Sala 1998’ê bi rastî ji bo me salek dijwar bû. Îşaretên komployê jî xwe nîşan didan. Rêbertî ji bo vê jî digot, “Di saha min de li ser min êrîş hene.” Dijmin ferq kir ku Rêbertî dixwaze di xeta azadiya jinê de vebûnekî çêbike û kiribû hedef. Ji xwe dîmenên xwezayîbûna Rêbertî bikardianîn û propaxandaya ku Rêbertî harem jiyan dike belav dikirin.
Eynî tişt bandora xwe li saha Rêbertî jî kir. Berê jî carina ji ber tevgera tasfiyekaran nîqaş dihatin vekirin. Bi taybetî di dewreya perwerdê ya sala 1998’an de dû kesên ku tasfiyekarî dikir hebûn, yêk ji wan ji Botanê hatibû. Berî wê dewreyê perwerdeya Ebûbekir xilas bibû. Rêbertî digot “li ser min êrîş heye”. Mesela, dema dewreya perwerdê destpê kir, tiştê ewil xistin nîqaşê ev bû: “Madem em wekheviyê jiyan dikin çima hevalên jin dernakevin mutfaqê?” Jixwe paşê Rêbertî mudaxele kir û got, “Vir saha min e û kes nikare xwe bide rûniştandin.” Dîsa pîvanên kadroyên eyaletan ferz dikir û jin dixistin amûr derdiketin holê. Rêbertî li hemberî van nêzîkatiyan têkoşînek mezin dida. Tesfiyekaran her tim jiyana Rêbertî dixistin nîqaşê. Heya pêvajoya Komploya Navnetewî jî Rêbertî pir tengav bû. Rêbertî wekî rexne nêrînên xwe wisa dianî ser ziman: “Ev Rêbertiyên taktîkî di eyaletên xwe de rola xwe naleyîzin, çi pirsgirêk hebe ji min re rêdikin.” Rêbertî di wê demê de difikirî ku dewreyên perwerdeyan jî cuda bike.
Sala 1998’an li eyaletên hundir êrîşên dijmin hebûn, bi taybetî li Botanê operasyonên berfireh destpê kiribûn. Dewleta Tirk bi Operasyona Muratê xwestibû eyaleta Botanê tesfiye bike. Bi taybetî biryargeh hat hedefkirin û gelek hevalên di asta rêveberiyê de şehîd bûn. Hevala Zelal, Agirî, Şervîn Dêrik, Rewşen Mêrdîn, Warşîn, Hebûn, Bêrîvan Amûdê, Nûjîn (Xeyîc) û hin hevalên din hemû di nava wê operasyonê de şehîd bûn. Ew şehadet windahiyên giran bûn. Bêgûman li vê derê xeteke berxwedanê jî heye.
Li eyaleta Erziromê pratîka tasfiyekarî dihat jiyîn. Li wir gelek kadroyên pêşeng şehîd bûn. Sala beriya wê berpirsiyara YAJK’ê hevala Dêrsim (Aynur Narîn) ji Dêrsimê bû, li wir şehîd bû. Hevala Sara Varto û Gulîstan Bîngol rola pêşeng li eyaleta Erziromê leyîstin.
Li Amedê di nav operasyonan de di asta fermandariyê de hevala Hêvîdar şehîd bû. Dêrsimê konferansa xwe çêkiribû, hinekî xwe komî ser hev kiribû. Lê Rêbertî ji bo şêwazê şer rexne kir û ji bo Zagrosê û Botanê got, “Jin di bin siya zilam de şer dike, ji wê ye ku ewqas şehadetên jin çêdibin. Berxwedanek pir cidî heye, lê pêwîste jin ne di bin siya zilam de bin.” Yanî digot divê jin di bin siya zilam de bi şêwazê zilam şer neke. Li Zagrosê tecrûbeya jinê pir bû û pergal êdî hatibû rûniştandin.
