Divê Rêbazên Jiyanê jî Paqij Be

0Shares

Warbîn herekol

Rêber APO dibêje: “Rêbaz wek têgîn rêya hînbûn û nêzikbûnên hestiyarî û aqilane ye, ku dihêlê mirov bi awayekî herî kurt bigihîje armancên xwe.”

Eger armanc gihîştina wateya jiyanê be, girîngiya rêbazê derdikeve pêşiya me. Ji bo gihîştina heqîqatê çar rêbaz di dîroka mirovatiyê de mîna sîstema fikrî hatine pêşxistin. Rêbazê mîtolojîk, olî, felsefî û zanistî.

Bêguman ji bo têgihîştina rast, pêwîste çîrokên civakî baş werin analîzkirin û fêmkirin. Jiyana civatê mirovan ya herî dem-dirêj bi çîrokên efsanewî hatiye ziman. Di wê demê de dostaniya bi xwezayê re xwe disparte nêrîna wê civakê. Ji ber xweza zindî dihate dîtin û her tişt xwedî ruh, hest û zindî didîtin, lewma jî cîhan pîroz bû. Jixwe bandora vê baweriyê di zimanê mîtolojiyê de jî tê dîtin. Ji bo ku em bikaribin ew dîroka nenivîsandî û civakbûyîna ku li derdorê jina xwedawend hatibû çêkirin, bi rengê çîrokan heta roja me ya îro hatiye bizanibin, heya derekê mîtolojî dikare alîkariya me bike.

Lê belê em ji bîrnekin ku di serî de mîtolojiya Sûmeran heta ya Yewnanan di bingehê mîtolojiyê de rewakirina dewlet û şaristaniyê ku xwe dispêre kolekirina jinê û bi rêya vê jî kolekirina civakê veşartiye. Dikare were gotin ku piştî anîmîzmê, bi şaristaniyê re ku mîtolojî pêşket lêgera mirov a heqîqetê di pir aliyan de rastî derew, hîle û sextetiyan hat. Bi derbasbûna pêvajoya ji têgînên mîtolojiyê ber bi têgînên olî ve dogmatîzm di meydana zihnî de hin bêtir kûrbû.

Qalibên sabît û gotinên xweda, diyardeya bihûşt û cehenem û tabûyên îlahî misoger e ku xwe dispêrin hiyerarşî û desthilatdariyê. Elbet rêbazê olî aliyê xwe yê erênî jî heye. Ol bi civakê ve girêdayî û têkîldar e, ji ber vê gel ewqas bi olê ve girêdayî ne. Ol li beramberî mîtolojiya ku koletiya însan ji însan re rewa didît, gavên mezin di hêmana exlaqê de avêtiye. Jixwe pêxambertî ji kevneşopiya berxwedanê tê. Di exlaqê xwe de pir nirxên ku nayên nivîsandin û wateyên bilind di nav xwe de digre, ev ji nêz ve têkiliya xwe bi pîrozbûna jiyana matafîzîk re heye. Lê bêguman di dawî de ol bûn bingehên mezin ji bo împaratoriyên mêtinger.

Di dîroka mirovatiyê de hin şoreşên zihnî pêkhatine, mirov dikare ya yekem wek şoreşa neolîtîkê û ya duyemîn jî şoreşa felsefeyê binav bike.

Felsefe têgîn û şêwazeke fikrî ye ku bû zayînek di vekirina zanistê de. Ji nêrînên îdealîst bigre heta nêrînên metafîzîk, heta diyalektîkê bingehek ji bo damezirandina xelekek ramyarî çêkir.

Lê belê felsefe bixwe li bajêr û di navenda şaristaniyê de pêşketiye. Zihniyeta ji xwezayê qutbûyî di bajar de pêşdikeve û êdî şaristanî dibe malzarok ji bo hemû fikrên metafîzîk û madiyeta çors. Her çiqas rêbaza felsefî derketinek fikrî be jî ewqas şewazekî nêrîna ji ekolojiyê xerîp bûye. Di encam de bi hêza felsefe, dewletên herî faşîzane mîna Elmaniya Nazî derketin ser dika dîrokê.

Bêguman li ser esasê nêrîna madî rêbazê zanistê pêş dikeve, zanist bixwe di hizrê însan de deriyeke nû vedike, di dîtina heqîqetê û gihîştina wateyê hîn nêz rastiyê gavên berfireh diavêje. Lê belê zanist jî wek felsefeyê çendîn ji şaristanî û têkîliyên berjewendî û desthilatdariyê dûr nesekiniye, ketiye jêr kontrol heta yekser bûye yekdesta desthilatdaran. Lewma jî bi şûna ku ji heqîqeta civaka mirovahiyê re bêşertûmerc xizmet bike, pirî caran li dijî civaka mirovahiyê bikar hatiye. Jixwe zayendperestiya zanistê ji her sê rêbazên beriya xwe nekêmtir e. Ji ber ku vê carê rûyê koletiyê bi xeml û xêza zanista pozîtîf bi hemû qadên civakê didin sepandin. Ev çawa pêkhatiye? Nêrîna wê ji dîrok, civak, mirov, jin û ol bi awayeke ji mîtolojîya rahîbên Sûmeran bêtir dogmatîk û çor e û li ser esasê înkara nirxên menewî pêşdikeve. Hemû rêbazên pêşiya xwe red dike, tê bêjî qey antî-teza wan e, ne ku xwe li ser nirxên pêşiya xwe xwedî kiriye. Lê belê modernîteya kapîtalîst bi rêbazê pozîtîf xwe ezelî û ebedî dibîne û îdea dike ku dîrok bi wî bidawî dibe.

