Dîroka Tevgera Azadiya Jinê-12

0Shares

Damezrandina yekemîn rêxistina jin YJWK
Di sala 1987’an de biryar tê girtin ku di bunyaya ERNK’ê de rêxistina jin a xweser were avakirin. Cara yekemîn jin êdî bi navê YJWK’ê (Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê) rêxistina xwe ya xweser saz dike. Jin li Ewrûpa di navbera 31’ê Cotmehê û 1’ê Mijdara 1987’an de yekemîn kongreya xwe pêktine. Hevala Mizgîn (Gurbet Aydin) beşdarî kongreyê dibe û axaftina vekirinê dike. Li wir ji pirtûka Rêbertî a bi navê Jin û Malbat tehlîlên li ser jinê tên xwendin, dîsa perspektîfên Rêbertî tên xwendin. Li ser van encaman biryar tên girtin û bername di meha Hezîranê de zelal dibe û tevî bernameyê YJWK’ê tê ragihandin.

Di bernamê de hinek beş wiha ne;
“Rizgariya jinê, gava jin ji bin zext û kedxwariya neteweyî û çinî xilas bibe, hêza xwe ya fikir û qabiliyetên xwe yên asoya xwe li gorî sûdê civakê, bi azadî, bi terzekî demokratîk û bi însiyatîf bi kar bîne dê pêk were. Her çend di cewher de pirsgirêka çinî û şoreşa neteweyî hebe jî, mirov nikare çareseriya pirsgirêkên jinê yên di warê civakî, çandî, perwerdehî û tenduristiyê de bi tevahî daxe asta çinî û şoreşa neteweyî. Di nava malbatê de wek cins li ser jinê zext û kedxwarî heye û rakirina vê aliyê duyemîn ê rizgariya jinê ye. Wek cins windakirina jinê û li ser çînên kedkar avakirina serdestiya çînê di nav hev de ye û bi hev re yekpare ne; li gorî vê, rizgariya jinê pirsgirêka rizgariya civakê ye. Asta azadiya di civakê de bi asta azadiya ku ji jinê re tê naskirin re tê pîvandin. Wekî civaka Kurdistanê, sedema bingehîn a rewşa jina Kurdistan ya îro nîzama desthilatdariya mêtinger û feodal-komprador e. Sedema pirsgirêka jinê ya ku bûye binkeya qeyran û dejenerebûnê, desthilatdariya burjûva ya kedxwar e.” Wekî ji van nirxandinan jî tê fêmkirin dijmin tê zelalkirin, dijminê desthilatdar wekî dijminê esas tê nîşandan û çîna feodal komprador wekî dijminê yekemîn tê binavkirin. Her wiha pirsgirêkên çandî, perwerdehî, tenduristî û malbatî digre bernamê. Dîsa pirsgirêkên gelên din jî esas tê girtin.

Di Kongreya YJWK’ê de hevala Sakîne (Zelîha Toros) ji Pazarcikê, di rêveberiya YJWK’ê de cihê xwe digre. Ji ber ku di dema kongreyê de li saha Rêbertiyê bû ne amede bû, lê dîsa jî ji bo rêveberiyê tê hilbijartin. Piştî perwerdê derbasî qada Bakur-eyaleta Tolhildan dibe, piştre li Mereşê şehîd dikeve.

Wê demê hevalên jin ji ber kêm tecrûbeyên xwe rêziknameyê ji hevalê Abbas re rêdikin, dixwazin nêrînên wî bigrin. Hevalê Abbas jî wê demê di zîndanê de ye. Rêziknameya PKK’ê çi be, hevalê Abbas ji bo wê heman tiştê pêşniyar dike û hinek nêrînên xwe vedibêje. Ev yek jî encamên bê tecrûbetiyê ye. Ferqa wê ev e ku, PKK partî ye, YJWK yekîtî ye û girêdayî ERNK’ê ye. Heya wê demê di tu Kongreya PKK’ê de hevalên jin di dîwana kongreyên partiyê de cih nedigirtibûn. Biryara bi rêxistinbûna jinê derdikeve û bi vî awayî di her qadan de wê komîteyên xweser bên avakirin. Wê rêveberiya xwe hilbijêrin; nizanin, tecrûbe tune ye, ji bo vê yekê lîsteya xwe didin hevalê Cemal, ew jî lîsteyekê pêşkêş dike û rêveberî bi vî awayî tê hilbijartin. Biryara ku di tevahî qadan de komîteyên YJWK bên avakirin derdikeve.

