DIVÊ JINEOLOJÎ MALÎ HEMÛ ÎNSANETIYÊ WERE KIRIN
Tamara Asmîn: Cara yekemîn li çiyayên Kurdistanê Konferansa JINEOLOJÎ ya Yekemîn tê lidarxistin. Li ser vê esasê me bi endama komîteya Jineolojî brêz Armanc Sarya û bi fermandara YJA STAR brêz Rojbîn Dersîm re roportajek kir. Em dixwazin vê roportajê bi we re jî par ve bikin. Em dixwazin destpêkê ji mêvanê xwe brêz Sarya bipirsin.
Brêz Sarya wateya JINEOLOJÎ çi ye. Hun etîk û estetîk çawa digirin dest?
Armanc Sarya: Wateya JINEOLOJÎ pir berfireh e. Em JINEOLOJÎ ger wek gotin pênase bikin tê wateya Zanista Jin. Tabî girîngiya naveroka vê têgehê heye. Wek têgeh jî têgeheke pir orjînale. Têgeheke Kurdî ye. Têgeheke mezopotamya ye, têgeheke Rojhilata Navîn e. Li vir jin pênaseyeke çawa digire nav xwe, pir girînge. Em dikarin JINEOLOJÎ wek zanista civak, zanista jiyanê, zanista wate, zanista hebûn binav bikin. Ji ber ku jin van hemûyan pêşwazî dike. Jin di nav civakê de ye. Têkiliya wê bi civakê re heye. Yanî jin pêşengê civak e, kokê civak dide îfadekirin. Girêdana jin bi jiyanê re xurt e. Xulukar e. Her tim di nav têkilî de ye. Yanî jin, jiyan avadike. Hebûna xwe ava dike û biwate dike. Yanî li vê derê wek têgeh JINEOLOJÎ pir berfireh e. Di nav xwe de hemû wateya jiyanê hemû nirxê jiyanê, nirxê civakê digire nav xwe. Ji bo vê em JINEOLOJÎ tenê wek zanista cinsekê nagirin dest. Zanista mirovatî dide îfadekirin.
Civak ji jin û zilam ava dibe, ji mirov ava dibe. JINEOLOJÎ bi vî şiklî digire dest. Yanî wek zanistek di nav xwe de dîrokeke wê heye. Ev çend sal in em nîqaş dikin lê naveroka JINEOLOJÎ ne nû ye. Tiştên rojevî jî, tiştên dîrokî jî di nav de heye. Em dikarin JINEOLOJÎ bi vî şiklî jî pênase bikin. Yanî macerayên ku bi hezaran sale hatine jiyankirin de jin, civak, jiyan tê de heye. Bi hezaran sale hatine jiyankirin û berdewam kiriye û gihîştiye heta roja me ya îro. JINEOLOJÎ pênasekirina vê ye. Yanî têgeheke, macerayeke bi hezaran sala dide îfadekirin. Yanî di vî alî de ji bo hemû cîhanê, mirovatiyê kapsama dike. Ji ber ku wateya civakbûyîn ev e. Cîhan ji civak ava dibe. Di bingeh de civakbûyîn heye û di nav vê civakbûyînê de jî jin heye. Bi fikirandina jin, bi parvekirina jin, bi zihniyeta jin, bi xulukariya jin, bi amûrên ku jin ava kiriye… civak li ser vê bingehê hatiye avakirin.
