Dîroka Tevgera Azadiya Jinê-8

0Shares

Di Riya Bırêxistinbûna Hêza Jin De Gavên Destpêkê

Kongreya PKK’ê ya 1. çêdibe, manîfesto tê amadekirin, lê belê damezrandina Partiyê yekser çênabe. Li ser navê PKK’ê (Partiya Karkerên Kurdistanê) biryar hat girtin ku, wê di çalakiyê de bê damezrandin. Ew jî wê bi çalakiya Hîlwan-Siwêregê çêbibe. Berxwedana Hîlwan û Siwêregê di dîroka PKK’ê de girîng e. Bi taybetî berxwedana Hîlwanê bi ser dikeve, lê Siwêreg nîv encam digire. Di roja me ya îro de jî ew terz, taktîk tên nirxandin û em wekî dîrok rexneya wê didin. Her wiha destkeftiyên me yên mezin hene. Nimûne; yek ji cihê destpêkê yê ku tecrûbeya rizgarkirinê çêbûye, Hîlwan e. Li dijî eşîra Suleymaniyan derketinên me yên destpêkê çêbûne, paşê şaredariya wir dikeve destê me, hevalê Nadir dibe Rêbertîê şaredariyê.

Di berxwedana Hîlwanê de rola jinê di pêş de ye. Di pêvajoya şer de hinek bandora eşîretan nehat şikandin û heya bê şikandin, grûb grûb heval bi cih dibin û di malan de dimînin. Li wir jin malên xwe vedikin û wana vedişêrin. Dîsa jin herî zêde cebilxane dibin û tînin, wek kurye erk digirin, notan dibin û tînin. Ew jî ji ber ku jin zêde bal nakişîne, wisa roleke cidî dilîze. Dayîka Dûre heye, roleke xwe ya cidî heye. Dema berxwedana Hîlwanê bi ser dikeve, dibe alîkara serokê şaredariyê û ji derveyî wê çend jinên din jî cihê xwe di şaredariyê de digirin. Wana piranî jin dixistin tevgerê, not dibirin û dianîn. Lê paşê dayîka Dûre dikeve zîndanê, bi hevala Sara re dimîne û li wir jî helwesta wê xurt e. Heman demê dayîka hevala Hawa (Hanim Yaverkaya) ye. Wê demê her çiqas nû be jî, şopandina me li ser wê qadê hebû û me serweriyek dabû rûniştandin. Lê îro berevajiyê wê didin xuyakirin. Wê çaxê şaredariya Batmanê jî dikeve destê me, dikeve destê şoreşgeran. Edîp Solmaz serokê wir bû, piştî 20 rojan şehîd dixin. Bi vî awayî ji hev bandor dibin û bandora xwe di Kurdistanê de nîşan dide.

Di hinek qadan de bandora dewletê tê şikandin û dikeve kontrola me. Li Siwêregê, li hemberî eşîra Bûcakan berxwedan tam bi ser nakeve, bandora eşîra Bûcakan tam nayê şikandin, nîv bi nîv encam tê girtin. Ji ber vê di dîroka PKK’ê de Siwêreg wekî nîv serkeftî tê şîrovekirin. Hîlwanê tam bi ser xistiye, heya ji xwe re şoreşa Vîetnamê jî mînak digirtin. Ji bo serkeftina wir dibêjin, Zafera Dîen Bîen Phû (Zafera Dîen Bîen Phû sala 1954’an li Vîetnamê tê jiyîn). Girîngiya vê ew e, rexmê ku em roja îro şerê gel ê şoreşgerî nîqaş dikin, gerîla mezin dibe, di encama wê de şerê me pir danakeve civakê. Rêbertî dema behsa dema çetegeriyê dike, li ser gel pir bandor dike, me rexne dike. Dîsa dema gerîla di bajaran de şehîd diketin, digot: “Ma çi karê gerîla li wir heye? Divê ew gel bibe gerîla.” Destpêkê têkoşîna ku civak tê de be lazim e. Divê qad azad be, heman demê civak jî tê de be ku kontrola dijmin bişkê. Hevala Hawa piştî ku dayîka wê Dûre ji zîndanê derdikeve, tola wê bi tevlîbûna xwe digire.

