Ji Pênûsa Gêrîla
Ji bo kesên bi demdirêjî di nava têkoşîna azadiyê de cih girtine, ne asayî û jirêzê jiyane, her sal, her meh, heta her roj xwedî wateyeke cuda ye. Hîskirina van dilopên wateyê, bi qasî hîskirinê jê re nirxdayîn, sedema hebûna me ye. Ji ber em bi dil û mêjiyê xwe ve bi van dilopên wateyê re, dijîn û dîroka xwe, îro û pêşeroja xwe diafirînin.
Ya tê afirandin, di eynî demê de nasname û kesayeta me bixwe ye jî. Em ji ku hatine, em kê/kî bûn û çawa dixwazin bijîn, hertim ev dilopên wateyê rê nîşanî me didin. Dilopên wateyê tînin bîra me bi sedan, bi hezaran rêhevalên me yên şehîd ku me ew ne li axê, li dilê xwe çandine û her wiha rastiya ku em dixwazin biafirînin jî tînin bîra me. Ew di şevereşên tarî de rêya me ronî dikin. Heke ew nirxên wan xuliqandin nebin, em ê rojekê jî nikaribin bibin xwedî jîneke bi wate. Cudabûna ji wan ku qet em ne li bendê bûn û amade nebûn jê re, hîseke welê çêdike ku em ticar nelimînê, em naxwazin bielimin jî. Di têkoşîna azadiyê de, yek ji dilopa wateyê rêhevala Şîlan Kobanê ye. Min, ew di sala 1996’an li Hewlêrê nasî. Rêhevala Şîlan û Şehîd Berçem ji bo dermanbûnê hatibûne Hewlêrê. Têkîliyeke pir germ û semîmî di navbera wan her du hevalan de xuya dikir. Em bi hev re ji qirkirina Hewlêrê, rizgar bibûn. Wê demê jî rêhevala Şîlan dabû diyarkirin ku ji bajêran hez nake û dixwaze kêliyekê beriya kêliyekê vegera diyarê azadiyê, lê di wê de hîseke ecêb jî pêl vedida. Dema em xilas bûn wê rojê rêhevala Şîlan wiha got “ez bawerim tişta ez jê ditirsim wê bê serê min, mirina min wê ne li çiya, wê li bajêran be.”
Ez cara duyê, di pêvajoya avakirina Yekîneyên Jina Azad ku bi telîmata Rêber APO hatibû destpêkirin, bi rêhevala Şîlan re rû bi rû bûm. Di yekemîn Yekîneya Jina Azad de li jêr fermandariya rêhevala Şîlan, min jî cih girt. Me ji hêla têkoşîna azadiya jinê pêngaveke girîng diavêt. Lewma me bi berfirehî coş û heyecana vê bi hevre parve dikir. Yekem car wek rêhevalên jin, em ê bi tena serê xwe bi awayê yekîneyên xweser tevgeriyana.
Rêhevala Şîlan bi baweriya xurt ku têkoşîna azadiyê bi wê dabû qezenckirin, bi tecrûbeya xwe ya berfireh nîzama hundirê yekîneyê sererast dikir. Ji dîsîplîna cewherî ya yekîneyê bigre, heya pêşxistina qabîliyeta tevgerê û pêşxistina pîvanên jiyanê, di her milî de xwedî xebat û ked bû. Di yekîneya me de herkes bi qasî hêza xwe tevlî dibû. Rêhevala Şîlan, rêhevalên ku ezmûnên wan ên jiyan û şer kêm bû, pêşiya wan vedikir, bawerî û xwebawerî bi wan dida qezenckirin. Lewma jî ji hêla tev hevalan ve pir dihate hezkirin. Rêhevala Şîlan li ser bingeha Îdeolojiya Rizgariya Jinê di yekîneya xwe de têkoşîna zayendî, pêngav bi pêngav pêşdixist. Bi pratîk û sekna xwe ve nîşan dida çawa jiyan tê watedarkirin. Em fêr dikirin ka çawa wate bidin zehmetiyan, çawa ji van pirsgirêkan re çareseriyê pêş bixin û bibin hêz. Bi her hevalekê re elaqedar dibû û hêza wan a derûnî, behreyên wan dida der, heya dawiyê ji pêşketina wan re zemîn vedikir.
