Sala 1998’ê saleke hinekê tijî bû. Ya rastî Rêbertî ji bo mîsyona vê salê got, “di şer de serkeftin, di jiyanê de azadî”. Di wê demê de amadekarî dikir, hinek lêhûrbûn destpê kiribû. Çima? Ji ber ku Civîna Navenda PKK’ê çêbû, pratîka herêman hat nirxandin. Rêbertî di vir de rexne dike. Gelek şehadet çêbûne û her wiha dixwaze van hemû pratîkan bigire dest. Rêbertî her salê mîsyonekê dide, em ji wê mîsyonê re nabin bersiv. Li hemberî wê got, “Ez êdî ji PKK’ê îstifa dikim. Ji îro şûndetir ez tu kesî wek bar li ser pişta xwe ranakim. Kî wê bi me re be, ez ê bi wana re bim, ez ê hevaltiyê bi wana re bikim, êdî yên din bavêjim.” Yanî Rêbertî dixwaze di Tevgera PKK’ê de nûbûnekê di pêşengiya Tevgera Azadiya Jinê de pêk bîne. Di Tevgerê de nûbûn, vê nûbûnê jî bi tevgera jinê re bide çêkirin.
Rêbertî wê salê li saha xwe di asta konferansa partiyê de Konferansa Rojhilata Navîn li dar xist. Jixwe di pêvajoya wê konferansê de Zekî jî diçe îxanetê. Rêbertî di konferansa giştî de dixwest rêgehekê deyne. Divê ev pratîka hevkaran û çeteyan mirov tehlîl bike û li hemberî wê, pratîkên hemû eyaletan dahûrînin. Heman demê du xet diyar kir; yek xeta Zîlan, a din jî xeta Zekî bû. Li ser van esasan Rêbertî digot, “Du Z hene. Divê pêkhateya me ya milîtan û kadro li hemberî vê xetê xwe zelal bike. Yan em ê xeta hevala Zîlan bişopînin, an jî em ê xeta Zekî bişopînin.” Rêbertî vê konferansê weke “sererastkirina xeta şer” bi nav dikir.
Di wê salê de 2. Konferansa Jin a Rojhilata Navîn hat lidarxistin. Hem hevalên di nav akademiyê de, di nav xebatan de, di malên lêhûrbûnê de û hejmarek mezin kom bûne. Ew jî di 25’ê Adara 1998’an de pêk hat. Konferansa Jin a Yekemîn di sala ‘96’an de li welat çêbibû, ev jî wekî konferansa duyemîn hat binavkirin. Esas ev amadekariya Kongreya PKK’ê ya 6. bû, lê Rêbertî ji bo Konferansa Jin jî amade kir, dixwest partîbûna jinê ava bike. Jin êdî bibe partî, ji bo wê bingehek îfade dikir. Armancên vê Konferansê, di xeta azadiyê de ferasetên şaş ên ku xwe ferz dikin pêwîstbû bêne zelalkirin. Rêbertî bi fiîlî tevlî nebû, ji ber ku xebata jin e û dixwest jin bi xwe konferansa xwe li dar bixe. Di roja yekemîn de rojevên konferansê hatin diyarkirin, ew ê di vê çarçovê de derbas bibe; nirxandina pêvajoyê, nirxandinên pratîkê, nirxandina rêxistinî û biryarê. Komîsyona biryarnamê jî hatibû sazkirin. Rojane tekmîl ji Rêbertî re dihat dayîn. Lê dema qeydên ji konferansê ji Rêbertî re çû, wekî rexne got; “Rojev şaş e û ev neketina cewhera milîtaniya jin e”. Her wiha wisa nirxand: “Ji bo min yek rojev heye, du xet hene, ew jî zelal bûne; yek ji Fatma û Semîr destpê dike heya bi Zekî didome. Ev xeta çete-hevkariyê ye. Dudu, xeta Zîlan e, ji Zekiye heya Sema xeta jina azad ku temsîl dike, ev xet zelal e û nirx derxistiye holê. Ji bo vê jî di konferansê de şerê di navbera herdû Z’yan de pêwîste vebe û zelal bibe.” Rêbertî bi vî awayî dixwest rêgeha têkoşîna azadiya jinê zelaltir deyne holê.
Heman demê Rêbertî xwest pratîka Tevgera Jin a ku derketiye holê hemû lêpirsîn bike û di şexsê kesan de girte dest û ferasetên heyî dahûrand. Li ser van esasan Rêbertî dahûrandinên tîpan kir. Cardin xwe pir dubare kirin tê jiyîn. Çima? Ji ber em aîdê xwe nabînin, ji wê jî encam dernaxin. Ev aîdê filan kes e, ev ê filan kesî ye. Eynî şaşîtî kirine, dibêje “ez ê jî bikim.” Bi rastî ev şêwazekî fêrbûnê yê pir paşde ye. Gotinek klasîk heye, dibêjin “Kurd heya bi çavên xwe nebînin, bawer nakin.” Divê bi çavê xwe bibîne, serê wî li tehtê bikeve. Ê serê yê li gel min li tehtê ketiye; çima ez ê jê encam dernexim? Di encamê de Rêbertî di şexsê kesan de pratîk dahûrandin kir û kir malê giştî. Li hemberî xeta azadiyê, şaşîtiyên me yên rû didin, kîjan meylan xwe dane der, Rêbertî dixwaze wana diyar bike.
