Em Bi Çanda Resen û Şoreşa Hunerî Civaka Demokratîk û Azad Ava Bikin!
Çiyayên azad ên Kurdistanê dîsa ji rojên pir girîng û dîrokî re malovanî kir. Di demeke ku hemû cîhan diherikin Kobanê û hêvî didin tevahî mirovahiyê de xebatkarên çand û hunerê bi durûşmeya ‘Em Bi Çanda Resen û Şoreşa Hunerî Civaka Demokratîk û Azad Ava Bikin!’ di navbera dîroka 28’ê Cotmehê û 3 Mijdarê de VI. Konferansa TEV-ÇAND’ê lidarxistin. Di konferansê de ku ji 59 delegeyên ji qadên cihê pêkhat, atmosfereke pir rengîn jî xwe da der.
Di serî de ji Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê, ji Sekreteryaya PKK’ê, ji PAJK’ê, ji rêveberiya qada bîrdozî, ji komîteya çapemeniyê, ji komîteya zanist û ronakbiriyê, ji komîteya wêjeyê, li derveyî Ewrûpa û Başûr li hemû cihên ku xebatên çand û hunerê lê hatine birêxistinkirin, heval beşdarî konferansê bûn. Beşdaran hem ji aliyekê ve pirsgirêk û kêmaniyên ku di qada xebatê de rû didin anîn ziman, hem jî çareserî û şêwazê tevlîbûneke hîna xurt bi baweriyeke mezin îfade kirin. Di vê civatê de dîmenên rengîn, kêliyên hestiyar û nirxandinên pir xurt derketin holê. Ev civat li ser esasê nirxandina pratîka du salên borî ya xebatên çand û hunerê, diyarkirina plansazî û perspektîfên pêşerojê kom bû. Piraniya hevalên ku demeke dirêje di nav têkoşîna azadiyê de ne û demekî dirêje ji hev qut in, dema hev dîtin pir kêfxweş bûn û ji ber di nav xebata azadiyê de mil bi milê hev têdikoşin û qada xwe ya têkoşîn mezintir dikin, pir şad bûn, vê jî dîmeneke pir xweş anî holê.
Salona civatê bi rengên qehweyî û kremî hatibû dorpêçkirin. Bi durûşmeyên “ziman çand e” “hunermendê/a gel şervanê/a gel e, şervana/ê gel hunermenda/ê gel e”, “Em şoreşa Kobanê slav dikin” “Bê Serok Jiyan Nabe” salon xemilîbû. Di kuncikê axaftvan de wêneyê Rêbertî hatibû daliqandin. Kesên ku derdiketin û diaxivîn wek ku li pêşberî Rêbertî bûn, diketin nav kelecanê. Konferans ku bi posterên mezin ên şehîdên çand û hunerê hatibûn xemilandin, di her beşdarekê de hestên cuda lîlan vedida. Ji ber rêhevalên şehîd ku pê re di heman qadê de xebat meşandibûn, bi hev re ked dabûn û pêngavên girîng avêtibûn, niha di dîmenan de bi keneke geşa mayîndebûyî, li rûbirûyê wan bû û di bingeh de ew vedixwendin bilindkirina xebatê. Vê jî atmosfereke hestiyar çêdikir. Di vê civatê de hevala Şehîd Bêrîtan, Şehîd Jînda, Şehîd Welat, Şehîd Şervan, Şehîd Delîl, Şehîd Devrîm, Şehîd Osman û gelek şehîdên çand û hunerê bi me re bûn. Keneke nû bişkovî li ser rûyê wan, bi roniya çavên xwe em slav dikirin.
Di beşa siyasî de şoreşa Rojava bi berfirehî hate bidestgirtin.Wek tê zanîn li Rojava şoreşeke berfireh tê meşandin. Bêguman ev şoreş wisa ji carekê ve derneketiye. Di encama keda 40 salan a ku Rêbertî pêşxistiye û di şert û mercên Îmraliyê de hîna jî vê têkoşînê dide, herwiha di encama rêxistinbûna gel zemînê vê şoreşê avabû û pêşket.