Di roja me ya îro de jin pir hatiye perçiqandin, pir hatiye kolekirin lê di bingeh de ev heye: Di zanistên roja me ya îro de bi nêrîna pozîtîvîst, him di aliyê ol-dîn de, him di aliyê huner de, him di aliyê zanist, çand de bi rêyên cur bi cur vê rastiyê berovajî dikin. Dijî vê rastiyê rastiyeke bi derew hatiye avakirin. Ger em bizîvirin naveroka civak, em bizîvirin cewher û bingeha civak em dê bi vî tiştî re rû bi rû bimînin. Yanî di roja me ya îro de jî bi vî şiklî ye. JINEOLOJÎ van hemûyan digire nav xwe. JINEOLOJÎ li ser esaseke etîk û estetîk digire dest. Etik, exlaq nirxeke eydê civak e. Civak xwe li ser esasê nirxên etîk û exlaqê, bi zanebûna exlaq, bi teorî û zanista exlaq xwe avakiriye. Yanî Serokatiya me civak çawa pênase kir: Got, civak exlakî û polîtîk e. Mînak di roja me ya îro de girêdanîbûna polîtîka bi dewletê re tê çêkirin, lê newisaye. Polîtîka kar meşandine. Polîtîka rê û rêbaz diyarkirin e. Yanî tê çawa jiyanbikî, tê ji bona wê rêbazeke çawa bidî diyarkirin… civak vêna nîqaş dike, biryaran digire. Dê civak çawa jiyan bike, pêwîstiya civak çi ye? Him di aliyê aborî de, him di aliyê jin, him di aliyê tenduristî, him di aliyê perwerde de û hwd. Di hemû aliyên qadê civakî de nîqaş dikin û biryar digirin. Ev polîtîka ye. Lê di roja me ya îro de polîtîka wek amûreke dewletê tê nasîn. Ev nasîneke şaş e. Dewlet jî li ser esasê gelo dê li se gel çawa hakîmiyet ava bikin de politîka xwe dikin. vêna bi exlaq dike. Exlaq çi ye, rêgezê wê diyar dike. Tiştê baş çi ye ku were kirin, tiştê xerab çi ye ku neyê kirin. Çi tişt ji bo civak baş e, çi tişt ji bo jiyanê rast e, têkiliyê civak dê çawa ava bibe van hemûyan nîqaş dike.
Mînak di aliyê aborî de divê parvekirinek çêbibe, dê ev parvekirin çawa çêbibe, dê pêwîstiyan çawa pêşwazî bike û hwd. ev hemû etîk in exlakî ne. Yanî exlaq û polîtîka bi hev re dimeşe. Rast fikirandin û tahlîlkirin çi ye, di vî alî de fikirandin di kîjan alî de baş dê were çêkirin. Ev mijar girêdayî JINEOLOJÎ ye jî. Ji ber ku di roja me ya îro de etîk di nav ilm de nehatiye diyarkirin, exlak nehatiye hiştin. Ilm tişteke çawa ye: ji bo ku pirsgirêk çareser bike, ji bo ku zanebûn pêş bixe, ji bo ku pêwîstiyan pêşwazî bike ilm çêdibe. Yanî ilm destpêkê jî bi vî awayî bû. Jin dema gihayekî digire dest, kîjan giha tê xwarin, ji kîjan gihayan dikare derman çêbike, kîjan giha bi jehrî ye divê neyê bikaranîn û hwd. ev zanisteke. Mînak di roja me ya îro de ev yek pir biçûk tê dîtin. Lê mirovatî li ser vê esasê çêbûye. Ji bo civak jin vana dizane, vana ji hevdû cuda dike û pêwîstiya civak pêşwazî dike. Lê em meyze bikin di roja me ya îro de ilm bi vî awayî ye? Na! ne bi vî awayî ye. Dijî vê ilm pirsgirêk ava dike. Minak ji bo şer kî sîlah-çek çêdike? Kî teknîka vê ava dike? Ev berpirsiyartiya ilm de ye. Ji ber ku iktidar dest avêtiye ilmê ilm jî iktidar bûye. Ilm destê îktîdar de bûye hêz. Dewlet jî li gorî polîtîkayê xwe bikar tîne. Li ku derê îktîdar hebe li wê derê exlaq namîne. Îqtîdarbûyîn çi ye li ser esasê perçiqandinê ye. Perçiqandin tişteke