Hevala Zîlan (Zeynep Kinaci) pêwîstî dît ku li hemberî xetimandina taktîkê, êrîşên li ser PKK’ê hene, çalakiyekê li dar bixe û pêşî lê bigire. Ev çalakî hem ji dijminê êrîşkar re û hem jî ji bo ferasetên navxweyî wekî bersivekê bû. Ew jî êdî kesayeteke dîrokî ye. Heval Zîlan tekoşînê digire nava xwe û li hemberî pêwîstiyên wê dibe xwedî helwest. Ev çalakî ne çalakiyek ji rêzê ye, çalakiyek dîrokî ye, ji bo me destpêkek e.
Terzê çalakiya heval Zîlan nîşan daye ku derfetên te yên tekoşînê zêde ne; tinê divê xwe birêxistin bikî! Hevala Zîlan xwe bi ser dijmin de teqand. Hedef û armanca wê zelale, çalakiya wê jî serkeftî ye. Ew terzê çalakiya heval Zîlan e. Hevala Zîlan çalakiya xwe di 30’ê Hezîrana 1996’an de pêk anî. Ya rastî li hemberî xeta hevkariyê ya ku Newal pêş xistî, hevala Zîlan xeta azadiyê temsîl dike. Jixwe vana di nameyên xwe de jî vedike.
Hevala Zîlan bi eslê xwe ji bajarê Meletî ye. Hevalek pir kevn nîn e, beriya wê kêmekê di nav kar de maye, li eyaleta Dêrsimê saleke wê çêbûye. Li çiya jî hinek zehmetiyên fizîkî jiyan dike û ev jî jê re dibe nakokî. Heta carekê derdikevin ser girekî, li beramberî xwe qereqolekê dibîne, dibêje, “emê çawa li vê qereqolê bixin?” Kesên xwediyê nêzîkatiyên kevneperest dibêjin, “tu nikarî derkevî ser girekê, tê çawa li qereqolekê bixî?” Lê asta wê ya fikir û kûrbûnê pir cuda bû.
Esas li gorî plansaziya ku eyaleta Dêrsimê jê re dayî diviyabû biçe li ser avahiya walîtiya Dêrsimê çalakî bike, lê paşê ew bi xwe diçe hedefê diguhere. Ya rastî dixwaze di navendekê de çalakiyê pêk bîne ku gel bibîne û ji pêvajoyê re bibe bersiv. Ji bo vê jî çalakiya xwe hinekî dereng li dar dixe.
Dêrsim ewqas di komkujiyan re derbas bûye, di qirkirina çandî re derbas bûye, betonbûn pêşketiye û ya herî girîng jî ketiye xeta Kemalîzmê. Çima dixwaze gel wê bibîne? Ji bo çanda berxwedanê di Dêrsimê de jinûve zindî bike. Her amadekariyekê ew bi xwe dike, dema leşker li meydanê di nav merasîmê de ne, di wê kêliyê de çalakiyê pêk tîne. Dema hevala Zîlan wê biçe çalakiyê rojnivîsa wê heye, lê tenê yek pel ji wê rojnivîsê li gel me heye. Yê ku ji rojnivîsê mayî jî davêje nav agir. Wê demê heval jê pirs dikin çima wisa kir, ew jî dibêje, “Ez rojekê ji hevalekê aciz bûm û min nivîsandiye, eger ez çalaki bikim û şehîd bikevim ew heval wê di bin tohmetê de bimîne. Ez jî nikarim qebûl bikim ku li ser wê hevalê axaftin çêbibin.” Yanî rexneyên xwe hene, lê naxwaze hevalên wê pê biêşin. Pela ku ji wê rojnivîsê hatiye xilaskirin saetên rojê wana nivîsîbûn. Paşê hevalan ew pel ji bo arşîvê dane Akademiya Şehîd Bêrîtan.
Rêbertî ji bo hevala Zîlan dibêje, “Ew ne kesek e; xetek e, şêwazê jiyanê ye, şêwazê şere û şêwazê serkeftinê ye. Ev jî ji bo me emre (fermane), ev sembole, ev şêwaz û sond xwarin e. Ev çalakî jî ya yekemîn e û ya dawî ye, ji ber ku dîrokî ye.”
Jixwe hevala Zîlan di nameya xwe de dibêje, “Çavên min wê li pişt nemînin, ji ber ku Rêbertî heye, wê xwedî li şehîdan derbikeve.” Di hevala Zîlan de naskirineke kûr ya Rêbertî heye. Piştî vê çalakiyê Rêbertî dixwest em vê wekî xeta tekoşînê esas bigirin, ji bo vê jî got, “Vê çalakiyê xeta tevgera jinê eşkere kir. Zîlan ji bo azadiya jinê manîfesto ye. Pîvanên jiyana azad şênber dike.” Ya rastî hevala Zîlan bersiva pirsa çawa bijîn, dabû.
Rêbertî ji bo hevala Zîlan van nirxandinan dike: “Bila zorî tu caran we neşkînin, berovajî bila we bike weke pola. Dîsa jiyanê bi tiştên hêsan na, bi yên zehmet qezenç bikin da ku nirxê wê mezin be. Jiyana ku bi hêsanî were qezenckirin, ne hêja ye were jiyîn. Jixwe jiyana hêsan ji bo me gengaz jî nîne. Jiyana pêvajoyên zor jiyana dildariyê ye, jiyana evînê ye. Kesayetên ku zehmetiyên mezin bijîn, dikarin mezin bijîn. Wekî Zîlan dibêje, jiyana mezin bi çalakiya mezin pêkane. Di nav me de yekane felsefeya jiyanê, ya rast jî eve.”
