Duyemîn Şikestina Mezin a Zayendî ya Jinê

0Shares

Ji Pirtûka Jina Azad

Her sê olên yek-xwedayî ji nava qebîleyên bi eslên xwe Semîtîk derketine, avhewaya çolê li ser şêwazê jiyan û kevneşopiyan mirovan, bi bandor e. Cotkar çandiniyê dike, bi axê re mijûl dibe û çêbûna berheman, rojane lêdikole, wiha jî digihîje agahiyên di derbarê cîhan û jiyanê. Lê şivanê zilamsalar ji wî cudatire, bi tena serê xwe bi geliyan re digere, wiha jî bi tenêtiyê re kûrbûyîna hundirîn dijî. Em dikarin wek mînaka herî bihêz a razberiya ku tenêtî bi mirov dide çêkirin Hz. Îsa nîşan bidin. Şertûmercên qebîleyên bi eslên xwe Semîtîk ji bo razberî, çînbûyîn û sîstematîkbûyînê hîna vekirîtir e. Di mirovên ku bi awayê koçber dijîn, şivantiyê dikin û li jêr bandora avhewaya çolê de ne, zemînê pêşketina ramana razber hîna zêdetir e.

Mirovên li jêr nîrê (boyunduruk) pergala koletiyê de ne, bi hêvî û baweriya ku nefesekî rehet bistînin, xwe bi olan ve didin girêdan. Yekîtiya ku ol didin çêkirin jî belavbûna civakî bi dawî dike, bi qebîleyên hevgirtî re avaniyên bihêz ên dewletê pêşdikevin. Bi sazîbûna van pergalên ku nîzamên civakî dixin jêr kontrolê, bazirganî xwe bi navend dike, mirov digihîjin baweriya ku ne koletiya ji mirovên weke xwe, encex dikare stûyê xwe li ber xweda bitewîne. Wiha jî koletiya mirov ji mirov re bidawî dibe û diyardeya koletiya ji xweda re pêş dikeve. Bi navendbûna bazirganî û dawîhatina koletiyê re jî têkîliyên hilberandinê jinûve têne tenzîmkirin. Bi avabûna împaratoriyên ku girêdayî olên yek xwedayî ku îfadeya bîrdozî ya desthilatiyên siyasî ne, civaka şareza dest bi qonaxeke nû û hîna bihêz dike.

Di vê pêvajoyê de bi têgeha ên din (ötekî) re, di nava civakê de cihêbûna takeke tê redkirin, eynîbûyîn wek destûra xweda di nava olan de pêş dikeve û di navenda têkîliyên mirovan de wek girêkorekê bi cih dibe. Yên ne ji dînê wan be, yê/ya din e. Ne zilam e. Ji xwedayekî din re, li îbadetxaneyeke din bangî dike. Ên din ji heman xweda re bi zimaneke din dua dike. Ên din îfadeya biyanîbûyînê ye û jin di vê pêvajoyê de bi duyemîn şikestina mezin re, biyanîbûneke hîna kûrtir dijî. Jin li her derê cîhanê, ji her kesî re biyanî dibe.

Pirtûkên pîroz bi yek-xwedayîtiyê re têkîliya di navbera zilamsalariyê, bi qûtbûyîna ji pergala dayîksalariyê mayînde û mutleq dikin.

Di qahîmkirina desthilatdariyê de rola herî mezin olên yek-xwedayî digrin ser xwe. Dema Hegel dibêje: “Dewlet, rewşa cisimbûyî ya xweda ye.” cewhera pergala ku olên yek-xwedayî afirandiye, pir fesîh xulase dike. Sazîbûyîna olên yek-xwedayî hewceyî bi asteke bilind a têgihîştin û hizirandinê didît, lewma di civakên Rojhilatî de di pêvajoyên ku Îslam bi sazî bû, ramana felsefî jî pêşdikeve. Avabûnên ku bi rêya kevneşopî û rêgezên exlaqî di xêva civakî de têne bicihkirin, bi qasî ku sazîbûyînê pêşdixîne, yekem car jêrpirskirina vê tevnê jî bi saya van beşan çêdibe.