bê exlaqî ye. Ji bona wê di roja me ya îro de pîvanê ilm ya exlaqî çi ye nediyar e. Ewqas civak hene ji birçîna dimirin, hinek civak jî hene ewqas dewlemend in. Ev ne tişteke etik e. Lê mînak çima sosyolojî (ilma civak) vêna baş tahlîl nake? Di ortê de civakbûyîn çi ye? Civakek nemaye, naxwe tu ilmê çi dikî? Serokatiya me jî vê pirsê dike: dibêje civakbûyîn nemaye naxwe sosyolojî ilma çi ye? Sosyolojî çima vêna baş tahlîl nake? Sosyolojî çima kolekirina jinê baş tahlîl nake? Çima ilma dîrok, ilma aborî, ilma etîk, ilma felsefe, polîtîka nabêje? Yanî jin û zilam tiştên ku niha têne jiyankirin nerast e. Jin hatiye kolekirin, zilam bûye desthilatdar, îktîdar wisa ava bûye. Sosyolojî çima van diyar nake, ji ber ku pîvaneke exlakî nîne. Yanî li gorî îktîdar şîrove dike. Ilmên ku dixwazin alternatîf nêrîn pêş bixin hene. Em wek Jîneolojî ji wan ilman hêz digirin. Em tiştên ilmên pozîtîvîst ku rexne dikin jî hene. Ev alî etîkên wê diyar dike. Yanî di roja me ya îro de estetîk çawa tê destgirtin, tişteke weke bîçîmser tê destgirtin. Em xweşikbûnê bîçîmsel red nakin, tişteke xweş e. Tiştê xweş xweş e, em vêna sifirlama nakin. Em bêwate nakin. Lê hinek tişt dema di cewher de xweşik nebin, exlakî nebin, li wê derê her çiqasî wek bîçîmsel jî xweşik bibe lê di cewher de nexweşik e, xweşikbûneke bîçîmsel e-sûnîye. Li vê derê jî herî zêde mudaxele ji kê re tê kirin, ji jin re tê kirin. Estetik hatiye asteke ku ameliyatên estetîk, laşên xwe bixe bin kêran. Estetîk aslinda jiyan dide ifadekirin. Tu estetîk bifikirî, tu estetîk bikî, tu estetîk bibî, estetîk biaxive. Têkiliyê civak li ser vê esasê çêdibe. Lê estetîk tişteke pir soyût, naye fêmkirin nîne. Em etîk û estetîk weke nirxên civakê binav dikin. Civak vêna ava kiriye. Îktîdar vana ava nekiriye, dijî vê îktîdar vana xera kiriye. Xweşikbûnê xera kiriye.
Li dijberî xweza ewqasî êrîş çêdibe, ev tişteke ne etîk û ne jî estetîk e. Li dijberî civak ewqasî erîş heye, rastî jî civakeke ewqas xweşik û exlakî nehatiye hiştin. Îro mirov ji birçiyan dikujin, îro mirov ser hevdû şerjêdikin, îro mirov têne kuştin, têne şewitandin. Îro di qadan de zilm hene, zarokên temen biçûk yan di qadan de kar dikin, yan têne firotin. Ev hemû derveyî exlak û estetîkê û xweşikbûnê ne. Jiyanê xera dike. Em weke JINEOLOJÎ ilm jî ji vê tiştî berpirsiyar dibînin. Em zanisteke jin pêş dixin. berpirsiyarê me yê yekemîn jî exlak û xweşikbûyîn avakirin e. Bi fikirandineke exlakî, bi fikirandineke xweşikbûnê JINEOLOJÎ qadê demografya be, qadê polîtîka be, qadê aborî be wê bi vî şiklî tevbigere. Ev xetek e, ev terzê jiyaneke. yanî JINEOLOJÎ terzê xwe li ser etîk û estetîk ava dike. Ev jî nirxên civakbûnê dide diyarkirin. Zihniyetê civakê dide îfadekirin. Pêşengîtiya vê jî jin dike. Ev pir berfireh in. Ez dikarim bi kurtasî vana bêjim. Mirov dikare bêje di vê wateyê de Jîneolojî îdîaya xelasbûna mirovatiyê de ye.
Tamara Asmîn: Brêz Dersîm em dixwazin pirsa xwe ya duyemîn ji we bipirsin. Konferansa JINEOLOJÎ hate lidarxistin. Çima pêwîstiyeke bi vî rengî hate dîtin?
