Pêşketinên sala 1992’yê û di şerê Başûr de sekna jin a berxwedêr
Ji bo sala 1992’yan mirov dikare bibêje hevkarên Kurd li hemberî Tevgera me ya Azadiyê ketin dewrê, konsepta êrîşê pêş xistin. Heman demê bi mudaxeleya hêzên derve ya li ser Rojhilata Navîn re esas konsepteke navneteweyî jî di dewrê de bû. Ji bo wê sala 1992’yê saleke girîng e, têkoşîneke dijwar tê de hat jiyîn. Hem mezinbûna gerîla ya di warê hejmarê de, hem jî bi bandora serhildanan girseyîbûna Tevgera me didome. Jixwe salên me bi Newrozê destpê dikin, ev sal serhildanên ku li Kurdistanê çêdibin dipekin metropolan jî. Ji sala 1990’î şûn de êdî di xebatên qada civakî de jî, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê Komeleya Jinên Welatparêz tê sazkirin. Her wiha saziyên wekî Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) tên avakirin. Bê guman jin jî tê de cihê xwe digirin. Di qada civakî de ji aliyê gelê Kurd ve sazîbûn çêdibe, hemberî siyaseta tunekirinê ya dewleta Tirk vekirinek çêdibe, gav tê avêtin. Nimûne; sala 1991’an parlamenterên gelê Kurd çêdibin. Leyla Zana wana tên hilbijartin. Ango danehevên di nav civakê de hene derbasî siyasetê dibin. Meclîsên gel ên neteweyî pêş ketin, rêxistina milîsan pêş ket. Heta di roja me ya îro de jî milîsên ku di wan çaxan de hatine birêxistinkirin, hîn jî xebatan dimeşînin. Tabî van pêşketinan bandora xwe li ser têkoşînê dikin.
Di Newroza sala 1992’yan de li Kadîfekaleya Îzmîrê hevala Rahşan Demîrel çalakiya xwe pêk tîne, adeta wê pêla Mazlûm Doğan, Zekiye Alkan didomîne. Temenê wê 17 salî ye, bi eslê xwe ji Nisêbînê ye, lê belê li Îzmîrê mezin bûye. Esas welatparêziyek kûr dijî û dixwaze beşdarî partiyê bibe, lê riya tevlîbûnê nabîne. Her wiha ji komkujiyên dijmin di serhildanên Newrozê de li ser gel pêk tîne, bandor dibe. Yek jî, di wê salê de dewletê daxuyanî dabû ku wê Newroz neyê pîrozkirin û li gelek cihan qedexe kiribûn. Li ser van esasan hevala Rahşan çalakiya xwe pêk tîne. Di kêliya çalakiyê de got, “Ez ê li Kadîfekale xwe bixim Newroz, ez dixwazim bersiva serhildanên Cizîrê, Mêrdîn, Nisêbînê bidim.” Wê demê Îsmet Sezgîn li Tirkiyê wezîrê karê hundir bû, jixwe paşê dibe serokmar. Hevala Rahşan dibêje, “Ez vê peyamê ji Îsmet Sezgîn re dişînim, bila bizanibe ku Newroz wê bê pîrozkirin. Eger bi lastîkan neyê pîrozkirin jî, wê bi bedena me were pîrozkirin.”
Li wir girseya ku ji bo pîrozbahiya Newrozê tê, sibê zû cenazeyê hevala Rahşan dibînin ku, bi tiliyên destê xwe îşareta serkeftinê dike. Yekser li wir gel xwedî li cenazeyê wê derdikeve, dayîka wê jî nagirî û cenazeyê keça xwe bi tilîliyan pêşwazî dike. Li ser van esasan di dayîkan de zanebûna ku zarokên wan ji bo welatê xwe canê xwe feda dikin pêş dikeve.
