Di nav civaka Kurdistanê de rastiya jinê
Em niha dixwazin di vê beşê de li ser rastiya civaka Kurd bisekinin, ji ber em tevgereke Kurdistanî ne. Eger rastiya civaka me nebe, em nikarin xwe jî tam pênase bikin. Girêdayî mijarê analîzeke kurt ji bo civaka Kurdistanê lazim e.
Bi giştî di Rojhilata Navîn de, bi taybet jî di rastiya Kurdistanê de mijara jinê qadeke herî zêde bi êş e. Mezopotamya axa xwedawendan e. Demek pir dirêj kevneşopiyên (gelenek) xwedawendiyê, civaka xwezayî tê de hatine jiyîn, lê bes piştî wê, şikandina herî dijwar jî di vê qadê de hatiye jiyîn. Bêguman em nikarin bibêjin jina Rojhilata Navîn an jî jina Kurdistanê ji vê bandor nebû. Vê şikestinê herî zêde li ser nasname û hebûna jinê bandor kir. Tabî em nabêjin tenê şikestinê bandor kir, kevneşopiya xwedawendiyê jî pir zêde bandor kir, lê bi yekemîn şikestina cinsî re serdema xwedawendiyê xilas dibe, jin êdî dibe kole. Ev rastî jinê bandor dike.
Her wiha şikestina duyemîn a bi rêya ol hat çêkirin, bi taybetî di Kurdistanê de herî zêde jî bi Îslamiyetê re bandora xwe li ser nasnameya jinê kiriye. Di warê tehlîlkirina civaka xwe de em kêm dimînin û rexmê wê heya roja îro kevneşopiyên berxwedanê yên kûr dijîn. Heta Rêbertî di hinek tespîtên xwe de dibêje, “bêdengiya goristanê ya di Rojhilata Navîn de herî zêde jin dorpêç kiriye.” Li Kurdistanê jin hem di warê neteweyî de, hem jî weke nasnameya cins dagirkeriya li ser hatî pêkanîn pir zêde kûr e. Pêwîste mirov vê baş tehlîl bike.
Rastiya jin a di Kurdistanê de bi xwe re kevneşopiyeke berxwedanê ya pir kûr anî û heya roja îro jî di Kurdistanê de kevneşopiyeke kûr a jinê heye. Dij-derketinên çêbûne ne bi rengê ku bibêje ez ji bo pirsgirêka cins an jî pirsgirêka azadiya jinê li dijî derkevim. Bêhtirê xwe ne bi vî awayî ye, lê nakokiyên neteweyî wê dixe nav liv û tevgerê. Ji ber ku jin wekî civakê hatiye kolekirin. Em di vê mijarê de tenê civaka xwe pênase bikin, ev têrê nake. Nimûne; heya niha jî li hinek gundên Botanê jin otorîter e. Dayîk hîn otorîter e, jin bi tevahî nehatiye tunekirin. Dayîk hîn pîroz tên dîtin, civakê bi xwe re rêve dibe, dimeşîne, tîne cem hevdû. Ev tê wateya ku kevneşopiya xwedawendan hîn jî maye.
Cardin hinek dem hebûn ku jinên li ber xwe dane derketine. Taybet jî di serdema serhildanên Kurdan de, hêzên dijmin ku bi armanca komkujiyê tên ser civakê, ji ber dijmin dixwaze Kurdan tune bike, li beramberî wê berxwedan heye. Di wan berxwedanan de gelek jinên weke Zarîfe, Besê, Yaşar Xanim, Dayê Gulnaz û hwd. navê gelek jinan tê ser ziman. Wekî vana gelek kesayetên jin di wan berxwedanên Kurdistanê de pêşengî kirine. Eger di berê de bingeheke xwe ya berxwedanê nebe, bingeheke xwe ya ku xwe bibandor bike nebe, wê li ser çi esasî bikaribe wisa li ber xwe bide? Ev ne pêkan e. Nexwe kevneşopiyeke bi vî rengî heye û ji Leyla Qasiman, Zarîfe û Besêyan heya roja îro tê. Lê li kêleka vê, nasnameya jinê hatiye jibîrkirin û betonkirin. Nimûne; jin ji Kurdbûna xwe şerm dike, hebûna xwe ya Kurdîtiyê ji bîr kiriye. Wekî cins bi gelek tiştan re rû bi rû dimîne. Em bandora pergalê bidin aliyekê, heta bandora civaka ku tê de jiyan dike heye. Ev bav e, birayê xwe ye, ger zewicî be zilamê xwe ye. Ji bo jin tune bibe û nasnameya xwe ji bîr bike, vana her li ser wê zext dikin. Vê carê di serdema Modernîteya Kapîtalîst de di bin navê ku malbata dendik çêbikin de esas jin nasnameya xwe ya neteweyî jî ji bîr dike. Pergalê çi jê re pêş xistibe, bi vî awayî dixwaze malbatekê ava bike. Jin di vir de esas wê rola xwe ya diyarker vê carê bi neyînî dilîze. Pêwîste em her du milan jî bibînin.
