Dîroka Tevgera Azadiya Jin-24

0Shares

Di vê beşê de em dixwazin li ser pêşketinên Sala 1998’ê û Bîrdoziya Azadiya Jinê bisekinin.

Salên 1998’an ku tekoşîna cins pir dijwar dihate jiyîn, Rêbertî ji bo wê salê dirûşmeya “Di şer de serkeftin, di jiyanê de azadî” pêş xistîbû. Çima? Ji ber ku êdî zelal dibe, eger di jiyanê de pîvanên azadiyê neyên rûniştandin, di şer de jî yê serkeftin neyê bidestxistin. Girêdana serkeftina şer di esasê xwe de girêdayî avakirina jiyana azad e. Ji bo vê jî Rêbertî xebatên jinê û tekoşîna azadiya jinê di vê salê de pir kûr kir. Rêbertî ji bo xebatên jinê mîsyoneke wisa jî dabû pêş: “Êdî em şoreşa jinê pêk bînin.” Rêbertî bi awayek zelal binxêz dike ku şoreşa jinê nebe yê jiyana azad jî pêş nekeve. Rêbertî sê argumanên bîrdoziyê jî eşkere kir û xiste rojevê;

1- Partîbûna jinê

2- Bîrdoziya jinê

3- Şoreşa jinê (şoreşa jinê di esasê xwe de şoreşa civakî ye)

Paşê kesên tasfiyekar rojeva şoreşa jinê ya civakî ji wateya xwe ya rastîn derxistin, wekî reforma sosyal xwestin pêkbînin. Halbûkî di sala ‘98’an de hedefa Rêbertî şoreşa jinê ye û hemû perspektîfên xwe jî pir bi zelalî di wê çerçovê de pêş dixe.

Rêbertî di 8’ê Adara 1998’an de wekî mizgîniyekê ji bo hemû jinan “Bîrdoziya Azadiya Jinê” îlan kir. Bêguman ev encama lehûrbûnekê kûr û bingehîn e. Rêbertî, bi îlankirina Bîrdoziya Azadiya Jinê re dixwaze tevgera jinê bigihîne astekê. Cardin daneheveke salan pêk hatiye û berhema derxistiye holê jî ev e. Rêbertî bi tevlîbûna xwe ji panelek televîzyonê re Bîrdoziya Azadiya Jinê fermî îlan dike. Di wê panelê de gelek hevalên ji gelên din jî hebûn. Hema ji tevahî Kurdistanê heval beşdar bûbûn. Wek mînak, hevalek di pratîka Botanê de maye, hevalek di pratîka Zagrosê de maye, hevalên di eyaletên hundir de mane û gelek hevalên din jî bi vî awayî tevlî bûyî amadebûn. Heya hevalên bi eslê xwe Tirk jî hebûn. Li wir Rêbertî dixwaze hinekê karekterê Bîrdoziya Azadiya Jinê destnîşan bike. Hinekê jî rewşa jina Kurd tehlîl dike. Jin çi ye? Li Kurdistanê rewşa jin têde çawa ye? Piştî hat beşdarî nav partiyê, nava refên gerîla bû rewşa jin çawa bû û hwd. di gelek aliyan de mijar hate destgirtin.

Hevala Sara jî li wê derê amade ye, Sakîne Batman jî li wê derê ye. Rêbertî dibêje, “Yê ku kesayeta xwe tam tehlîl neke, nekeve xeta milîtaniyê, bi xwe re çi xeteriyê tîne?” Bi vê mijarê ve eleqedar gelek tehlîlên pêşdixe Rêbertî. Heman demê li ser mijara jina ku nayê xetê bi xwe re çi xeteriyê tîne jî hate sekinandin û dahûrandin. Dîsa bal hate kişandin ku qarakterê Bîrdoziya Azadiya Jinê tenê bi gelê Kurdistanê re sînordar nîn e, qarakterê xwe li gora girtin û hembêz kirina gelên din di nav xwe de ye.