Sala 1988’ê li Tirkiyê jixwe OHAL pêş dikeve û êdî NATO mudaxelê Kurdistanê dike. Hingê Rêbertî di dahûrandinên xwe de digot, “NATO bi riya Gladiyoyê mudaxeleyê hundirê Tirkiyê dike.” Ya rastî mudaxele li ser PKK’ê tê kirin. Dadgehkirina hevalê Abbas û hevalê Fuat mudaxelekirina NATO’yê ye. Êdî zextên pir cidî li ser Tevgerê çêdibin. Ev tenê êrîşên Tirkiyê nîn in, ên NATO’yê ne. JÎTEM jî wekî rêxistina Gladîoyê ye.

Rêbertî ji sala 1988’ê di saha xwe de giraniyê dide perwerdekirina hevalên jin. Mînak; di dewreyekê de 75 hevalên jin kom dibin. Di hemû qadan de êdî hemû kes dipirse ma wê kî derbasî saha Rêbertî bibe. Ji bo çûyîna sahê û li gel Rêbertî perwerde dîtinê eleqeyek zêde tê nîşandan. Hin kesên tesfiyekar ji bo ku bikaribin jinê bixin bin kontrola xwe, soz didan ku wê wana bişînin saha Rêbertî. Mînak; li Garzanê Ebûbekir soz daye gelek kesan ku wê wana rêbike Akademiya Mahsûm Korkmaz. Jin jî wekî riya azadiyê perwerdeya Rêbertî dibîne. Ji xwe Rêbertî kom bi kom ji bo perwerdê hevalan ji qadan dikişîne.

Sala 1988’ê saleke ku qanûna leşkerî hîn derbasdar e, tevlîbûna hevalên jin pir zêde dibe. Divê ev jî bê zanîn ku bîlançoya tevlîbûn û şehadetên wan salan li gel me nîn e. Mînak; hîn çend hezar şehîdên me hene, ev nehatiye zelalkirin. Di roja me ya îro de xebateke arşîvê ji bo wê heye. Çend nav anîna ser ziman nayê wê wateyê ku em ferq û cudabûnê dixin navbera hevalan. Em wekî sembol dixwazin destnîşan bikin. Ev ne ferq û cudabûna nava hevalan e.

Şehîd Çiçek di sala 1988’an de bi qanûna leşkerî tevlî dibe. Hevala Medya Xinis, hevala Nafiye, Gulîzar û li Dêrsimê û Garzanê jî çend heval hene ku bi qanûna leşkerî beşdar bûne. Dîsa sala ‘88’an Aysel Çûrûkkaya ji zîndanê derdikeve û diçe pratîka Dêrsimê. Li wir Aysel heman pratîkên Fatma dimeşîne, perçiqîner nêz dibe. wê demê pratîkên bi vî awayî jî hene.

Êdî zehmetiyên jiyana çiya ji bo jinê derdikevin holê, hinek tişt ji wana re giran tên. Tiştên ku me ji hevalên xort cuda dikin, hene. Mînak; di warê dabînkirina pêwîstiyên xweser de zehmetiyê dikêşin. Her wiha ferzkirinên zilam ên bi vî rengî hene: “Em çi bikin divê hûn jî bi wî awayî bikin!” Lê jin bi qasî ku zilam bar radike nikarin rakin, lê belê jin bi zilam re dikeve reqabetê. Ji ber ku ew jî di çiyayan de ne û ji bo mayîna wan ew pêwîst e. Rêbertî mîsyoneke wiha dide jinan ku divê bi van ferasetan re nebin yek, ango rexne bikin.