Di vir de dema em rastiya jinê ya di nav civaka Kurd de pênase dikin, divê em balê bikêşin ser çanda eşîriyê. Rêbertî ji bo nasnameya Kurd û Kurdistanê jî behsa çanda eşîriyê kir û got, “ê ku herî zêde Kurdbûna xwe ji bîr nekiribe, esas ev ji meseleya eşîriyê tê.” Bi vî awayî aliyekî erênî yê eşîrê heye. Jinê bi rengê eşîrê nasnameya xwe ya Kurdîtiyê parast. Çima? Eşîr ku derket çiyê, pê re li hemberî wan êrîşên bi ser de hatin hebûna xwe parast. Di nav eşîran de jî yê herî zêde kevneşopiya Kurdan parastî, jin e. Ji ber ku zilam di nav eşîrê de be jî, di encamê de bi rengekê bi sîstemê re dikeve têkiliyê, bi derve re danûstandin dike. Lê jin wisa nîn e. Jin yek bi yek bi sîstemê re têkiliyê çênake. Di nav eşîra xwe de girtî ye, zêde dernakeve derve, orf û adetên xwe, çanda xwe ya kurdî diparêze. Bi vî awayî nasnameyeke jina Kurd heye. Ev ji bo me jî çavkaniyeke gav avêtinê ye. Ma hîn em ê xwe bispêrin kîjan hêzê? Bi derbekê re hema tevgerek çêbû, bi navê azadiya jinê derket û me jî tê de cih girt; ne bi vî awayî ye. Di vir de çanda kurdîtiyê ya hatî parastin heye û em xwe dispêrin vê rastiyê. Der barê eşîran de lazime em vê bibînin.
Li milê din, di nav çanda eşîrê de taybetmendiyeke wisa jî heye; mesela, hevalek dibêje ya “em Botanî ne, partîlî ne û em eşîr in, me xwe parastiye.” Dibe PKK jî nas kiribe, lê ev têrê nake. Di nav rastiya civaka me de hinek kevneşopiyên ku divê em red bikin jî hene. Ev çi ne? Di bin navê qelenê de jin hîn jî tê firotin. Tu jinek bêy qelen nayê dayîn. Zarokên keç heya temenekê digihînin, ji wê şûndetir ji bo zilamekî tên amadekirin. Di encamê de jin esas hinek taybetmendiyên xwe jî winda dike. Ji zarokatî heya emrekê cuda ye, ji wî emrî pêve jê re dibêjin “êdî tu keçik î, êdî emrê te bûye yê zewicandinê, lazime tu têkiliyên xwe ji xortan qut bikî. Hevalên te yên zarokatiyê divê xort nebin, pêwîste tu bi keçan re bî. Pêwîste tu dernekevî derve, êdî lîstok jî ji te re qedexe ye. Tê di malê de firaxan bişo, ger hebin tê li zarokan binêrî, karê malê bikî” û hwd. Ev zext li ser jinan tê kirin. Hele keçek ku piçekê xweşik be, keçeke eşîran be, qelenê xwe hîn zêdetir e. Nimûne; di nav civakê de hinek malbatên feqîr hene, keçên xwe xweşik jî nebin, hema lê digerin ku di wextek zû de yek li ku derê hebe, pereyek kêm be jî bidin wî. Ji ber dema zû nede zewicandin, civak wê bibêje “keçên filan kesî di malê de mane!” Lewre lazime keç bizewice. Ger ne zewice, tê wateya ku ev keç kêr nayin. Ji bo zilamekî divê kêrhatî bin. Ev feraset jî di heman eşîrên Kurdan de heye. Yanî jin, di nav civaka Kurd de bi qasî otorîter e, nasnameya kurdîtiyê diparêze, yek jî li kêleka wê rastiyeke bi vî awayî heye. Pêwîste em çanda eşîrê bi vî awayî bigirin dest.
