Fîdan Nûrheq
“Ma hûn çawa dikarin bi mîlyonan kesan di nava odeyeke ewqasî biçûk de bihêlin? Bi rastî jî weke Rêberê Netewî yê Gelê Kurd di dema ketina girtîgehê de û di wan şert û mercan de min xwe kiribû senteza bi mîlyonan mirovan. Gel jî wiha fêm dikir.Mirov nikare bêmalbata xwe, bê zarokên xwe Bijî. Ezê çawa demek dirêj ji wê îradeya bimîlyonan yek bibûn dûrbiketama?”
Didestpêkê de divê em bizanin ku em hemû, bimîlyonan Kurd di Îmralî di odayek pir biçûk de ne. Hewa tine ye, av weke li çiyayên Kurdistanê tine ye. Rengîniya Kurdistanê qet û qet tine ye. Her tiştek ji me re wek gewr, wek tiştek bêreng tê. Bêhn distînîn, lê em dîsa jî nikarin xwe ji hestên fetisînê xilas bikin. Em hemû bê nefes mane. Ev nefesên ku em dikêşin xapînok in. Ji ber vê yekê em li gel ku nefes distînin, hîs nakin ku ev nefes heta hemû dilopên xwîna me, ji me re jiyanê bîne. Em hîs nakin ku nefesên ku komî serhev bûyî jiyanê avadike.
Ji ber ku em bimîlyonan kes, di İmraliyê de dîl hatine girtin.
15 Sibatê Roja Qirkirinê ye. Ev komplo di dîroka gele Kurd de weke roja herî bi êş tê nasîn. Ji ber ku êşa dûrketin ji azadiyê ye. Komplo bi bîranîna rojên dûrî azadiyê ye. Ji ber ku êşa wek her gelekî dîrok nejîn e, şuna wê dîroka serberjer bûyî jîyin e, komplo weke dubare kirina dîroka serberjerbûyî tê nasîn. Ji ber ku êşa bûna miriyên li ser piyan. Komplo li hember daxwaza jiyanê wek mirin tê zanîn. Ji ber ku, komplo hemû Kurdên ku dixwestin bijîn bimirinê ve rû bi rû dihêle. Komployan ku, beriya derketina Rêber APO li hember tevgerên Kurd hatine meşandin jî di vî warî de tê nirxandin. Kuştin û tinekirina gelek, bi rêberê wê gelî ve destpê dike. Desthilatdar jî vê yekê dizanin û li gor vê yekê tevdigerin.
Komploya li ser Rêber APO hemû Kurdên birûmet xistina çala mirinê bû. Çima ne yek kes, hemû Kurdan dixin çala mirinê, sedeme vê yekê jî em dikarin di tehlîleke Rêber APO de bibînin: “Her kes mirovê ku di hundirê xwe de veşartiye dimin de dibîne. Dibêje nûneriya parçeyeke min tu dikî. Lê ewparçe veşartîye. Kesayeta ku xwe dide der û diyar dibe cuda ye. Miroveke ku di aliyê dilê herkesî de maye heye. Ew jî ez im. Ev hest pir zêde heye. Lê belê veşartî ye. Di ciheke biçûk nava dilê herkesê de ye. Weke kombûyîna hemû parçeyan hun dikarin min bihizirin.”
Em, weke kesayetên Kurd hebûn û xwebûna xwe di kesayeta Rêber APO de dibînin. Ji ber ku Rêber APO komkirina hemû nirxên mirovahî, kurdewarî û jinbûyînê ye. Hemû nirxên ku mirov dikare ji bo jiyanek birûmet rêz bike, mirov dikare di kesayeta Rêber APO de bibîne. Mirovên ku bi PKK’ê re ti têkîli nedanîbin jî, xwe û nûneriya xwe di kesayeta Rêber APO de dibînin. Ev yek bi taybetmendiya Rêbertî ve giredayî ye. Ji ber ku Rêbertî, koka jiyanê di xwe de dide der û vegotina hemû demên dirokê, hemû mirovan di kesayeta xwe de pêşdixe. Em dikarin bêjin Rêbertî weke kok hucreya mirovahiyê ye. Ber vê yekê jî di pêvajoya komplo de li gel Kurdan, mirovên ku endamê netewên cuda jî bi vê êşê hesiyan, jîn û helwest jî li hember komployê navnetewî girtin. Li gel ku komplo li Yewnanistanê pêşket, kesên Yewnan jî li hember kiryara wan helwest girtin.
Ji xwe mirovên Rojhilata Navîn jî dema ku PKK’yiyan ji Rêber APO nasdikin bilez û bez xwe dikin yek. Weke xezineyek veşartî dîtine, bi kelecaneke mezin tevdigerin. Ev yek bi kok hucre bûyîna rêbertîvê giredayî ye. Li gel vê rastiyê Rêber APO jî ev kok hucreya di kesayeta xwe de mezin kir, bi têkoşînê ve kir pergal û li hember pergala kapîtalîst modernîteyê modernîteyeke nû ya demokratîk pêşxist.