Hevala Sakîne Karakoçan behs dike; li Xakûrkê di manga wê de du hevalên jin digirin, ew jî qebûl nake, bivî awayî hemû hevalên di mangê de tên girtin. Rêbertî paşê mudaxele dike, dema Rêbertî pirsa hevala Sakîne dike, jê re dibêjin kêmasî kirine û ji ber wê hatine girtin. Rêbertî jî dibêje, wana berdin. Ji ber pîvanên feodal ji aliyê zilam ve tên ferzkirin. Heke bala we kişandibe di wêneyên berê de tê ditîn ji ber nêzikatiyên feodal ên hevalên xort, serê hevalên jin girtî ye. Ne ku bi dilê xwe dike, berevajî nêrînên wekî divê hevalên jin bêkefî neçin hemberî xortan û pîvanên hwd. di wan salan de tên ferzkirin.

Bi rastî di wan salan de hevalên ku ew pêvajo jiyan kirine xwediyê vîneke pir xurt bûn. Hêdî hêdî zanebûna cins pêş dikeve, bi feraseta şoreşê tên nav refên gerîla, tên şoreşê, lê bi heman zehmetiyan re rû bi rû dimînin û ev dihêle jin hêz bidin hevdû. Li hemberî heman zehmetiyan li ber xwe didin, têkoşînê dimeşînin û xwe li hev digirin.

Di salên 1988’ê xeta tesfiyekar dixwaze di zîndanan de jî pêvajoyekê pêş bixe. Bi taybetî bi riya Şener dixwazin jiyana me, xeta me ya bîrdozî deforme bikin. Xeta reformîstan tê ferzkirin. Ya rastî xeta me xwe li ser esasê berxwedana zîndanan ava kir, têkoşîn hat pêşxistin. Wê demê Şener rêveberiya zîndanê digre destê xwe. Rexmê ku piraniya hevalên me li zîndana Amedê kom bûne, ew wana belav dike û perçe perçe dike, nahêle rêxistinek ava bibe. Ya esas polîtîkaya “perçe bike û birêve bibe” dixe meriyetê. Şener dixwaze reforma civakî bi taybet li ser hevala Sara ferz bike. Çima hevala Sara? Ji ber ku hevala Sara pêşenga berxwedanê ye, dixe hedef. Şener dixwaze xeta xwe li hemû zîndanan belav bike û helwestên berxwedanê lewaz bike. Hevala Sara di pirtûkên xwe de wê pêvajoyê wiha pênase dikir: “Me biryar girt ku em ê li ber xwe bidin, lê bi navê Komîteya Navendî digotin ‘ne hewce ye’, an jî digotin ‘pêkanînên dijmin hene, wana qebûl bikin, ji bo ku tiştek bi kadroyên me neyê’.” Dixwaze di bin re bi xeta berxwedanê bilîze.

Ji salên 1986’an heya ‘89’an di Rojavayê Kurdistanê de xebatên Rêbertî hene, civakbûnê çêdike. Mesela, Rêbertî car caran gel kom dikir, ji wana re civîn çêdikir. Di civakê de jî êdî malbatê birêxistin dike, kadroyan rêdike nav gel û yên ku ji wir beşdar dibin heya salek du salan li wir xebatan dimeşînin. Ew jî dihêle gelek tevlîbûn çêbibin. Bi taybetî ev hemû xebatên Rêbertî bûn. Hevala Rûken, hevala Sozdar, hevala Şîlan Kobanê û gelek hevalên din wê demê tevlî dibin. Li Bakur jî bi vî awayî civak hêdî hêdî xwe birêxistin dike. Di wan salan de hevala Bêrîvan (Binefş Agal) li Cizîrê kar dike, ev li ser tevlîbûna jinan bandor dike. Hevala Bêrîvan di meha Çile ya 1989’ê de li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve tê şehîdxistin. Berê li Ewrûpa di xebatên civakê de bû, ji ber vê li wir hemû gel hevala Bêrîvan nas dikin.