Di yekîneya rêhevala Şîlan de, bi pêşniyar û teşwîqa wê, bi awayeke sîstematîk rojnivîsa yekîneyê dihate nivîsîn. Wê dixwest; yekîneya me hemû tiştên dijî, bike ayîdê dîroka bizava jinê. Herwiha di yekîneya me de hejmareke berbiçav rêhevalan helbest û çîrok dinivîsin. Rêhevala Şîlan bixwe ji vê re pêşengtî kiribû. Helbest û nivîsên xwe bi yekîneyê re parve dikir, ji hevalan nêrîn digirt. Di helbestên wê de coşa dîvane ya avê, germiya nerm a çiya, teht, dar, pel, çûk, kêzik û axê, me bi hevre hîs dikir. Dixwest hezkirin, rêhevaltî, parvekirin, herwiha tişên dijiya, wek dilopên wateyê di dîrokê de bimînin.
Di şoreşa Rûsyayê de jina nivîskar a bi navê Alexdira Collntay pirtûka “Min pir jiyan jiya” nivîsabû. Rêhevala Şîlan jî ew mînak nîşan dida û digot ku dixwaze romanekê bi navê “jinbûyîn” binivîse.
Di yekîneya me de yek ji taybetiya xweser jî ew bû ku hema bêje rojane bi awayeke xwezayî civîna goftûguyan pêş diket. Pir mijarên ku mohra xwe li rojê dixistin dihatin nîqaşkirin. Perwerdeyên îdeolojîk û siyasî jî bi pêşengtiya rêhevala Şîlan, bê ku ti şert û merc astengî bêne dîtin, bi awayeke sîstematîk pêş diketin. Her hefteyê nirxandina pêvajoya siyasî dihate kirin, qonaxên pêşketina têkoşîna azadiya jinê, pirsgirêkên wê bi berfirehî dihatin nîqaşkirin. Dîsîplîna me ya jiyanê wiha bû ku her kêliya jiyanê her mekan dibû navenda perwerdeyê.
Rêhevala Şîlan heval teşwîq dikir ku xebatên çand û hunerê pêş bixin. Pir mijarên ku di jiyanê de şop dihiştin dibûn mijara skeç û tiyatroyên me. Rojên taybet jî bi amadekariyên me bi coş dihatin pêşwazîkirin û têra xwe me wate û girîngiya wan rojan dijiya. Yekîneya me di her astê di her qadê de bandoreke erênî afirandibû.
Rêhevala Şîlan di pêşxisrina pîvan û sekna jîna Têkoşîna Azadiya Jinê de rola pêşengtiyê di asta heî bilind de dileyîst, li beramberî bêrehmiya şer jî yekîneya xwe di warê psîkolojîk û fîzîkî de amade dikir. Di qada em lê bûn, hesret û daxwaziya wê ew bû ku çalekiya ku tenê rêhevalên jin keşfa wê bikin, plansaziya wê pêş bixin û tevlî bibin û kordîne bikin, birêxistin bike. Di pêvajoya ku dijmin di amadekariya operasyonê de bû û dest bi êrîş li beramberî yekîneyên gêrîla kiribû, rêhevala Şîlan ev daxwaziya xwe pêk anî.
Me çalekiyeke serkeftî ku kordînetiya wê bixwe kiribû, pêk anî. Me wek yekîneya jina azad ji vê çalekiyê hêzeke mezin wergirt. Di cîhana ku jin wek biyolojîk lewaz tê dîtin û ji bo vê jî koletiyê meşrû dibîne, ji her kesê re nîşan dida ku ev dereweke mezin e, pirsgirêk ne biyolojîk e, bi tevahî civakî ye. Careke din îsbat kir ku bi şer re ku bedelên herî giran dixwaze, bi taybet li çiya, jin dikarin bi hêza xwe ya cewherî bijîn, ji bo azadiya xwe dikarin her cure têkoşînê pêş bixin.