Dîsa di wê salê de 2 hevalên din jî çalakiya fedayî li dar dixin. Hevala Bermal (Gûler Otaç) 29’ê Cotmehê 1996’an li Sêwasê çalakiyê pêk tîne. Wê jî li pişt xwe nameyek hiştiye. Hevala Rewşen (Leyla Kaplan) di 25’ê Cotmehê de li Edenê çalakiya xwe pêk tîne.
Ev terzê çalakiya fedayî ji xeta tasfiyê re jî bersiv e û di nav gerîla de nûbûn e. Rêbertî bi mudaxela xwe û van çalakiyan dixwaze wê salê qezenc bike.
Cardin beriya wê Konferansa YAJK ya 1. di navbera 30’ê Adarê û 15’ê Nîsanê de hatiye pêkanîn. Ev hemû hêza keda jinê bi xwe ye. Ji ber ku hemû hevalên jin in. Bêguman Rêbertî mîsyonekê dide jinê. Esas ev berê pêşveçûna rêxistina jinê jî diyar dike. Di wê salê de li Botan û Zagrosê heta dawiya salê di asta yekîneyê de ketina pratîkê çêdibe, pê re rêxistinên jin yên cidî pêş dikevin. Li eyaletên hundir hinek seknên pasîf hene. Weke nimûne; li Amedê operasyon çêbûye, şehîd zêde ne, dîsa li Dêrsimê rêveberî pasîf dimîne, lê tenê hevala Zîlan, Bermal û Rewşen çûne çalakiyên fedaî. Li ser seknên van hevalan re eyalet hinekê dixwaze xwe kom bike.
Bi avakirina YAJK’ê re hevala Dîlan wekî endama navenda rêxistina jinê diçe Garzanê, dixwazin rêxistina jin li wir pêş bixin û di demek kurt de şehîd dikeve. Hevalên di asta rêveberiyê de li Garzanê pir zû şehîd diketin, ji bo vê jî Rêbertî wek ‘komkujiya jinê’ binav kirîbu. Ew jî ji ber ku hin kesan ji derve bi dijmin re di têkiliyê de bûn û bi dijmin re kar dikir hebûn, wekî Ednan. Ji bo wê windahî zêde çêdibûn. Wê rewşê li Garzanê hinekê bandor kir, lê bi esasî li Garzanê quwetê jin nîtelîkeke xwe ya cidî hebû. Wana tevlî şer bibûn, tecrûbeya rêxistinî çêbûbû. Piştî konferansa YAJK’ê teqwiye ji eyaletên hundir re têne şandin û komî serhevbunek pêşdikeve.
Hevalên jin yên di sala 1996’ê de gihîştine şehadetê;
Hevala Dîlan Dêrik; Hevalek ji Rojava bû. Di sala 1988’an de dikeve nava xebatan, sala 1991’an li saha Rêbertî dimîne. Dawiya 1991’an diçe welat û tevlî şerê Başûr dibe, paşê li Botanê jî dimîne. Di kongreya yekemîn a YAJK’ê de di asta navendî de tê hilbijartin û derbasî eyaleta Garzanê dibe. Li Garzanê jî di asta rêveberiyê de bû. Ew jî di meha Hezîranê ‘96’an de di nav kemînê de li Garzanê bi du hevalên jin û du hevalên xort re şehîd dikeve.
Hevala Selamet (Newroz Ateş); Hevalek ji Hezexê ye. Ew jî sala 1991’ê tevlî partiyê dibe û li saha Rêbertî perwerde dibîne. 25’ê Nîsana 1996’ê li Garisa şehîd dikeve. Wê demê fermandara yekîneyê bû.
Hevala Bêrîvan GAP; Sala 1993’yê tevlî partiyê dibe. Ew jî meha Mijdarê li Kelha Dêrşew ya herêma Botanê şehîd dikeve.
Hevala Rojhan; Hevalek sala 1992’yê ji Dêrsimê tevlî partiyê dibe ye. Di pratîkê de tevlîbûneke çalak raber dike, paşê sala 1995’ê derbasî saha Rêbertî dibe. Piştî perwerdeya Rêbertî, weke fermandareke xurt derbas qada Amedê dibe. Sala 1996’ê li Amedê di şerekî de tevî taxima xwe bi qehremanî li ber xwe dide û dawiyê şehîd dibe. Li Amedê tevlîbûna wê diyarker bû.
Hevala Dilovan (Saadet Yılmaz); Hevalek ji Meletî ye. Hevala Dilovan li Îzmîrê dixwîne, sala 1991’ê ji Zanîngeha Dokuz Eylül tevlî refên tekoşînê dibe. Paşê derbasî saha Rêbertî dibe. Sala 1992’yê derbasî Dêrsimê dibe. Sala 1996’ê jî derbasî Koçgirî dibe. Li Koçgirî tevî 33 hevalan di paşvekişîna çalakiyeke serkeftî de şehîd dikevin.
Hevala Fehîme; Hevalek ji Gundikê Melê ya ser bi Şirnexê ye. Bi qanuna leşkerî tevlî partiyê dibe. Demekê li Lolanê dimîne, di şer de dibe fermandar. Demek dirêj li Cudî jî dimîne. Di sala 1991-92’yan de li cihên wekî Silopya di xebatên bajaran de dimîne. Di 1996’an de li Dola Şîvê bi hawanê şehîd dikeve.
Akademiya Şehîd Zîlan