Ev pêşketinên li Rojhilat, rêwîtiya hişmeniya analîtîk a di lûtkeyê de dide destpêkirin. Vejîna mêjî şiyarbûyîneke mezin bi xwe re tîne, lê ji ber seyra pêşketina peresana (evrim) mirovahiyê mixabin bi şêwazê dûrketin ji hucreya mak çêdibe, di diyardeya mirovbûyînê de jî texrîbatên mezin rû didin. Di vê pêvajoya ku jin mexdûrê duyemîn şikestina mezin a zayendî ye, mirovahî jî duyemîn şikestina mezin a çandî dijî. Koletiya di yekemîn şikestinê de hatî çêkirin, bi dawî dibe, lê ji serdema zêrîn jî bi qasî ku careke din neyê zivirandin, dûr dikeve. Koletiya ku bi nermkirinê tê veşartin, dewamkirina hêz û kûrbûyîna pergala koletî ye. Bi diyardeya olê re ku mekanîzmeya kontrolkirina nîzama civakî ye û bi teslîmgirtina vîna mirovan, hebûna xwe avadike, cihê takekes di nava civakê de diyar dibe. Herwiha bi diyardeya olê re di hemû qadên civakî de dewamkirina nîzama hatî çêkirin tê pêşxistin. Çawa wê xwarin bê xwarin, çawa wê bê axaftin, çawa wê rêve biçin, çawa wê paqijiyê bikin, hemû liv û tevger ji hêla pirûtkên pîroz ve tê destnîşankirin. Bi van qaliban re jî mirov di olên yek-xwedayî de li jêr nîr de dimînin. Ti zeman û mekanê ku birevinê jî tine ye. Ji ber ku xweda di dil û hundurê mirov bixwe de ye. Mirov ji zincîrên ku bi xweda-qiralan ve girêdayî bû rizgar dibe, lê bi tayên ku pir ziravin wek ku neyên dîtin, lê bi qasî wê jî saxlem, bi xweda ve têne girêdan. Mirov ne xweda-qiral e, lê evdê xwedê ye. Ev di destpêkê de hîsa azadiyê bide çêkirin jî lê li jêr wê de koletiyeke qat bi qat ku li kûraniyên têgihîştinê de didin rûnişkandin heye. Di vir de ferqa ku ji bo jinê derdikeve holê jî ewe ku koletiya wê ji bo mirovê nêr, bi awayeke kûrbûyî mutleq dibe. Hebûn, avaniya fîzîkî, mirovbûyîn û zayendî, bi tevahî hemû xwebûna (benlik) jinê pê didin jibîrkirin. Merheleya duyemîn şikestina mezin a zayendî bi ola yek-xwedayî ya herî dawî re temam dibe. Qêrîna Marîamê li mala ku lê hatî ragirtin, rondikên bêdeng ên Dayîka Meryem, daxwaziya Ayşeyê ji bo ku kevir bihata cîhanê, asta vê şikestinê nîşan dide. Ji vê demê pêve jin ji beden û ji xwe direve. Çawa ku zilam lê dimêzîne, ew jî wiha li xwe temaşe dike. Êşên dijî û pozîsyona zayenda qels ku pêve kirine, qebûl dike. Êdî regl ji bo wê gemarbûyîn e. Hizirîn karekî zilamtî û zehmet e. Ew divê xwe newestîne, bê ku bifikire jî encex bi karên jînîtî ku divê werin kirin re mijûl bibe. Êdî bedena wê biqusûr e, ya kamil bedena zilam e. Ew li beramberî bedena zilam, xwe weke bedenekî kêm dibîne. Zayendîtiya wê tenê ji bo pêkanîna xwestekên zilam amûr e. Jin ji vê qonaxê dest bi şixulandina zayendîtiya xwe dike. Bi armancên wek xapandin, îqnakirin, qezenckirina pere, tenê tişta ku di destên wê de maye, zayendîtiya wê ye û jina di navenda şikestinê de herî baş vê bikar tîne.