Tîpên dane avakirin ev in:
1- Kesayeta polîtîk û hestiyarî ku bi hestên xwe dikeve bin bandora tesfiyekaran. Bi taybetî di şexsê Dîcle Qamişlo de (ya xwestî jehr bide Rêbertî) tehlîl kir. Ango kesayetên demê xwe de bi Şener ve hatin girêdan hebûn. Şener li vir dixwest bi riya hestan wana mehkûmê xwe bike; bi vî rengî dikevin bin xizmeta dijmin. Rêbertî li ser vî esasî wisa digot: “Bi Şener ve girêdan jirêderketin e. Jin jî dibe amûrê vê, ev xizmetkirina ji dijmin re ye.” Rêbertî ev wekî hemleyeke dijmin jî digirt dest. Rêbertî ji bo hevala Sara jî ku ew jî dema Şener de girtîgehê de mabû got, “dîroka we tevahî Sara ye”. Dîroka azadiya jinê dîroka Sara ye. Bala xwe bidinê; hest jî neyên birêxistinkirin, dikevin bin xizmeta dijmin. Şener tenê kesayetek bû, xwest Partiyê xira bike; ne wisa bû. Ev siyaseta dijmin bû, dijmin diwest Şener wekî Rêbertiyekî sexte ava bike, alternatîfê Rêbertî ava dikir. Wî kê şixuland? Jin şixuland. Kîjan jin şixuland? Jina ku hestên xwe birêxistin nekiriye. Bi vî awayî jin ji tesfiyekaran re dibe zemîn.
2- Kesayeta jina hevkar, ango jina yekser bi tesfiyekaran re hevkariyê dike. Vî tîpî jî bi mînakan vedike. Rêbertî di şexsê Sakîne Batman de tahlîl dike. Ewkes hîn sala 1990’î diçe qada Rêbertî, li gor xwe hinek pîvanên xwe hebûn, heta hinek tiştên Rêbertî red dike, tim digot “Ez azad im. Ev rast e, ev şaş e.” Bi vî şêwazî Rêbertî dixist nîqaşê, lêpirsîn dikir û wisa pîvanên xwe datanî. Lê wê pîvanên te yên rast çi bin? Tiştên em bêjin pîvanên min in, ya rastî ew yên dijmin in. Çima? Bi navê hertiştî xistina lêpirsînê çiqas xizmeta doza azadiyê dikî, çiqas xizmetî gelê xwe dikî girîng e. Ya dihat jiyîn jirêderketin e, divê mirov wisa bizane. Ez çima vana dibêjim? Vana kî bûn, çi kes bûn, çi feraset bûn? Divê em nas bikin, ji xwe re encaman derxin. Ev kesayet ji ber ji rê derketiye diçe, yek bi yek bi ferasetên tasfiyekar Zekî re dibe yek. Nirxên me, tevgera me, Rêberê me dixin nîqaşê û lêpirsînê û bi vî awayê bi ferasetên djmin re dibe yek û xeta hevkariya bi zilam re pêktîne. Ev xet di kesayetên din de jî dem bi dem derketiye holê, hatiye dahûrandin û derbas kirin. Rêbertî dema vê xetê tahlîl kir wiha digot, “Di şexsê Sakîne de dijminiya jinê bi amûrê jin tê kirin.” Ev kesayet wisa ne tenê dijminê partiyê, doza tevgera azadiyê ne, dijminê jinê ne jî. Di encamê de xeta azadiyê naparêze, xeta hevkariya dijmin diparêze.
3- Ev jî di kesayeta Zekiye Botan de hate pênasekirin. Ew di Botanê de bû, Rêbertî got, “Kesayeta karîkaturê zilam, xwe şibandina zilam, girêdana zilam e, hundirê xwe vala ye.” Berî wê jî hinek nirxandinên Rêbertî hebûn, digot, “teqlîdkirina zilam”. Teqlîdkirina zilam tiştekî pir xirab e. Mirov çi be, xirab be jî, cardin bila yê xwe be. Ev ne aîdê xwe ne, aîdê zilam in.
4- Kesayeta ku ji xeta azadiyê dûr e, ji wê bêxeber jiyan dike ye. Ango bê xeta azadiyê jiyan dike, xwe pêş naxe. Ev tîp, di şexsê Rengîn Efrîn de hatibû tehlîlkirin. Rêbertî digot, “Rengîn Efrîn ji xeta azadiya jinê dûr e, bêxeber e, tenê wisa dimeşe. Ew jî di bin bandora zilam de dimeşe.” Çima? Tu xwe zana nekî, zanebûneke bîrdozî-polîtîk, di warê fikir de ava nekî, wê tenê bimeşe, hinek yê wê bimeşînin.