Rojbîn Dersîm: Di serî de ez vê konferansê li Serokatî û li hemû jinan pîroz dikim. Serokatî demeke dirêje di pirtûka xwe ya Sosyolojiya Azadiyê de ev projeya Ilmê Jin danîbû pêşiya Tevgera Jin. Di Tevgera Azadiya Kurdistanê de, di pêşengîtiya jinên Kurd de demeke dirêj ked hate dayîn. Pir tevgerên jin çêbûn. Mînak jinên femînîst, di serhildanên Kurdan de jinên Kurd û pir jinên cîhanê ji bo pêşketina jinana têkoşînek dan. Lê di Tevgera Azadiyê de, di pêşengîtiya Jinên Kurd de pir bedelên mezin hatin dayîn û heta asta Ilma Jin ku Serokatî weke projeyekî da pêşiya tevgerê. Heval Armanc jî anî ziman. Di dîrokê de ilmên ku hene civak perçe kirine, temsîleke civakê di ilm de cih girtine. Ji bo wê jî dema dibêjin ilm tenê aliyek tê bîra mirov. Dema ilm tê gotin zilam tê bîra mirov. An jî (Bilim Adamı) tê bîra mirov. însanên ku ilm dikin tenê kesîmek in. Kesîmek jî ji vê ilmê mehrûm hatine hiştin. di dîrokê de ilmê destpêkê bi deste jin hatiye avakirin. Ev ji giyayekî dibe, ji ceribandineke jiyanê dibe, ji xwezayê tecrube girtin dibe û hwd. di pêşengîtiya jin de ilm derketiye holê û jin vê ilmê xistiye xizmeta civakê. Lê ji demek şûn de jin ji vê mehrûm hatiye hiştin. Mînak Tiba roja me ya îro jî êdî serî li dermanên xwezayî dide. Ji ber ku yê şîfa dide jî ew dermanên berê ku jin bi ceribandinan dîtibû ne. civak jî ji ilmê mehrûm hatiye hiştin. Ji bo vê jî JINEOLOJÎ yanî ilmê jin di civakê de pêşxistin û vê yekê weke pêwîstiyeke lez dîtin jî ji ber ku ev ilm ne tenê ji bo jin, ji bo hemû civakê ye. JINEOLOJÎ ne ilmeke alîgir e, ilmeke ku ji neolîtîkê çavkaniya xwe digire ye. JINEOLOJÎ zîvirandina cewhera xwe, zîvirandina dîroka mirovatiyê ye. Ji bo vê jî Konferansa JINEOLOJÎ jî wê bibe sedema JINEOLOJÎ gihandina civak û dê JINEOLOJÎ bike malê gel. Ilmên heyî zêdetir zayendperest in, tenê aliyekî digirin. Ji bo vê jî Ilmê Jin ji bo ku giştî kapsama dike, ji bo ku konferansa jin were çêkirin ew ilm jî tiştê ku civak dixwaze, zanista ku di nav civakê de weke xwezayî tê jiyankirin lê bi demê re biçûk hatiye xistin, yan ji hatiye berovajîkirin, hanî Rêber APO jî dibêje ya dirokê ters bixwîne, tiştên ku dizanî hemû hatiye berovajîkirin. Yanî zanista dayîkê, zanista civakê hemû biçûk hatiye xistin. Yanî zanista ku tê meşandin kesîmeke serdest e. Ji bo wê jî ilm jî xistine bin tekelê kapîtalîzmê, yan jî tekelê kesimeke herî jore û ilm ji civakê hatiye qutkirin. ji xwe dema ilmek ji civakê were qutkirin êdî tu wateya wê ilmê jî namîne. Ji ber ku ilm ji bo civakê tê pêşxistin. ilm ji bo pêşeroj û paşeroja civakê ye. Dema ilm ji civakê were qutkirin ji xwe tu wateya ilm jî namîne. Ilmên ku di kapîtalîzmê de tê meşandin jî ev e. Ji bo alternatîfa ilmê roja me ya îro ya zayendperest ji jinê, ji civakê, ji xwezayê qutkirine weke ku Rêber