Çima eşîr ji bo Kurdan pir pêwîst bûne? Wekî ji dîroka Kurdistanê tê zanîn, berê pir sefer li ser Kurdistanê çêbûne. Kurdistan bûye wekî qadeke şer. Belkî giştî Rojhilata Navîn wisa bûye, lê navend bi taybetî Kurdistan bû. Di wan şeran de ya herî zêde bandor bû jin bû, nasnameya jinê bû. Îskender hat 10 hezar keçên Kurd bir, bi leşkerên xwe re zewicand, ango dest danî ser wana. Çima? Feraset wisa ye; şer e, dema diçe ku qadekê fetih bike, her tiştê wê qadê dibe yê wî. Encex di nav hemû tiştan de ya esas, jin e. Jin di şeran de xenîmeta yekemîn e. Di pêvajoya belavbûna Îslamiyetê de Xalid Bin Welîd dema Îslamiyetê li Kurdistanê belav dike, zilaman qetil dikin, an jî bi zorê dikin Misilman û tevlî xwe dikin. Heman demê wî jî 20 hezar keç wekî xenîmeta şer ji xwe re birine. Yek jî, hinek di Kurdistanê de, bi navê ku bibin ji malbata ehlîbeyt vê bi dilê xwe dikin, keçên xwe bi dilê xwe dane wana. Nexwe jin ji bo wana ne tiştekî esasî ye; kengî bê xwestin dikare bide dijminê xwe jî. Rexmê ku jin kevneşopiya civaka Kurd e, nasnameya zilam esas di kesayeta jinê de tê temsîlkirin jî, dikare wê bifiroşe. Ji bo bi dijminê xwe re li hev were pir rihet dide dijminê xwe.
Heman nêzîkatî çi Komkujiya Şêx Seîd dibe, çi Komkujiya Agirî dibe, çi Komkujiya Dêrsimê dibe û hwd. di hemû serhildanên wê demê çêbûne de hatiye jiyîn. Bi taybetî di Komkujiya Dêrsimê de ev pir balkêş tê jiyîn. Ji ber hejmareke zêde komkujiyên fizîkî çêbûn. Di Dêrsimê de herî zêde jin hatin qetilkirin. Heta hinek jinên ducanî yên li ber zarokanînê bûn, leşkerên Tirk çûne û bi singuyan zikê wana parçe kirine, bi vî awayî hem jin, hem jî zarok kuştine. Hinek jinên li hemberî van kiryaran li ber xwe dan û hewl dan xwe xilas bikin, gelek ji wana xwe ji zinaran avêtine. Heya niha jî li Dêrsimê Tehtê Îksor heye. Jêra wî tehtî çem e, gelek keçan ji bo bi saxî nekevin destê dijmin xwe ji wir avêtine. Heta wekî serpêhatî dibêjin, 40 keçan li ser wî Tehtê Îksor keziyên xwe bi hev ve girê dane û xwe bi hev re ji tehtê avêtine. Nexwe di pêvajoya serhildanan de jî herî zêde jin bûye hedef. Jinê jî pêwîstî dîtiye xwe ji vê êrîşê biparêze. Jina ku nasnameya xwe ya berxwedanê diparêze jî seknek wisa nîşan daye.