Li Hîlwanê wê wextê komîteyên mehelan tên avakirin, komîteyên jinan, ên zarokan û hwd. çawa ku îro li Rojava tê avakirin, li wir jî heman xebat ava kiribûn. Civak êdî naçe pirsgirêkên xwe bi dewletê re çareser nake, bi riya wan komîteyan çareser dike. Şaredarî bi çareserkirina pirsgirêkan jî îdara civaka Hîlwanê tam dixe destê xwe, wisa Tevger li ser wê herêmê serwer dibe. Esas piştî van çalakiyan pêwîste Partî îlan bibe, lê berî îlan bibe sala 1979’an di bin navê “Doza Elazixê” de girtin çêdibin, Şahîn Donmez jî wê demê tê girtin. Dewlet nizane, lê grûb bi navê Apociyan dihat naskirin, di rastiyê de jê re “Şoreşgerên Kurdistanê” dihat gotin. Cara yeke êdî wê navê PKK’ê were girtin, lê Şahîn Dönmez beriya damezrandina navê nû, hemû agahiyan dide dijmin, di kongreyê de çi tê nîqaşkirin, kî beşdar bûye hemûyan îtiraf dike. Hevala Sara jî di wê kongreyê de amade bû, lewma weke endama damezrîner a PKK’ê û Komîteya Navendî tê dadgehkirin.

Me got sala 1979’ê ew girtinên hevalên Elazixê hene. Hêdî hêdî nîşaneyên Darbeya Faşîst a 12’ê Îlonê pêş dikevin. Dijmin jî di ferqê de ye ku wê li vê grûbê bandoreke çawa bike. Pergal bi xwe jî di nav aloziyekê de ye û ji bo vê rêveberiya teng tê gel hev, hikûmet îdare nake, nikare serwer bibe li ser tevgerên şoreşger. Ma çawa xwe belav dikin, xwe rêxistin dikin? Hikûmet vê nizane. Her çiqasî darbeya 12’ê Îlonê sala 1980’yî çêdibe jî, beriya wê nîşaneyên vê hebûn. Wekî nîşaneya destpêkê dewlet sala 1979’an Komkujiya Mereşê li ser gelê Kurd û Elewiyan pêk tînin, paşê berê xwe dide ser grûban û êrîşî wan dike. Di vê demê de bi Rêbertîatî re pêşdîtin heye, ango ferq dike û vê rewşê dinirxîne. Ji aliye din ve dewlet bi riya Şahîn Donmez di hundir de dixwaze tevgerê dorpêç bike. Di wê demê de bi riya Pîlot (Necatî Kaya) Tevgerê dixin bin kontrola xwe. Dîsa Fatma heye, dijmin dixwaze bi riya wê di hundir de Tevgerê beralî (yönlendirme) bike û li derve jî zext hene. Rêbertî wê demê ango di pêvajoya sala 1979’ê de biryara derketina Rojhilata Navîn dide û rexmê ku wê demê li Amedê bi hev re di malekê de jiyan dikin jî, dîsa bêy agahiya Fatma derdikeve. Esas Rêbertî bi rêxistinî derbas dibe. Di eynî demê de ji bo giştî partiyê talîmata paşdekişandinê tê dayîn. Semîr rexmê ku endamê navendî yê Partiyê ye xeber nadin wî.

Rêbertî amadekarî dikir, ji bo 250 kesan hedef dikir ku derbasî Lubnanê bikin. Li Lubnanê bi Filistîniyan re hevdîtinan çêdike. Li Bekaayê kamp hemû bi hev re ne, rêxistinên Filistînê hene û cih didin me jî. Lubnan ji bo gelek kesan bû saheyeke nimûne ya çepên Tirkan, Hizbullah û hwd. gelek rêxistin xwe li wir digirin. Di encamê de nêzîkî 150 kes derbas dibin, lê di hundir de gelek kadroyên pêşeng ên wekî hevala Sara, Mazlûm Doğan, M. Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr tên girtin. Hevalê Kemal Pîr çend serpêhatiyên xwe hene hewldanên fîrarê dike, lê di dawiyê de dîsa tê girtin.

Di wê demê de sê tiştên esas tên girtin hene: Yek, ên ku bikaribin xwe bigihînin saha Rojhilata Navîn; dudu, yên ku hatine girtin hene; sisê, yên ku pêwîste derbasî Rojhilata Navîn bibin hene û di dema benda rê sekinandinê de heval diçin çiya.

Di beşdarbûnên destpêkê de hevala Sara, Fadîme Killi, Fatma Çelîk, Cahîde Şener, Aysel Çûrûkkaya, Ayten Ozturk dikevin zîndanê. Dîsa di beşdarbûnên destpêkê de hevala Sakîne Karakoçan, Azîme (Mîhrîban Saran), Çîçek Selcan, Gönül Atay (destgirtiya hevalê Riza Altûn e) hene. Paşê Gönül Atay tê girtin û dikeve zîndanê. Di çaxê Ankara de dema grûb xwe birêxistin dike “Malên Tuzluçayır” zêde xwe spartine mala wan. Jixwe piştre ew hevalê Riza red dike.