Rêbertî der heqê çalakiya hevala Rahşan de wisa dinirxîne: “Rahşan Demîrel, ji bo girseya me ya li metropolan derbasî welat bike, pirek e. Berxwedanek, li ser sûrê Îzmîrê bûyera xwe şewitandinê heye. Bi navê Rahşan Demîrel berxwedana keçeke Kurd a pir ciwan heye. Rastiya Mêrdîna Kurdistanê ya derbasî wir hatî kirin, heye. Welatparêzî jixwe bibandor e. Di vê keça ciwan de ji aliyekî ve dildariya şer û azadiyê heye, lê ji aliyê din ve pir zeîf e. Şerê rêxistinî rastiyê bandor dike. Rojên Newrozê jî cardin bilez û têr û tijî tên jiyîn. Xuya ye di vir de dixwaze bi awayek seyr xwe bide şerê azadiyê û tiştekê bike. Lê belê ji ber hêza vê ya teorîk zêde nabîne û derfeta pêşxistina pratîkê bi dest nexistiye, yanî ji ber di cihekê de dildarî, teorî û asta vê ya rêxistinî derbas kiriye, wekî bersiva vê yekê ji ber sond xwariye tiştekê bike berê xwe dide çalakiyek cuda. Dema şert û mercên şermdêr ên girseya me li wir di nav de jiyan dike, şert û mercên zor ên di nav malbata wê de, şert û mercên jiyana nizm ên bi feraseta wê ya azadiyê û jiyana azad re li hev nakin bi zindîtî û balkêşiya Newrozê re digihin hev, bi vî awayî çalakiyeke meşaleyê derdikeve holê. Gengaz e, di ruhek wisa de cesaretek wisa û dûvre çalakiyek wisa dibe ku derkeve û derdikeve jî. Me got em vê çalakiyê watedar dibînin. Bi awayek hîn balkêş hat dîtin ku vê şehadetê girseya me ya li metropolan ronî kiriye, bi sedan kesên di nav şert û mercên jiyaneke ketî de kişandiye şer, tirba li ser wana tê ferzkirin kun kiriye, ji bo gelê me yê li metropolan bîne ser xwe û derbasî welat bike rola rakirinê û rola pirê lîstiye. Peyamê di vê wateyê de bi qasî qîmeta meşaleyê xwe îspat kiriye. Ez dibêjim, wê îspat kiriye ku ew bûye hêzeke fermandeyê. Ji ber ku gava karî bi sedan kesan bimeşîne, ew rola fermandeyekê dilîze. Bi taybetî ji bo tevlîbûna pir jinan rê vekiriye, hema hema rê vekir ku ji hejmara zilaman zêdetir jin tevlî bibin. Ev yek nîşan dide ku ew, destekek mezin dide azadiya jinê, dibe fermande û hêza vê ya artêşê.” Ev heval bi çalakiya xwe re ji bo girêdana bi welat re ji gelê me yê li metropolan re dibe ronahî. Ji ber ev bûyer mohra xwe li salê dixe, divê em bi wateyek kûr nêzî vê çalakiyê bibin.
Heman salê di Newroza Şirnexê de gel ji bo pîrozbahiyê kom dibin, lê li wir dijmin komkujiyê pêk tîne. Hevala Bîşeng şehîd dikeve, ku ew bi xwe keçeke 17 salî ye û dibistana amadeyî dixwîne. Di wê demê de berpirsiyara xebatên ciwanan e. Ji bo vê di dîroka ciwanan de divê hevala Bîşeng esas bê girtin. Divê her beşên xebatên me xwedî li mîrasên xwe derkevin. Ji ber ku di xebatan de ye, gelê Şirnexê jî wê nas dike. Hevala Bîşeng di serhildanê de birîndar dikeve destê dijmin û bi êşkencê qetil dikin. Paşê cenazeyê wê bi panzêrê ve girê dane û di nav bajêr de gerandine. Li Cizîrê hevala Bêrîvan li ser gel çi bandor kiribe, hevala Bîşeng jî li Şirnexê heman rolê dilîze. Ev bûyer tenê bi kuştina hevala Bîşeng re sînordar namîne, dewlet li giştî Şirnexê komkujiyê çêdike. Ya rastî dijmin peyama ku eger Newroz bê pîrozkirin, wê di komkujiyên bi vî rengî re derbas bibin, dide. Esas van bûyeran karakterê salê jî eşkere dikin.