Her wiha bi mantiqê mutlaqiyetê dîroka civakan bi awayekî dabeşkirî rêz dike, mîna ku mirovatî neçarî vê qederê ye.

Her wiha bi parçekirina heyber û kirde, civakê ji exlaq û nirxên wê yên civakbûnê qut û mucered kirin. Bi giştî, ji ber ku zanista pozîtîvîst tenê xîtabê çavan dike û ji tiştên madî wêdetir hemû nirxên menewî, ruhî û exlaqî ji nedîtî ve tên.

Lewra divê pir zû ev pergala modernîteya kapîtalîst a ku weke nexweşiya penceşêrê li ser dilê civakê rûniştiye û wê dadiqurtîne, were derbaskirin. Bêguman zanist ne îcadê desthiladaran e. Lê belê zanist kirine amûrekî tehekumê û meşrûiyeta desthiladariya xwe. Ya girîng ew e ku rêbaza herî rast û çeka herî mezin û felsefeya herî bi hêz a ku xwe dispêre çavkaniya jiyanê mirov bigihîne hêza heqîqetê. Ewe ku yekîtî di navbera ziman û pratîk de were çêkirin.

Ji ber ku heqîqet yekpare ye di kesayeta mirov de. Lê belê dîwarên bilind ên pênc hezar salî di navbera însanan raçandine. Parçebûn bi rêya kolekirin û kedîkirinê hatiye pêşxistin.

Dîsa jî pêwîste mirov û di serî de kadroyên tevgera azadiyê bikaribin xwe ji zihniyeta şaristaniya navendî û modernîteya kapîtalîst qut bikin. Civaka xwezayî û şoreşa neolîtîkê ji xwe re weke çavkaniya çemê sereke yê herikandina dîroka mivovatiyê bibînin. Hemû tiştên pêşî û destpêkê ji bo xwe herî nêzî jiyanê û heqîqetê, zindîbûn û hebûnê bigrin dest.

Pêwîst dike di serî de xwezayê wek dayîk û çavkaniya zanist û ramanê jî were dîtin. Ji ber ku di gerdûnê de hemû hebûn hev temamdikin û hev têr dikin. Ji ber vê jî têkîliya di navbera civak û xwezayê pêwîste li ser esasê hevtêrkirinê be. Têgîna ku xwezayê hov, bêkêr, bêziman û bêwate dibîne encama zihniyeteke seqet e. Berovajî vê di nav xwezayê de hevsengiyek mukemel û ahengekî xurt heye. Her cure hebûnek di xwezayê de dema dikeve ferqa xwe, ev ketina ferqa xwe jî tê wateya azadiyê.

Têkîliyên ferd û civakê têkîliyek gerdînî ye. Di vê wateyê de ferd bi zanebûna ferqa xwe û bi îradeyekî azad tevlî civakê dibe. Her wiha însanê/a azad ew kese ku xwedî hest û ruhê berpirsyariyê be. Ji ber ku însan çiqas xwe berpirsyar bibinê ewqas azad e. Mirov divê ticarî bêked nemîne. Ji ber her ji ked û behredayînê dûrketin, ji wateyê, ji azadiyê û ji jiyanê dûrketinê îfade dike. Pêwîste em di rêbazê xwe de ew parçebûna heyber û kirde, ruh û beden red bikin û bigihîjin yekpareya heqîqetê. Bibin xwedî têkoşîneke dijwar li dijî zilm û neheqiyê. Xwegihandina hêza wateyê pir girîng e, di navbera wate, heqîqet û exlaqê de têkîliyek jiyanî heye.

Ji bo wê, karê destpêkê mirov xwe ji modernîteyê qut bike di milê zihnî de jê bireve. Ji bo gihîştina heqîqetê pêwîste mirov were nasîn ango xwe nas bike, ji ber ku mirov gerdûneke biçûk e û gerdûn heqîqeteke yekpare ye.

Hewce dike di navbera zihnê analîtîk û hestyarî de yekîtî û hevsengî were çêkirin. Ya girîng ewe ku meşa ji bo xwe gihandina heqîqetê bi xwestek û bi hêvî, ezm û ji dil were dewamkirin û bi vî awayî mirov xwe perwerde dike. Elbet ev hêza biryarê jî dixwaze. Di navbera fikir, zikir û çalekî de hevsengî hewce dike. Di heman demê de pêwîste em ji bîr nekin ku rewşa gelê Kurd pir bi êş e, ji bo vê jî divê em di ezmûna êşan de biser bikevin. Ji bo em bigihîjin wateya jiyanê. Mesafeya ku ferh bûye di navbera me û mîmarê azadiyê Rêber APO de, bi şoreşa zihnî û wîjdanî dabigirin û xerîbbûna ji xwezaya xwe û ji xwezayê jî derbas bikin. Em heqîqetê li derveyî xwe negerin û bi îlhameke îlahî têkoşîna azadiyê bilind bikin. Bi rastî jî heqîqet eşq e û eşq jî jiyana azad e. Em bi vê zanebûnê derbikevin rê…