Dîroka Tevgera Azadiya Jinê-9

0Shares

Di destpêkê de hevalên xort zû bi zû wate nedidan. Mînak; hevalên jin li qada Rêbertî dernediketin mutfaqê, hinek hevalên jin jî ji vê rewşê kêfxweşbun, diçûn hevalên xort tehrîk dikirin. Esas Rêbertî xwest li wir de kevneşopiyekê bişkîne ku “cihê jinê tenê ne mutfaq e”. Mesela, li qada xwe her tim bi hevalên jin re civîn çêdikir, cihên wan cuda ne, lê ew nayê wê wateyê ku nêzîkatiyên feodal bi pêş nediketin.

Li qada Rêbertî  Fatma jî pîvanên hişk li ser jinê ferz dike. Nimûne; Bekaa pir sar e, sobe kêm in, tenê di mangeyên hevalên jin de sobe hene. Dema hevalên xort li ber baranê yan berfê şil dibûn, li gel mangeyên hevalên jin xwe ziwa dikirin. Feqet bi ferzkirinên Fatma êdî hevalên jin jî hevalên xort qebûl nedikirin. Pîvanên wisa feodal ferz dikirin. Heman demê di zemînê giştî de pîvanên civakê, nêzîkatiyên kevneperest li ser jinê ferz dikirin. Di zemînê giştî de danûstandin wê bi hev re çawa be, wê çawa nêzî hevdû bibin, wê bi zilam re çi were parvekirin û hwd.  Tevahî mijarên nîqaşê bûn. Nêzîkatiya ku jinê bêbandor bike, îradeya jinê bişkîne dixin pêş. Nêzîkatiyên ku dibêjin, “tenê nemîne, serê xwe bigire” wekî pîvan tên danîn, vana girîng in, ji ber bingehê datîne.

Kesên wekî Semîr, Dawud, Seher bi derxistina ferasetên nû bandora xwe li ser Partiyê kirine. Semîr, ferasetên cuda cuda bi pêş dixistin. Di encamê de dema ji aliyê dewleta Tirk ve tê girtin, li beramberî zilm û zora 12’ê Îlonê şikestinekê dijî. Ew hovîtiya 12’ê Îlonê pir bi nav û deng e, tiştên ku di zîndanan de tên jiyîn normal nîn in. Ji ber vê jî dilxwazên tesfiyeyê hewl didin di saha Rêbertî de hevalan bera hev bidin û têkiliya jin-zilam a kevneşop li ser tevgerê ferz bikin, bi taybetî bi riya kesên wekî Seher pîvanan bixînin. Dibe ku dijmin hinek kesan bi zanebûn şandiye nav me û ji bo hawirdora xwe bixe bin bandora xwe û heman demê de kesan bi riya madiyatê bixînin. An zilam bi jin, jin bi zilam bi riya têkiliyan bixînin.  Li qada Rêbertî van nêzîkatiyan pêş dixistin. Di pêvajoya derketina Rojhilata Navîn de li hundir jî, ango li qadên welat jî heval hene, lê di encamê de yê ku welat beralî dike Rojhilata Navîn e, yê diyarker ew der e.

Li qada Rêbertî Konferansa PKK’ê ya Yekemîn di 15’ê Tîrmeha 1981’an de tê lidarxistin. Hevalên jin yên beşdarî Konferansê dibin Saîme Aşkin, Cemîle Merkît, Meral Kidir, Ayşe Akarsû, Hatîce, Xalîde û Fîdan Yildirim in. Fatma li wir ne amade bû, ji ber ku li Îsveçê bû. Hevalê Egîd (Mahsûm Korkmaz) cihê wî di konferansê de pir xuyayî bû, bi taybetî di sekna xwe ya li beramberî hevalên jin de. Di wê konferansê de êdî ferasetên Semîr zelal dibin. Xwe ferz dike ku têkoşîn di hundirê welat de nabe, lê belê di derveyî welat de dikare bê meşandin. Ev xeta reva ji welat e û êdî kadro ji bo têkoşînê helwest datîne. Ruhek nû tê avakirin. Rêbertî jî fêm dike ku dilxwazên tesfiyekariyê xwe li ser Tevgerê ferz dikin. Ferz dike ku PKK yekalî nameşe, yekalî xeta Rêbertî ya berxwedanê ye, aliyê din ê ku tesfiyekar e, xeta xwe li ser Tevgerê ferz dikin.