Der barê qadên di bin kontrola gerîla de pêş dikevin, wê salê Botan wekî qadeke rizgarkirî bû, heta hevalan al jî danîbûn, dijmin nedikarî bikeve wir. Amed jî bi heman rengî bû, derfet zêde bûn, gel ji bo gerîla xwe di warê madî û manewî de seferber kiribû. Lê ji ber ferasetên şaş ên wekî paşverûtî, nexweşiyên zû desthilatbûnê yên pêş ketin, ew nahêlin van derfetan bizivirin şoreşê, encam jê nayê girtin. Nimûne, derfet pir zêde bûn, gel jî hemû derfetên xwe ji bo gerîla seferber kiribû, adeta hemû tişt ji gerîla re diherikî. Hem tevlîbûnên nav refên gerîla, hem derfetên madî di her milî de mezinbûnek cidî di aliyê Tevgera me de tê jiyîn. Lê hinek ferasetên şaş nahêlin ew derfet bifetilin şoreşê.
Her wiha di sala 1992’yê de çalakiyên mezin ku çêdibin; çalakiyên Helena, Perîxan, Rubarok, Bêzelê li ser xeta Zagrosê tên lidarxistin, gelek hevalên jin jî tê de cih digirin. Rexmê piraniya wan tevlîbûnên nû ne û tecrûbe nîn e, hevalên jin tevlîbûna xwe di nav şer de diyar dikin. Heman demê li eniya Xakûrkê nêzîkî 100 hevalên jin hene. Li ser van esasan nirxandinên Rêbertî ên bi vî awayî hene: “Jinan bi van beşdarbûnan re dikarîn 10 caran şoreşê bikin.” Jixwe paşê Rêbertî li her derê herî zêde Rêbertî wan kom dikir û wan hevalan perwerde dikir, da ku bibin bingeha artêşê. Dema tevlî pratîkê dibin jî di kesayetê de ji xwe bawerbûnek ava dibû. Bi vî awayî hêza xwe dibînin, hêza wan di nav şer de derdikeve holê. Di vê mijarê de li ser disekinin, ji ber ku di lûtkeyê de tu li ser van encaman gavavêtinê çêdikî. Di wê demê de çalakiyên serdegirtina qereqolan zêde çêdibin, gelek qereqol dikevin. Mixabin di wan salan de gelek windahiyên me çêdibin. Di çalakiya Rubarok de windahiyên me zehf çêdibin. Paşê Rêbertî rexne kir. Di encamê de tevlîbûna hevalan zêde ye, bi giştî 44 hevalên jin tevlî wê çalakiyê dibin, tenê yek heval birîndar dibe. Cara yekê ji bo çalakiyekê di vê astê de beşdarbûna hevalên jin çêdibe.
Xeta Xakûrkê û Şemzînanê, wekî tê zanîn cihek stratejîk e. Li wê derê daneheveke hevalên jin heye. Ya din jî, Xakûrkê sêgoşe ye, sînorê Rojhilat, Bakur û Başûr digire nav xwe. Ferhat wê demê li wir berpirsiyar bû û wekî sedem digot, “Ji ber zextên Îranê gelê Rojhilat kevneperest e, girtî ye, taybetmendiyên feodal zêdetir pêşde ne, ji bo vê divê hevalên jin serê xwe girê bidin.” Bi vî awayî sergirêdana hevalên jin bi awayek fermî dibe biryar. Jixwe Ferhat berê jî di nav van lêgerînan de bû. Qet ji bîra min naçe, sala 2003’yan civîna Navenda Partiyê çêbû, wê demê meylên tesfiyekaran zelal bûn û Ferhat eşkere hin tiştan got. Di destpêka beşa duyemîn a civînê de Ferhat çû milê hevalên jin rûnişt, kî dihat wî derbas dikir, kes neçû gel wî nerûnişt. Li wir Sakîne Zagros (paşê îxanet kir) di ber wî re derbas dibe û Ferhat dibêje, “Sakîne ma çi bûye, hûn çima ji cem min direvin, were li gel min rûne”; Sakîne jî wekî bersiv jê re got, “Na, ma destpêkê te serê me girt di nav vê Partiyê de.” Wî jî wiha got: “Na, min paşê şoreşek pêk anî, min