Rêbertiya me bi vê îfadeyê duyemîn şikestina mezin a zayendî ya jinê tîne ziman: “Zilamsalarî têra xwe bi cih bûye. Saziya cariyetiyê birêxistin bûye. Pirzewacî hatiye erêkirin. Têkîliya dijwar a di navbera Hz. Mûsa û xwîşka wî Marîam de, nîşan dike ku para jinê di mîrasê de jî hatiye rakirin. Dikevin pêvajoyeke nû ku deng û pejna jinê hatiye tefandin. Teserûfa li ser jinê ji ya li ser her malekê ne cuda ye. Ev rewşa ku di dewleta ola nû de heyî, di malbatê de jî diteyîse. Ne gengaze behsa rola jina ku li jêr cot desthilatdariya çanda zilamsalar û çanda dewleta olî de ye, were kirin. Jina herî baş ew kese ku herî baş bi zilamê xwe û zilamsalariyê re lihevkirî be. Ol jî ji reşkirina li ser jinê re tê aletkirin.”

Jin ji rola xwe ya mirovkirina mirov û civakîkirina wê ji bo cara duyem bi şikestinê re tê qutkirin. Jina ku bi duyemîn şikestina mezin a zayendî re rû bi rû dibe, nayê wê wateyê ku ev rastî diyardeya civakê bandor nake. Çalekiyên siyasî, civakî û aborî ji ber li jêr destên yek alî yên zilam de ne, ji dînamîka pêşketina çandî wêdetir, dikevin rewşa bihêzkirina yekalî ya klîka şer-desthilatî yê. Civaka zayendperest ku hatî avakirin, êdî xwediyê yekane ya meşa dîrokê ya kulek a li ser lingekê ye. Ji ya ku heya niha hatî wêdetir, divê were pirsîn ku çawa heya niha qulupiye zeharekî (ucube). Bi pirsgirkên çandî, aborî, siyasî, zayendî û civakî ku li ser hev kombûne re, meşa yek-xwedayî ku bi van pirsgirêkan re di zik hev de ye, her du zayend jî ji nirxên însanî dûr xistine. Ev rastî jî her diçe xwe dide hîskirin. Jin divê vê rastiya fêm bike ku bi statuya heyî re jiyan nabe. Pêwîste bandora şikestina li ser jinê were tehlîlkirin. Ti endama/ê civaka ku meyla wê ya azadiyê heye, divê jiyana bi statuya heyî ya jinê re qebûl neke. Wê bikeve lêgera rizgarbûyîn ji feraseta civaka zayendîtiyê.   

 

3-Rûyê Rastîn ê Şareza û Bêstatûbûyîna Jinê

Serdema nû ku jê re şaristaniya sermayedar tê gotin û wek pêşketinekê di dîrokê de derbas dibe, di eslê xwe de di wateya mêtîngeriya mirov ji serdema kevn û ya navîn cuda bûye, lê ev cudabûyîn ne pêşketin e. Serdema şaristaniya sermayedar di bingeha xwe de serdema koletiyê ye. Di sedsalên 16’emîn û 19’emîn de 30 mîlyon mirovan ji Efrîqayê wek kole vediguhezînin Emerîkayê, ev kiryar nîşan dide ku koletî ji serayên Fîrewn derketiye, li parzemînekê (kıta) belav bûye.

Jin û ax çavkaniyên xwezayî ne ku ti hêzên sermayedariyê nikare wan hilberîne. Lê xwedîbûna wan rewşeke ku hemû polîtîkayên sermayedariyê destnîşan dike. Di tehlîlên aboriya serdema sermayedariyê de nêzîkatiyên ku jinê ji nedîtî ve tên, têne kirin ev jî polîtîkaya bizanebûn a dizîtiya bazarê ya vê pergalê ye. Ruxmî ku jin wek yekemîn afirîner, avakera rastîn a aboriyê ye.

Di pêvajoya sermayedariyê de jin karkereke bêheqdest (ücretsiz) e ku ji bo zilam bi awayeke mizedar (ücretli) bidin şixulandin, bikarînin. Karê malê ji ber bêheqdest û bêberamber e, dibe rêbazek ji bo ku zilam karê xwe yê mizedar wek raserî (üstünlük) bide diyarkirin. Di pêvajoyên ku pirsgirêkên bêkariyê zêde dibin aciziyên civakî ku derdikevin vê rewşê baş vedibêjin. Zilamê ku bêkar dimîne, cînet derbas dike, dikeve rewşa xwekuştin an jî qetlîaman. Di çavkaniya vê de jî ji ber bi hisab wek reyîsê malê berpirsyariya malbata xwe di aliyê madî û menewî de hilgirtiye, nikare pêk bîne, heye. Rewşa xwe ya mizedar li beramberî bêheqdestiya jinê nikare bikar bîne û derfeta avakirina hakîmiyeta wî tine ye. Heke keda bêheqdest a jinê nebe, yek karker û karsaz jî nikare bijî, pêdiviyên herî ji rêzî jî nikarin pêk bînin. Ev rastiya bingehîn a aboriyê ye ku pergala diz, wê vedişêre. Di pirtûka bi navê ‘Mêtîngeha Dawî Jin’ de nivîskar sedema durûşmeya “Proleterya mir, bijî jinîtiya malê!” ku tê avêtin, bi giranbûyîna proleterbûyînê ve dide girêdan.

