Piştî ku Rêbertî Îdeolojiya Rizgariya Jinê îlan kir û prensîbên wê diyar kir, di nav têkoşîna me de yek ji hevala herî zêde bi kûrahî jê bandor bû û xwest yekbûna xwe bi vê bîrdoziyê re pêk bîne, hevala Sema Yuce ye.
Hevala Sema Yuce di sala 1991’an de tevlî partiyê bûye. Berê li Enqerê dixwîne. Zanebûna wê ya Kurdewarî heye û jixwe di malbatê de çanda Kurdewarî serwer e. Dema xwendekar e bi partiyê re dikeve nav têkiliyê. Ezmûnên xwe yên jiyanî pir in. Gelek caran bi naskirina nakokiyan re rû bi rû dimîne. Di destpêka xebatan de navê wê Leyla bû, paşê jî navê Serhildan dişixulîne. Ji Leyla Qasim pir bandor bûye. Di sala 1991’an de derbasî qada Rêbertî dibe, piştre dawiya sala 1992’yan diçe qada Serhed ê. Li wir diçe bajarê Agirî û xebatan dimeşîne, piştre di derheqê wê de îxbar dikin û dikeve zindanê. Hevala Sema nameyeke pir kûr nivîsandiye. Heval Sema dema çalakiya xwe pêktîne yêkser şehîd nakeve. Heya 10’ê Hezîranê li nexweşxanê li ber xwe dide û li wir jî rojnivîsê digire, ew dibêje û kesek jî li cem wê dinivîse. Asta dahûrandinên şehîd Sema pir kûr bûn. Wî demî hem dema xwe ya bihurî hem jî pêvajoya li zîndanê jiyan kiriye hemûyan dinirxîne. Jineke ku kole be, jineke ku bi zilam ve bê girêdan, di xetê de ne zelal be û hwd. van hemûyan bi awayek berçav datîne û vedike. Dîsa di şexsê tasfiyegera jin de jinên ku dibin desthilat, zilamtiyê li ser ferz dike, bi wê re jî fetisandinekê jiyan dike bi berfirehî tîne ser ziman.
Bi rastî dahûrandinên hevala Sema pir kûr in, mirov dikare paşê li rapora hevala Sema jî binêre. Rêbertî dahûrandineke bi vî awayî kir: “Ya rastî wê pir tengav kirin e. Di aliyekî de Can Yuce, di aliyê din de Meral Xidir pir wê êşandine. Rast e kûrbûnek pir cidî heye, lê ewqas xistine bin bandorek wisa ku navgîna me rexne kir. Xwestiye bibe jineke azad, lê belê hawirdor jê re musaîd nîn e.” Rêbertî heman demê ji bo kesayeta wê jî got, “Eger firsenda xwe hebûya belkî di dîroka me de cara yekê wê pîvanên jiyana azad û jina azad jiyanî bikira.”
Esas Rêbertî ev çalakiyên ku bedena xwe didin ber agir qebûl nekir û di her mijarê de rexne kir. Eger derfeta jiyankirina pîvanên azad hebûya dibe ku ev çalakî jî nekirîba. Ji ber ku ev çalakî wekî xet di nava me de pêş ketiye. Lê ya hevala Sema wekî ji navxweyî re jî bersivek e. Rêbertî fêmkirin heye, ketina xeta bîrdoziya azadiya jinê heye. Rast e Rêbertî jî vê wek xet dinirxîne, lê dem û war girîng e. Li ku derê, bi çi wateyê ev biryar e? Dîsa Rêbertî ji bo hevala Sema Yuce digot, “Di zîndanê de ye, li derve bûya pêkan bû derketinên xurtir jî bikira.” Her wiha ji bo hevala Sema û Zîlan dibêje, “Ez pir mafê xwe nabînim ku ez li ser wan gotinan bêjim, jixwe wana her tişt anîne ser ziman.” Armancên çalakiyên xwe anîne ziman.
Hevala Sema xeta Rêbertî fêm kiriye, ketiye xeta têkoşîna bîrdoziya rizgarî û azadiya jinê. Li aliyê din jî di zîndanê de xeta tesfiyekaran heye. Ji bo wê hevala Sema dibêje, “di asîman de du roj nabin.” Tasfiyeger mîsyoneke wekî Rêbertî jî dide xwe, ji hemû kovar û rojnameyan re li ser jinê nivîsan dinivîse. Xwe wek rêbertiyê xeta azadiya jinê jî îlan kiribû. Dixwaze li ser pêkhateya Tevgera Jin bileyîze, têxe bin bandora xwe. Li wir yên tasfiyegerî dikin, hem jin, hem zilam dibin yek. Çalakiya heval Sema li hemberî tasfiyegeriyê bersiva herî xûrt bû.
Teqez di van çalakiyan de wext û mekan pir girîng in. Derfet û amûrên me yên berxwedanê pir zêde ne. Berê gelek heval tevlî dibûn, tehlîlên Rêbertî tunebûn ku bixwînin, di destê xelkê me de materyalên xwe pê bigihînin û bixwînin peyda nedibûn û tesfiyekaran jî ji vê sûd digirtin. Lê niha ne tenê em hevalên di Tevgerê de, derveyî me li Kurdistanê û derveyî welat jî ji tevahî civakê re, bi zimanên cûr be cûr jî tehlîlên Rêbertî digihêje. Herkes dikare îro bixwîne, jê sûd bigre. Ev bi xwe re zanebûnekê ava dike. Zanebûn amûrê te yê têkoşînê mezin dike. Tu di ferqa rastiya wê de yî ku rastî û şaşiyan ji hev derdixî. Tu ne bêhêzî ku nikaribe têkoşîn bikî. Ji bo vê watedayînek rast pêwîst e.