kefiye guhert û şepqe da serê we.” Yanî li wir henekê xwe bi hevalên jin dikir, esas meyla xwe ya tesfiyekar eşkere dikir. Ev tiştên ku tên ferzkirin êdî di nav hevalên jin de dibe şêwazekî jiyanê. Ya rastî ev bû wekî tabûyê di nav me de. Mînak; bê êlek dernakeve pêşiya hevalên xort, êlek dîsiplîna te nîşan dide. Tu di zanebûna wê de be cuda ye, tu wekî şerm bigire dest ji ber ku êlekê te nîn e, cuda ye. Her wiha li pêş hevalên xort divê porê te vekirî nebe, kefî li serê te be. Rêbertî ji van nêzîkatiyan pir aciz dibû, digot, “Ev çi lastîke we bi porê xwe ve kiriye û heps kiriye? Rihet bihêlin!” Wisa destê xwe diavêt wê lastîka li ser porê hevalan û derdixist. Yan jî dema kenê hevalên jin diçû manga hevalên xort, dihatin wan hişyar dikirin. Ev hemû di bin navê ku zilam wê bandor bibin de, tên tehrîkirin, pêşiya têkiliyên kevneperest vedike û hwd. de tên ferzkirin. Wan salan tevlîbûna jin a di nav şer de wekî bargiranî didîtin û her di nav karên paşde dihîştin, lojîstîk û cepxane amade dikirin, bi mutfaqê re mijûl dikirin. Heta fermandarên ku qebûl bikin çend hevalên jin di yekîneya wana de be pir kêm in, pir kêm hevalên wekî hevalê Egîd difikirîn û nêz dibûn hebûn. Çima? Li gor nêrandina wana jin bargiranî ye, nikare barê xort rake, di şer de wê paşde bimîne, nikare beşdar bibe. Çawa ku di şoreşên rizgariya netewî kar dikirin ên cîhanî de jin hemû karên paşde dikirin.
Sala 1992’yan tevlîbûna hinek hevalên jin a di çalakiyan de ew pêşdaraziyên ku hatibûn avakirin, şikandin. Êdî nîşan da ku jin jî dikare di şer de rol bilîze, tevlî bibe. Ev nakokiyeke bi vî awayî bi xwe re derdixe; ya rast ev dînamîkek e, tu rast bizivirînî pêşketinê dînamîkek zindî ye û nakokiyek esasî ye. Rêbertî xwest bi vê nakokiyê rotayekê bide Tevgera me. Jin di şer de roleke bikişîne, pêşengiyê bike, bandor bike dikare bilîze. Em tenê hêza jin wisa çors negirin dest; jixwe şer e, zilam çiqas tevlî bibe bila jin jî tevlî bibe, ne wisa ye. Rêbertî tu carî wisa lê nenêrî. Mesela, di hinek qadên şer de jinê nikaribû xwe tê de birêxistin bikira. Rêbertî li hemberî gotinên digotin, “ne pêwîste jin di wir de cih bigire” derdiket. Bi rastî cihê ku jin bikare rol û mîsyona xwe bileyîze, pêşengiyê bike, birêxistin bike vedikir. Rêbertî, di hemû kongre û konferansên Partiyê de dixwaze jinê wekî temînata Partiyê pêş bixe. Di eynî demê de ji bo xeta şer jî were parastin wekî temînatekê ye. Ferasetên wê demê mirov dikare wisa binirxîne.
Gelek kes dikevin zîndanê, ji ber ku di pêvajoya serhildanan de hinek eyalet jinan nagirin nava xwe û hevalên tevlî dibin paşde dişandin û ew diketin zîndanê. Hinek qadan digotin, “hejmara me bes e, hejmara hevalên jin zêde dibe.” Paşê em ê li ser pratîka Şemo bisekinin; digot, “jin di şer de nabe” û hema vedigerîne. Di zîndanan de jî her cureyê êrîşan pêş diketin, ji êşkence heya tecawuzan bigire bi hemû nêzîkatiyan re rû bi rû dimînin. Îcar ev potansiyela jin mecbûr dimîne ku di zîndanan de li hemberî dijmin li ber xwe bide.