Rêbertî, di pêvajoya konferansê de dahûrandinek wiha dike: “Di destpêkê de pirsgirekên pir cidî nebûn, rêgez, hebûn û her kes li gor wê tevdigeriya. Hîn pîvanên dijwar tune bûn, kom jî li ser esasê hevaltiyê dihat avakirin. Lê her ku zextên dijmin zêde dibûn û xwe li ser me ferz dikir, daxwaza wan a ku em xwe bi têkoşîneke sînordar re bihêlin, heye.” Mînak; berê jiyana te ya civakî hebû, her çiqasî li gel me hinek cuda be, dîsa qutbûnek giştî dihat jiyîn. Kengî têkoşîn dijwar bû, divê tu fedaî be û jiyana xwe bixî kêlekê. Rêbertî dibêje, wê demê pirsgirêkan destpê kir. Êdî jin û zilam her du kevneperestiyên xwe ferz dikirin û nakokiyên wan derdiketin holê. Civak jî heman demê êdî ser û binê hev dibe. Yanî dema em malbatekê birêxistin dikin, bi xwezayî pergala wê malê jî tê guhertin. Mînak; jina ku berê lingê zilamê xwe dişûşt, piştî ku Partî nas kir ji wê şûn de vê nake. Ev ji bo zilam hilweşandine. Ev guhertin ji bo civakê şoreşek e. Ji bo em pêşiya van ferasetan bigirin me têkoşîn kir û di azadiyê de israr kir.

Dema ev koma destpêkê tê gel hevdû, di nav wana de jî ferqa çînayetî pêş dikeve, ya ku me ji civakê girtiye xwe bibandor dike û di encamê de bi qismî şerek çêdibe. Her tişt bi gul û gulîstan nîn e. Rexmê van bi hev re jiyankirin fêr bibûn, bi vî awayî hevdû hîs dikirin, hez dikin û herî dawî bawerbûnek di her hevalekê/î de hat avakirin. Rêbertî jî bi zanebûn pirsgirêkên hevalên jin çareser nedikir û digot, “biçin di navbera xwe de çareser bikin. Ev pirsgirêkên jin in û divê di navbera we de bê çareserkirin.” Dixwaze em ji bo hev ked bidin.  Dema tu digihî encaman di kesayetê de bawerbûn ava dibe, parvekirin xurt dibe. Îcar tu her tiştê xwe parve dikî, lewaziyên xwe derbas dikî, hêza xwe parve dikî. Ev hezkirinekê di nav jinan de pêş dixe.

Di Tevgera me ya Azadiya Jinê de ya ku şekil dide têkoşîna me, komên ku li çiyê tecrûbe girtine. Di dîroka me de şerê destpêkê yê bi KT (Komara Tirkiyê) re Berxwedana Şikestûnê yê ku li milê Mêrdînê, sala 1981’an diqewime. Heta hevala Mizgîn jî li ser stranek gotiye.

Me ji bo şehîdên xwe yên yekemîn got, weke kadro hevala Besê Anûş di sala 1981’ê li eyaleta Tolhildanê bû. Ne ku şer derket, şivanek wana dibîne û diçe îxbar dike, her wiha dijmin serê sibê bi çilo li ser hevalan sizma dike, hevala Besê ferq dike û diçe agahî dide hevalan. Hevala Elîf jî li wir amade ye, berpirsiyarê wan hevalekî xort e. Di wê kêliyê de ew di tulumê şevê de ye û bi vî rengî tên girtin. Dijmin hatiye ser te, divê tu li ber xwe bidî. Jixwe yekser çek jî nîn in, yek an du ne. Dîsa tecrûbeya şerkirinê nîn e. Heya hevala Besê diçe û hevalan şiyar dike, bêy ku bikevin şer hevala Besê şehîd dikeve û hevalên din jî sax dikevin destê dijmin. Hevala Elîf û hevalê xort ê berpirsiyar tên girtin. Ev dibin tecrûbeya destpêkê, herî hindik wê çawa xwe bispêrin çiyê, xwe çawa biparêzin û di mijarên hwd. Zanebûn çêdibe lê tecrûbe esas di Rojhilata Navîn de tê bidestxistin.

Di navbera 20-25’ê Tebaxa 1982’yan de Kongreya PKK’ê ya 2 tê lidarxistin. Ji ber ku di wê pêvajoyê de êrîş li ser sînorê Sûriyê hene, ji bo hatina hinek hevalan astengî derdiketin û beşdarî Kongreyê nebûn. Bi giştî 60 delege amade bûn. Kongre girîng bû, li wir biryara çûyîna welat derket, wê li pêşiya provokatorên tesfiyekar bê girtin. Ferasetên Semîr bi giştî derdikevin holê, heya li wir çûyîna welat wiha pênase dike: “Çûyîna Hakkarî (Colemêrg) mirin e.” Carinan em dibêjin, “jixwe min di filan civînê de helwest danî, min pir têkoşîn kiriye”, lê belê ew şêwazê têkoşîna me nîn e. Alternatîfên me çi ne? Derketinek pêngavî pêwîst e. Di vê Kongreyê de biryara çûyîna welat tê girtin. Di komên ku wê biçin welat de hevalên jin jî cih digirin. Di hevalên xort de ferasetên feodal pêş dikevin, pir naxwazin hevalên jin bi wana re derbasî Bakur bibin, wekî bargiranî li jinê dinêrin, qey em nikarin bimeşin û hwd. Nêzîkatiyên bêbawer, bêhêz rû didin. Hinek di bin navê parastinê de dibêjin, “Pêwîste jin di şer de nebe, di şert û mercên zehmet de nebe.” Lê Rêbertî di vê biryarê de rola xwe diyarker e. Di wan koman de nimûne 40 heval hene, ji wana 4 hevalên jin in.