Herî dawî li Şengalê bi xwe rewşek wisa yek bi yek hat dîtin û jiyankirin. Dîsa çeteyên DAÎŞ’ê hatin û keçên me yên Êzidî birin. Heya niha jî hinek hîn di destê DAÎŞ’ê de ne. Şer bû, qadeke şer çêbû, lê êrîş herî zêde li ser keçan çêbû. Rêbertî di vê der barê de wisa dinirxîne û dibêje, Kurdistan qada şer bû, di qada şer de herî zêde jin bi komkujî û tecawuzan re rû bi rû ma. Gelek leşkeran dest danîne ser keçan û ew tecawuz kirine, an jî hinek bi xwe re zewicandine, yan jî piştî tecawûz kirine ew avêtine çolê. Rêbertî dibêje, “Em tevgera tolhildana wana ne.” Ev girîng e. Wekî Tevgera Azadiya Jinê em ê niha xwe bi çi pênase bikin? Rast e, em tevgera tolhildana wana ne. Yek jî, Rêbertî wisa pênase dikir û digot, “dijmin dirûşmeya xwe ya yekemîn ev e; DESTPÊKÊ LI JINÊ BIDE. Ji bo wê ez jî dibêjim, DESTPÊKÊ JINÊ RIZGAR BIKE.” Di beşên pêş de em ê hîn zêde li ser bisekinin, di felsefeya Rêbertî de ev heye; erê nakokiya yekemîn nakokiya cins e, di Kurdistanê de koletiya herî kûr jî jinê jiyan kiriye, ji bo wê esas ev xeleka herî zeîf e. Ev xeleka herî zêde koletiyeke kûr tê de hatiye jiyîn, ger tu wê azad nekî mumkûn nîn e ku tu bibêjî civak azad bû. Lewra mirov azadiya civakê encex bi azadiya jinê ve dikare îfade bike. Yanî jin azad nebe, civak jî azad nabe. Jin hem beşeke mezin a civakê ye, di civakê de roleke xwe ya diyarker heye, hem jî bi awayek herî kûr koletî di kesayeta wê de hatiye jiyîn. Herî zêde jin rû bi rûyê koletiyê, mûameleyên derve yên dijmin hatiye. Lewma girînge em destpêkê di wir de bigihin azadiyê.
Pêwîste em vê pirsgirêkê tenê wekî pirsgirêka jinê nebînin. Dibe ku em weke jin hîn zêde li ser disekinin û dikin mijara perwerdê, heman demê divê em bi zilam jî bidin qebûlkirin ku ev pirsgirêka wî ye jî. Pirsgirêka jinê tenê ne aîdê jinê bi xwe ye, heman demê pirsgirêka zilam e. Mirov vê yekê di rastiya Kurdistanê de pir balkêş dibîne. Rast e, hemû zilm li ser jinê hatiye kirin, lê di vê rewşa Kurdistanê de pozîsyona zilam çi ye? Rêbertî ji bo zilam pênaseyek wisa dike û dibêje, “Di Kurdistanê de zilam hatiye pîrek-kirin.” Çima? Ji ber zilam pozîsyoneke xwe ya wisa heye ku, ew li derve ye, bi pergalê re rû bi rû ye, esas hatiye kolekirin. Di vir de hebûna wî pê didin jibîrkirin, di nav sîstemê de nikare xwe bi nasnameya xwe ya Kurdîniyê îfade bike. Zilam ger Kurd be mafê jiyanê jê re nîn e, jixwe ji bo wê Kurdîtiya xwe înkar dike. Vê carê çi dike? Ji bo pariyek nan, ji bo çend qurûş pere bi mûçe dişuxile. Zilam, esas bi vî awayî bûye koleyê sîstemê. Di vê rewşê de çi dike? Ev zilamê koleyê sîstemê, gava tê malê dibe kesê desthilatdar. Bi vî awayî hemû êşa koletiya xwe esas di serê jin û zarokan re derdixe. Di malê de kesê serwer ew e, vê carê jina xwe diperçiqîne. Li Kurdistanê herî zêde di nava malbatan de tundîtî pêş dikeve. Tundîtiya zilam, tundîtiya bav, bira û hwd. Bav di nava sîstemê de li pêşber dewletê destê xwe dide pêş, stûyê xwe xwar dike, lê gava tê malê, kesê efendî ew e. Efendîbûna xwe li ser jinê, li ser zarokan pêk tîne. Ji bo wê Rêbertî dibêje, “yekane qada desthilatdariyê ya ji zilam re hatî hiştin, li ser mala wî ye, li ser jina wî ye. Cuda tu qadeke desthilatdariyê jê re nehatiye hiştin.” Encex li beramberî vê, ji ber desthilatdariya xwe di wir de dimeşîne xwe desthilat û azad dibîne, xwe wekî kole nabîne. Ji ber ku qadeke desthilatê jê re hatiye hiştin. Xwe xapandin di nasnameya zilam de hîn zêdetir e. Erê jin ger negihîştibe wê zanebûnê û di ferqa kolebûna xwe de nîn e, lê herî hindik xwe naxapîne wekî ku azad be.