Tevlîbûna di nava çalakiyan de çêdibe, di navbera jin de perçebûneke wekî di nav şer de yên dikarin bikin, ên nikarin bikin çêdibe. Çima? Zilam ferzkirineke wisa çêdike; ya kaba û fizîka wê xurt be dikare tevlî şer bibe. Jixwe zilam vê dixwaze, ji ber ku bi gelemperî ew berpirsiyar e, şer di bin serweriya wî de dimeşe. Jineke ku fizîka xwe xurt be, çûye çalakiyan, wê cuda dike û dibêje bila ew were tevlî bibe. Niha ev bi xwe re pîvanan derdixe holê. Di vê demê de kîjan jin tê qebûlkirin? Tenê jina ku di şer de xurt be, bikaribe bar rake, dikare bimeşe tê pejirandin. Belê wê jinên din çawa bin? Meyleke bi vî awayî nîn e; bi giştî jinê beşdar bike, bi hevsengî beşdar bike. Heya roja me ya îro bi awayekî ev feraset didome. Ev tenê wisa nêz nabe, ev di nav jin de jî bandor dike, wekî pîvan pêş dikeve. Heta sala 2012’an ku em di pêş de bûn, di Hemleya Şerê Gel ê Şoreşgerî de cih digirin. Di wê hemlê de taximên xweser çalakiyên xweser dikin. Hevalên jin van çalakiyan bi biryarên xwe, bi hedefên xwe pir berfireh dikin. Rexmê wê jî nêzîkatiyeke wisa hebû; yên di şer de rol lîstin pêşde bûn, rexmê feraseta xwe ya jiyanê tune ye, ji pîvanên azadiyê pir dûr e, lê ji ber hinekê fizîk xurt e xwe wisa ferz dikirin. Wê wextê jî me ev feraset mehkûm kir. Ev feraset di nav jin de jî dibe pîvan; eger fizîka xwe ne xurt be li derve tê hiştin. Esas ev zîhniyeta zilam e, lê dema em jin bigirin dest, em nikarin jinê ji zîhniyeta zilam qut bigirin dest. Di encamê de em jî bi wê zîhniyetê hatin mezinkirin. Jin vê nakokiyê di hundirê xwe de dijî. Wekî feraset mirov dikare vana bibêje.
Sala 1992’yan hêzên Kurd ên Başûr ên wekî PDK û YNK’ê bi hêzên Tirkan re hevkarî dikin. Her wiha konseptek li ser Tevgera me tê destpêkirin. Wê demê li Başûr 3 kampên esasî hene; Heftenîn, Çelê û Xakûrkê. Ev eniyên pêş ên esas in. Li wir erkên gerîla ew e ku wekî eniya paş, şervan û kadroyan amade bikin, mewziyên hatine bidestxistin saxlem bikin. Lê di wê demê de konsepta dijmin tam nayê xwendin. Di vê demê de îhtimala ku dijmin hêzên PDK û YNK’ê jî bigire nava xwe û êrîşî Tevgera me bikin nayê dayîn. Di dawiya sala 1992’yan de şerê Başûr destpê dike, hêzên PDK û YNK’ê êrîşî gerîla dikin, lê bi esasî koordîneya vî şerî dewleta Tirk bi xwe dike, bi balafir, cebilxane desteka teknîkê didin wana û ew jî bi teknîka xwe êrîş dikin. Pêşmerge bi gerîla re dikevin nava şer. Bi vî awayî li Xakûrkê û Heftenînê êrîş destpê dikin û ev şer nêzîkî du mehan didome. Di dîrokê de ev şer wekî Şerê Îxanetê tê pênasekirin, ji ber ku hêzên Kurd îxanetê li Tevgera me ya Azadiyê dikin.
Bi giştî di nav vî şerî de 144 heval şehîd dikevin û bi qasî wan birîndar hene. Kesek bi navê Adnan hebû, ew bi xwe ji Şemzînanê bû. Li eyaleta Garzanê subjektîf bi kesên dijmin re kar dikir. Ew jî di şerê Başûr de cihê xwe digire. Paşê bi xwe îtiraf dike ku gelek birîndaran di bin navê êdî ev birîndar in û di şer de giraniyê çêdikin de înfaz dike. Piştî lêpirsîna wî çêdibe bi xwe wan kiryarên xwe îtiraf dike. Gelek kesên nû tevlî vî şerî bûne, heya hin bi cilên xwe yên sivîl diketin nav şer û rola xwe dilîstin. Zanebûn û tecrûbeya hevalên jin hebû hem di eniya Heftenînê de û hem jî di Xakûrkê de. Jixwe tevlîbûn her çêdibin, kampên şervanên nû hene. Hinek heval di mewziyan de şer dikin, hinek heval di qampê de xwarinê çêdikin, dibin mewziyan û hwd. roleke aktîf dileyîzin.