5- Kesayetên esasî jî, kesayetên Zîlan û Sema ne. Vana xeta azadiyê ne û divê her kes li beramberî vê xetê rexneya xwe bide. Yanî ev tîpên din hemû divê bi vê tîpê re rexneya xwe bidin.
Di van salên dawî de hevalan yek tîpê din li ser zêde kirin, ew jî;
6- Kesayeta ku ferasetên azadiyê qaba-red dijîn. Ango di têkoşîna cins de redkirineke qaba heye. Ev jî di pratîkan de derket holê. Di encama vê ferasetê de tu dişibî dijminê ku tu pê re şer dikî. Ya rastî tu dibî yêdekê wî jî. Modernîteya Kapîtalîst bi xwe muxalifê xwe ava dike, ji bo kesê ku li dijî derkevin jî di bin wê siyê de kom bike. Yanî muxalîfan jî dixe bin venêrîna (denetim) xwe. Pratîka qaba-red jî bêencam e. Kes ber bi dijmin ve dibe. Qaba-red tiştekî zirav e. Hinek kesan bê zanebûn dikirin, hinekan jî di bin navê em sîstema xwe birêxistin bikin de dikirin. Lê vê carê çi dikir? Zilam digirt hemberî xwe, dixwest şer bike. Ê wexta hêza wê têrê neke, xwe rêxistinkirinê de lewaz mabe yan wê teslîmî zihniyeta zilam bibe, yan yê bê bandor bihata kirin.
Di vê konferansê de ew ferasetên ku xeta azadiya jinê ji rê derdixin, Rêbertî got divê wekî broşur derkeve, ji welat re were şandin. Jixwe ew broşur, broşura bi navê “Ji Xwedawend Îştar Heta Zîlanan” bû. Piştî esareta Rêbertî çi bi wê broşurê hat em nizanin. Ji ber wê çaxê hinek tasfiyekar digotin, “Em merciyê biryaran e, divê belge hemû di erêkirina me re bên derbaskirin.” Ji bo partiyê wê dîrok jî bihata nivîsîn. Li ser dîroka partiyê Rêbertî bi xwe hinek pirtûk anîbûn. Grûbên lêhûrbûnê hebûn, Rêbertî dida wan û digot bixwînin, lêkolîn bikin, cewherê wê bidin min. Grûba lêhûrbûnê xwendin, cewherek jê derxistin û dan Rêbertî. Rêbertî got, “heta ev pirtûk dernekeve, pêwîste kes belav nebe.” Ji bo bê nivîsandin israr kir. Herî dawiyê got, “wê destana Derwêş û Edûlê jî bêxin nav de”, ew perspektîf jî bi xwe dabû. Navê pirtûkê jî “Şoreşa Jinê, Ezmûna YAJK’ê” bû. Di wê demê de me wekî reşpelê derxist û belav jî bû. Grûba ku ew pirtûk nivîsandin her yek ji wana çû cihekê. Li Ewrûpa, Rojava jî derxistin, hîn yek du ji wan mane. Heta wê çaxê jî tasfiyekarên derketibûn digotin; “haya me jê nîn e, çima we bêy erêkirina me derxistiye?”
Di vê Konferansê de biryara ku her eyaletek konferansa xwe ya jin çêbike hat girtin. Rêbertî dixwest encama vê konferansê wekî belgeyekê bê amadekirin û bişînin, di wan konferansên eyaletan de were xwendin. Wê demê ev Konferans li Dola Xedarê ya Zagrosê kom bû, Rêbertî bi telefonê tevlî bû. Ev axaftin perspektîfek pir berfireh bû, di Zagrosê de mirov jiyana azad çawa biafirîne, wisa perspektîfek şênber da. Konferans li qada Soran çêbû, li Dêrsimê çêbû. Li Amedê wê wextê hinek çalakî hebûn, Rêbertî carina bi cîhazê bi me re diaxivî. Li Amedê ji bo ferasetekî derketî cara yekê Rêbertî ewqas xwe aciz dikir û bi gotina “Tu dixwazî xeta me berevajî bikî, ji rê derbixî, xira bikî. Hûn xeta azadiyê naşopînin.” Rêbertî rexne kir. Ji bo wê Amedê konferans çênekir, lê Dêrsim, Botan û Zagros konferansên xwe yên jin çêkirin. Rêbertî ev jî xwest ku encamê wek nameyeke hişyariyê binivîsin û ji rêveberiya YAJK’ê re bişînin. Pratîka sala ‘97’an ew grûba rehabîlîteyê jî hebû, wekî hişyariyekê rêkin, bila sewq û îdareya xwe bikin, bedêlê wê giran e. Heman demê biryara ku têkoşîna cins bê bilindkirin hat girtin. Ya rastî Rêbertî xwest di saha Wî de zelalbûn çêbibe û vê jî bi welat bidin hesandin.
Akademiya Şehîd Zîlan