Ew baweriya ku Rêber APO dida jinê, me di raman, çalekî û pratîka xwe de dikarî vê nîşan bidin, coşa vê jî hêviya me ya azadiyê xurt dikir, em bi vê hêzê tevlî jiyanê dibûn.
Rêhevala Şîlan bi jiyan û şerê xwe rola pêşengtiyê îfade dikir, pê re jî di dilê xwe de germahiya rêhevaltiyê herî jidil û hesas dijiya.
Di rojeke payîzî de ku em bibûn şirîkê coş û azweriya xwezayê, diviya çemekî ku har û boş diherikî, me bi hev re derbas bikira. Ji ber pir tinebû, derbaskirina wî çemê ku kef bi ser ketibû kareke metirsîdar û zehmet bû. Rêhevala Şîlan got ku di serî de ew ê derbas bibe û paşê jî yek bi yek hevalên din wê bên. Dema wê av derbas dikir, dilê me rijiya. Herçendî gelek zorî jî kêşa, lê di encam de ji avê borî. Paşê jî rêhevala fermandeya taximê av derbas kir û destûr neda ku hevala Şîlan careke din xwe li avê bide, wê alîkariya hevalan kir. Rêhevala Şîlan bi baweriya mezin ku dida rêhevalên xwe, derbasî jêrê bû û li bendê ma ku yekîne avê derbas bike. Çend heval derbas bûn, hevaleke nû dema ji avê diborî, lingê wê şemitî û kete nav avê. Herkesê bi panîkê qîr dikir. Lê hevala Şîlan pir xwînsar ji cihê lê disekinî rabû û ji bo wê hevalê rizgar bike xwe avête çem. Pir zehmet be jî xwe bi çiqila darekê ve girtibû û li wê hevalê digeriye. Di dawiyê de ew dît û wê heval bi lingê hevala Şîlan girt û wiha ji xeniqînê xilas bû. Lê ji ber pir tirsiyabû, ji hişê xwe çû. Bi alîkariya hevalan her du heval jî ji avê hatin derxistin. Rêhevala Şîlan ji vê bûyerê pir bandor bû û hîna bi hesasiyet nêz dibû. Li zinar û kendalên ku berfê rê nedida, rêhevala Şîlan xwe diavête pêşiya rê.
Bi rêhevala Şîlan re, bi qasî sê salan em di yekîneya xweser de man. Wek rêhevalên jin di navbera me de girêdan û hezkirin pir xurt bibû, em wek yek dilî bûn. Me pir tişt, xweşikiyên jiyanê, hezkirin, şer bi dilê xwe yê jinê, bi zimanê xwe parve kirin. Her ku me parve kir baweriya me ji pêşeroja jina azad re bihêztir dibû. Rêhevala Şîlan bibû navê jiyanê. Piştî şehadeta wê ew durûşmeya “Şîlan jiyan e” ku dihate avêtin îfadeya vê hestê bû.
Dema ku bandora heyecan û kelecana salvegera 27’ê Mijdarê, careke din di dilê me de germiya xwe diparast, di êvareke payîzî ku cudatiyê giranî dikir, rêhevala Şîlan Kobanî bi çar rêhevalên xwe ve ku her yek ji wan dilopeke wateyê ne, di encama komployeke xayîn û pir gemar di 29’ê Mijdara sala 2004’an hatin şehîd kirin. Di salvegera vê şehadetê de em bi hezkirin û rêzdarî wan bi bîr tînin. Û dibêjin ku em ê heya dawî bibin şopgerên van rêhevalên xwe yên hêja.
Wek Rêbertiya me jî dide diyarkirin: “PKK di fîliyatê de xwîna şehîd e, berxwedana li dijî îşkenceyê ye, sebra mezin, fedakarî û wêrekî ye.”
Em jî bi vê giyanê, wê şehîdên xwe ku dîroka têkoşîna me afirandine, di dil û mêjiyê xwe de bineqişin. Em ê bi girêdana ji van rêhevalên şehîd re, hîna bêtir ji nirxên ku wan afirandine re wate bar bikin û teqez têkoşîna azadiyê bi ser bixin.