Pergala şaristaniya sermayedar bi serdestiya zilam ji jinê ku, avakera aboriyê ye, tol hiltîne, bi polîtîkayên dizîtiyê re dijmintiya jin û aboriyê her dayîmî dike. Yekdestên (tekel) ku bi polîtîkayên endûstryalîzm û qezencê ve têne girêdan, li ser mirovan mêtîngeriyê kûr dikin. Di serdema ku însan bûye meta, jin bi her perçeya xwe ve bûye mijara pêşkêşiyê û di nava tevna berjewendiya pergalê de dane bicihkirin.

Di pêvajoyên borî yên dîroka şaristaniyê de jin li qata herî jêrê bû, di pergala şaristaniya sermayedar de bi her tişta xwe ve tê îstîsmarkirin. Jin di pergala sermayedar de ji qata herî jêrê derdikeve û ew li hemû qatan bicih kirine, li wir jî tê mêtîngehkirin, li hemû qatan kirine kole. Li jêr serweriyê û bi awayeke herî kûr bi koletiyê re merûz dimîne. Derketina jinê ji qada taybet û ketina nava qadên gelemperî, tê wateya ku ji koletiya takekesekê an jî dewletê ber bi koletiya ji herkesê re tê kişandin. Di modernîteya sermayedar de rewşa 7 hevserî jî ber dest nakeve. Ji ber ku civak çanda zilamsalar ku hemû zilaman dike mêrê her jinekê, bi berfirehî belav dike. Cihgirtin di qada gelemperî de heke weke azadiyê were dîtin, tê wateya korbûyîn û ketina rewşa amûrê îstîsmarê û tiştên ku pergal pêşdixîne. Di vir de jî jin li jêr barê giran ê pêkanîn û belavkirina pergalê de hatiye hiştin.

Pozîsyona jinê di nava pergalê de tam bêstatûbûyîn e. Jinîtî qada mêtîngeriya bêsînor a zilam e ku hemû rayeyên (yetki) xwe li ser pêk tîne. Li ser bêstatûbûyîna jinê re hemû civak dikevin jêrî çekên desthilatiyê. Bi vê re girêdayî pergala şaristaniya sermayedar bi xericandinên (saptırmak) ku di hişmendiya mirovan de dide çêkirin, koletiya heyî dide pejirandin. Vê jî wek azadiyê nîşan dide û bi nêzîkatiya nixumandinê re wek xebatekî stratejî bi dest digre.

Koletiya ku jin di pergala şaristaniyê de pê re rû bi rû ye, bi sawîna (yanılsama) azadiyê ku pergala şaristaniya sermayedar dayî çêkirin re dikeve jêr koletiyeke hîna kûrtir. Di pergala şaristaniya sermayedar ku aştî, azadî û wekhevîtiyê wede dide, pir pêkanîn di serî de şîdet ji zagonan hatibin derxistin jî, lê ji ber di zagonên ku di zihniyeta zilam de nehatine derxistin, heta di pêkanînên sîstemî de ji zilam re cesaret tê dayîn, di qada taybet de şîdeta li ser jinê her berfirehtir dibe. Zilamê serdest ê paşverû, li hevsera xwe ya ku weke malê xwe dibîne dixîne. Di kolanê de jî li ser jina ku wek milka xwe dihesibîne, mafê ku destavêtin û destdirêjiyê lê bike, ji xwe re rewa dibîne. Ji ber di hişmendiya desthilatiyê de zagona bingehîn a mêtîngeriyê ku di meriyetê de ye û feraseta “Jin ne tiştek e, jin milkê herî bingehîn e.” ji zilamên serdest yên paşverû re jî cesaret dide. Pirî caran jî xwe vekirina (açılıp saçılmak) jinê -ku pergala sermayedar wek azadiyê şîrove dike- zilam wek behaneya tehrîkbûnê nîşan dide û bi polîtîkayên ku pergal li ser jinê pêk tîne, dixwaze xwe mafdar bike.