Hevala Azîme ya Mezin li Heftenînê di eniya Batûfa de fermandar e. Li wê derê şerên pir giran rû didin û di wî şerî de hevala Azîme fermandara eniyekê ye, hevalê Cemal fermandarê eniyekê ye, hêza wan eynî ye, asta wan yek e. Di artêşa me de rola hevala Azîme pir cuda ye. Hema bêje bi qasî hevalên din ên mîna Havva (Hanım Yaverkaya) û hevalên ku niha Tevgera me dimeşînin tecrûbe, zanebûna xwe heye. Lê ji ber ku jin e pir dernakeve pêş, lê rola wê pir diyarker e. Ew jî di şerê Behdînanê de cihê xwe digire.
Niha ew şer wisa tê pênasekirin; eniya Heftenînê şer dike, wekî şêwaz ev şer şerê mevziyan bû, şerê parastina qadan bû, nermahiya şer nîn e. Yanî em ê qadan biparêzin, lê çawa qadan biparêzin? Ji ber ku diviyabû qad bihatan parastin. Tengbûn di warê taktîkê de derdikeve, lê ew xeta berxwedanê ye. Rêbertî piştre ev pêvajo wekî gerîlayê întiharwarî nirxand, ango li ber xwe dide, lê di taktîkê de nermahî nîn e. Ji bo vê jî gelek windahiyên xwe zêde çêdibin.
Li eniya Xakûrkê heval di mevziyan de şer dikin, li ber xwe didin, şehîd dikevin, lê belê Ferhat di wê xeta şer de rastgir e û piştî demekê diçe teslîm dibe. Bi PDK’ê re hevkariyê dike û rê jê re vedikin û diçe Zelê. Di encamê de xeta Ferhat îxanet e. Rexmê tevgerînên Ferhat ên xayînane jî, hêzên di nav mevziyan de îrade nîşan didin û şer dikin. Berevajiyê vê sekna Ferhat, di heman pêvajoyê de hevala Bêrîtan di eniya Xakûrkê de li ser taximekê disekine. Ya rastî xeta berxwedanê di şexsê hevala Bêrîtan de derdikeve holê. Jixwe hîn jî qada Şehîd Bêrîtan li Xakûrkê tê naskirin. Ev derketina hevala Bêrîtan ji bo me girîng e. Rêbertî sala 2004’an dema dîsa tesfiyekarê Ferhat û Botan xwe dan pêş, diyar kir ku xeta hevalê Kemal Pîr û xeta hevala Bêrîtan xwedî sekneke serbilind û berxwedêr e, bi vî rengî me jî dawetî vê xetê kir. Ango cihê teslîmiyet û îxanet lê hebe, sekna Bêrîtan û Kemal Pîr mînak e. Dîsa di têkoşînê de ewqas tecrûbe û danehev avabûn û ew jî ji artêşbûnê re bingeh e. Rêbertî bingeha artêşbûna jinê bi şehadeta hevala Bêrîtan re digire dest. Yanî divê xeta jin di şer de çawa jiyanî bibe, ev bingeheke ji bo artêşbûna jin bê avakirin. Ya rastî ji avakirina artêşa jinê re şehadeta hevala Bêrîtan bersiv e. Wê jin di nav şer de çi bibe zelal dibe û em hevala Bêrîtan wekî fermandara xwe digirin dest.
Hevala Bêrîtan xwedî kesayetek cuda bû. Ji serhildanên salên ‘90’î bandor dibe û sala 1991’an tevlî rêxistinê dibe. 25’ê Cotmeha 1992’yan di Şerê Başûr de çalakiya xwe li dar dixe. Jixwe bi tevlîbûna xwe re hema hatiye Xakûrkê, hevaleke ku hîn saleke wê di nav partiyê de çêbûye. Rexmê wê jî bi çalakiya xwe re dîrokek afirand. Hevala Zîlan jî hevaleke salekê ye, ev heval ne yên kevn in, lê weke hevalên salekê dikarin bi xwe re dîrokekê ava bikin û biafirînin.