Hate gotin ku planên pir taybet li ser Rojava hene, destpêkê hêzên hegemon xwestin avaniyeke netewperest wek li Başûrê Kurdistanê li Rojava pêşbixin, lê bi hişyarbûna gel û tevgera azadiyê ev plan hate valaderxistin û rêxistinbûna gel bi lez û bez hate tenzîmkirin. Bi berxwedana li hember çeteyên DAÎŞ re jî baweriya ji bo xeta azadiyê zêdetir bû û îro gelên çar perçeyan ref bi ref beşdarî xeta me ya alternatîf dibin. Lê şerê ku li Rojava tê meşandin, ne tenê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ye. Ev hêz bi piştgiriya dewletên DYE, Tirkiye û hukûmeta herêmê dixwaze li Rojava dewleteke Îslamî avabike. Hemû hêza ku şandibûn kesên qaşo fedayîbûn û bi çavkorî bi ser gel de diçûn. Lê nizanîbûn ku ev gel jî fedayiyê azadiyê ye. Di van şerên herî giran de li hemû qadên di bin kontrola YPG û YPJ’ê bi taybet hevalên jin di kordînêyê de cih girtin. Em dikarin bêjin di berxwedana Rojavayê Kurdistanê de jin pêşenga parastin û avakirina jiyana azad e.
Pêvajoya çareseriyê ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin û hukûmeta AKP’ê ji bo wê xira bike û rê li ber şerê gelan vebike hertiştî ku ji destê wî tê dike, bi kûrahî hate nirxandin. Rêbertî ji bo vê pêvajoyê li gor berjewendiya gelan ve pêşbixe 24 seatan kar dike. Di paraznameya 5. de jî Netewa Demokratîk bi kûrahî hatiye nirxandin. Civatê anî ziman ku tişta ku dikeve ser milê me, tenê pêkanîn û pratîzekirina parêznameyê ye. Qada çand û huner dê çawa bikaribe Netewa Demokratîk pêşbixîne, kêmanî û astengiyên li pêşiya me, bi pir aliyan ve hate nirxandin.
Civata çand û hunerê piştî nirxandinên pir-alî û girîng di derbarê rojeva siyasî, ji beşa siyasî derbasî beşa birdozî bû. Di beşa birdozî de pirsgirêkên kadro, terzê xebatê û pirsgirêkên me yên bîrdozî hatin bidestgirtin. Di heman demê de texrîbatên pergala kapîtalîst ên ku li ser kesayet û civakê daye çêkirin hate nirxandin û li ser rêbazên têkoşînê li hember kapîtalîzmê bal hate kişandin
Di vê navberê de hate gotin ku divê her qad kadroyên xebatê birêxistin bike, pêşbixe û xebatên din jî xwedî bike. Di hemû qadan de hejmar û keda hevalên jin pir e, lê ji encama ku îro derdikeve pêş jî diyar dibe ku divê jin di xwedîderketina keda xwe zêdetir baldar be. Di têkoşîna zayendî de asta heyî bilind û pêş bixîne, li hember pergala desthilatdar a zilam xeta azadiyê esas bigre û ev wek erka sereke ya jinan hate nirxandin. Di civatê de girîngiya xebatên akademî û pêşxistina perwerdeyên bi zimanê dayîkê jî derkete pêş. Her wiha parastina cewherî û parastina rewa bi berfirehî hate nirxandin. Piştî nirxandina beşa rêxistinî, biryar û plansazî hate kirin. Konferans herî dawî jî li gorî pêdiviyên demê û li gorî asta nîqaşên xwe yên xurt di derbarê Rêbertî de, di derbarê nirx, şehîd û gêrîla de, di derbarê polîtîkaya me ya çand û hunerê de, di derbarê rêxistinîbûn, polîtîkaya kadro û perwerdeyê de, di derbarê arşîvê de, di derbarê rêxistinkirina çalakiyên çandî, çêkirin û belavkirina berhemên hunerî de biryarên girîng girt. Ev di delegeyan de heyecaneke mezin çêkir.
Di dawiya civatê de axaftina girtinê hate kirin. Durûşmeya civatê wek “Em Bi Çanda Resen û Şoreşa Hunerî Civaka Demokratîk û Azad Ava Bikin” hate diyarkirin. Konferans jî di şexsê şehîdên Kobanê û Şehîd Welat, Şehîd Şervan, Şehîd Delîl, Şehîd Devrîm, Şehîd Osman de hatiye atifkirin. Civat bi biryardariyeke xurt, sekneke bi îdea, coş û moraleke bilind bi dawî bû.
Stêrk GARZAN