Hevala Sakîne Karakoçan, Azîme ya Mezin (Mîhrîban Saran), Çîçek Selcan jî di grûbên ku li çiyê benda rê dimînin de, ji bo derbasî Rojhilata Navîn bibin. Bi tena serê xwe ne, her yek di grûbekê de dimînin. Hevala Azîme yekem jin e ku derdikeve çiyayê Şerefdînê. Wê derê zozan in, çiyayekî mezin e û xwe dispêrin wan çiyayan. Wê çaxê grûb pênc pênc dimînin, lê hin qad hene ku grûbên ji 15 heya 20 kesan hene, wana belav dikin û dixin 3 heya 4 grûban. Ew jî ji bo bikaribin xwe ji êrîşên dijmin biparêzin. Ti tecrûbeya wan a li çiyê nîn e, tenê dizanin ku wê bên girtin û ji bo xwe biparêzin heya bikaribin derbasî Rojhilata Navîn bibin li çiyayan dimînin. Hevala Azîme di grûba Şerefdînê de ye, tecrûbe nîn e, nizanin wê çawa derbas bibin. Destpêkê bi etekê xwe ve diçe û heval dibînin ku zehmetiyê dikişîne, nikare pê bimeşe, ji ber wê dixwazin wê vegerînin. Lê nikare, ji ber ger vegere, wê bê girtin. Dibêje, “ez venagerim.”

Hevala Sakîne Karakoçan jî sala 1979’an tevlî rêxistinê bûye. Heya demekê di xebatan de dimîne û heman demê ji bo birêxistinkirina jinan gelek ked dide. Tê gotin ku ew di malekê de ye, dijmin tê ser malê digire, ew jî ji bo ku belgeyên di destê wê de nekevin destê dijmin xwe ji qata sêyemîn di balkonê de diavêje. Kesayetek wisa ye, kes nikare wê bisekinîne. Hevala Sakîne xwe wisa xilas dike û paşê derbasî çiyê dibe.

Hevala Rûken (Çîçek Selcan) xwedî zanebûn e. Dibêjin, bi xwe pir caran der barê manîfestoya PKK’ê de, dahûrandinên pergalê û hwd. de perwerde dide grûbên hevalên jin. Zanebûneke xwe ya îdeolojîk heye.

Grûba hevalên jin a destpêkê derbasî Rojhilata Navîn dibe nêzîkî 25 hevalan e; Evîn (Ayşe Akarsû), Delal (Saîme Aşkin), Havva (Hanim Yaverkaya), Sultan Yavûz, Fadîme Killi, Necla Çelîk, Mizgîn (Gurbet Aydin), Zehra (Meral Kidir), Aysel Çûrûkkaya, Azîme (Mîhrîban Saran), Emîne Gerger, Ayşe (Bîrcan Yildiz), Besê Îtmeç, Rûken (Çîçek Selcan), Cahîde Şener, Seher (Cemîle Merkît), Bihar, Nadîre (Şenay, bi eslê xwe Yoguslav e), Cahîde Çelîk, Ronahî Pazarcik (Fîdan Yildirim), Mîne Çelebî…

Azîme Demîrtaş di tevlîbûnên destpêkê de cihê xwe digire. Di grûba ku wê derbikevin çiya û li benda rê dimînin ji bo derbasî saha Rêbertî bibin, lê di Kanûna 1981’an de li Dêrsimê şehîd dikeve.

Di nav grûba ku derbasî saha Rêbertî dibe de hevalên bi tecrûbe hene; wekî hevala Saîme Aşkin, Mîne (Emel Çelebî) Meral Kidir, Cemîle Merkît, Nadîre, Ayşe Akarsû, Ayşe (Bîrcan Yildiz) di xebatên welat ên birêxistinkirinê de mane, tecrûbe girtine. Wexta ev grûba destpêkê derbasî Rojhilata Navîn dibe, hîn akademî venebibû, ji ber wê jî di malên lêhûrbûnê de dimînin. Grûba yekemîn a lêhûrbûnê Fatma, hevala Saîme Aşkin, Besê Îtmeç û Meral Kidir hene. Ev grûb grûba lêhûrbûnê ya yekemîn e. Hin ji wana jî di nav xebatên ragihandinê de cih digirin. Di Nîsana 1981’an de cara yekem akademî vedibe. Di wê dewrê de nêzîkî 15-20 hevalên jin cih digirin, rêveberiya wê hevala Saîme Aşkin û Mîne (Emel Çelebî) bû. Van hevalan li ser navê jin di rêveberiya akademiyê de cih digirin. Hevala Saîme Aşkin û Mîne rêveberên me yên yekemîn in.