Di nav jiyanê de lêgerînên hevala Bêrîtan ên azadiyê pir xurt in. Jixwe ev ferqa hevala Bêrîtan rave dike. Wekî din jî di nav Şerê Başûr de di asta taximê de fermandariyê dike. Hevalek bi coş e û bi vîn tevlî dibe. Xwediyê sekneke serhildêr e. Çawa ku di civakê de nasnameyeke jinê hatiye çêkirin; her girtî ye, li hemberî zilam şermok e, nikare hêza xwe derxe holê, hevala Bêrîtan jî berevajiyê vê ye. Hêza xwe derdixe holê, îradeya xwe derdixe holê û her wekî vê taybetmendiyên xwe yên pir xweş, serhildêr hene. Pêşniyara wê hebû ku romana Rêbertî binivîse, ji bo vê jî bala Rêbertî dikişîne. Rêbertî dibêje, “zû bi zû kes vê nabêje, naxwaze.” Ev yek bi naskirinê re têkildar e, bi girêdana wê ve girêdayî ye.
Rêbertî der heqê şehîd Bêrîtan de wiha dibêje: “Hevala Bêrîtan ku di Şerê Başûr de şehîd ketiye, bi her awayî xwedî hewldaneke mezin e. Heval nameyek xwe ji min re hebû, hîn min nebihîstibû ku şehîd ketiye, lê ev heval her di bîra min de bû. Digot ‘ez dixwazim ji dahûrandinên Rêbertî sûd bigirim û ceribandina romanekê bikim.’ Heta niha tu kesî ji me re tiştekî wisa negotiye. Ev hevaleke heta tu bêjî bes baldar bû. Min ev heval bidîta û pêre nîqaş bikira wê pir baş bûya. Lê paşê xebera şehadeta wê hat. Keçek leheng e. Di çalakiya Rubarok de, di asta fermandara taximê de tevlî bûye, birîndar bûye. Rexmê birîndar e jî di Şerê Başûr de li eniya herî pêş cihê xwe digire. Paşê wê dorpêç dikin. Hêzên hevkar, îxanetkar ên djmin bang dikin û dibêjin, ‘teslîm bibe, em tiştekê bi te nakin’, lê helwesta heval ‘we bi dijmin re hevkarî kir, hûn xayîn in, ez teslîmî we nabim.’ Tabî bi dirûşmeya Rêbertiya Partiyê re bi dengekî serhildêr xwe ji zinarê diavêje. Tabî bi wate ye, çalakiyek pir bi wêrekî ye. Kesayetên ku bi biryardarî wate didin û her cureyê berxwedana lehengî nîşan didin jî derdikevin. Divê bîranîna wê baş bê jiyandin. Ne kesayetek e ku ji rêzê bê girtin, ne jî helwesta wê ji rêzê ye. Ne ku heval bêjin em pê ve girêdayî ne, navê wê li tabûrê bikin. Mesele ne ku tu navê wê li tabûrekê bikî, çawa li ber xwe daye bêje, wisa çareser nabe. Mesele, ew helwesta wê şopandine, tu bidî jiyîne. Jixwe yê ku ev helwest derxistiye holê ew bi xwe ye. Tabî em ê jî vê esas bigirin.”
Sala 2004’an di dema tesfiyekarî de Rêbertî got, “jin girêdana xwe bi çiya re heye, ev çiyayîbûn ji bo jin pir girîng e. Ji ber ku girêdana wan bi çiya re heye. Heya aştiyeke birûmet çênebe, jin wê ji çiya danekevin, ji ber ku wê di çiyayan de jina azad biafirînin, jiyana xwe biafirînin û her wiha xeta jinan a têkoşînê xeta Ş. Bêrîtan e.” Di hevala Bêrîtan de hezkirina çiyê di asteke jor de ye. Herî dawiyê dema hevala Doga çalakî dike, di nameya xwe de wiha got; “Ji bo jinekê çiyayîbûn pir girîng e.” Çima? Ji ber ku tu xwe ji pergalê qut dikî, jiyaneke ji pergalê qut bi hêza xwe, bi îrada xwe diafirînî. Azadî di van mekanan de pêş dikeve.