Ya rastî mirov vê dema niha şîrove bike, rewş cuda ye. Nimûne; hinek dibêjin, “Ez li malê serbest mezin bûme.” Esas tu serbestbûn tune ye, mutleqa kevneşopiyên civakê li ser wê tên ferzkirin. Tu kes ji me jî bêy ku em kevneşopiyên civakê bihesibînin ne mumkûne em gav bavêjin. Mutleqa bi rengekî zextek li ser me çêbûye. Eger em li malê serbest hatibin mezinkirin, bavê me, birayê me pir ji me hez kiribe jî, gava em derdiketin kolanê em bi tacîza zilamekî re rû bi rû diman. Bi çav tacîz kirin, bi dest tacîz kirin, bi gotin tacîz kirin çêdibe. Di encamê de jin bi vana re rû bi rû tê. Ne mumkûne kes xwe ji vê xilas bike.
Encex di zilam de vê carê xwe xapandinek heye. Ji bo wê lazime ev pirsgirêk wekî pirsgirêka zilam jî bê dîtin. Di encamê de civak ji jin û zilam pêk tê, lewre ev pirsgirêka civakê bi xwe ye. Dema em li ser dîroka têkoşîna Tevgera Azadiya Jinê disekinin, ev têkoşîn tenê ji bo azadkirina jinê nîn e. Esas armanc, azadiya civakê ye. Her wiha rizgarkirina zilam a ji wê nasnameyê ye. Pêwîste em wisa bibînin.
Li ser van esasan piştî ku têkoşîna me hinekî kemilî Rêbertî got, “hûn berpirsiyar in ji bo guhertina zilam” û projeyeke guhertina zilam danî pêşiya me. Îro em lê binêrin, vîna wî ya şikestî li beramberî pergalê ye. Zilam jî niha dibêje, “pirsgirêka we ye, ne ya min e, wê çaxê werin min biguherin.” Bi vî awayî xwe ferz dike. Ev di pişt guh re avêtine, rihet nêzîkbûn e. Li hemberî sîstemê, li hemberî dewletê îradeya wî hatiye şikandin, ji hêzê hatiye xistin û her wiha ku tê malê, qada desthilatdariyê ku pergalê jê re hiştiye mal, jin û zarok in û di wir de desthilata xwe dewam dike. Di nav civakê de pêwîste mirov vê pozîsyona jinê bibine.