Di pergala sermayedar de yek ji amrazên bingehîn ên îstîsmarê, zayendîtî ye. Îstîsmara zayendî li hemû qadên civakê, her temen, çîn, gurub û beşê re dane rûnişkandin. Ji bo amûrên dîtmenî yên medyaya pergalê jî pêkanîna vê îstîsmarê wek îbadetkirinê ye. Heta zarok jî li jêr bandora vê bombebarana zayendîtî de ne. Pergal bi vê halê xwe ve li beramberî civakê di nava şer de ye. Ji ber di nava têgeha sektorbûyîn ku afiranekî endûstriyalîzmê ye, zayendîtî jî bi cih kirine. Di encama vê de her ku diçe endamê civakê gumrah (sapıklaştırmak) dike. Jin jî objeya bikarhatî û îstîsmarkirî ya vê gumrahbûyînê ye. Pergala sermayedar li jêr navê modayê bi terzên lixwekirinê re jinê perçe bi perçe pêşkêş dike. Di aliyekê de jî gumrahtiya ku her kêlî di nava civakê de pêşdikeve, tehrîk dike. Wiha jî pozîsyona dijîtiya li beramberî jinê bihêz dike. Hercure objekirinê, şîdet jî di nav de rojane dike û weke berpirsyara van hemûyan jî jinê tewanbar nîşan dide.

Îstîsmara zayendîtî bi pornografiyê re li ser bedena metabûyî ya jinê serdestiyeke kûr dide çêkirin. Vê jî dike lingeke endûstirî yê. Jin tê mêtîngehkirin, zilam jî ditevizîne. Wek taybetiya pêgirtiya (bağımlı) hemû hişberiyan, di qada zayendîtiyê de jî pêgirtiyê çêdikin û wiha jî hemû ferdên civakê dikin gumrah, têne halekî ku derveyî tetmînbûyînê, ne li tiştekê difikirin ne jî dikarin hilberînin. Tîpê jinê ku kirine objeyeke seksê li gorî tercîh û tetmîna zayendîtî ya zilamê rojhilat an jî rojava didin hewesandin (özendirmek). Pêre jî di nava jinan de xweseriyê dikujin, vê jî dikin sedema kompleks, pêşbirk û qeyranê. Jina ku ne li gor pîvanên ecibandina zilaman be, dikeve nava qeyranê, cîhana wê reş û tarî dibe. Ev yek jî wek tişteke normal tê dîtin. Jixwe navê dayîka pîroz û xwedawendîtiyê nayê ser ziman jî. Di asteke jor de pêşketina zanista tipê ku ji destpêkê ve li ser dijîtiya jinê avabûye, bi pêkanînên dolgirtina çêkirî (suni döllenme), dayîktiya hilgir (taşıyıcı anne), rêyên ku jinê tenê bike amûra seksê amade dike. Di aliyeke din de jî di nava beşên çiyayî an jî beşên hejar de zayîna zêde tê normalkirin. Ji van jinan re rola zayîna karkerên ku di makîneyên endustrîyalîzmê de bişixulin, hatiye dayîn. Bixwe jî bi buhayê herî erzan… Ji vê ye ku Ewrûpaya pîr, ji karê zayîna zarokan destên xwe kêşaye, ev kar ji jinên hejar û rojhilatî re hiştiye. Bêyî ku bizanibe mafên mirovan ji bingeh ve hildiweşîne, bi mafên heywanan û mezinkirina wan re mijûl dibe. Girêdayî vê li Rojhilat jî qeyranekî bêkarî û hawîrdorê zêde bûye, nirxên jinê ku têne tinekirin, dixwazin li jêr kutleya van pirsgirêkan de peçêvin.