APO jî di Sosyolojiya Azadiyê de ilma jin dibêje ye. ilmê her beşeke jiyanê heye. mînak jin nîvê civakê ye lê ilmê jin heta niha weke ilmekî nehatiye dîtin. ev jî ji bo ku dîrok hemû hatiye berovajîkirin wisa ye. Serokatî vê projeyê ji bo ku ilmê jin were pêşxistin ev heft sale daniye pêşiya Tevgera Jin. Ev di astekî de jî heye. lê ji ber ku pir talebên civak hene, pir baldariyeke mezin heye. ji ber ku mirovatî tiştên ku digere di nav ilmê jin de dibîne. Yanî tiştên ku jê hatine girtin û hatiye mehrûmkirin di nav ilmê jin de dibîne. Ji bo vê jî tişteke pir xwezayî ye ku jin, civak, xweza zû pê re dibe yek. Ji ber ku jê dûr nehatiye xistin. jin her tim bi têşiya xwe van nirxên xwe her tim ristiye û di hundirê xwe de hiştiye. di qada konferansêde peyva JINEOLOJÎ bi ristina teşiyê hatiye nivîandin. Pir bi wate ye li gorî min. Ji ber ku aslinda derfetek hatiye dîtin, pêşiya wê hatiye vekirin ji bo ku jin wê ronahiyê, wê derfeta ku di pêşengîtiya Rêber APO de hatiye çêkirin. a niha jî têşeya wê ku dirêse de ilmê jin derdikeve, xweşikbûn derdikeve. Heval Armanc got ya exlak , estetîk ev di nav ilma jin de heye. ji ber ku ew îsyana di nav xwe de hiştiye, ristiye li cem xwe hiştiye. Tu caran teslîm nebû û xwe dûr nehişt. Her tim ew xweşikbûn, ew ilmdariya xwe li cem xwe hiştiye. Her çiqasî baskiyê sîstemê, ew zihniyetê serdest ya zilam, her sistemê kapîtalîzmê ku xwestiye xwe li ser jinê ferz kiriye, hemû tiştê wê biçûk hatiye dîtin. Ji bo wê jî niha Ilmê Jin ji bi konferansekî ku zêdetir di nava civakê de him nirxên ku di tevgera azadiyê de bedelên ku hatiye dayîn ku hatiye heta vê aste. Jin pir êş jî kişandiye, têkoşîneke bêhempa daye ku heta gihîştiye vê astê ku bi konferansekî bikaribe karên xwe berfirehtir bike, karên xwe gerdûnî bike. Ji ber ku Ilmê Jin ne di binyeya Tevgera Jinên Kurd, di binyeya Tevgera Gelê Kurd de, di binyeya Rojhilata Navîn de bimîne. Ji ber ku Ilmê Jin ilmê tevahî mirovahiyê ye. Ji bo wê jî ji bo ku bikaribe vê xebatê xwe di nava tevahî mirovatiyê de belav bike, wisa di çarçoveya teng de nemîne bibe tevahî malê cîhanê ku him civak û him jî jin ku bi xwezayê re hatine dûrxistin û ew zanist bibe ronahiyeke pêşiya wan ku xwe bigihijînin vê armancê. bi ser esasê armanca ku konferans hatiye çêkirin jî ku zêdetir fikrên xwe bi rêya akademî dibe, bi rêya perwerdehî dibe, bi rêya xwe ji hemû jinên cîhanê re dayîna naskirin be, bi rêya materyalan jî bi fikir zêdetir vê ramanê belavkirin û açilim kirin bi rêya jinê çêkirin bi jinên cîhanê re, bi giştî mirovatiyê re. ev ilm xistina bin xizmeta giştî civakê. Ji ber ku me di serî de jî got Ilmê Jinê bi giştî ilmê civakê ye. Civak bê ilm hatiye hiştin dîsa jî Serokatî bi rêya ilma jinê civakê digihîjîne ilma rast. Ez dikarim ji bo wateya konferansê vê bibêjim.
