîla, hêz û vîneke mezin qezenc kir û êdî bi dengekî bilind çarenûsa îmha û înkara ku li Kurdan dihat ferzkirin me red kir. Hin pêşveçûnên nû yên ku ne li bende bûn di her kêlî de dihate jiyîn. Ev rewş hem ji bo me hem ji bo dijmin wiha bû. Di van salan de tc ya qirker û dagirker li Kurdistanê rejîma OHAL’ê pêş xist, bi sazî kir, cînayetên faîlî meçhul hatin kirin û şewitandina gundan belavî her dere bû. Her wiha, di van salan de di nav Tirkiye bixwe de hin subay û general hatin kuştin. Heta ev sal bûn sedem ku Serokkomarê 8. Turgut Ozal jî bê kuştin. Ji ber van hemû sedeman pêvajoyeke girîng îfade dike. Ya rast bi gotineke din; di nav salan de gelê Kurd li derdora agirê gerîla pêxistî ji nû ve dibe hebûn. Di van salan de gerîla mohra xwe li hemû pêşketinên ku li Kurdistanê derdikeve dike.
Di vê pêvajoya em behs dikin de, tekoşîna gerîla hemû pêşketinên ku hem ji aliyê me ve, hem jî ji aliyê dijmin ve derdikevin diyar dike. Ji ber ku di navbera van salan de artêşa me ya gerîla dibe hêzeke mayinde ya parastin û şer ku êdî kes nikare ji Kurdistanê dûrbigre. Di wan salan de pêvajoyeke ku gelê me ji aliyê nasname, dîrokî û çandî ve ji nû ve hebûna xwe bidest dixe tê jiyîn. Artêşa me ya gerîla piştî vê pêvajoyê li Kurdistanê dibe tevgereke mezin ya hêviyê û dibe çareseriya yekane ya jinûve avabûnê. Ew dinyaya hest û fikrê Kurdê hatiye tarîkirin ji kok ve hejand û rê li ber zayîneke ronahî vekir. Agirê azadiya ku gerîla pê xist li derdora xwe jiyaneke nû û azadîxwaz pêş xist. Lewra jî, di van salan de; ronahiya ku di pêşengtiya gerîla de li Kurdistanê bilind bû tarîtiya sed salî çirand, başî-rastî û xweşikî ji nû ve mana qezenc kir û ew wateya hatî windakirin ji nû ve di fikir û rihê herkesî de xwe bi cîh kir.
Gerîlayên azadiyê ji bo cihê xwe li Kurdistanê mayinde bike çiqasî pirsgirêkên şer, artêş û pirsgirêkên jiyanî dixist rojeva xwe û nîqaş dikir, bi terzê gerîla belavî hemû welat dikir, ewqasî di nav civaka Kurdistanê de bi piştevaniyeke girseyî û cidî dihat pêşwazîkirin. Li ser bingeha perspektîfên ku rojane ji Rêber APO gûhdarî dikirin; bi pirsgirêkên şer, artêş, kesayet, jiyan û têkilî re têdikoşiyan û hem di gerîlatî de hem jî di xeta jiyana azad de bi awayekî lez pêş diketin.
Çiqasî di nav xwe de xwe bi sazî dikir û dibû hêzeke mayinde û bipergalî; di nav civaka Kurd de jî ewqasî dibû hêvî û bendewariya mezin. Ji aliyê gelê Kurd yên ku welatê wan hatiye dagirkirin, ziman û çanda wan hatiye qedexekirin, her tiştên wan yên madî û manevî hatine desteserkirin ve bi hêvî, kelecanî û coşeke mezin dihatin pêşwazîkirin.
Ji bo gel tekoşîna gerîla ji nû ve vejîn bû
Gelê me li seranserê welat bi hêvî û bendewariyeke mezin gerîlayan hembêz dikir û bê hesap xiste dilê xwe. Bi saya vana tekoşîna me ya azadiyê her çû mezin bû, kûr bû û gihişt roja me. Gelê Kurd êdî hebûn û pêşeroja xwe ya azad di hebûn û serketina gerîla de didît. Êdî çarenûs û pêşeroja xwe ya neteweyî û civakî bi berxwedaniya gerîla ve girê dida. Êdî hatibû fêmkirin ku bê berxwedaniya gerîla li Kurdistanê pel jî nikarîbû bilive. Ji ber ku dihat dîtin ku pêvajoya ji nû ve avabûna gel û tekoşîna gerîla bi hev re pêş diket û pêş ve diçû. Lewra jî ji bo civaka Kurdistanê tekoşîna gerîla tê wateya; şensê ji nû ve avabûnê bidestxistin û ji nû ve hebûn û nasnameya neteweyî, siyasî, civakî, çandî qezenckirin. Ya rastî, ji nû ve hatina dinyayê ye. Lê di terzê kevin de, di terzekî nû de hebûna xwe qezenckirin û ji nû ve zayîne. Aliyên paşverû yên ku çavkaniya xwe ji qirkerî û mêtingeriyê girtine derbas dikin, xwe ji hêmanên klasîk-paş û kevneşop rizgar dikin li derdora dinyaya fikir û ramanên ronak asteke îdeolojîk qezenc dikin û ji nû ve ava dibin. Lewma, artêşbûna gerîla di gelê Kurd û civaka Kurdistanê de rê li ber tevgereke mezin ya hêvî û baweriyê vedike. Hem li deştan hem jî li bajaran êdî gelê me tekoşîna gerîla mîna nan û av wek çavkaniya jiyanê didîtin. Em dikarin bêjin di nav civakê de valahiyeke mezin tijî kirîbûn. Bi vî awayî, bi salên 90’î re gerîlayên Kurdistanê xwe gihandin hêzeke mezin û girseyî ya serhildanê.
Tekoşîna azadiyê ya ku xwe dispêre gerîlatiyê û bi vî awayî bi gel re dibe yek û her diçe dibe hêzeke serhildanê; dewleta qirker û mêtinger ya tc dixe nav tirseke mezin. Dewleta dagirker ya tc, destpêkê Tevgera me ya Azadiyê dişibîne îsyanên klasîk yên Kurdan; wek wan digre dest û nêz dibe, stratejî û taktîkên xwe li gorî vê pêş dixe. Lê ji ber ku Tevgera me stratejiya şerê gelê demdirêj esas digre û li ser vê bingehê tekoşîna gerîla dide destpêkirin; dewleta tc dibîne ku rewş ne weke ku wan hesap kiriye û êdî rewşê fêm dike. Çiqasî dibîne ku di refên me yên tekoşînê de gerîlatî mezin dibe û ev gerîlatî li hemû Kurdistanê tekoşînê mayinde dike û êdî nabe ku were xilaskirin; taktîk û stratejiyên xwe jî êdî diguherîne…
Koordînasyona PAJK’ê
Yê berdewam bike…