Di salên 1983-84’an de kom tên Lolanê, Fatma jî tevî wana ye. Erka biryargeha Lolanê ew e ku, şerekî çekdarî li welat bê meşandin û amadekarî tên kirin. Hevalê Karasûngûr jî ji bo amadekariyan amade bû. Fermandarê van amadekariyan û vî şerê ewil hevalê Kemal Pîr e. Ew û hevalê Karasûngûr bi hev re tên welat. Hevalê Kemal Pîr ji bo gerîlabûnê li Batmanê (Êlîh) çiyayê Sasonê keşif dike, 3 kes bûn. Wê demê dijmin tê pêşiya wan digire, lê hevalê Egîd tenê birîndar dibe. Hevalê Kemal Pîr heya diçe şehadetê vê tiştê tîne ziman: “Di girtina min de tu sûcê hevalê Egîd nîn e”, xwe deyndar dibîne. Ji ber ku wek qusûrekê dibîne, 3 kes di erebê de ne û dijmin pêşiya wan digire; ew jî xwe ji erebê diavêjin. Hevalê Egîd xilas dibe, lê her du hevalên din tên girtin. Esas erka wan ew bû ku werin welat, amadekarî bikin û di çiyê de gerîlabûnê bi pêş bixin.

Li Lolanê  ferasetên cur bi cur pêş dikevin. Rêbertî jî pir caran rexne dikir. Hêza ku ji qada Rêbertî derdikeve û diçe gel wan, ji bo paşê derbasî qada Botanê bibin, lê wana li gel xwe disekinînin û cardin perwerde dikin. Ji ber vê jî Rêbertî ji bo Lolanê dibêje, “Rêbertîyê teqlît dikin”. Diviyabû wana pratîk bimeşanda, lê wan bahane dîtin û wiha digotin: “Nû hatine welat, heya hinek tecrûbe bigirin û fêrî çiyê bibin” û hwd. Piranî hevalên jin dihêlin û kom parçe parçe derbas dibin. Hevalên jin ên dimînin jî dixin xebatên çapemeniyê, hinekan dixin xebatên lojîstîkê û bi karên cuda re mijûl dikin. Di vir de du meylan pêş dixin: Yek, qada Rêbertî teqlît dikin, xwestin wir bikin qada perwerdê; du, feraseta rastgirt bi pêş dixin. Bi bandora ku bêjin “şer nabe” jî pêngavê pêş naxin. Pêwîst bû çalakiya 15’ê Tebaxê di 1983’yan de pêk bihata, lê belê wê wextê Lolan rola xwe naleyîze, ji ber vê jî heya sala 1984’an hat paşxistin. Rêbertî vê pêvajoyê wisa dinirxîne: “Eger Lolanê rola xwe bilîsta, ev çalakî di sala 1983’yan de pêk bihata, me dikarîbû pêşî li çalakiyên ku di zîndanê de hatin pêşxistin bigirta.” Te bala dijmin bi çalakiyê bikişanda cihek din, dibe ku ewqasî bi ser zîndanan de neçûna. Dibe ku ewqas hevalên pêşeng şehîd neketiban. Heya roja îro Rêbertî van pratîkên Lolanê tîne bîra me. Li wir bêbiryarî tê jiyîn, feraseta ku dibêje “em dikarin şer bikin, an nikarin şer bikin” tê jiyîn. Heman demê xwe sipartina hêzên Başûr (PDK û YNK) heye.

Rola PDK’ê, her wê çawa pêşî li Tevgera me ya Azadiyê bigire, ji bo vê hewl dide. Dema hevalê Karasûngûr diçe ji bo navbera wana çêbike, wekî hevalekî me yê pêşeng bi komployê tê şehîd xistin. Xala din jî, PDK terbiye dike, li Başûr ambargo pêş dixin, heta salekê nedihiştin tu erzaq ji hevalan re were. Ji ber wê hevalan salekê sax li ser berûyan jiyan dikirin.