Di civakê de ji bo pozîsyona jinê Rêbertî wiha digot: “Weke çûkek ku di qefesê de hatiye girtin, feqet tu kengî deriyê wê vekî, wê jê bireve.” Di encamê de refleksa xwe ya mirovahiyê bi kar tîne, ji bo vê li ku derê çirûskeke hêviyê bibîne, xwe tavêje wir. Ev potansiyelek cidî ye ji bo jinê. Dibe ku zehmetiyên xwe zêde bin, lê azadkirina jinê li gorî ya zilam hîn hêsantir e. Çima? Ji ber ku tu bixwazî nexwazî jin di ferqa kolebûna xwe de ye û gava çirûskeke hêviyê jî bibine, wê bireve wir. Lê zilam wisa nîn e, ji ber hîn di ferqa kolebûna xwe de nîn e. Tabî ferqa kolebûnê jî bi zanebûnê çêdibe. Yek jî di Kurdistanê de tiştekî wisa heye ku ew zehmetiyê çêdike; bandora ol pir zêde ye. Niha ol bi xwe re çi pêş dixe? Feraseta qederê pêş dixe ku jin êdî kolebûnê ji bo xwe wekî qederê bibîne, xwemalî dike. Ji wê yekê derketin hinek zehmetiyên xwe hene. Ji bo wê Rêbertî got du şikestinên esasî. Eger şikestina yekemîn tenê bûya belkî derfetên derketina ji koletiyê hîn zêdetir bûya. Lê yek jî bi ser de ol zêde bû, vê feraseteke qederperest jî di jin de pêş xist, yanî wekî bibêje ev qedera te ye, pêwîste tu razî bî, cuda riyek din nîn e, ji bo te cuda hêvî û jiyanek din jî nîn e pêşî li lêgerîna jiyaneke cuda digire. Pêwîste mirov bandora vê jî di Kurdistanê de bibîne. Mirov dikare li ser vê zêde nirxandinan bike. Mesela ji bo civaka Kurdistanê, parçe parçe xweseriyên cuda hene, lê wekî analîzeke giştî mirov dikare vana bibêje ku, koletî pir kûr li ser jinê hatiye kirin piştî axa xwedawendan, piştî kevneşopiya xwedawendan; didu, Îslamiyetê pir zêde bandor li ser kiriye; sise, zilamê ku ji aliye sîstemê ve tê perçiqandin û kolekirin, gava tê malê bi navê kevneşopiyên civakî zextê li ser jinê dike. Yanî nasnameyek wisa ku her tim dibin zextan de ye, her tim hatiye kolekirin. Nasnameyek bi vî awayî heye. Bêguman şert û mercên xwe ji vê sîstemê xilas bike hene. Ya yekê, eger koletî di cihekê de pir kûr be, hema hêviyekê bibîne, dikare gavekê pêşde bavêje, ya duyem jî kevneşopiyeke xwe ya ji dema xwedawendan tê, kevneşopiyeke xwe ya berxwedanê heye û dikare gav pêşde bavêje. Bi kurtahî em dikarin analîzek wisa ji bo civakê bikin.
Niha sîstem destpêkê xwe di zîhniyetê de dide rûniştandin. Sîstema koledariyê destpêkê zîhniyet fetih kir. Rêbertî vala vala negot rahîb destpêkê xwe di perestgehê de xebat meşandin. Ew xebat destpêkê xebata zîhnî bû. Ol jî argumaneke bîrdozî ye, lazime destpêkê zîhn fetih bike. Destpêkê dixwaze îqna bike. Dema îqna nebû, vê carê şerê fetihkirinê dikeve rojevê, qetil dike, vê carê bi zorê xwe ferz dike û xwe bi vî awayî dide rûniştandin. Ma eger xwe li ser civakê ferz neke wê desthilata xwe li ser çi bide rûniştandin? Lazime li ser civakê ferz bike. Jixwe civakê dike kole û wisa desthilata xwe bilind dike. Û jin di civakê de esas e, lewma herî zêde ew jê bandor dibe. Rêbertî jî xwe dispêre fikreke zanistî, vala vala nabêje, “ez ê jinê azad bikim.” Ev bingeheke xwe heye, di civakê de diyarker e. Jixwe sîstemê jî destpêkê êrîşî jinê kir. Bi giştî Kurdîtî çima di nasnameya jinê de tê temsîlkirin? Ji ber kevneşopî di wir de tê temsîlkirin. Civaka xwezayî hemû nirxên xwe di kesayeta jinê de temsîl dibe. Jin cilên kurdî li xwe dike, jin bi zimanê xwe diaxive, jin zarokan fêr dike, perwerde dike. Ji ber wê di civakê de roleke xwe ya diyarker heye. Ji ber wê sîstem jî herî zêde bandora xwe li ser jinê dike ji bo civakê qezenc bike.