Yê ku çalakiya hevala Sema xurtir kir hevalê Fikrî Baygeldî ye. Hevalê Fikrî ji Licê ye û ew jî di zîndanê de ye. Li wir çalakiya hevala Sema dibihîse û ji bo bersiva çalakiya hevala Sema di zîndanê de heman çalakiyê pêk tîne. Sala ‘98’an li zîndanê tesfiyekarên derketî dixwazin xeta xwe bibandor bikin. Hevalê Fikrî Baygeldî di nameya xwe de wiha dibêje: “Hevala Sema fermandara min e, ez jî leşkerê emrê wê me.” Li vir mirov pêşengiya jina azad dibîne, ev zilam jî bi xwe re diguherîne. Rêbertî jî ji bo hevalê Fikrî digot, “Fikrî dibe Prometeûs”. Heman demê ev çalakî ji kuştina zilam re bersiv e. Di pêşengiya jinê de em ji zilam re çi bersiv bidin? Hevalê Fikrî cardin dibêje, “Hevala Sema fermandara min e. Jina Kurd ku bûye fermandar, ez bi çalakiya xwe re tenê neferekî emrê wê me.”
Rêbertî ji bo van çalakiyan nirxandinekî wiha dike: “Di hevala Zîlan de asteke teorîk û bîrdozî heye, rêgezên wê hene. Ferqa hevala Sema ew e, hîn zêdetir bi pirsgirêkên pratîkî re rû bi rû maye û pê re têkoşîn dike. Ber bi pratîkbûnê ve temamkirin heye, ango perspektîfên pratîkê wê çi bin, dizane, ev di asta lêhûrbûna wê de zelal dibe. Hevalê Fikrî jî, wê çawa zilam bi kesayetek nû şekil bigire, li beramberî wê şiyarbûneke pir mezin û bersiveke pir watedar heye.”
Rêbertî hevala Sema jî wiha pênase dike: “Dema 88 rojên xwe li nexweşxanê derbas kir, piştî ku bedena xwe dabû ber agir, hin nameyên hevala Sema hebûn. Wê demê bedena wê hemû şewitîbû û şewat bi xwe re êşeke pir mezin tîne. Rexmê wê jî hevala Sema got ‘Jiyana ku min herî zêde tam jê girt, ew roj bûn.’ Ev jî ji ber ku armanca çalakiya xwe dizane, hedefên xwe dizane û pê re bûye yek. Em hereketek in ku nirxên xwe yên moralê herî bilind e, em jî di nav vê hereketê de jiyan dikin. Ji bo vê jî hevala Sema pirsa ‘Moralê te çawa ye?’ pir bêwate dibîne. Bi hêza jiyana azad re kesayeteke berxwedêr, biwate derdikeve holê. Nexwe ne pêkan e ku mirovek bi ewqas şewatê li ber xwe bide. Ya rastî li vir gihîştina jiyana azad heye. Ez pê bawer im ku ev nêzîkbûn wê zilam jî neçar bike xwe biguhere.”
Rêbertî dixwaze her şehîdekî fêm bike û wana bixe pîvanên me yên jiyanê. Eger em gotinên şehîdên xwe ji xwe re nekin rêgez, ji rêgezê ku divê em li ser bimeşin re emê zêde wate nedinê. Di Rêbertî de ev heye; hertim behsa sekna me li hemberî her şehîdekî me dike, behsa moral dike. Dîsa di roja me ya îro de moralê kesa pir guherbar e. Lê belê moral nirxek e. Em wekî Tevger, em weke welatparêzên xaka xwe li ser kîjan nirxan dimeşin? Wisa tiştê bêîstikrar, rojekê geş, rojekê bêmoral re nabe. Pêwîste hemû bersivên me bi moral û zindî bin, ku bikaribe hêza têkoşînê bilind bike. Hemû tiştên ku hêza têkoşînê zeîf dikin ne yên xeta me ne. Ji bo vê em carina hinek têgînan bi kar tînin, lê em ne di ferqa wê de ne. Wek pirsa ‘tu çima bêmoral î?’ Em bibîrbixin ku hevala Sema di nav têkoşînê de ye, ber bi riya azadiyê ve dimeşe, moralê xwe pir û pir bilind e. Wê çima pirsek bi vî awayî bê kirin kî?
Ya din jî, dema behsa şehîdan tê kirin hinek dibêjin “heval şehîd ket”, hinek jî dibêjin “şehîd bû”. Esas ev têgîn wisa tê bikaranîn. Em Tevgereke bîrdozî ne, pêwîste her gotineke em bilêv dikin wê bi xwe re çi wateyê derxe, em baş bizanin. Dema em dibêjim “şehîd ket” em şaş dikin, divê em bêjin “şehîd bû”. Ya rast eve. Meseleya moral jî wisa ye.
Akademiya Şehîd Zîlan