Rêbertî pênaseyek bi vî awayî dike: “Rizgariya giştî ji bo jinê nayê wateya rizgariyê. Ji şoreşên din cudahiya xwe ev e; Di nav şoreşa giştî de pêwîste şoreşa jinê jî pêk bê.” Ango ev ne tekoşîneke ku mirov taloqî piştî şoreşa giştî bike û paşê ya jinê pêkbîne ye. Nêzîkatiyek wisa nebû. Ji ber tecrûbeyên tevgerên cîhanê hene. Rûxmê jin di şoreşan de ewqas xwedî rol, berxwedan e, şoreşên giştî çêdibin, lê jin rizgar nabe, dizivire pozîsyona xwe ya berê. Li ser vî esasî ji aliyê Rêbertî ve bi awayekî dijwartir şoreşa jinê di nav şoreşa giştî de tê esas girtin û birêxistinkirin.

Rêbertî, ji bo Bîrdoziya Azadiya Jinê wisa digot: “Li ser hemû bîrdoziyên hene mohra zilam heye. Her çiqas nêzîkatiya desthilatdariya zilam a li ser civakê hakim bi sedê salan her tim veşartibe jî, kesekî ku hinekê rêzdariya xwe ji zanistê re hebe, hinekê bi rizgariya jinê ve girêdayî be, li ser bingehek hişk eleqedariya xwe ji gel re, ji rizgariya gelekî re hebe gengaz nîne ku vê nebîne. Lewre di fikir de jî pêwîstiya afirandina bîrdoziyeke di eksena jinê de girîng e. Eger em dixwazin bikevin nav tevgereke şoreşger û xebateke civakî ya cidî, wê çaxê bi dijwarî pêdivî bi xebateke bîrdozîk a aliyê jinê esas digire, heye. Eger em rizgariya jinê dixwazin, pêwîste em saziyên girêdayî îdeolojiyên desthilatdariya zilam bi tundî rexne bikin û derbas bikin. Tevahî rêxistinên milîtarîst, malbat di vê çarçoveyê de ne. YAJK wê hemû zilaman bîne hîzayê. Ez bi vê bawer im. Ez bi jinê bawer dikim û vana pêş dixim. Hinek dibêjin harem, bila biteqin. Jinên me li çiyê ne, jinên ku em herî zêde ji wana hez dikin di çiyê de ne û piraniya wana jî mîna Zîlan çûne şehadetê. Vana jinên me ne. Û bi rastî jî jinên leheng in. Emê bi jinan re bijîn, cuda tu kesî re jî nejîn. Em zilamên van jinan e.”

Rêbertî di der barê Bîrdoziya Azadiya Jinê de jî vana dibêje: “Bîrdoziya jinê bîrdoziyek sosyal e. Ev bîrdozî tenê di wateya rizgariya cinsekê de nîne. Bîrdoziyeke rizgariyê ya di eksena jinê de, bêguman ne nêzîkatiyek femînîst e. Ez bi xwe ne jin im. Em ji çareserkirina pirsgirêkên şer bigirin heya aştiyeke girêdayî azadiyê pêdivî bi pêşketineke bîrdozîk a bi vî awayî heye. Hemû îdeolojiyên hene mohra zilam li ser wana ye û zêdehiya xwe bîrdoziyên zilam in. Pêwîstiya afirandina bîrdoziyeke di eksena jinê de girîng dibînim. Bêgûman pêwîste mirov tevahî rêxistinên ku giraniya zilam li ser wana hene pir zêde rexne bike. Li ser hemû rêxistinên milîtarîst ji sedî sed mohra zilam heye. Vana ji serî heya binî rêxistinên zordest in, rêxistinên tundiyê ne. Pêwîste mirov saziyên girêdayî bîrdoziya desthilatdariya zilam bi tundî rexne bike. Di nav malbatê de dîktatorî heye, mulkiyet heye, ji her cureyê maf-huqûqê bêparbûna jinê heye, êşên wê hene. Berî her tiştî bi fizîkî tunekirina wê heye. Ji bo ez kesekê zêde tawanbar nekim û di bin tohmetê de nehêlim, di vê wateyê de ez dibêjim min destpêkê xwe kuşt. Çi jin biqehire, çi zilam biqehire, qet li min ne xem e. Ji bo min ev felsefeyek e. Ji bo min ev bîrdoziyek e. Ez nikarim dev ji jiyana li gorî wê berdim. Dibe ku hinek bibêjin jirêketineke mezin e. Ev nêrîna wana ye. Rêzdariya min ji nêrîna wana re heye. Pêwîste ew jî ji nêrîna min re rêzdar bin. Li şûna bibim ji zilamên sîstemê de, ku ez ji wê zilamtiyê nefret dikim. Bûyîna zilamekî wisa ez wekî rezîliyek mezin, ketîbûneke mezin, wekî çavkaniya kirêtiyeke mezin dinirxînim.