Yek jî Fatma di Lolanê de li ser hevalên jin pir zext dike, nêzîkatiyên wê li hemberî jinê perçiqîner e. Pir zêde nahêle jin pêş bikeve. Dema dibîne jinek pêş dikeve, pêşiya wê digirt. Ew jî rihet e, ji ber ku ji bin kontrola Rêbertî derdikeve. Ev jî tam zîhniyeteke zilam e. Rêbertî, ji hevalên jin ên wê demê mane re, wekî hevala Sara, Sakîne û hevalên din re dibêje, “Hûn di bin enqaza Fatma de mane.” Fatma li ser serê wana enqazek e, pozîsyona xwe ev e.

Di destpêka 1983’yan de ferasetên Semîr, Fatma û kesên tesfiyekar xwe belav dikin û birêxistin dikin. Her çiqas dixwazin bi kongreyê pêşiya wan bigirin jî, berevajî nayê girtin. Nimûne; Semîr piştî wê diçe Ewrûpa û li wir ferasetên xwe belav dike, tirsekê li ser kadroyan çêdike. Dema ev sekna Semîr xwe li ser xebatên Ewrûpa ferz dike, Rêbertî êdî Fatma wekî hêzeke mudaxeleyê erkdar dike. Jixwe Fatma berê jî ji bo xebatan diçû û dihat. Di Konferansa PKK’ê ya 1981’an de ji ber li Ewrûpa bû, ew tevlî nabe. Mixabin feraset yek derdikevin, di eynî ferasetê de ne, lê ji ber ew wekî mudaxele diçe, wê pozîsyona xwe ya hevjîna Rêbertî dişixulîne, ango dibêje “ez hevjîna Rêbertî me.” Di têkoşîna me de yek, Bakî Karer xwe dispêre wê û Fatma jî xwe dispêre Rêbertî. Rexmê feraset yek in jî, ji ber Rêbertî wê wekî mudaxele dişîne, Semîr tam teşhîr dike. Rêbertî vê zîhniyetê di dahûrandinên xwe de dinirxîne û dibêje, “Fatma karê me zehmet kiriye, ya rastî wê Semîr zeîf nekir, berevajî hîn xurtir kir.” Ji ber vê şêwazê têkoşîna me girîng e. Mînak; em carinan dibêjin “tu mafdar î, lê ji ber rêbazên te şaş in tu xwe dixî pozîsyona ne mafdar û di encamê de tu tê rexnekirin.” Dema Rêbertî pê dihese, jixwe wê paşve dikişîne. Êdî bi zanebûn an bêzanebûn Fatma wisa dikir ne zelal e, ji ber ku Fatma û Semîr dibin yek. Fatma terzekî xwe yê wiha heye; digire beramberî xwe û pê re şer dike. Fatma, li Ewrûpa xwe hinek din birêxistin dike, Semîr jî dibêje, “Fatma mudaxela Rêbertî ye”, xwe dijberî wê birêxistin dike. Di vir de Fatma ne jineke ku bi nezanî bike, bi zanebûn dike. Ji ber paşê dibin yek, ferasetên wana yek in. Dibe ku bi zanebûn jî kiribin.

Fatma, di pratîka xwe ya Lolanê de hevalên jin biçûk dibîne, wekî bêje divê di karên stratejîk de nebin, dixwaze wana bi karên biçûk re mijûl bike. Lê Rêbertî dema wan hevalan ji qadê dişîne, bi rol û mîsyon derdikevin, lê Fatma pêşiya wan digire. Êdî bi zanebûn an bê zanebûn, objektîf cinsê xwe biçûk dibîne, diperçiqîne, bêbawer nêz dibe, subjektîf jî dibe ku bi zanebûn be, ferq nake; di encamê de pêşiya hemleyekê digire. Hevala Evîn (Ayşe Akarsû) heye, Rêbertî jî vê dawiyê di parêznameyên xwe de bal kişand ser wê û got, “Divê nirxê wê bê îadekirin”, piştre jixwe şehîd tê îlankirin. Hevala Evîn ji Pazarcikê ye û keça muxtarê gund e, ji malbateke dihat nasîn bû. Dema xwendekar e di dibistana amadeyî de Tevgerê nas dike. Kesayetek ji pêşketinê re, ji azadiyê re vekirî ye.

Hevala Sakîne Kirmizitaş bi heman rengî ye, keçek pir xweşik e. Ev heval ji Mazgîrta Dêrsimê ye, li Elazix dibistanê dixwîne û li wir mezin dibe. Demekê di xebatan de nûneriya me ya Amedê dike. Di pêvajoya 12’ê Îlonê de tê girtin, lê demek kurt di zîndanê de dimîne ji ber ku li ser wê tiştek nîn e. Gava derdikeve tê, tevlî gerîla dibe.

Akademiya Şehîd Zîlan

Attachment