Li saha Rêbertî xebatên perwerdê destpê dikin, lê tecrûbeyên leşkerî kêm in, ji bo vê jî Filistînî tên perwerde didin hevalan. Kesek bi navê Yûsûf (bi xwe Filistînî bû) perwerde dide, niha hîn îro perwerdeyên me çavkaniya xwe ji wan perwerdeyên berê digire. Mînak; tecrûbeyên sabotajê ji wan hatiye girtin. Dîsa kemîn, tetbîqat û perwerdeyên hwd. Ew Yûsûf di perwerdeyan de her tim fîşekan dişixulîne ji bo zîrekbûn çêbibe, bizane çawa xwe biparêze. Sultan Yavûz di perwerdê de ji lingê xwe birîndar dibe, ji kesî re nabêje. Piştre heval ferq dikin ku birîndar bûye. Di encamê de me tecrûbeya leşkerî ji Filistîniyan girt. Bi pêvajoyê re kamp tam dibe ya me, di pêvajoya ku Îsraîl êrîşî Filistînê dike. Heya di wî şerî de me 11 şehîd dane. Yek ji wan di nobetê de bi hawanê şehîd dikeve. Dema fermandarê Filîstiyan cenazeyê wî hevalê me tîne kampê, dibêje qey em ê xwe aciz bikin, lê dema sekin û nêzîkatiya hevalên me dibîne, bandor dibe. Wê wextê jixwe kampan cûda dikin û ew dibe aîdê me.

Di perwerdekirina hevalên jin de li akademiyan bandorek çêkirine. Her wiha wekî ceribandina rêxistinî cara ewil e ewqas hevalên jin bi hev re dimînin, civînên xwe çêdikin, tevlîbûnek rêxistinî heye û bingehek tê danîn. Dîsa bi hevalên xort re jiyan dikin, perwerdeya leşkerî bi hev re dibînin, spor dikin, perwerdeyên bîrdozî dibînin, nîqaş û parvekirin pêş dikevin. Di roja îro de ji me re pir asayî tê, lê belê di wan kêliyan de berevajî bû, ji ber ku rastiyeke civakê hebû. Ev tê wê wateyê ku cihê zilam lê hebe, jin dikare pê re parvekirinekê bijî. Bi rastî destpêk cûda ne. Di wan rojan de zehmetiyên cidî di van mijaran de dihatin jiyîn, lê dema em lê dinêrin, îro ne bi wî awayî ye. Êdî sîstemeke me heye, tecrûbeyên jiyanê hene, em dizanin di van çiyayan de em ê çawa bijîn. Tevgera me di wan zemînên me yên hevbeş de gelek tişt şikand. Hevalê Cuma û hevalê Karasû behsê dikin ku dema grûba Apocî bûn, tu teorî û şîroveyên wan li ser têkoşîna jinê nebû. Feqet cihê ku şîdet lê hebûya, piştî çûyîna wan ew radiwestiya. Çima? Ji ber ku Apocî hatine. Divê ev tişt basît neyê dîtin. Ev nêzîkatiyekê rave dike. Her kesî dizanî ku helwestên me di vê mijarê de hebûn.

Gelek tişt hene ku em rexne dikin; di Tevgera me de di warê kuştina zilam de, pîvanên feodalbûnê, kevneşopiyên li ser me tên ferzkirin, yek jî bandoreke PKK’ê heye. Mînaka Mahîr Welat heye, berê zewicî bû û zêde şîdet li ser jina xwe bi kar dianî, lê dema heval diçin mala wan, şîdetê li ser jina xwe hew dike. Ne ku heval dibêjin şîdetê li ser jina xwe neke; heval pê didin hîskirin û jê şûndetir nayê jiyîn, pêşî li ber tê girtin. Divê bê zanîn bêy ku kes tiştek bibêje, grûba Apocî giranbûneke xwe bi vî rengî çêdike. Ev jî ji bo civaka me şoreşek e, bi xwe re guhertinê ava dike. Jin ji malê qut dibe û tê tevlî dibe. Di netîcê de nêzîkatiyên Rêbertî diyarker in, ji ber ku li Rojhilata Navîn taybet li ser van mijaran disekine, li gorî wê qadan amade dike.

Akademiya Şehîd Zîlan

Attachment