Ez di sala 2007 heta 2008’an bi hevala Ekîn re mam. Ji xwe di 2008’an de hate çiya, tevlî refên gêrîla bû. Heval Ekîn di jiyan û hevaltiya xwe de hevaleke pir xweş bû. Her dem di pratîkê de bû. Di 2008’an de me bi hev re xebat meşand. Jiyana hevala Ekîn ruheke fedayî bû. Her tim hişyar bû, dipirsî em dikarin çi bikin çawa bibin bersiv ji demê re û hwd. Her tim di nav lêgerînekî de bû. Hevaleke Pir fedakar bû. Kesayeteke di her karî de bibandor bû. Ji ber wê yekê têkiliya wê bi kîjan malbatê re hebû ew malbat ji heft salî heya heftê salî ji rûniştin, axaftin û ji jiyana wê bibandor dibûn.
Ev jî xeta ku Rêber APO avakiriye fêmkirin û di jiyana xwe de pêkanînê dide nîşandan. Di heval Ekîn de kûrahiyek hebû. Ji ber wê jî dema hevala Ekîn tevlî refên gêrîla bûbû yên ku wê nas dikirin her tim lêdipirsîn. Înak dema em diçûn nav gel her tim gel pirsa hevala Ekîn dikirin. Her tim hevala digot divê milîtana ‘PKK’ê bixwîne. Ji ber ku xwendin xwe nûkirin, jiyana xwe ji nû de avakirin e. Ji ber wê jî her tim ev yek di kesayeta hevala Ekîn de hebû. Dema ku tundiyê fizîkî li ser Rêber APO çêdibe hevala Ekîn digot ‘divê em nesekinin, divê her der bizîvire qada çalakiyê, ev pêvajo pêvajoya çalakiyê ye, çi ji destên me were divê em bikin. Hevala Ekîn di jiyana xwe de her tim rola pêşengîtiyê dikir. Ji ber ku hevala Ekîn di nav ciwan û gel de pêşeng bû, hertim mînak bû.
Hevala Ekîn hevalke ji Amedê ji Ferqînê bû. Lê her tim digot sîstemê çawa li ser kesayeta Amediyan lîstiye divê em li sîstemê mehkûm bikin. hevala Ekîn di 19’ê Îlon’ê di sala 2012’an de di çalakiya Harûna debi ruheke fedayî şehîd ket. Ji bo ku em bikaribin bibin xeta heqîqetê armanca me ji bo ku em ji şehîdan re bibin bersiv em hertim soza xwenû dikin. Dema em dibêjin heya dawiya nuqta xwîna xwe ya dawî em dê di xeta şehîdan de bimeşin. Anceq em dikarin bivî rengî ji şehîdan re bibin bersiv. Her der ji bo hevala Ekîn wekhev bû. Dema ku porên Rêber APO jêkiribûn’ hevala Ekîn gotibû tiştek ji destê me neyê jî ez porên xwe jê bikim. Çûbû porên xwe jê kiribû’ li hemberî hevalan got “çi ji destên me were divê em bikin. Demekê ez çûbûm qadeke ku hemû ciwan li hev civiyabûn, hevala Ekîn porên hemûyan jêkiribû. Hevala Ekîn di got ev kampanya ye divê hemû kes porên xwe jêbike. Çawa ku porên Rêber APO jêkirine em jî li hemberî dewletê helwestek nîşan bidin û em dê vê helwestê bi porjêkirinê bidin nîşandan. Her tim di nav lêhurbûn û lêkolînan de bû. Hevala Ekîn her tim ji xwe pirsan dikir ” ji bo ku xebata xwe xurttir bikim ez dikarim çi bikim?” Nêzî 30 heval me bi hev re xebat dimeşand.. Çiqas astengî jî hebe her tim digot çi dibe bila bibe divê em di xeta Rêber APO de bi israr bikin û li ser vê esasê bimeşin.
Careke din di şexsê hevala Ekîn de em tevahî şehîdên şoreşê bibîr tînin.
Jî Pênûsa Gêrîla