Kurd esas gelekî ji hezkirinê jî bêpar hatiye hiştin. Hezkirin rastî komkujiyê hatiye. Dilê Kurd li ku dere ye, kengî qediyaye? Dilê di Kurdan de heyî dilê kê ye? Ev hest hestê kî ye? Ger ruhê xwe hebe, ev ruhê kîjan biyaniyî ye? Ev ruhê kîjan xulamî ye? Ev kîjan bêwijdanî ye, kîjan bêçaretî ye? Pêwîste vana bên vekirin. Ma jiyana bê evin dibe, yan jî jiyana bê hezkirin dibe? Li gorî ku nabe, li gorî hatiye qetilkirin, belê emê vê çawa biafirînin? Zilamên me çawa difikirin? Jinên me çawa difikirin? Ez êş dikêşim, heta dilê min jê diçe. Ji bo em jinê di wateya çors de bidin şerkirin na. Ji bo em zilamê di nav me de bînin hîzayê ye. Dema dibêjim bînin hîzayê, di wateya wî hinekê biguherin, veguherin de ye… Niha piçekê jî naxwaze nêzîkatiya xwe biguhere. Ez van zilaman layiqî keçên me nabînim. Çima? Ji ber ku ez bêjim cinsiyeta wî ya çors e, ew jî zêde li pêşberê min nîn e. Ji ber ku bi serê xwe bûye bela. Wekî mayîna serseri dixwaze di serê jinê de biteqe. Hêza wî têra dijmin nake. Nikare plana çalakiyeke cidî, rêxistinekê pêş bixe û sûce tavêje ser jina li kêleka xwe. Ez dibêjim ku ez di xizmeta jinên me yên azad de me, dîsa destpêkê dayîk, bi taybetî hemû jinên me yên leheng ên gerîla yên şer dikin, ez însanê wana û hemû jinên me yên di nav tekoşînê de me, ez zilamê wana me.”

Esas Rêbertî di şexsê xwe de destpê dike û kuştina zilam wekî projeyekê datîne holê. Pêwîste mirov Bîrdoziya Azadiya Jinê rast wate bide. Destpêka Tevgera me tenê ne ji bo jin rizgar bibe ye. Êdî jin dibe hêz, bi vê hêzê zilam jî biguherîne û her wiha bikaribe pê re civakek azad biafirîne. Hedef jina azad, bi zilamê azad re civaka azad afirandin e. Ev jixwe qarekterê tekoşîn me nîşan dide, jinûve jiyana heskirî û evînî afirandin e.

Rêbertî evînê, hezkirinê jinûve pênase dike. Jixwe di civaka Kurd de evîn, hezkirin nehiştine. Bi navê hezkirinê koletî, bi navê evînê kolekirin pêktê. Rêbertî, bi vê Bîrdoziya Azadiya Jinê re dixwaze çareseriyek bi giştî pêkbîne. Di bîrdoziyê de armanc ev e; Rêbertî dixwaze bersiva şehadeta hevala Zîlan bide. Ji bo vê digot, “Ez wek dildarê van hemû şehîda me.” Bi gotinekî din yê ji bo wan jiyan bike. Ji ber ku di wê demê de Rêbertî hevala Zîlan wekî xwedî statuya xwedawendan pênase kir hevala Zîlan wek “Zîlan a Xwedawend” cihê xwe girt. Ya rastî di bin peyva Jina Xwedawend de jina zana heye, ya bi hêz heye. Her wiha êdî Rêbertî perspektîfên pêwîstiyên azadiyê bi nasnameyeke bîrdozî şênber dike, amûrên tekoşînê xurt dike.

Akademiya Şehîd Zîlan

Attachment