Di 1’ê Îlona 1998’an de Rêbertî agirbest îlan kir, ev agirbesta sêyemîn bû. Sala ‘95’an agirbesta duyemîn bû, ‘93’yan a yekemîn bû. Ji dijmin peyam digihêjin Rêbertî. Rêbertî wê demê wisa got: “An amadekariyên komployê hene ku me bi giştî tesfiye bikin, an jî nêzîkatiyeke dewletê ya cuda heye. Divê mirov binirxîne.” Ji ber êrîşên ku bi ser hereketê ve tên întiharwarî ne. Wê demê li Tirkiyê Erbakan hikûmet bû, Rêbertî got, “Eger dewlet samîmî be divê mirov binirxîne.” Jixwe Ozal kuştibûn. Rêbertî jî dixwest guhertina stratejîk bike. Eger nebe jî wê nêzîkatiya dewletê zelal bibe. Jixwe li ser wê esasê 1’ê Îlonê Rêbertî agirbest îlan kir.
Heman demê xebatên zîndanan jî baş diçû, xwedî potansiyelek xûrt bû. Dijmin jî wekî siyaset hin zîndanên xwe diyar kir. Mînak; li zîndana Sêwasê zêdetir jin kom kirin, hema hema 100 jin hene û wana tecrîd dikin. Ji bo di nav xwe de bimînin, bi pirsgirêkên xwe yên navxweyî re mijûl bibin. Ji bo destpêkê Sêwas wek model diyar kiribû, paşê Sakarya, Amasya û yên din pêl bi pêl ji xwe re hedef girtibûn. Êdî girtiyên siyasî nasnameya xwe ya siyasî bi dijmin dane qebûlkirin, bi nasnameya xwe têne naskirin. Dijmin jî siyasetek wiha dimeşîne; tecrîd dike, tenê dihêle, ev dike ku li hemberî cinsê xwe bêbawerî pêş bikeve. Di zanebûna cins de kêmbûn, zilam rast tehlîl nekirinê tîne. Rêbertî wî demî digot, “Şener di saha min de, Can Yuce jî di zîndanê de xwe kiribû Rêbertiyê sexte.” Jixwe bi riya nameya şehîd Sema Yûce rewşa zîndanan hîn baştir tê fêmkirin û zelal bibe ku armanca tasfiyekaran çiye û dixwazin çi bikin.
Dîsa di zîndanê de pratîka tasfiyekarî hebûn. Jinek hebû ku dijmin her wê surgûn dikir û di hemû zîndanan de digerîne. Bi îhtimaleke pir mezin ew jî sîxur bûye. Ew jin di nav pêkhateya jin de hinekan êşkencê dike, hinek hevalan bi navê sîxuriyê înfaz dike, gelekên din ceza dike, bi mehan tecrîd dike. Gelek kes bi reya wê bêyî agahiya rêxistinê jê çêbibe li wir hatibûn cezakirin. Bi vî awayî îradeya pêkhateya jin dişkînin.
Di zîndana Batmanê de jî jinek ku bi heman armancê tê bikaranîn heye. Ew jî di bin navê pirsgirêk hene, ez ê çareser bikim de mudaxele dike, nêzîkatiyên ne însanî dike. Di encamê de bi rêya wan tasfiyekaran pêkhateya jin di komkujiyan re derbas dikin.
Ji xwe tasfiyekariya li zîndana Çanakkalê jî heye û ew kes nêzîkbûnên desthilatdar li ser jinê dimeşîne. Xwe wekî Rêbertîya tevgera Tirkiyê dibîne û xwe ferz dike. Ji xwe gelek detayên wê tasfiyekarî ji aliyê Şehîd Sema ve hatiye parvekirin.
Ji bo qada civakî jî Rêbertî êdî yekser perspektîf dida û bi xwe li ser disekinî. Ewrûpa, Rûsya, Bakur û saha Rojava ya Rêbertî bûn. Êdî pergalekê ava dike. Mînak; li saha Rojava zêdetir jin rêveber bûn. Carina du hevalên jin bûn, yek qurye xort di nav wan de hebû. Vêcarê xort dibêjin “rêveberiya xurt du jin in, yek xort e. Jin hejmara xwe kêm e, divê tinê yek kes be.” Di wê demê de Rêbertî xwest koordîneya wekhev pêşbixe. Ji ber ku dixwest pêşengiya jin li pêş be.