Ez çima vê dibêjim? Rast e hevala Bêrîtan di çiyê de şer kir, li ber xwe da, fedakarî kir, teslîm nebû, riya azadiyê nîşan da, lê divê em milê din jî bibînin. Mînak; niha gelek qadên me yên têkoşînê çêbûne, em siyasetê dikin, lê tu dinêrî, meylên cuda pêş dikevin. Li bajaran xwe ji çiyê qutkirin, xwe ji çiyê dûrxistin, ji siyasetê re meyl, ji dîplomasiyê re meyl, ji civakê re meyl û hwd. pêş dikeve. Lê mekanê ku tu azadiyê tê de biafirînî, çiya ye. Ji ber zehmetiyên çiya bi xwe te fêrî yekbûna navxweyî dike. Di vir de hezkirina cins pêş dikeve. Yek karekê dike, hêza wê têrê nake, ya din diçe alîkariyê, yanî bi hev re diçin kar dikin. Tu wê hêza xwe nas dikî, hêza hevala xwe nas dikî, desteka hevala xwe dibînî. Dîsa cihekî ji pergala Modernîteya Kapîtalîst qut e. Di çiyê de kok heye, tu li ser vê kokê şîn bibî, ew pêşketin hîn rastir dibe. Tabî di roja me de mesele, ew ruh jiyankirine. Dibe ku ez ji vir biçim qadeke din jî kar bikim, lê hinek heval koka jê hatine kêm dibînin, koka xwe ji bîr dikin. Me hinek hevalên li bajaran kar dikirin bi zorê kişandin. Nayên, li çiyê namînin, ku tên çiyê jî xwe demkî dibînin. Tên perwerdê dibêjin, “hema bila perwerda min xilas bibe, ez vegerim cihê xwe.” Di vir de çi te dikişîne cihê te yê li deştê? Pergala Modernîteya Kapîtalîst te dikişîne. Esas taybetmendiyên pergalê ne. Hevala Bêrîtan ferqa xwe ev e. Ya din jî, hevala Bêrîtan li hemberî xeta Osman a teslîmkariyê tenê ne bersivek e, li hemberî êrîşên dijmin jî peyamek e. Piştî şehadeta hevala Bêrîtan li Başûr bandora wê maye. Ji ber ku cara yekemîn e pêşmerge bi jin re şer dikin û dibînin ku jin teslîm nabe, li şûna teslîmbûnê xwe di zinaran de davêje. Ev bandorekê li ser dijmin dike, hîna jî hinek pêşmerge behsa şehadeta hevala Bêrîtan dikin.
Bi giştî di wê salê de ji Bakur heya Başûr xeta berxwedanê pêş ketiye, jin beşdar bûye, beşdarî şer dibe. Tevlîkirina jin heye. Ferasetên ku digotin jin di şer de bar e, nikare tenê ne ferasetên zilam in, em wisa nenirxînin. Zîhniyeta zilamtî ye, lê di jin de jî ev nêrîn pêş dikeve. Jin hîn bi hêza xwe nebawer e, hinek dibêjin, “ez ê çawa şer bikim?” Çima? Ji ber qet şer nedîtiye. Şikandina wê nêrînê ji bo jin jî rola xwe heye. Ji ber bi zîhniyeta zilam hatiye mezinkirin, ku di civakê de hat dayîn jê re zehmet e, ji ber ku bi zîhniyeta zilam hatiye mezinkirin. Bi vî awayî dema tê nav şer û bi ferasetên bi vî rengî re rû bi rû dimîne, xwe biçûk dibîne, ji xwe bêbawer e û paşê ew jî dibe ferasetên wê bi xwe. Ji ber ku jin jî dikare bibe xwedî sekneke herî birûmet, barê şer rake. Jin dikare roleke aktîf, pêşeng bilîze. Hevala Bêrîtan ji bo artêşbûnê fedaîbûnê şênber dike.
Akademiya Şehîd Zîlan