Tamara Asmîn: Yanî hun dibêjin jiyana rast hebû lê pergala desthilatdar vê jiyana rast çeloxwarî kir, rûxand. JINEOLOJÎ jî ji nû de vejîna jiyana rast e, ji nû de sererastkirin û xweşikirina jiyana rast e. Weke ku hun jî dizanin Konferansa JINEOLOJÎ hate lidarxistin hun weke delegeyeke vê Konferansê atmosfera vê konferansê çawa dinirxînin?
Armanc Sarya: Ev konferans bi encameke ked û hewldanên pir mezin hate lidarxistin. Çar salin xebatên JINEOLOJÎ dihate çêkirin. Ev konferans encama xebatên çar sala ye. Di me de heyecan, coş û xwestekeke pir mezin jî dide ifadekirin. Hêviyên me ji bo vê konferansê pir e. Ji bo vê jî ev hêz bandora xwe li ser havayê konferansê, li ser hemû delegasyonên konferansê jî dide çêkirin. bi nîqaşên pir xurt vê konferansê meşandin bandoreke pir mezin dide çêkirin li ser JINEOLOJÎ. Ev konferans cara yekemîne çêdibe. Berî vê li Avrûpa, li başûrê Kurdistan konferans hatibû çêkirin û ev xebat jî xebatên girîng bûn. Li qada çiya cara yekemîn giştî konferanseke JINEOLOJÎ çêdibe. Yanî di konferansê de temsîla her qadekê heye û nîqaşên wê çêdibin. ev wateyeke cuda wateyeke kûr ava dike. Yanî di vê aliyê de atmosfera konferansê pir yogûn bû. Nîqaş pir bûn, nêrîn pir bûn. Yanî her kes bi xwestekekî nêrîna xwe parve bike hatibû vê derê. Hemû heval bi heyecanekî konferans guhdar dikirin, niqaş dikirin. Di konferansê de cara yekemîn broşura JINEOLOJÎ hate xwendin. Ev broşura JINEOLOJÎ weke belgeyek-materyaleke bingehîn ya konferansê bû. Di heman demî de ji bo JINEOLOJÎ jî JINEOLOJÎ dayîna naskirin de girîng bû. pirsa JINEOLOJÎ çi ye? Çima JINEOLOJÎ pir tê kirin. her çiqasî kêmasî hebin jî ev broşur dibe bersiva van pirsan. xwendina broşurê heyecaneke pir mezin da çêkirin, pir nêrîn hatin. Yanî kombûyîneke jin e. Rengê jin, vîna jin hemû tê de yansima dike. Em weke jin li wê derê bûn me li ser zanista jin nîqaş kirin. Em dixwazin vêna fêm bikin, hîs bikin. Yanî ev cudabûyîneke dewlemend dide avakirin. Yanî li wê derê jî kedeke mezin hate dayîn. Em bi wê atmosferê dixwazin derketinekê bidin çêkirin, açilimekê bidin çêkirin. Yanî di vê aliyê de atmosferê konferansê de him pir lêhurbûyîn, him di aliyekê de lêhurbûyînên pir bîrdozîk ilmî tê kirin, di aliyekê de jî kêfxweşiyek hebû. Mînak di navberên nîqaşan de ew coş û moralên xwe bi dîlan girtin bi stran gotin yan jî bi nîqaşên cur be cur kirin, dîsa bi fotograf kişandin derdiket holê. ew cudabûn, germahî û parvekirinên jin di vê konferansê de jî pir derkete pêş. Yanî ev hemû jî girêdayî JINEOLOJÎ ne. JINEOLOJÎ tişteke jiyanî ye, ne tenê axaftin e, ne tenê teorî ye. Ew tarzeke jiyanê ye li wê derê dide diyarkirin. Em hêvîdarin ku ev konferansa me him ji bo jinên Rojhilata Navîn, him ji bo tevahî jinan wate û derketineke wê hebe. Hêviya me ji vê konferansê ev e.
Tamara Asmîn: Belê birêz Sarya jî anî ziman kel û coşa konferansê. di vê derbarê de nêrînên xwe anî ziman. Brêz Dersîm hun şopandinên xwe çawa tînin ziman?