Îslamiyet jî bi vî awayî ye. Kevneşopiya ku herî zêde ferz dike li ser jinê ye û Kurdistan ji vê yekê bandor bûye. Em nikarin cuda binirxînin. Dayîkên me li gelek cihan turban nagire, xwezayî nêz dibe, porê xwe hinekî vekiriye, lê ev nayê wê wateyê ku qet ji Îslamiyetê bandor nebûye. Îslamiyet tenê pênc wextan nimêjkirin nîn e. Îslamiyetê jin girt malê. Niha di Kurdistanê de derketina derve ji jinê re qedexe ye. Tê gotin ku jin tenê du caran dikare ji malê derkeve derve: Yek, dema dizewice, dudu dema cenazeyê wê derdixînin. Kevneşopiyek wisa heye. Zilamê wê ewqas zilmê lê dike, lê kevneşopiyeke civakî li ser tê ferzkirin ku ew nikare berde, berdan tune ye, nayê qebûlkirin. Kîjan civakê qebûl kiriye, ango jin û zilamê xwe li hev nekirine hevdû berdane? Ev ne pêkan e, bi ser de jî jê re jiyan nîn e, nikare dîsa vegere mala dayîka xwe jî. Ji bo vê bandoreke cidî dike, divê mirov wisa binirxîne. Lewma divê mirov dîrokê yek alî negire dest, dualî bigire dest. Yanî kevneşopiyeke me ya civaka xwezayî, kevneşopiyeke me ya berxwedanê heye.
Bi giştî ji bo civaka Kurdistanê Rêbertî di parêznameya xwe ya pêncemîn de dahûrandineke wisa dike û dibêje, “Jin taybetmendiyên xwe yên xweserî klan û eşîrê jî diparêze, lê bes bi taybetî di pêvajoya Modernîteya Kapîtalîst de êdî tebeqeya jor bi sîstemê re bû yek, ew jî di berdêla firotina nasnameya xwe de çêbû, Kurdîniya xwe ji bîr kir, xwe înkar kir, bi sîstemê re bû yek û tebeqeya jêr jî hat dagirkirin, hîn zêde hat perçiqandin. Rêbertî wana wekî Kurmanc bi nav dike. Tabî herî zêde jin ji vê bandor bûye. Yanî divê mirov der barê civaka me de tehlîlek wisa ji bo roja îro bike.
Xisûseke din, niha pir gelên têkoşîn dane hene, lê kêm gel ji bo hebûna xwe têkoşîn dikin, ango kêm gel hebûna wana tê înkarkirin. Lê di Kurdistanê de wekî gel hebûna me tê înkarkirin. Ji ber vê divê em têkoşîna xwe wisa pênase bikin; ev şerê hebûnê ye, her wiha şerê azadiyê ye. Her du ketine nav hev. Em gelek deman bi nav dikin û dibêjin êdî hebûn temam bû, zanebûnek çêbû, têkoşîn gihîşt astekê û ji bo Rojhilata Navîn ku em niha behsa şerê cîhanê yê sêyemîn dikin, di cîhanê de êdî Kurd bûne wekî aktorekê. Ev bi têkoşînê hat qezenckirin. Lê rexmê wê jî di Kurdistanê de dagirkeriya li ser me tê ferzkirin, wana dixe nav hev. Eger firsendekê bibînin, wê komkujiyên fizîkî li ser hebûna me pêk bînin. Yanî şerê hebûn û azadiyê bi hev re ne. Ji bo jinê jî dema em nakokiyê pênase dikin em dibêjin, li beramberî vê wê berxwedanî çêbibe, lazime em wisa bigirin dest. Yanî em şerê hebûn, nasname û her wiha şerê azadiyê bi hev re dimeşînin. Ev di nav hev de ye. Wekî netewe ji bo Kurd û Kurdistanê jixwe xeteriya komkujiyên fizîkî heye, lê ji bo jinê hîn zêdetir e. Azadiya jinê ji dest hatiye girtin û jin têkoşîna azadiyê dimeşîne. Ji bo civakê giştî em dikarin vê pênaseyê bikin.
Akademiya Şehîd Zîlan