Di destgirtinê de hinek lewazî têne jiyîn. Em di bûyeran de aliqî dimînin, lê bûyer diyar in. Eger em dîroka xwe bi bûyeran re bigirin dest, wê hinek qehreman derkevin, hinek jî gunehbar bin, wê pêwîst bike em hesab bixwazin. Bi vî awayî em ê negihêjin encamek rast. Ev pêvajoya ku em heya niha li ser sekinîn, jixwe Rêbertî nirxandiye. Di vê pêvajoyê de meylên diyarker çi bûn, asta me çi bû, divê em di vê çarçoveyê de bigirin dest. Halbûkî pêşveçûn wekî xeteke dûz nîn e. Ne ku tê de şaşîtî nîn e. Rêbertî dibêje, “dîroka me hemû bi şerê navbera xeta tesfiyekar û xeta Apocî de ye. Ev şerê herdû xetan e.” Tiştê derdikeve holê çi ye? Encama ku em ji vê dîrokê derxin û çawa bigirin dest, girîng e.
Di Sala 1998’an De Hevalên Şehîd Bûne:
Hevala Cîhan Goyî, Viyan Silopya û Bihar Beytûşebap li Botanê şehîd dibe.
Hevala Hêlîn Çerkez; ji Ewrûpayê, Avusturya tevlî Partiyê dibe. Bi eslê xwe Çerkez e, li saha Rêbertî jî dimîne. 13’ê Cotmeha 1998’ê li Garê di şerê bi PDK’ê re şehîd dibe.
Hevala Sozdar Xelîla; li Botanê cara yekê çalakiyek xweser lidar dixe, hevaleke di aliyê leşkerî de xurt e. Li Kêla Memê şehîd dibe.
Hevala Ronahî (Andrea Wolf); Hevalek Elman e. Di tevgerên çepgir ên Elman de maye. Di sala 1996’an de derbasî saha Rêbertî dibe û 1997’an careke din diçe welat. Salekê li biryargeha YAJK’ê dimîne. Paşê di bihara sala 1998’an de diçe Botanê. Li wir di nav operasyonan de sax dikeve destê dijmin. Dijmin jî jê pirs dike, ma kî ye, çi ye? Li hemberî êşkenceyan eşkere dibêje, “Ez sosyalîst im”. Dema dijmin bi êşkencê wê şehîd dixe bi berxwedanekê dirûşmeyên “Bijî Rêber Apo!”, “Bijî PKK!”, “Bijî Biratiya Gelan!” qîr dike, wisa li Bêşebabê di 21’ê Îlonê de bi êşkencê şehîd dixin.
Hevala Zelal Botan; ji Hezexê ye. Li eyaleta Botanê fermandara YAJK’ê ye. Di sala 1990’î de tevlî rêxistinê dibe û li gelek qadan di nav pratîkê de dimîne; wekî Besta, Cudî, Beytûşebap, Gabar, Metîna, Zap. Di sala 1996’an de diçe saha Rêbertî. Di nav artêşbûna jin de roleke girîng dileyîze. Di sala 1995’an de dema Kongreya YAJK’ê ya Yekemîn hat lidarxistin, wê demê di navendê de cihê xwe digire. Piştî saha Rêbertî di 1997’an de tê welat. Sala 1998’ê li ser biryargehê serdegirtin çêdibe û di 14’ê Nîsanê de şehîd dibe. Di nav wî şerî de hevalê Cemal jî birîndar dibe. Jixwe Rêbertî paşê ev pratîk rexne kir; çawa windahiyeke di asta fermandariyê de bi vî awayî çêbû? Hevala Agirî, Cîhan û Delal jî bi hevala Zelal re şehîd dibe.
Hevala Nûjîn Botan (Xeyîc – Wesîle Guleçe); di sala 1989’an de di temenek biçûk de ji Besta tevlî partiyê bûye. Ew jî di artêşbûna jinê de rolekê dilîze. Di heman operasyonê de bi suîqestê di meha Cotmehê de şehîd dibe.
Hevala Şervîn Dêrik; di sala 1996’an de rêveberiya navenda YAJK’ê bû. Li akademiya saha Rêbertî maye. Di sala 1992’yan de tevlî dibe û di nav şerê Başûr de cihê xwe digire. Paşê derbasî Zelê jî dibe. Herî dawî bi tabûra bitevger re derbasî Gabarê dibe, di nav şer de birîndar dibe û her du lingên xwe winda dike. Ji hevalan xwest ku li cihekê bimîne heya şer xilas bibe. Bi vî rengî 4 rojan di arazî de dimîne û dema dijmin arazî bi giştî dide ber xwe û digere, li wir hevala Şervîn şehîd dibe.
