Divê Her Kes Bi Erk Û Rola Xwe Rabe

0Shares

Siyaseta qirkirin û dagirkeriyê ya hêzên hegemonparêz a cîhanî û heremî li ser vîna azadî, gel û partiya me ya azadiyê di asta xwe ya herî jor de û bi taybetî bi hemû rê û rêbazên xwe dewam dike. Mîsogeriya ji nû ve dizaynkirina cîhan û heremê li ser tunekirin, qirkirin, tasfiyekirina weke kes û fikr di serî de Rêbertiya me, partiya me, kadro û sempatîzanên tevgera me û her wiha hemu kesên ku ji bo azadî û aşîtiya heremî û cîhanî têdikoşin tê revebirin.

Ev zêdeyî çil salan e siyaseta qirkirina Kurdê azad û statuya wê bi awayekî pergalî tê hedefgirtin û li ser tîfaq û berjewendiyên hevbeş ên hêzên dagirker ên cîhanî birêve diçe. Bi taybet di vê demê de bi armanca ji holê rakirin, tasfiyekirin û qirkirinê ev siyaset tê rêvebirin. Ev jî vê rastiyê diyar dike ku tu proje û siyasetekî hêzên cîhanî yê li ser esasê naskirina vîna gelê Kurd, di serî de Rêber APO ku temsîla hebûna gelê me dike û her wiha projeya çareseriya pirsgirêka Kurd di rojev de tuneye û diyarkirina wan a çareseriyê jî ji xapandinê wêdetir nîne. Îro ev siyaset bi awayekî vekirî, plankirî û pergalî li dijî gelê Kurd dimeşe. Ev jî vê yekê nîşan dide ku gelê Kurd a ku mîsogeriya aşîtiya cîhanî ye ji pêvajoya xwe ya herî krîtîk û xeter derbas dibe. Ev kêlî çawa ku ji bo hebûn û nasnameya azad a her Kurdek kêliyên metirsîdar e, heman demê de ji bo avanebûna aşîtiya cîhanî jî kêliya herî xeter e. Di vê wateyê de siyaset û êrişên ku li ser esasê qirkirin û şikandina vîn û hebûna gelê me birêve diçin, weke partî û gel me bi têkoşîna xwe ev siyaset vala derxist. Herî dawiyê êrişa ku di 22’emîn salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê de, bi konseptek hevbeş a hêzên cîhanî di serî de dewleta Tirk û xeta xiyanetê a li Kurdistanê li ser herêma Garê pêşket, parçeyekî ji vê siyaseta qirkirin û tunekirina vîna gelê Kurd bû. Bi têkoşîn, şer û berxwedaniya gerîlayên azadiyê ve ev siyaset li Garê vala hat derxistin û veguherî şikandina polîtîqa û siyaseta wî ya qirkirinê ku li ser gelê me tê meşandin.

Dewleta dagirker û faşîst a Tirk bi tîfaqa hêzên hegemonparêz a cîhanê, armanca ku li Garê nikaribû bidest bixe, bi êrişkirina li ser hebûna Rêbertiya me dixwazin armanca xwe pêk bînin. Di vê wateyê de nûçeyên li ser jiyan û tenduristiya Rêbertiya me, destpêka şerekî bê dawî û kûr a li hemberî partî û vîna gelê me nîşan dide. Bi rêya van nûçeyan destpêka şerekî neveger û bê kontrol li ser gelê me tê meşandin. Êdî sînora vê şerê ne tenê bi awayekî leşkerî tê meşandin, di hemu qadên jiyanê de ev şer dimeşe. Di vê wateyê de divê hemu gelê me di zanebûna vê siyaset û polîtîqayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd tê ferzkirin de be. Divê em bizanibin ku di serî de dewleta Tirk a qirker û alîgirên wî yên ku siyaseta li dijî Kurd dimeşînin, bi vê sepanên xwe hedê xwe bi hezaran caran derbas kirin. Êdî ji bo gelê Kurd ji derveyî têkoşînekê dijwar û hevpar, tû rêyekî din ê xwe gihandina azadiyê nemaye. Îro ev şer, şerê her Kurdek e. Lewra di derbarê van nûçeyên ku qesta jiyan û tenduristiya Rêber APO dike, divê tu kes di têkoşînkirinê de dûdiliyek jiyan neke. Êdî li Kurdistanê de tu rojev û siyasetek din nikare têkoşînê şilû bike û bin sihê de bihêle. Di vê wateyê de wekê Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê di têkoşîn û şerê xwe de bi biryardarî û vînek mezin a ku me ji Rêbertiya xwe girtiye, di vê pêvajoyê de emê bi gel, heval û dostên xwe yên têkoşîna azadiyê re bimeşînin. Heya ku em di vê şerê de sernekevin û azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe ku armanca me ya sereke ye pêk neynin, tu heceta ku me ji vê şerê paş de bide tune ye. Lewra divê her kes bi biryardarî bimeşe, jiyan bike û şer bike. Ji ber ev şerê hebûnê ye.

Li ser vê bingehê di serî de em bang li tevahî gel û civaka xwe dikin, ji bo xwedî derketina Rêber APO bi rihê şerê gelê şoreşgerî bi hemu hêza xwe û bi rêbazên xiluqkar dakevin qadan û xwedî li vîna xwe derkevin. Em bang li hemu dost û hezkiriyên Rêber APO yên cîhanî, kes û aliyên demokrat, rewşenbîr, anarşîst, femînîst, azadîxwaz, jîngehparêz û bi taybetî jin û ciwanan dikin da ku xwedî li Rêber APO derkevin. Di vê şerê azadiyê de divê her kes bi erk û rola xwe rabe.

Koordînasyona PAJK’ê