Salên 1988-89’an li Ewrûpa ji bo Kongreya YJWK’ê ya 2’emîn amadekarî tên kirin. Li ser van esasan di navbera 29-30’ê Nîsana 1989’an de Kongreya YJWK’ê ya 2’emîn tê lidarxistin. Ev kongre li ser bîranîna hevala Bêrîvan tê çêkirin. Tenê kadro tevlî nabin, di eyaletan de 13 herêm hene, ji wana jî 40 kes wekî mêhvan ji gel beşdar dibin. Herî zêde xweserbûn tê nîqaşkirin ku wê pratîka wê çawa pêş bikeve. Rûxmê gelek heval di xebatên giştî de ne, heman demê nûneriya xebatên xweser jî dikin. Û ev xebat esas xebatên jinê ne, wekî kêleka karê giştî were dîtin na, divê wek xebatek esasî bi rêxistin bike. Jin, esas divê xebatên jin ên xweser pêş bixin. A din jî şêwazê dogmatîk pir tê rexnekirin. Feraseta ku di vir de derdikeve, giştî pêş bikeve, wê xweser jî pêş bikeve. Zanebûna xebatên xweser pêş dikeve. Pênc esîl û du yêdek 7 endamên navendî yên tevgerê tên hilbijartin; hevala Sozdar Avesta, hevala Mîne (Emel Çelebî), Delal, Ayten, Xanê, Zelal û Şafak.

Hevala Sara, ji bo kongreyê ji zîndanê nameyekê dinivîse û name tê xwendin. Li welat di bin fermandariya hevala Azîme ya Mezin de yekîneyên jin hene. Li welat hema bi giştî ser 50 kesan re hevalên jin di pratîkê de ne, hevala Azîme jî wêneyê hemû hevalan bi hev re dikişîne û ji kongreyê re rêdike. Cara yekê li Ewrûpa wêneyê hevalên jin ên gerîla dibînin, ev jî kêfxweşiyekê çêdike. Di sala 1989’an de her ku diçe tevlîbûna jinan zêde dibe. Bi taybetî li Cizîra Botan şehadeta hevala Bêrîvan bandorekê mezin dike û hiştiye ku gelek tevlîbûn çêbibin.

Kongreya YJWK’ê ya 3’emîn di navbera 10-11’ê Tebaxa 1991’ê de li Ewrûpa, bi tevlîbûneke girseyî tê lidarxistin, nêzîkî hezar û 500 kesan tevlî dibin. Jixwe gelek kesên di nav gel de agahiya wan nebû ku kongre ye, heya ku Rêbertî bi riya telefonê pêwendî çêdike û beşdar dibe. Gelek endamên xebatên me yên Ewrûpa tevlî dibin. Di vê kongreyê de jî biryara ku dewreyên perwerdê yên xweser ji gel re bên vekirin, tê girtin. Du beş tên vekirin; yek Tirkî û yek jî Kurdî. ERNK, cara yekê xwe li Ewrûpa birêxistin dike, ew jî xebatên gel ên civakê ye. Tevahî rêxistinên xweser jî di bin sîwana ERNK’ê de xwe birêxistin dikin. Her çiqasî nûneriya gerîla bike jî, tam nagire nava xwe. Piştî hejmara hevalên jin di gerîla de zêde dibe, êdî di qada leşkerî de pergala mange û taximên xweser çêdibe.

Cara yekemîn tevgera jin sê kongreyên xwe çêkirine, lê zêdetir li ser esasê birêxistinkirina civakê derbas bûne. Êdî xebatên Rojava û Bakur çêdibin. Ango YJWK, bandora xwe li ser xebatên perçeyên din jî dike. Li Rojava jî dewreyên perwerdeya jinan destpê dikin. Her çend giştî gerîla nagire nav xwe jî, xwedî derketineke li gerîla heye.

ERNK, xwe li Bakur jî birêxistin dike. Di salên 1990’an de li pêvajoya ku hevala Sara hîn li Bakur e, cara yekê YKD (Komala Jinên Welatparêz) tê avakirin û jin xwe birêxistin dikin. Hevala Sara perspektîfa wê dide, L… jî di wê xebatê de cih digire. Ev jî di bin sîwana ERNK’ê de xebat dike, lê heman demê girêdayî YJWK’ê ye. Her wiha di kongreyê de biryara derxistina “Kovara Jina Serbilind” tê dayîn, ew jî kovara yekemîn a jin e û heya roja me ya îro didome.

Akademiya Şehîd Zîlan