Rojbîn Dersîm: Ji bo min jî destpêkirineke pir bi coş bû. Heyecana wê pir mezin bû. Hemû hevalên delege vê heyecanê jiyan dikirin. Bi taybet jî ji bo ilmê jin cara yekemîne konferansa JINEOLOJÎ hate çêkirin. Di min de jî heyecaneke pir mezin hate jiyankirin. Tiştê ku destpêkê bala min kişand salona konferansê bû. Bi rastî jî me pir salonê konferansê cuda jî dîtin lê dekorê vê konferansa JINEOLOJÎ pir cuda bû. tiştên pir dîrokî hebûn. Fotoyên hevalên şehîd, fotoyên jinên tekoşînên cuda cuda hebûn. Bi wê ve girêdayî fotoyên hemû jinên ku di têkoşînê de cih girtine hebû, wêneyên xwedavendan hebû. Wêneyên van hemû jinan hatibû daleqandin. Dîsa peyva Jineolojiyê bi têşiyê nivîsandin bala min kişand û ji min re pir bi wate hat. Disa ji derva ve jinan ji me re heykelê jinan şand. Ev rengeke pir cuda dabû konferansê. Disa kevirên ku di sala 1995 an de şikefta ku kongreya YAJK ê tê de hatibû çêkirin û YAJK hatibû avakirin di çiya de rêxistinbûna jinan a yekemîn bû, hevalan ji wê şikeftê kevir şandibûn. Dîsa têşiyên dayîkan yê ku demeke pir dirêj li cem dayîkan bû, dîsa yên ku dayîkan şandibûn, tiştên cuda cuda yên ku bi ris hatibûn çêkirin weke… weke parzûn, tiştên wisa dîrokî, dîsa fotoyê şahmaran û hwd. pir tiştên dîrokî hatibûn çêkirin. Dekorê konferansê pir dekoreke ku him bitad û him jî pir dîrokî bû. Birastî jî dema mirov meyze dikir ew dîroka me ya pir kevin, pir sade, ji cewherê dayîkê, ji civaka xwezayî tê hemû dekorê konferansê de rengê xwe dida konferansê. Bi vê ve girêdayî ev dekor jî tabî di nav wê de nîqaş li ser bandora wê jî pir bûn. ji ber ku Ilmê jin ilmeke ku nû tê nîqaşkirin e kokê xwe pir kevine lê piştî pênc hezar sal şûn de nû tê binavkirin. Însan ew heyecan û ew coşê di çavên her hevalekî de didît. Her hevalê ku derdikete ser kursiyê û diaxivî pir bi heyecan bûn. Nîqaşên konferansê pir heyecan dida çêkirin û him jî ew broşura ku birîma ku xebatên JINEOLOJÎ re mijûl dibûn derxistibûn heyecaneke pir mezin di nava delegeyan de da çêkirin. Ji ber ku bizimanekî pir sade û him di milê felsefî de him di milê çandî de û him jî di milê polîtîk de him bi zimanekî ku pir rehet dihate fêmkirin bû û him jî pir wateya xwe hebû. hemû delegeyan jî bi baldariyeke mezin guhdar dikirin. di derheqê ilmê jin de perspektîfê Serokatî hate xwendin. Ew jî heyecaneke pir mezin di me de da çêkirin. her hevaleke ku nirxandinên xwe dikirin bi heyecana ku ew jinên ku di dîrokê de bi taybetî ew jinên zanis ku zanistî derxistine bi navê cadi ne hatine şewitandin wekî em tolhildana wan rakin ew heyecan di çavên her hevalekî de heye. An jî di peyvên her hevalekî ku tevlî nîqaşan bû dihat ser ziman. Ev jî di me de heyecanek çêdike ku em vê civakê bizîvirînin aramiyê. Ev jî tabî bi ked û têkoşînekî dê were avakirin. Di me hemûyan de jî ew bawerî heye. Ev heyecana me divê bizîvire li ser ilmê jin xwe kûrkirin, xwe zanekirin, bigihîjînin wê rastiyê, bigihîjînin wê cewherê.