Di pergala modernîteya kapîtalîst de mirov nikarin xwe bijîn. Her kes, her tim li gor hinekan jiyînê re erkdar dibin. Ev hinek jî, nûneriya pergalê di asta herî jor de dikin û bi pergalê ve ji navikê ve giredayî ne. Ji ber ku hinek pergalê diyar dikin da ku herkes li gor wan bijîn. Nikarin xwe pênase bikin. Dinav şîlubûneke pir tîr de mirov nikare xwe pênase bike. Ji ber vê yekê pergal her tim şîlubûnan ava dike, zêde dike û vê yekê weke radeyek jê neveger diyar dike. Li derdora Rêber APO zelal bûyîn heye. Yê/ya ku naxwaze xwe bi rengek zelal bide nşîandan jî, li hember zelalbûyînên kûr nikare xwe biparêze. Nikare weke xwe biherike. Her kes çawa ku perçeyek xwe di Rêbertî de dibîne, li ser vê rastiya gerdûnî xwe zelal kirin jî weke rêgezek jiyanê dibînê.
Çawa ku kevirekî pir mezin bikeve ser dil û tu jî nikaribî rake, çawa çemê ku her roj diherike ji nişkêve biçike û neherike, çawa ku roj weke her roj neye ser rûye erdê… komplo dixwest vê yekê pêşbixe. Dorpêç kirin li derdora Rêbertî bi vê rengî bû. Gav bi gav li derdora Rêbertî xelekek dan çêkirin û bi taybet di sala 1998’an de jî ev xelek zêdetir teng kirin. Piştî 9’ê Cotmehê ku pêvajoya komployê destpêkir û şûn ve li her derê Kurdistanê û cîhanê pir kesan ku bi Rêber APO ve giredaneke bêhempa dijîyan xwe kirin agir. Her roj hevalek xwe kir xeleka ji agir li dora Rêbertî. Li hember tarî kirina rojê, çalekiya herî bi rûmet ya bi durûşmeya “Hûn NikarinRoja Me Tarî Bikin!” pêşxistin.
Vala derxistina Komployê jiyîna xwebûneke azad e. Ji bo her kes xwebûnê bijî têkoşîn zehmet e. Kesê nikaribe xwebûn û hebûneke azad bijî, nikarê komploya li ser Rêber APO û tevgerê vala derbixîne. Ji ber ku, vala derxistina komployê bi du rêyan dibe.
Yek: Hişmendiya Rêbertî ya ku dixwazin dîl bigrin. mirov dikarê baş fêm bike, baş bihizire, binêrînên Rêbertî re, ku di parêznameyan de cih digrin, mirov xwe ji bo jiyaneke bi rûmet amade bike, dil û mêjiyê xwe azad bike. Li hember pergala desthilatdar, wek jiyaneke bingehîn û asta mirovahî ya jêneveger, şaristaniya demokratik bigre dest û vê yekê bide jiyîn, ji bo vê gavên berbiçav bavêje.
Du: Xala yekemîn pêşbikeve jî, ji bo ku mirov bi wîjdaneke azad bijî, divê afirînerê vê jiyane hertim bike navenda jiyana xwe. Ji bo vê yekê jî, weke afirînerê vê jiyanê Rêber APO baş nasbike û ji bo azadiya Rêber APO her tim dinav çalekiyan de be. Ger kesayeta me ya ku dide der Rêber APO be, em dîl girtina kesayeta xwe ya ku daye der divê nepejirînin. Lihember dîl girtina Rêbertî têkoşan, li hember dîl girtina xwe, dîl girtina dil û mêjiyê xwe têkoşîn e.
Hem li hember afirînerê jiyana azad deynê xwe yê jiyanê dayîn, hem jî di dil de hîskirinek yekbûyî pir girîng e. Divê em xwe û rêbertî weke darek şîn ya şaristaniya demokratîk, jiyana exlaqî û polîtîk bibînin. Yek dar, yek can. Yek can, yek ruh. Yek herikandin, yek dil û yek mêjî. Yek nefes yek jiyan.
Demhatiye ku em êdî şert û mercên Îmraliyê bi ti awayî nepejirînin. Divê pergala İmralî ji holê rabe. Pergala İmraliyê dîl girtina hemû mirovên birûmet û azadîxwaz e, bitaybet jî yên Kurd. Mirovên çiyayî di ber behran, di giravan de bidarê zorê girtin, wê çi encaman bi xwe re bîne? Hewaya Îmralî baş tê zanîn ku ji bo Rêbertî pir pir zehmet e. Divê em weke gel û weke tevger, êdî bi Rêber APO re bijîn, ev yekemîn armanca me be. Hem di ruh de, hem jî rasterast rûbirû. Armancên din, wê bibin encamên pêkhatina vê armancê. Vala derxistina komployê jî bi vî rengî wê encam bide.