Hevala Warşîn û Rewşen; di heman operasyonê de ji bo ku nekevin destê dijmin bombeyên xwe bi xwe ve diteqînin. Hevala Rewşen ji Nisêbînê bû.
Wekî din jî Rêbertî bi taybetî li ser xebatên qada civakî disekine û dixwaze bigihîne pergalekê. Di Rojhilatê Kurdistanê de em bi fiîlî ji salên 1983-84’an ve li milê Ûrmiyê û Mako kar dikin. Li Rojhilatê Kurdistanê piştî 1998’an xebat firehtir dibe. Li aliyê Mûkriyan, Kirmanşah, Sine û li giştî Rojhilat rêxistina me pêş dikeve. Ji 2004 û şûn de PJAK, YRK tên avakirin. Li wan deran jî tevlîbûn hene, lê belê sînordar in.
Hevala Ronahî Rojhilat şehîdê yekemîn ê Rojhilatê Kurdistanê e. Ji Ûrmiyê ye û di sala 1994’an de şehîd dibe.
Hevala Berfîn; ji Mako bû, di sala 1996’an de li Zapê şehîd dibe.
Yek jî, sala 2000’î bûyera Qeredaxê heye. Pêşmergeyên YNK’ê êrîşî ser kampa hevalan dikin. Di wê bûyerê de hevala Tawar, Ronahî Sine û Arezor şehîd dibin.
Li Rojhilat ji bo qada siyasî PJAK û qada leşkerî YRK hatibûn avakirin. Di roja me ya îro de hêzên leşkerî yên jin bi navê HPJ (Hêzên Parastina Jin) xwe didin nasîn. Piştî HPJ ava bû şûnde şehîda wan a yekemîn hevala Tara ya ji Sinê bû, di sala 2004’ê de li Dola Kokê ji kendal dikeve û şehîd dibe.
Dîsa perçê Başûrê Kurdistanê Tevgera Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (TJAK) û PÇDK di sala 2002’yê de tên avakirin. Beriya wê jî xebat di bin navê YAJK’ê de hebûn. Ji sala 1998’an ve em rojnameyê derdixin. Bi vî awayî xebatên me yên rêxistinî di qada civakî de hene. Şehîda me ya yekemîn ji Başûr hevala Seadet e. Hevala Seadet ji Şêladizê ye û ji eşîra Rêkaniyan e. Di sala 1995’an de tevlî rêxistinê dibe û di sala 1996’an de li Sêdarê di bin berfê de şehîd dibe.
Hevala Hîra; di sala 1992’yan de ji Başûr tevlî rêxistinê dibe. Yekem tevlîbûna ji Başûrê Kurdistanê hevala Hîra ye. Di sala 2003’yan de li Qendîlê bi qezayekê şehîd dibe.
Di Komkujiya Hewlêrê de hevalên ji Başûr jî hene û şehîd dibin; Hevala Rûken, Peyam, Berxwedan û Rewşen.
Hevala Zîlan; ji Metîna, gundê Nîskan bû, bi eslê xwe Suryan bû. Di sala 1996’an de tevlî dibe û di sala 1997’an de li Garê bi hevala Bêrîvan Kobanê re şehîd dibe.
Hevala Têkoşîn; li saha Rêbertî maye. Yekemîn fermandara diçe çalakiyê û şehîd dibe ye. Dema diçe cenazeyê şehîdekê rake daku nekeve destê dijmin şehîd dibe. Ev ruhek e, çandeke di nav me de. Rêbertî mînaka vê hevalê jî dide. Em ê cenazeyê xwe nedin destê dijmin, em ê birîndarê xwe di destê dijmin de nehêlin. Rêbertî got, “ev ruhek e, ez pir bi rêzdarî pêşwazî dikim, lê pêwîste hûn bi aqil vî şerî bimeşînin, hûn li ser cenazeyekê pênc şehîdan bidin, ev jî nayê qebûlkirin.” Şêwazê me rexne kir û got, “pir biêş e, me rêkir, me ewqas hêvî da, divê tu erzan nemirî.” Rêbertî dibêje, “divê hûn biaqil nêz bibin.” Hevala Têkoşîn fermandara yekîneyê ye, hevalê Qelender jî fermandarê yekîneyê ye, şehadeta herdû hevalan jî wisa çêdibe.
Akademiya Şehîd Zîlan