Xwedawendîtî dane wendakirin, rewşa jin piştî bi hezar salan girtîbûyîn di pêvajoya şaristaniya sermayedar de guherî. Ev guhertin ne ku pêngavekî azadiyê ye, nîşan dide ku dîlbûyîna ku di nasnameya jinê de diyarkerbûye, ne girêdayî mekanekê ye. Çanda destavêtinê ya li ser jinê tê pêkanîn, di pergala sermayedariyê de hem belav bûye, hem jî kûrtir bûye. Îro jin li kêleka destavêtina bedenê, bi destavêtina giyanî, mêjî û xêva (bellek) xwe re jî merûz dimînin. Pergala şaristaniya sermayedar ne tenê dest avêtiye jinê, bi heman rengî destdirêjî zilam jî kiriye. Ji ber meşandina girseyên ku rastî destavêtinê hatibin hîna hêsan û sûdwer e. Ev rewş jî navê afirandina girseyên pîrekbûyî ji hêla pergala zilam e. Bi berfirehbûyîna pêkanînên ku xwe dispêrin zayendparêziya zilam a yek alî re, zilam, gel, çîn û hemû zûmreyên civakê yên bindest û mêtîngeh, dikin pîrek û her derê dikin qada kiryarên çanda destavêtinê.

Di modernîteya sermayedar de burjuvazî bû hevkarê desthilatiyê, desthilatî jî li hemû civakê belav bûye. Di her qada civakî, hemû ferd, her derê û demê hatiye belavkirin. Desthilatî ku şêrê bi civakê ye, bi vî awayî karî zemînê xespkirina civakê bidest bixîne. Ev şer herî zêde li dijî jinê bi awayê zext û destavêtinê pêk hatiye. Di pirtûkekî bi navê ‘Bihurekên Agir’ (Ateş Geçitleri) ku qala qehremantiyên şervanên Spartayî dike, hesta kuştina zilamekî ji hêla şervanê zilam, di wî de çêdibe wiha rave dike: “Kuştin wekî rêkûpêkirinê ye”. Herwiha di fîlmên Emerîkayî de dema zilamê qehreman ê modern yekî dikuje û dema bi jinekê re dikeve têkîliyê heman gotinê dibêje: “Ez ji heqê wê/wî derketim, Min ew pêkanî (becermek), min karê wê temam kir…” Ev mînak jî eşkere dike ku çanda destavêtinê ji aliyê naverok ve neguhertiye, di bingeha xwe de destavêtin şêwazekî kuştin û tinekirinê ye.

Zayendparêziya ku bi yekemîn şikestina mezin re destpêkir, bi ketina jinê re bi formûla xwe ve derkete holê û heya roja îro rengê pergalan dide diyarkirin. Zayendparêzî çeka şaristaniyê ye ku herî zêde tê bikaranîn. Ev çek, zilam bêyî desthilatî, jinê jî mêtîngeh dike. Ev çeka yek-alî ya şaristaniyê tê wateya mirina jinê ya dilop bi dilop. Rêbertiya me dide xuyakirin ku ev mirin metabûyîna di nava pergala sermayedar de bi hemû bedena xwe ve ye.

“Zayendparêzî di dîrokê de herî zêde di serdema lîberalîzmê de wek hêmanekî bîrdozî hate bikar anîn. Lîberalîzm civaka zayendparêzî dewr girt, tenê jin li malê bi karê bêheqdest re bisînor nekir. Wek objeyeke zayendîtiyê, bi kirina meta û pêşkêşkirina piyaseyê re hîna bêtir qezenc bi dest xist. Di zilam de tenê ked bûye meta, lê jin bi hemû beden û giyana xwe ve kirine meta. Şêwazê koletiya herî metirsîdar hatibû înşakirin. Sifeta ‘pîreka mêr’ ne baş be jî, dibe mijara mêtîngeriyekî bisînor. Lê bi hemû kesayeta xwe ve bûyîna meta, tê wateya koletiya ji ya Fîrewn hîna xirabtir. Koletiya ji her kesî re ji koletiya dewletekê an jî kesekî re, qat bi qat metirsîdartir e. Ev xefikeke ku modernîteyê ji bo jinê daniye.”

Şibandina welatê me Kurdistanê bi jinê, gerek çavkaniya xwe ji bêstatûbûyîna jinê bigre. Hebûnek ku nikare bibe mêtîngeh jî, mêtîngeha ku mêtîngehiya xwe jî napejirîne… Di bingeh de hebûna wê jî nayê qebûlkirin, tenê tê bikaranîn, çavkaniya xwezayî; jin û ax.